07 oktober 2013

Yê dikin qenciyên gir, dibêjin ew in nemir

Hemşeriyê min Silêmanê Xidrekî li ser birayê Ahmet Turk rehmetî Hecî Demo ku çend roj berê wefat kir, şiîreke kin lê pir manîdar û xweş nivîsî ye.
Ji ber vê hestiyarî û qedirşînasiya wî, ez wek kurdekî rahmetiyê Hecî Demo nas dikim pir kêfxweş bûm.
Berî salên 1980-î dema ez li welêt bûm nav û dengê Hecî Demo bi kurdperwerî û welatparêziya xwe pir belav bû. Ez jî carê çûm bûm mîvanê wî û me sohbeteke pir xweş kir.
Hecî Demo wek merivekî welatparêz ji xortên kurdperwer pir hez dikir û kî lê biqesiriya jî qet texsîr nedikir. Camêr bû, comerd bû, evîndar û dilsozê kurd kurdistanê bû. Gorra wî buhuşt be.

Hecî Demo
Yê dikin qenciyên gir
Dibêjin ew in nemir
Hecî Demo çû û mir
Kurda tiştek wenda kir
Aştîxwaz û merd û mêr
Stêrk rijya kete jêr
Zilamê dozên giran
Çû ji pişta me kurdan
Ta hebe cîhana pîr
Navê wî nabe ji bîr
Li dû xwe hîşt zêde tişt
Gora wî bibe buhuşt

///Silêmanî Xidrekî

XXX
Hukûmet fena ku kurdan nas dike hereket dike, lê derew e, hukûmet hîn ne hebûna kurdan û ne jî mafê kurdan qebûl dike.
Hukûmet dixwaze bi alîkariya Abdulah Ocalan hêdî hêdî PKK-ê belav bike, ji pertav da bixîne. Loma jî sozên devkî dide, pakêtên xapandinê amade dike. Lê hemû jî vir in. Êdî berpirsiyarên PKK-ê wa ye jî îtîraf dikin ku hukûmet serî li wan digerîne, wan dixapîne.
Dema meriv ev yek fêm kir, dibê êdî meriv nexape û ”sozên” xapandinê qebûl neke.
Heger hukûmetê bi rastî hebûna kurdan qebûl bikira ewê perwerdeya bi kurdî jî qebûl bikira, ewê bi hezaran siyasemedarên kurd di zindanan da rehîn negirta.

XXX
Hejmareke kêm ne têda, ne çepên me û ne jî îslamîstên me ne wek yên xelkê ne, ne ji xwe ra ne.

Mesela yên ereban, farisan û tirkan îdeolojî û baweriya wan çi be jî tu carî nabin hevalbendên neyarên xwe, dev ji partî û rêxistinên xwe bernadin û nabin endam û zilamên partî û rêxistinên kurd.

Lê yên kurdan dibin, piştî hewqas xebat, malwêranî û bi hezaran şehîd, hîn jî bi hezaran çep û îslamîstên kurd di nava hêz û partiyên tirk da ne, hîn jî bi tirkan ra li dijî serxwebûna miletê xwe derdikvin, dibêjin ev ne heqê we ye, bira tirk tim di ser dilê we da bin.

XXX
Kurdê ku hebûna dewleta tirk, ereb û faris qebûl bike û dewleta xwe nexwaze, tirk, ereb û farisan ji xwe mezintir û hêjatir dibîne; wan layiq û xwe jî ne layiq dibîne.



XXX
Heta ku kurd nebêjin çima dewleta yê tirk, ereb û faris heye, çima ya min tuneye?, tu carî nabin xwedî dewlet.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE