09 december 2013

Gotina "Rojava" sansurkirina navê Kurdistanê ye



Ji roja pêşî da ye min ji gotina ”Rojava” qet hez nekir. Dema ez di nivîsan da navê ”Rojava” dibînim di serê min da tu risim çênabe, bi min wek gotineke bêmahne tê, wek gotina Kurdistanaê dilê min germ nake. Min berê jî carê li dijî vê gotinê tiştek nivîsîbû.
Bi baweriya min gotina ”Rojava” tasfiyekirin û înkara navê Kurdistanê ye, bi hosteyî navê Kurdistanê sansor dike, heta ji ortê radike.

Bifikire ku hemû kurd navê Kurdistanê hilnedin û ji Kurdistana Tirkiyê ra bibêjin ”Bakur”, ji Kurdistana Îranê ra bibêjin ”Rojhilat”, ji Kurdistana Îraqê ra bibêjin ”Başûr” û ji Kurdistana Sûriyê ra jî bibêjin ”Rojava…”
Wê demê ka Kurdistan?

Ez fêm nakim çima emê navê Kurdistanê bikar neynin û bibêjin ”Rojava”?
Ez nizanim kê û bi çi aqilî ev gotin xist devê kurdan?

Hema bi zanetî ya jî bi nezanî bikaranîna vê gotinê sunî ye, sexte ye û ne rast e.
Di havize, bîr û lîteratura kurdan ya siyasî da gotineke wiha tuneye. Gotian ”Binê Xetê, Kurdistana Binêxetê” heye, lê Rojava tuneye û loma jî ji gel ra tu tisstekî nabêje.

Gotina ”Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr” termên coxrafîk in û hêlekê, aliyê welatekî, xoxrafyayekê nîşan didin.
Ya yasax ne gotina ”Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr” e, navê Kurdistanê ye. Heger kurd dev ji bikaranîna navê Kurdistanê berdin û ji dêlî wê ve ”Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr” bikar bînin tirk, ereb û faris ewê gelkî kêfxweş bibin. Û bi taybetî jî tirk, kê derxistibe jî axirê gotina ”Rojava” ji bo Tirkiyê bûye wek lotoyê.

Bi dîtina min bikaranîna ”Kurdistana Sûrîyê” sed qatî ji ”Rojava” baştir e, him di serê meriv da rismekî çê dike û him jî navê Kurdistanê tê gotin. Binavkirina Sûriyê tişt nabe. Ya muhîm bikaranïna navê Kurdistanê ye.

Na heger meriv naxwaze navê Sûriyê, Îraqê, Îranê û Tirkiyê pêveke, wê demê dibê meriv bibêje Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojava û Kurdistana Rojhilat. Wek Koreya Başûr û Koreya Bakur, Afrîka Başûr û Afrîka Bakur….
Lê gotina ”Rojava” bi serê xwe ne rast e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE