12 december 2013

Metîner jî li dijî navê Kurdistanê ye

Parlamenterê AKP-ê Mehmet Metîner , ji ber ku hin parlamenterên BDP-ê di meclîsê da gotina Kurdistanê bikar anîn xwe gelkî aciz kiriye û ji dêlî xwediyê xwe ve şûrê xwe kişandiye û êrîşî BDP-ê kiriye.

Metînerê şelaf(şalûz, dalkavuk)gotiye, ”îfadeya, Kurdistan navê ciyê kurd lê dijîn ne li gorî rastiya Tirkiyê ye. Li gorî baweriya AKP-ê, gotinên wek Kurdistanê û Lazîztanê li Tirkiyê ciyê wan tuneye…”

Şelaf wiha ne, ji bo ku xwe têxin çavê xwediyê xwe û ji wan eferîmekê bigrin dibê şelafiyê bikin.
Hûn dibînin bê çi merivekî rezîl e, di nava 327 parlamenterên AKP-ê da ew li dijî gotina Kurdistanê derdikve û BDP-ê rexne dike. Û di ser da jî ev şelaf dibêje ez kurd im…

XXX
Çawa ku 50 sal, 40 sal berê me nikanîbû tiştê îro kurd li Tirkiyê dibêjin û dikin xeyal bikira, 20-30 salên din jî tiştên kurd ewê bi dest xin herkes nikane ji îro da xeyal bike.

Lê bi şertê ku dibê ”xeyala” kurdan hebe, dibê kurd dev ji xeyala xwe bernedin.
Kurd ewê azad bibin, Kurdistan ewê çê bibe…

XXX
Di salên pêşiya me da li Kurdistana bakur(Tirkiyê)siyasetmedarê bi kurdî nizanibe ewê nikanibe siyasetê bike û wek nuha bibe parlamenter, li bajarekî bibe serokê belediyê û serokê partiyekê.

Meriv di civata kurd da ji nuha da îşaretên vê guherînê û pêşketinê dibîne. Kurd êdî siyaset û kurdayetiya bi tirkî qebûl nakin û di rojên pêş da ewê bêtir qebûl nekin.

Kesên dixwszin di rojên pêş da siyasetê bikin, dibê ji nuha da vê guherîna siyasî ya di civat û şêla kurdan da bibînin û li gorî wê xwe amade bikin.

Çawa ku akademisyenê bi îngilîzî nizanibe heft dîplomayên wî hebin jî li Ewrûpayê nikane di zanîgehan da kar bibîne û bibe xwedî karîyer, li Tirkiyê û Kurdistanê jî siyasetmedarê kurd yê bi kurdî nizanibe ewê êdî nikanibe bibe berdevk û nûnerê kurdan û li ser navê kurdan siyasetê bike…
Ji min gotin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE