09 december 2013

Siyaset karekî zor e

Li Kurdistanê û Tirkiyê karê herî bi teşxele, herî zor û bi bela siyaset e. Heger meriv dixwaze serê xwe têxe belayê û dijminan li xwe zêdeke dibê meriv têkeve siyasetê. Di civatên paşdamayî da siyset karekî pir zor e. Roj bi roj ez jê sar dibim û jê ditirsim. Lê bê siyaset jî Kurdistan rizgar nabe…
Xwedê bi alîkarê siyasetmedaran be

XXX
Hin kes hundurê wan cihê û derê wan cihê ye, zimnanê wan cihê, dilê wan cihê ye. Loma jî pêşiyan gotine, ” Dijminê rastgo ji dostê durû çêtir e.”

XXX
-Naskirina însên ji valakirina deryayê qedeh bi qedeh zortir e.

XXX
Durûtî jî qerekterekî benîadem e, lê qerekterekî pîs e.

XXX
Saeta kongreya komeleya me(Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê)nêz dibe. Xelkê nuha li erebeyên xwe siwarbin û wek mîran werin ciyê kongreyê.
Di vê berf û tozanê da ezê dîsa wek hertim têkevim riyan û bi kêmanî du saetan wasiteyan bi hev biguherînim, ji vê otobozê dakevim herim li wê tirênê swar bim û ji wê trênê jî herim ya din...
Çavê bêehliyetiyê û tunebûnê kor be, ehliyeta min hebûya û Mercedesek modela dawî li ber deriyê min bûya nuha ev nehat serê min, dema tunebe meriv wiha perêşan dibe...
Temiya min li we qîmeta malê xwe, qîmeta wexta xwe û qîmwta hevalên xwe bizanibin…
XXX
-Di bilindbûnê da tu bişkînî û hilkişî
di ketinê da tu yê guliyê pê bigrî nebînî
XXX
Bi merivên biçûk ra ne xeyalên mezin dibin û ne jî pêk tên.
XXX
Çawa ku ji qumaşê kevn kincê nuh û ji hesinê xerab jî şûrê baş çênabe, ji siysetmedarê têkçûyî jî lîder û serokê serkeftî denakeve. Dibê meriv ji dîroka xwe dersê bigre. Kesên ji dîroka xwe dersê negrin mahkûmî têkçûnê ne…
XXX
Çawa ku ji qumaşê kevn kincê nuh û ji hesinê xerab jî şûrê baş çênabe, ji siysetmedarê têkçûyî jî lîder û serokê serkeftî denakeve. Dibê meriv ji dîroka xwe dersê bigre. Kesên ji dîroka xwe dersê negrin mahkûmî têkçûnê ne…
-Meriv bi kenê xwe terbiya xwe, bi tiştê pê dikene sewiya xwe nîşan dide…
XXX
-Berî ku tu zimanê xwe terbiye bikî dilê xwe terbiye bike. Ji ber ku gotin ji dil tê, ji zimên dertê.
///Mewlane
XXX
Dewletê li Gewerê dîsa destê xwe di xwîna kurdan gerand, dîsa du ewladên kurd qetil kirin. Ez vê teror û cînayeta dewletê şermezar û mahkûm dikim. Û ji malbata herdu şehîdan û gelê Gewerê ra sersaxiyê dixwazim.
Dibê kurd vê cînayetê li her derê protesto bikin û girtin û cezakirina qatilan ji dewletê bixwazin.
Şêla hukûmetê ya li hemberî vê bûyerê ewê siyaseta wan ya bi dizî jî eşkere bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE