29 december 2013

Siyaseta me dibê qezenckirina hemû kurdan be


BDP-ê bêyî namzedê xwe yê belediya Ruhayê hemû namzedên xwe yên belediyên bajarên din eşkere kir, tenê Ruha û qezayên wê mane.

Li gorî hin speklasyonên meriv bi riya medyayê dibihîze, dibêjin di nabêna BDP-ê û Bûcaxiyan da ji bo Swêregê hevdîtin heye. Belkî Ruha jî di nav da be.

Ev îdîa çiqasî rast e, çiqasî derewe ez nizanim. Lê hêvî dikim rast be. Bi dîtina min Bûcaxî jî di nav da, BDP bikanibe çiqas kurdî ji AKP-ê û partiyên din û hevkariya bi dewletê ra dûr bixe dibê bike û ev karekî rast e.

Bêguman hin mezinên Bûcaxiyan tiştên pir xerab kirin, bûn çeteyên dewletê û di kuştina gelek welatparêzên kurd da rol girtin û destên xwe di xwîna kurdan gerandin. Dibê em vê dîrokê ji bîr nekin.

Lê li gel van karên wan yê xerab û qirêj jî ne rast e ku em vê malbatê û zilamên wan heta û heta bikin neyarên xwe û tim dahfdin ba dewletê.

Heger em kanibin hemû korîcî û hevkarên dewletê ji dewletê dûr xin û bikşînin nava refên tevgera kurd dibê em bikin. Îcar ev yek ewê çawa û li ser çi prensîban be ew tiştekî din e.

XXX
Emer Farûk Kaya gotiye, dibê ez jî bibêjim, Serokê BDP-ê Salahaîtîn Demirtaş siyasetmedrekî jîr, bi çap û pir hêja ye, heger her tim bikanibe ya dilê xwe bibêje titştê pir xweş dibêje. Di axaftina xwe ya Roboskî da dîsa tiştên pir xweş û pir muhîm gotine:

- Kêmasiyeke kurdan tenê heye, ew jî Kurdistan e. Kêmasiya kurdan tenê ev e. Heger Kurdistan hebûya Roboskî çênedibû…

Heger Kurdistana kurdan hebûya ev du sal in me yê êşa cesedên zarokên xwe yên bîna mazotê ji wan tê, êşa dilê dayikan nekişanda. Wê rojê gava me dît ku li nexweşxaneya Qilebanê dozger, qeymeqam û amîrên pûlisan çawa dixwazin ser bûyerê bigrin, me fêm kir kîmasiyeke kurdan tenê heye, ew jî Kurdistan e… ”

Bi rastî jî kêmasiya kudan ev e, roja siyasetmedarên kurdan jî vê kêmasiyê bibînin û ji bo temamkirina vê kêmasiyê micadelê bidin temam e.

XXX
Serokê BDP-ê Salahatîn Demirtaş gotiye:
”Ji ber ku zarokên 3 wezîran girtin bin çav 800 kes ji wezîfê girtin… Li vê derê 34 berxik hatin kuştin 0nbaşiyek jî ji wezîfê negirtin…”
Çiqasî xweş rast gotiye…
Onbaşiyek jî negirtin biçav ji ber ku 34 berxikên hatin kuştin kurd in loma…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE