10 december 2013

Beq nikanin bibin ga

Ez bi xwe hîn nebûme beq…
Rojekê li mêregekê beqek rastî gayekî hat. Di cî da bû heyranê  bejn û bala gê, dilê wî bijiya mezinayiya wî. Ji bo ku ew jî bi qasî gê mezin be xwe nebixand û nepixand û nepixand. Bû wek balonekê. Dageriya ser xanima xwe, jê pirsî, got:

-Xanim, hela carê bala xwe bide min, ma ez jî bi qasî gê mezin bûm?
Xanimê ji vî alî, ji wî alî da bala xwe dayê, got “niç”, tu li ku ga li ku?

Beq bi hêrs hinekî din jî xwe nepixand. Û dû ra got:
- Hela îcar mêze bike, ma îcar jî ez bi qasî wî mezin nebûme?

Xanimê ji mecbûrî dîsa bala xwe da şikil û şemala wî, bi ken jê ra got:

-Tu bi ya min dikî tu yê dev ji vê sewdayê berdî, tu çi biki jî, tu xwe çiqasî binepixînî jî tu nikanî bibî ga, bi qasî gê mezin bibî. Dev jê berde tu yê biteqe…

Li ser van gotinên xanimê beq dîn bû, xwe hinekî din jî nepixand. Lê dawiya dawî got “PEQ” û teqiya…

Hin nivîskar hene beq in, belkî hîn nebûbin beq jî, lê eynî wek wî beqî xwe dinepixînin û dixwazin bibin GA. Bes beq, çiqasî xwe binepixînin jî nikanin bibin GA...

Lê çi heyf ku beqên dixwazin bibin ga, bi vê nexweşiya ”mezintiyê” him xwe dikin pêkenîn û him jî ked û xebta xwe ya salan li ber çavên însanan reş dikin, ji qîmet da dixînin.

Bi hêviya hemû beq rojekê berî rojekê ji vê nexweşiya ”mezintiyê” xelas bibin û bi beqîtiya xwe razî bibin…
Ez bi xwe hîn nebûme beq jî…

XXX
Li Meclîsa Tirkiyê hersê partiyên tirk(MHP, CHP, AKP)li dijî gotina Kurdistanê bûn yek û peyva ”Kurrdistana Tirkiyê” ji reşnivîsa butçeya 2014-a derxistin.

Di dema minaqeşeyên li ser butçeyê da parlamenterên BDP-ê 7 caran gotina ”Kurdistana Tirkiyê” bikaranîbûn û xwestin navê Kurdistanê ji reşnivîsê dernekeve.

Lê bi dengên hersê partiyan(MHP, CHP, AKP) gotina "Kurdistana Tirkiyeyê" ji reşhnivîsa butçeyê hat derxistin.
Ev jî nîşan dide ku hersê partî jî di esasê xwe da ji bo kurdan wek hev in. Di hin tiştên biçûk da wek hev nefikirin jî lê di meseleyên esasî da li hemberî kurdan tim yek in.

XXX
Hemşeriyên min yên Rihayî bi bandroleke pir xweş çûne pêrgî namzedê serokatiya belediya xwe. Ji dêlî ku binivîsin "tu bi xêr hatî", gotine "Tu bi ker hatî."

Bi dîtina min şîareke di cî da û pir bi îsabet e. Dibê piştî hilbijartinan jî wî paşpê li kera wî kin û paşda bişînin Meraşê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE