01 december 2013

Şekirê dil

Şekirê dil
Min tu carî ji tirkî hez nekir
wek zewaceke bêdil
min rojekê jî poz pê nekir
kurmancî bi hinekan tahl be jî
li ber dilê min ew tim bû şekir

///Zinarê Xamo
2013-12-01

XXX
Daxwaze dil
Meriv carnan dixwaze bi şair be
dev ji siyasetê berde
bibe evîndarê gotinê
guh nede paşgotinê
rê li ber dil negre
aqil nedê
şîretan lê neke
netirsîne
çi dibêje
bira bibêje
digrî bira bigrî
dikene bira bikene
azadî xweş e
sansur neke
bira bi ya xwe bike
bira wek gerîlayekî kurd
bindestiyê qebûl neke
bi wêrekî
li heberî artêşek yek milyonî
îsyan bike

///Zinarö Xamo
2013-12-01

XXX
Bîra birînê

Gazinan neke!
Em dikanin hinekî din,
birîna xwe,
bi şîr û hingiv xwedî bikin
Çavên wê,
bi jan û girî têr bikin.
Ku em li xwe netewin,
bi bîra birînê da nekevin,
emê bi kîjan destê hezkirî
zaroktiya xwe ya belavkirî
ji van geliyan,
ji van zeviyan,
deste bi deste,
bi beybûnan ra bidin hev

///Fatma Fatma Savci

XXX
Min nuh li dokumnentera li ser qetilkirina Dr. Şivan û herdu hevalên wî Çeko û Burûsk temaşe kir. Laşê min hîn jî diheze, girî ketiya qirika min.

Kîn û nefreta min ya li hemberî dewleta tirk û bêbextiya kurdan hinekî din jî mezin bû.
Wek Îsmaîl Beşîkçî jî di dawiya fîlm da dibêje, kuştina Dr. Şivan projeya îstîxbarata tirk bû. Tirkan bi kuştina Dr. Şivan him rê li ber şer û serîhildaneke kurdan ya saxlem girtin û him jî umrê îşxala xwe hinekî din dirêj kirin





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE