24 december 2013

Êdî tu kes nikane rê li ber dewletbûna kurdan bigre


Ev 50 sal in kurd li Kurdistana Rojhilat û Başûr û 30 sal in jî li Kurdistana Bakur ji bo azadiya xwe şerê çekdarî dikin, xebata legal ya siyasî hîn jî kevintir e.
Vê xebata dûr û dirêj û îstîkrara di xebat û micadelê da li dinyayê û li herêmê giranî û îtîbareke mezin daye kurdan.
Kurd li herêma xwe êdî hêzeke xurt û mezin in û herkes hesabê wan dike. Êdî kes nikane kurdan nebîne û tune bihesibîne. Êdî dijminên me jî û hêzên navnetewî jî wek berê me biçûk nabînin.
Ev guherîna fikrî pir û pir muhîm e, dîrokî ye û me nêzî azadiyê dike.
Li alî din kurd jî, hêzên kurd jî êdî xwe biçûk û bêhêz û bêçare nabînin. Baweriya kurdan bi wan û bi serketinê zêde bûye.
Kurd serketinê, azadbûnê û dewletbûnê êdî ne wek xeyaleke dûr, wek hedefeke nêz, daxwazeke realîst û mimkûn dibînin.
Ev baweriya bi xwe û bi serketinê destpêka, merheleya berî azadiyê ye…

XXX
Çîroka qazê
Mêrik di pacê ra li derve nêrî û ji hevalê xwe ra got:
-Wa ye îro dinya ewr e…
Hevalê wî bi hêrs got:
Hahaaa, yanî tu min ra dibêjî tu qaz î…
Mêrik her çiqas got heyran, weleh min ji te ra negotiye tu ”qaz î”, min got îro dinya ewr e, lê pere nekir, hevalê wî tim di ya xwe da israr kir.Got: -Gotina îro dinya ewr e, tê maneya tu ji min ra dibêjî ”qaz”! Gava dinya ewr be baran dibare, gava baran dibare av dibe gol û di golê da jî qaz ajnê dikin. Yanî ev jî tê wê maneyê te ji min ragot ”qaz”!
Hin dostên dilsoz û hevalbendên PKK-ê jî ji ber ku xwe tenê kurd dibînin, loma jî meriv çi rexneyê li kurdan bigre tavilê digrin ser xwe û dibêjin, ”te ji me ra got hûn qaz in…”

XXX
Li Kurdistana bakur di warê legal da plûralîzm hêdî hêdî dikeve siyaseta kurdan. Ev jî pêşketineke baş e. Kurd ji nuha û pêda li hemberî dewleta tirk û partiyên tirkan êdî ne mecbûrî alternatîfekê û piştgiriya partiyekê tenê ne. Li Kurdistana bakur partiyên xwedî program û îdeolojiyên cihê dadikven qada siyasî û hîn jî ewê dakevinê.
Êdî însan dikanin li gorî bîr û bawerî û daxwazên xwe yên siyasî piştgiriyê bidin partiyekê.
Partî jî êdî li gorî program û hedefên xwe ewê herin ba gel û ji gel piştgiriyê bixwazin. Yanî di siyasetê da jî ewê reqabet çêbibe û reqabet jî baş e.
Bi dîtina min ev pêşketineke baş e, ji bo xurtbûnê û girtina piştgiriya gel, partî û siysetmedar jî ewê baş ji hev bigerin û kî çi dixwaze, kî ji bo çi piştgiriyê dide kê ewê zelatir bibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE