28 oktober 2013

Bersîva Îbrahîm Guçlu daye min: TRT 6 û Di TRT 6-ê De Bername Çêkirin û Zinarê Xamo …



Bersîva Îbrahîm Guçlu daye min:
TRT 6 û Di TRT 6-ê De Bername Çêkirin û Zinarê Xamo …

Di 16-ê cotmehê da min nivîseke li ser Îbrahîm Guçlu nivîsî û xebata wî ya di TRT-ê da rexne kir.
Birêz Guçlu îro bersîvek ji min ra şandiye. Ji bo ku neheqî lê nebe, ez bersîva birêz Guçlu him di bloga xwe da û him jî di facebooka xwe da diweşînim. Çimkî min jî nivîsa xwe him di facebookê da û him jî di bloga xwe da weşandibû.
Wekî din jî dixwazim bi kurtî çend gotinan derbarê hin gotinên birêz Guçlu da bibêjim.
Yek, ez li dijî TRT-6 derneketime û min tu carî negotiye kesên têda dixebitin xayin in ya jî dibê kurd lê nexebitin.
Rexneyên min ne li avabûna TRT6-ê, ne li karkirên normal, li hin serok û siyasetmedarên xwedî îdîa yên bûne karkirên wê çêbûye.
Min heta nuha tu carî ne Îbrahîm Guçlu û ne jî siyasetmedarekî kurd yê din ji ber ku derketine telewîzyonên tirk yên taybet rexne nekiriye. Belovacî wê, hin caran min pesnê axaftinên wan daye.
Heta beşdariya telewîzyona dewletê jî min rexne nekiriye. Min tu carî negotiye dibê kes beşdarî minaqeşeyeke zindî nebe û fikrê xwe nebêje. Heger sansor tunebe meriv fikrê xwe li her derê dibêje.
Tiştê heta nuha min rexne kiriye di telewîzyona dewletê da qebûlkirina sansûrê û karkiriya TRT6-ê ya hin serok û siyasetmedarên kurd e.
Min gotiye ne rast e ku siyasetmedar û serokên berê, herin di TRT6-ê da programan çêkin û bibin karkirê TRT6-ê. Serokatiya gel û karkiriya di telewîzyona dewletê li hev nake.
Naveroka axatinan çi dibe bira bibe ferq nake. Siyasetmedarekî xwedî îdîa ne rast e di telewîzyona dewletê da programan çê bike û ji dewletê pera bigre. Beleşa bike jî şaş e.
Siyasetmedarekî cidî, yê li dijî dewletê naçe nabe karkirê telewîzyona dewleta ew li dij e.
Min berê jî gotibû ez disa bibêjim, ma sibe birêz Burkay ji partiya xwe îstîfa bike û here di TRT6-ê bibe programçêkir rast e?
Bi dîtina min ne rast e û ezê rexne bikim.
Birêz Guçlu jî do yekî wek Burkay bû. Wî û Mûrad Ciwan bi Burkay ra li hemberî vê dewletê cephe çêdirkirin.
Dîsa Guçlu di bersîva xwe da gotiye, min “nêrîna wî şaş pêşkêş kiriye, min “buhtan” li wî kiriye”
Ev ji bin da ne rast e. Min di nivîsa xweda wiha gotiye:
“Guçlu ji Şehmûs ra digot, naveroka ”pakêtê” ji daxwazên Ocalan pir pêşdatir e, ”hebûna kurdan hatiye naskirin, rê li ber perwerdeya zimanê kurdî vebûye” û gelek tiştên din…
Îbraîhîm Guçluyê berê yê pir radîkal, şervanê Kurdistana serbixwe û neyarê dewleta tirk çûbû, Îbrahîmekî din hatibû dewsê.”
Ev gotinên min yên jor yek jî ne “şaş” e û ne “buhatan” e. Heger buhtan e bira teksta axaftina axaftina xwe belav bike û van nimûneyên min dane pûç bike. Hema hema herf bi herf wî wisa got û min jî ew gotinên wî girt nivîsa.
Ez tu carî tenezulî bêbextiyê, buhtanan û derawan nakim. Viya birêz Guçlu jî baş dizane. Wî çi gotiye, min ew neqil kiriye.
Zinarê Xamo


XXX

TRT 6 û Di TRT 6-ê De Bername Çêkirin û Zinarê Xamo …

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dema ku li Tirkiyeyê telewîzyonek û telewîzyona dewletê TRT-ê hebû, tu car muxalîfên dewletê û kemalîzmê nedikarîn derkevin bernameyê telewîzyonê. Telewîzyona dewletê, ji bona siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurdan bi awayekî qetî qedexe bû. Kurdan hîç nedikarîn derkevin bernameyê TRT-ê.

Di dema Ozal de di statuya telewîzyonan de guhertin pêk hat. Li cem telewîzyona dewletê, telewîzyonên taybet û telewîzyonên kesan/şirketan hatin ava kirin. Di destpêkê de telewîzyonek taybet STAR ava bû, pişt re hejmara van telewîzyonan zêde bûn.

Hîç şik tune ye ku ew guhertina li Tirkiyeyê bi xwe bi xwe çênebû. Ev guhertina encama guhertina dinyayê, têkoşîna demokratên tirk û kurdên welatparêz bûn. Wek tê zanîn di dema Ozal de di demokrasiyê û teknolojiyê de û di pirsên bingehî yên Tirkiyeyê de guhertinêb nispî pêk hatin. Ev guhertinan bûn sedem ku li Tirkiyeyê jî guhertinên nû biqewimîn. Ev guhertinan beriya Şerê Sar dest pê kir û piştî ku Şerê Sar qediya jî dom kir.

Di nav van guhertinan de nisbî be jî di pirsa miletê kurd de jî guhertinek pêk hat. Cara yekemîn bû ku miletê kurd ji aliyê serokwezîrekî dewletê de bi awayekî fermî hat nas kirin. Li ser mafên miletê kurd minaqeşeyan vekirî û yasayî dest pê kir. Ozal got ku “li Tirkiyeyê 12 mîlyon kurd hene û federasyon jî dikare li Tirkieyyê bê minaqeşe û gengeşî kirin.”

Piştî ku telewîzyonên taybet ava bûn, muhalîfên demokrat û çep û îslamî jî di destpêkê de di telewîzyonên taybet de nêrînên xwe anîn ser zimên. Piştî demekê jî siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd jî di wan telewîzyonan de nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Lê di wê demê de li derveyî welêt jî bi destê PKKê telewîzyonek ava bû. Di vê telewîzyonê de ew kesên PKKêyî û kesên nêzikî PKKê beşdarî bernameyê wê telewîzyonê dibûn û propagandaya PKKê dikirin.

PKKê, ew kesên beşdarî telewîzyonên tirkan û tirkî dibûn jî, tewanbar dikirin. Lê PKKê di telewîzyona xwe de jî cî nedida siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd.

Ji bona ku telewîzyonên taybet ew kesên muxalîf yên demokrat û çep derxistin bernemayên xwe, telewîzyona dewletê TRTê jî, ji bona ku bikare bi wan telewîzyonan re reqabet bike, mecbûr bû ku muxalîfên çep û demokrat derxe bernameyên xwe.

Dema siyasetmedar û rewşenbîr û nivîskarên Kurd derketin telewîzyonên tirkan yên taybet, di nav kurdan de minaqeşek û gengeşiyek dest pê kir. Bila siyasetmedar û nivîskar û rewşenbîrên kurdan dernekevin telewîzyonên tirkan û di wan telewîzyonan de bîrûreyên xwe diyar nekin.

Bi taybetî jî PKKê û hevalbendên PKKê ev yeka dikirin. Lewra PKKê dizanî ku dema siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd di bernameya telwîzyonan de cî bigrin, wê demê ji aliyê raya giştî ya tirk de dê bihat zanîn ku ji derveyî PKKê jî kurd hene, tevgerên kurd hene, stratejiyên din yên kurdan hene.

Ji derveyî PKKê û hevalbendên PKKê jî beşek/birek siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd, di wê reyê de bûn ku divê kurd dernekevin telewîzyonên tirkan.

Min ev reya tu car neeciband. Bi taybetî jî di şertên bandora PKKê de derketina siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd yên telewîzyonan gelek girîng bû. Min digot ku “divê em li naveroka bernameya û gotinên siyasetmedar û rewşenbîrên kurd binêrin ku kurdên beşdarî telewîzyonan dibin, çi dibêjin.”

Di heman dem de telewîzyon dibûn sedem ku siyasatmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd jî bên nas kirin. Gel, kurdên beşdarî bernameyên telewîzyonan dibin, nas bikin. Ji bona wan qiymetek diyar bikin.

Ez, di wê nerînê de bûm ku ew kurdên digotin ku bila siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd dernekevin telewîzyonên tirkan, dibûn sedem ku bandora yek siyasetekê û rêxistinekê dom bike.

*****

Ez jî piştî demekê beşdarî gelek bernameyê telewîzyonan bûm. Gelek kesan naveroka nêrînên min nedida berçav, rexne dikirin ku ez çima derdikevim bernameyên telewîzyonên tirk.

Dema ku ez beşdarî bernameya telewîzyonan bûm, tu kesî bi min re tu dem bazarî nekir ku ez çi bibêjim û çi nebêjim. Min nêrînên xwe bi azadî anîn ser zimên.

Loma min di telewîzyonan de gelek nêrînên balkêş; bi taybetî jî nêrînên kurd û kurdistanî anîn ser zimên: Min kolonyalîstbûna dewleta tirk, kolonîbuna Kurdistanê, parçebûna miletê kurd û Kurdistanê, îdeolojiya fermî ya dewletê Kemalîzm; siyaseta dewleta Kemalîst ya Tirk li hemberî miletê kurd û tirk deşifre kir. Mafê çarenivîsiya miletê kurd parast. Mafê dewletbûna miletê kurd û kêmtirin mafê federal parast. Ji serîhildanên Kurdistanê re xwedî derketim. Ji statuya Başurê Kurdistanê û ji têkoşîna milî ya beşên Kurdistanê re xwedî derketim.

Di gelek mijarên din de jî min nêrînên xwe pêşkêş kirin.

*****
Min di bernameyên telewîzyonan de piştî demekê jî, gelek vekirî karaktera PKKê jî deşîfre kir, siyasetên PKKê û qetlîamên ji aliyê PKKê de hatibûn kirin jî, min pêşkêşî raya giştî kir.

Wê demê li hemberî min qempanyek gelek mezin dest pê kir.

PKKê raste rast li dijî min derket û xwest ku dengê min bibire. Min ev yeka fahm dikir. Lê hezar mixabin birek siyasetmedar, rewşenbîrên kurd jî li dijî min derdiketin.

Di vê merheleyê de jî ev helwesta li hemberî min dom dike.

Lê beşekî mezin siyasetmedar û rewşenmbîrên kurd jî li naveroka bernameya dinêrîn û piştgirî didan min.

Loma ez dibêjim ku divê carek din her kurdek li naveroka wan bernamayan binêre û gor wê min rexne û şirove bikin.

Tê zanîn ku ji bona gelek bernemayên telewîzyonan û hevpeyvînên min yên di rojnameyan de jî gelek doz vebûn. Ez jî hatim ceze kirin.

TRT 6 û Minaqeşeyên Di Derbarê TRT 6ê de…

Piştî ku TRT 6-ê dest bi weşana kurdî kir, di vê pirsê de jî gelek minaqeşe derketin.

PKKê û hevalbendên PKKê raste rast li dijî TRT 6-ê derketin û ji TRT 6-ê re dijminitî kirin. Ew kesên derkevin bernameyên TRT 6-ê û ew kesên ji TRT 6-ê re bernameyan çêkin xayîn îlan kirin.

Lewra PKKê nedixwest ku nêrînên nû û alternatîfên nû yên dezgehî derkevin holê.

Ez, beşek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd, me dizanî ku TRT 6 dezgehekî dewletê ye û bi kurdî weşan dike. Loma me ji TRT 6-ê re piştgirî kir. Lê me statuya wê ya hiqûqî û naveroka bernameyên wê jî rexne kir.

Me got ku, “TRT 6 encama têkoşîna neteweyî ya kurdan mewziyeke hatiye qezenç kirin. Loma divê em him rexne bikin û hem jî jê re xwedî derkevin.”

Ew kesên li dijî TRT 6-ê derdiketin: Derneketin bernameyên TRT 6-ê. Lê pişt re beşekî wan poşman bûn û di TRT 6-ê de bername çêkirin.

Lê ew kesên din yên beşdarî bernameyê TRT 6-ê bûn û di TRT 6ê de bername çêkirin, bi vî awayî xwestin ku TRT 6 pêş bikeve.

Ji bona ku TRT 6 bikare bernameyên xwe bimeşîne û jiyana xwe bidomîne, ez jî bûm alîkar. Min di gelek mijarên girîng hevpeyvîn dan TRT 6-ê. Ez çend caran beşdarî bernameya “Siyaseta Rast”, bernameya “Rojeva Herêmê” û carek jî beşdarî bernameya “Civat û Siyasetê” bûm. Wê demê Amadekarekî bernameya “Civat û Siyasetê” jî Mûrad Cîwan bû.

Di TRT 6-ê de beşek rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan jî bername çekirin.

Mûrad Cîwan û Sertaç Bûcak û Muhsîn Kizilkaya û kesên din jî di TRT 6-ê de bername çêkirin.

Lê ez bi naveroka bernameya wan re û bi naveroka nêrînên wan re eleqedar bûm. Gelek kurd jî bi naveroka bernameyên re eleqedar bûm.

Min û kesên din tu cara nefikirî ku Sertaç Bûcak û Mûrad Cîwan û kesên din jî bûne mirovên dewletê.

Îsal ji bona min jî pêşniyar hat kirin ku ez di bernameya “Rojeva Herêmê” û “Civat û Siyasetê” de cî bigrim û bibim şirovekarekî daîm; min bes tu mijar anîn ber çav û ez li ser fikîrim: 1- Gelo ez bi wan bernameyan dikarim fêde bigihînim çanda kurd û siyaseta kurd û tevgera neteweyî ya kurd an na? 2- Ezê di bernameyan de bi azadî nêrînên xwe pêşkêş bikim an na?

Lê dema ku ji min re pêşniyar hatibû kirin, min baş dizani ku ew min nas dikin, helwesta min nas dikin; gorî wê ji min re pêşniyar dikin. Wan dizanî ku ez beşdarî bi sedan bernameya bûme û min bi azadî nêrînên xwe anîne ser zimên.

Dema ku di van herdu xalan de bersîva min êrenî bû, min biryar da ku di bernamaya “Rojeva Herêmê” de cî bigrim.

Dema ku ji min re teklîf/pêşniyar jî hat kirin, min got ku “ez ji bona peran di bernameyê de cî nagrim. Bi we re bazariya pera nakim”. Min bi wan re bes li ser pîvan û konsepta bernameyê axiftin kir. Wan ji min re got ku “ji bona me standartek malî jî heye.”

Lê rastî ez hîn nizanim standarta wan ya malî çi ye? Lewra min heta nûha ji wan pere jî negirtiye.

Ji bona min naveroka bernameyê girîng e. Ez nûha bes dikarim di vê bernameyê de bîrûreyên xwe bi siyasetmedar, rewşenbîr û birayên xwe yên kurd re parve bikim.

Rexne û tewanbariya Zinarê Xamo…

Qasî ez dizanim Zinarê Xamo di berbarê min û hevalên berê yên ku di TRT 6-ê de bernameçekirî de nivîs nivîsand.

Xuya ye ku Seyîtxan Mercan jî, ji wî deyn girtiye.

Gorî Zinar Xamo hevalên din bûna hevalên dewletê û ez jî ketime wê pêvajoyê.

Zinar Xamo dibêje: “Dewlet di TRT6-ê da siyasetmedar û serokên kurd bi hev diguherîne, teskereya yekî dide dest, yekî nuh digre dewsê. Yanî bi buhayekî pir erzan yeko yeko pûç dike. Min nizanîbû, ez nuh fêr bûm ku îcar jî Îbrahîm Guçlu di TRT6-ê da dest bi kar kiriye. Hukûmeta AKP-ê TRT6 kiriye wasîteya teslîmgirtinê, nêçîra xwe bi TRT6-ê dike.”

Pêşi gelek aşkere bibêjim ku ev uslûba Zinarê Xamo ûslubekî edebî û etîk nîn e. Ez wek hevalekî wî yê kevn, heta ez jî kesekî ku di gihîştina wî de xwediyê rolekî me, ez vê uslûbê layiqî wî nabînim û ez wî şermazar dikim.

Ez ji bona ev tespîtên Zinarê Xamo, bibêjim ew cahil e, ez neqiye dikim. Lewra ez dizanim ku ew zana ye. Ew jî baş dizane ku Mûrad Cîwan û Sertaç Bûcak jî nebûne mirovên dewletê. Ez jî nabim mirovê dewletê.

Gelo Zinar Xamo çawa dikare ewqas pirsê û hevaltiya me; me û xwe erzan bike?

Zinar Xamo baş dizane ku em mirovên doza miletê kurd in. Tu kes û tu dewlet nikarin me biguherînin û me bikirin. Em mirovên gelek biha nî. Dewlet û PKK jî nikarin me bikirin. Ne perê wan, ne cigera wan, ne jî takata wan têr dike.

Ew psîkoljiya Zinarê Xamo ji bona min şik çêkir ku gelo ew dê gelek rehet bê guhertin?

Ji derveyî vê ez baş dizanim ku Zinarê Xamo kurdî baş dizane û kurdiya min pirr pirr baş nebe jî, min jî dê baş fahm bike. Lê hezar mixabin ya bernameya me bi temamî guhdar nekiriye û an jî fahm nekiriye.
Zinarê Xamo nêrînên min şaş pêşkêş dike. Min di derbarê “Pakêta Demokratîkbûnê” de hem nivîsandiye û hem jî di bernameyên telewîzyonan de (Telewîzyonên tirkan û kurdan) de gelek aşkere dnêrînên xwe diyar kiriye. Loma nêrînên min baş tên zanîn.

Ya girîng jî ew e ku ew nêrînên min di qasêtan de ne. Zinar Xamo dikare jinûve guhdar bike ku buhtan neke.
Ez naxwazim zêde ji bona nêrînên spekûlasyon bikim û spekûlasyon bê kirin. Hîç şik tune ye ku siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên din jî, ji bona ku meseleyê fahm bikin, dikarin qasetên bernemayên me temaşa bikin.

Divê ku naveroka nêrînên min bê şirove kirin. Loma jî ez pêşniyar dikim ku Zinarê Xamo, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd bernameyên min bişopînin.

PKKê û dewleta Kemalîst dixwaze ku dengên rewşenbîr û siyasetmedarên ne hevalên wan in, bibirin. Bi telewîzyonên xwe seriyê gel bişon û bi nêrînên otorîter tijî bikin. Nêrînên alternatîf ji holê rakin.

Bila kesên din jî ji vê yekê re nebin alîkar.

Lewra ew dixwazin ku sîstema Kemalîst û PKKê ya otorîter û faşîzan dom bike. Sîstema monolîtîk dom bike. Dengên rastegoyan bê birîn.

Amed, 28. 10. 2013


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE