09 oktober 2013

Li Swêd jin heyfên kevn û nuh ji mêran digrin


Li Swêd êdî ne tenê jin, peya(mêr, zilam) jî marûzî şîdeta dibin. Yanî êdî jin jî bi wan destên xwe yên nermik mêran didin ber şîrmaqan û bi şimikên xwe yên reqreqûnê bi serê wan dikevin.
Heta nuha wisa dihat bawerkirin ku tenê jin ji alî mêran ve tên lêdan û şîdetê dibînin...
Lê lêkolînek nuh nîşan dide ku êdî mêr jî bi qasî jinan azarê dibînin û ji jinan lêdanê dixwin.
Yanî jinen Swêd heyfa hemû jinên dinyayê, him jî bi faîza wê ve ji mêran digrin û wan baş dikutin.
Bêguman ne mêrên swêdî tenê, mêrên xerîb û helbet yên kurd jî di nav da, li Swêd pir hindik nesîbên xwe ji vê lêdanê digrin. Dibe ku jinên kurd li gorî swêdiyan hinekî bi rahm bin û bi zalimî li wan nadin û zêde naêşînin. Ew tiştekî din e…
Yanî tiştê ku li hin welatan û helbet pir hindik li Kurdistanê mêr tînin serê jinan, li Swêd belavocî wê, îcar jin tînînin serê mêran.
Ji ber ku li Swêd hukim û desthilat di destê jinan da ye. Û ev yek jî bi aboriyê ve girêdayî ye. Li Swêd di warê aborî da jin serbixwe ne, ne muhtacî çend qurişên mêran in.
Yanî serxwebûna aborî bi xwe ra desthilata siyasî aniye û wê jî bi xwe ra lêdana mêran.
Akademiya Sahlgrenska ya Goteborgê, li ser 1400 jin û mêrên heterosexuel lêkolîneke pir berfireh kiriye. Xeber di rojnameya Metro ya do da heye.
Di vê lekolînê da ji sedî 8-ê jinan gotine ku ew ji alî mêr ya jî hevalê xwe yê mêr ve marûzî şîdeta fizîkî bûne.
Lê li hmberî ji sedî 8-ê jinan, ji sedî 11-ê mêran gotine ku ew marûzî lêdan û şîdeta ji alî jinan ve bûne.
Di lêkolînê da bi beşdaran ra hevpeyvîn hatiye kirin. Di netîceya lêkolînê da derketiye ortê ku li Swêd gelek peya di rewşeke pir xerab da ne, ew ji alî jin ya jî hevala xwe ve marûzî şîdeta sîstematîk dibin û newêrin dest jî bibin xwe.
Di hevpeyvînan da gelek peya gotine ew newêrin dest bibin xwe, çimkî dema ew jî lêxin kesê ji wan bawer neke. Ji ber ku îfadeya jinê wek rastiyê tê qebûlkirin.
Loma jî ne diwêrin dest bibin xwe û ew jî lêxin û ne jî gilî dikin. Bi dizî digrin û birînên xwe vedişêrin.
Min berê jî zanîbû li Swêd halê mêran ne tu hal e, ji halê helawçiyan jî xerabtir e, lê min nizanîbû şîdeta li hemberî jinan ji sedî 8 e û ya mêran jî ji sedî 11 ye.
Xwedê hevza meriv ji bêtarên giran bike. Xwedê kir ku Hêvî xanim dozmama min e û loma jî hewqasî bêûjdaniyê nake. Ji xwe ji ber vê qedirşînasiya wê ye ez tim jê ra dibêjim, mala te ava ku te heta nuha wek hinekan ez bera colê nedame.
Jin li Swêd jî, li Kurdistanê, li her derê jî şîdeta mêran protesto dikin, dimeşin, dikin qîrîn û hawar, lê feqîrên mêran newêrin dengê xwe bikin, newêrin bibêjin hahooo em mirin, werin gazî û hawara me…
A zulma mezin ev e, xelk li meriv xe û meriv newêribe bibêje li min dixe…
Tobe tobe, Xwedê meriv ji bela û bêtarê giran bisitirîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE