05 oktober 2013

Xwezî me jî wiha qedir û qîmet bida seqetên xwe


Li welatê xelkê qîmeta însên heye, dewlet, sîstem qedir û qîmetê dide însên. Ji bo ku însanê seqet îzole nebe, xwe li derî bihevrebûnê û civatê his neke hertiştî dikin.
Min pêr êvarî gotibû ku ji bo konferansekê dahîreya ez lê dixebitim em çûn bajarekî bi navê Visby. Keçeka lal jî bi me ra kar dike, helbet ew jî bi me ra hat konferansê.
Ji ber ku li giravê tercumanê lalan tunebû ya jî nedîtin, axirê ji Stockholmê du keçikên tercuman ji bo du rojan bi balafirê anîn bajêr. Heqê otêla wan, xwarina wan, ji balfirxanê heta ciyê konferansê heqê texsîya wan, yanî dema meriv mesrefa du kesan ya du rojan bihesibîne ne îşê pera ye.
Lê ji bo Forsakringskassayê(qaseya sîgortayê)ya girîng ne pere ye, karkira wan e, ji ber ku lal e dibê ji civînê û ji civata hevalên xwe nebe. Dibê laliya wê nebe sebebê wendakirina wekheviyê. Însanên saxlem ji kîjan maf û îmkanan feydeyê dibînin, dibê yê seqet jî ji eynî maf û îmkanan feydeyê bibîne û bikar bîne.
Dilê meriv dibije vê sîstema xelkê, meriv dibêje xwezî li welatê me jî wiha bûya. Gelo li Kurdistana Federe û li Tirkiyê jî sîstem wiha ye?
Gelo li Kurdistana başûr dibistana kerr û lalan heye, tercumanên lalan hene?
Li Tirkiyê rewş çi ye?
Gelo lalên kurd ji kurd û tirkan çawa fêm dikin ez nizanim.
Axir xelk qedir û qîmetê dide mirovê xwe û weselam…

XXX
Erdogan bi vê pakêta xwe nîşanî PKK-ê da ku nêta wî pir xerab e, do ji bo PKK-ê çi difikirî û dixwest çi bike, nuha jî dixwaze eynî tiştî bike, yanî tevgera kurd ya netwî tasfiye bike.
Qanûna li Dijî Terorê ewê ji bo kurdan her hebe, rehîneyên kurd yên ku hukûmeta AKP-ê dest daye ser wan, ewê her di zinandan da birizin.
Parlamenterên kurd ewê neyên berdan.
Hebûna kurdan ewê di resmiyetê da ewê neyê qebûlkrin. Kurdî ewê nebe zimanê perwerdeyê.
Yanî siyaseta dewletê ya resmî ewê bidome.

XXX
Dawiya dawî serokwezîr Erdogan ”pakêta xwe ya xapandinê” vekir û ji pakêtê wek dihat texmînkirin bi rastî jî kundur, xiyar û mektebên bi peran derket.
Ji ber ku herfa ”X” serbest bû, loma jî kurd êdî ewê kanibin XIYAR û XIRPO binivîsin.
Û yên perê wan hebe ewê bikanibin zarokên xwe bişînin dibistanên bi peran
Zarokên tirkan ewê di mektebên dewletê da, belaş bixwînin, lê yên kurdan ewê bi pera be.
Dibê meriv dawiyê li vê qeşmeriyê bîne, bi kêmanî xwe neke pêkenîn.

XXX


Ez nabêjim bira dilê me tenê ji bo kurdan lêde, em tenê ji bo kurdan bişewitin û tenê ji kurdan hez bikin. Hestekî wiha, fikrekî wiha ne însanî ye.
Ez dibêjim dibê meriv dost û dijminê xwe baş ji hev bigerîne, xêrxwaz û nexêrxwazê xwe nas bike, kesê ku bi çavê dostaniyê li meriv nenêre, kesê neyartiya meriv bike, dibê meriv jî jê hez neke, jê ra li çepikan nexe.
Yanî kesê nifira li meriv bike dibê meriv dua lê nake, ez viya dibêjim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE