31 oktober 2013

Dibê jinên kurd jî bi kincên xwe yên kurdî herin meclîsê

Sê çar parlamenterên jin yên AKP-yî îro sergirtî çûne meclîsê û gotine ewê ji nuha û pêva jî tim sergitî beşdarî civînên meclîsê bibin.

Weleh çawa beşdar dibin bila bin, ew ji xwe ra dizanin û ez îşê xwe ji vê teşxela tirkan naynim. Ji ber ku meclîs meslîsa tirka ye, ewê çawa û bi kîjan qiyafetî herin meclîsa xwe ew ji xwe ra dizanin.

Lê dibê ji nuha û pêva, jinên kurd jî bi kincên xwe yên netewî herin civînên meclîsê û belediyan. Serokên belediyan jî dibê mêr êdî kanibin bi şal û şapik û jin jî bi kincên kurdî herin karên xwe.

Ji ber ku demokrasî dibê ne ji bo jinên tirk tenê, ji bo kurdan jî hebe…

XXX
Skandala NSA(Teşkîlata Parastina Netewî ya Emerîka) yanî meriv dikane bibêje çav û guhê Emerîka, her ku diçe mezintir dibe. Nuha jî li gorî rojnameya Washington Postê, NSA-yê li hemû trafîka di nabêna Googlê û Yahoo da guhdarî kiriye.

Ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê bigre heta bi Vatîkanê, NSA-yê li milyonan însanî guhdarî kiriye.
Yanî mêrikan negotine viya ji me ye, viya dostê me ye, viya hevalê me ye em lê guhdarî nakin. Na, kanîbûne lê kê û kîjan welatî guhdarî bikin, texsîr nekirine, lê guhdarî kirine.

Lê ez ditirsim ku ne Emerîkayê tenê, welatên din jî eynî tişt kiribin. Ji ber ku hemû jî pîncên eynî sîstemê ne, yek ji yê din ne paqijtir û ne bi exlaqtir e, hemû jî pîncên di ser hev ra ne.

Weleh dinya xera bûye, berê dema telefon melefon tunebûn pir xwess bû, kesî nikanîbû li meriv gudarî bikira. Ji bo guhdarî kirinê dibê ya wek cîroka hirçê di rojinê ra guhdarî bikra ya jî di difikë ra û ya jî xwe bida ber pacê. Wekî din tu rê tunebû.
Nuha kes nikane li mala xwe jî, bi xanima xwe ra jî bêtirs bipeyive, tu garntî tuneye ku NSA li meriv guhdarî nake.

Bi baweriya min pisstî vê teknîkê êdî ji tirkan ra MIT qet ne hewce ye, ma li hemberî teknîkeke wiha MIT dikane çi jahrê belav bike !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE