12 december 2013

Şerê li ser navê Kurdistanê


Di Meclîsa Tirkiyê da di nabêna parlamenterên BDP-ê, MHP-ê û partiyên din da manaqeşeyên li ser navê Kurdistanê berdewam e.
MHP, AKP û CHP li dijî gotina navên Kurdistanê derdikevin û naxwazin parlamenterên BDP-ê di mclîsa da navê Kurdistanê bigrin devê xwe û bibêjin em ji Kurdistabnê ne.

Parlamenter û cîgirê berdevkê gurûba MHP-ê yê Meclîsê Yusuf Halaçoglu, hebûna Kurdistanê înkar kir û got, ji min ra xerîteyekê ya jî kitêbeke kevn bînin ku navê Kurdistanê têda hebe, wê demê ezê hebûna Kurdistanê qebûl bikim.

Parlamenterê BDP-ê yê Hekariyê Zozanî, do sê xerîteyên Kurdistanê yên salên 1893 û 1683 û tarîfa Kurdistanê ya di Kamûsa Şemsedîn Samî (1850-1904) da nîşanî Halaçoglu da û got, de were soza xwe bicî bîne.

Parlamenterê MHP-ê Yusuf Halaçoglu, li dijî van xerîteyên Kurdistanê derket û got ew ne ne rast in, ew hewqasî ne kevn in, ew bi mulehezeyên siyasî hatine çêkirin û nizanim çi û çi…

Û dû ra jî xerîteyeke 1500 sal kevn nîşan da û got, ”li vir Kurdistana hûn qal dikin tuneye, di virda Kurdistan qismekî ji Îranê, Silêmaniyê, Hewlêrê û herêma Nûristanê ye. Bi van xerîteyan dernekevin hemberî min, bi dîroka xwe ya qedîm werin…”

Halaçoglu bi xerîteyên 1893 û 1683-a û bi tarîfa di Kamûsa Şemsedî Samî da nayê serî, ji me yên hîn kevintir dixwaze. Û di xerîteya 1500 sal kevin da jî Kurdistana îro nabîne, loma jî dibêje va ye Kurdistana Tirkiyê û Sûriyê di vê xerÎteyê da tuneye, tenê qismekî Îranê û Îraqê wek Kurdistan tê xuyakirin...

Dibê hink ji Halaçoglu ra bibêjin ma 1500 sal berê welatekî bi navê Tirkiyê hebû?
Li dinyayê çend welat di xerîteya 1500 sal berê da hene?

Bira 1500 sal li wir bimîne, sed sal berê welatekî bi navê Tikriyê tunebû.
Hezar û 500 sal berê Dewleta Osmanî tunebû û van bajarên Tirkiyê jî hemû yên xelkê bûn. Lê îro bûne yên tirkan e.
Ew ji derva hatine û li ser malê xelkê rûniştine dibe, lê ji bo kurdan nabe.

Tu dibêjî beklkî pêşiyên Halaçoglu ji berê û berê da, ji qal û bela da xwediyê vê axê ne û kurd xerîb in û wek mahciran ji dereke din hatine.

Kurdistan di xerîteyên 2-3 hezar sal berê da hebe ya tunebe qet ferq nake, herkes dizane ku kurd li ser vî erdî ji tirkan û ji hemû pêşiyên wan kevintir û qedîmtir in.

Navê Kurdistanê û xerîteya wê çiqasî nuh be jî ji Tirkiyê kevintir e.
Loma jî bi xwestina belge û xerîteyên dîrokî ne kurd, Halaçoglu ewê li zirarê derkeve. Çimkî pir hindik em xwediyê vê axê û ji vê coxrafyayê ne. Yê xerîb û mahcir Halaçoglu ûpêşiyên wî ne…

XXX
Kê bawer dikir rojekê kurd ewê di Parlamentoya Tirkiyê da biwêribin navê Kurdistanê bigrin devê xwe û bibêjin Kurdistan heye û em ji Kurdistanê ne.

Lê wa ye dibêjin û ji nuha û pêva ewê hertim jî bibêjin. Êdî ew tabû û dîwarê tirsê hilweşiya.

Di vê pêşketinê da para axaftina Erdogan ya çendakî berê li Diyarbekrê û ya di civîna gurûba partiya wî da pir e.
Di van herdu civînan da jî Erdogan navê Kurdistanê bikar anî û got Atarurk jî gotiye Kurdistan.
Ev yek bû sebebê legalîze û normalîzebûna navê Kurdistanê.

Gava Erdogan li Diyarbekrê cara pêşî navê kurdistanê girt devê xwe û ji bo Kurdistana başûr got, ”Herêma Kurdistana Federe”, hesabê wî tiştekî din bû. Lê hesabê mal û bajêr li hev derneket.

Wî qet texmîn nedikir ku ev îtîrafa wî ya bi navê Kurdistanê ewê di meclîsa wî da olan bide û ji teref parlamenterên kurd ve jî were dubarekirin.

Li Tirkiyê guherînên civakî û siyasî ji texmînên me pir zûtir çêdibin. Dibê kurd vê guherînê bibînin û li gorî wê amadeyiyên xwe bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE