29 oktober 2013

Sê kurtefîlmên li ser kurdên paş "Çiyayê Qaf"

Rojnamevan û nivîskar Salihê Kevirbirî îşev li Kitêbxaneya Kurdî 3 kurtefîlmên xwe nîşan da.
Filmê yekê li ser kurdên ermenîstanê bû, yê duyem li ser kurdên Gurcîstanê bû û yê sêyem jî li ser kurdên Kirgizîstanê bû.
Hersê fîlmî jî heryek li dora 25 deqîqeyean bûn, lê li gel vê kinbûnê hersê fîlm jî têra xwe serkeftî û balkêş bûn. Bi kurtî be jî meriv di heq kurdên wan welatan da dibû xwedî fikir û digihîşt qenaetekê.

Kevirbirî, di her her kurtefîlmekî da bi kinî kurdên wan welatan bi temaşevanên xwe dide naskirin, rewşa wan ya siyasî û sosyal radixe ber çavê temaşevan û bi kurtî qala hin gelşên kurdan yên li wan welatan û yên kurdan xwe bi xwe dike.

Destpêk û xebateke baş û hêja ye. Berê ji bo me kurdên Kafkasan û Asya Navîn wek hûtên li paş çiyayê Kaf bûn, me qet nizanîbû di çi halî da ne.

Bi riya fîlmên wiha kurd hay ji hev dibin û hevûdu nas dikin. Meriv dibîne li gel ku bi salan e ji welatê xwe, ji qewmê xwe dûrketine, lê dîsa jî neheliyane, dîsa jî zimanê xwe ji bîr nekirine û dev urf û adetên xwe, dev ji cil û bergên kurdî û muzîka kurdî bernedane.

Lê ya herî girîng jî evîn û hesreta Kurdistanê di dilê wan da tu carî nemiriye, tim gurr û geş maye û şax daye. Ew ji me bêtir ji bo bi dîtina Kurdistaneke serbixwe dişewitin. Û loma jî kurdekî Gurcistanê ya jî Kirgizîstanê got, heger em nikanibin vegerin jî em dîsa jî dixwazin Kurdistan ava bibe, dema dewleta me jî hebe emê jî bibin bi xwedî…

Rast e, miletê bêdewlet miletê bêxwedî ye. Bi hîviya di demek nêz da ”xwediyê” miletê kurd jî çêbibe…

XXX
Heta nuha li gel hemû kêmasiyan di hilbijartinan da kurdan(yên nêzî PKK yên ne nêzî PKK-ê) digot BDP partiya me ye, emê rayên xwe bidin xwe, nadin partiyeke tirk.

Û me ji kurdên rayên xwe didan partiyên tirk ra jî digot, rayên xwe nedin tirkan û partiyên tirkan, bidin kurdan û partiyên kurdan. Ma tirk rayên xwe didin BDP-ê?

Lê heger bi rastî jî BDP-ê bigrin û HDP-a çepên tirk li ser kurdan ferz bikin, kurd ewê vê emirwaqiyê qebûl nekin û rayên xwe nedin HDP-ê, ji dilê wê ve ewê bidin partiyeke kurd.

Ji nuha da meriv di medya sosyal da reaksiyon sînyalê vê meylê dibîne…
Bi dîtina min dibê em kurd xwedî rêxistin û partiyên xwe bin. Dibê berpirsiyar, siyasetmedar û serokên me ji me bin, ne tirk bin.
XXX
Hevseroka HDP-ê Sbahat Tuncel xanimê waya ji nuha da rota xwe ya berbî CHP-ê û kemalîstan nîşan daye û gotiye, ”ew dikanin bi CHP-ê ra li Stenbolê namzetekî mişterek nîşan bidin. Ji xwe tiştê dibê bibe jî ev e.”

De ser xêrê be. Lê piştî sosireteke wiha ewê çepên kemalîst û kurdên welatparêz tam ji hev biqetin, herkesê here ser koka xwe.
Ji xwe ciyê we yê rastî CHP ye. Lê kurd ewê nebin CHP û kemalîst. Kurd di warê rûhî û siyasî da êdî ji tirkan qut bûne, kes nikane careke din kurdan bi tirkên kemalîst ve monte bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE