31 oktober 2013

Dibê jinên kurd jî bi kincên xwe yên kurdî herin meclîsê

Sê çar parlamenterên jin yên AKP-yî îro sergirtî çûne meclîsê û gotine ewê ji nuha û pêva jî tim sergitî beşdarî civînên meclîsê bibin.

Weleh çawa beşdar dibin bila bin, ew ji xwe ra dizanin û ez îşê xwe ji vê teşxela tirkan naynim. Ji ber ku meclîs meslîsa tirka ye, ewê çawa û bi kîjan qiyafetî herin meclîsa xwe ew ji xwe ra dizanin.

Lê dibê ji nuha û pêva, jinên kurd jî bi kincên xwe yên netewî herin civînên meclîsê û belediyan. Serokên belediyan jî dibê mêr êdî kanibin bi şal û şapik û jin jî bi kincên kurdî herin karên xwe.

Ji ber ku demokrasî dibê ne ji bo jinên tirk tenê, ji bo kurdan jî hebe…

XXX
Skandala NSA(Teşkîlata Parastina Netewî ya Emerîka) yanî meriv dikane bibêje çav û guhê Emerîka, her ku diçe mezintir dibe. Nuha jî li gorî rojnameya Washington Postê, NSA-yê li hemû trafîka di nabêna Googlê û Yahoo da guhdarî kiriye.

Ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê bigre heta bi Vatîkanê, NSA-yê li milyonan însanî guhdarî kiriye.
Yanî mêrikan negotine viya ji me ye, viya dostê me ye, viya hevalê me ye em lê guhdarî nakin. Na, kanîbûne lê kê û kîjan welatî guhdarî bikin, texsîr nekirine, lê guhdarî kirine.

Lê ez ditirsim ku ne Emerîkayê tenê, welatên din jî eynî tişt kiribin. Ji ber ku hemû jî pîncên eynî sîstemê ne, yek ji yê din ne paqijtir û ne bi exlaqtir e, hemû jî pîncên di ser hev ra ne.

Weleh dinya xera bûye, berê dema telefon melefon tunebûn pir xwess bû, kesî nikanîbû li meriv gudarî bikira. Ji bo guhdarî kirinê dibê ya wek cîroka hirçê di rojinê ra guhdarî bikra ya jî di difikë ra û ya jî xwe bida ber pacê. Wekî din tu rê tunebû.
Nuha kes nikane li mala xwe jî, bi xanima xwe ra jî bêtirs bipeyive, tu garntî tuneye ku NSA li meriv guhdarî nake.

Bi baweriya min pisstî vê teknîkê êdî ji tirkan ra MIT qet ne hewce ye, ma li hemberî teknîkeke wiha MIT dikane çi jahrê belav bike !

Şepaleke kurd û "dîwarê şermê"!

Şepaleke kurd li hemberî ”dîwarê şermê” yê Erdogan di nabê kurdan da dide lêkirin bi qehreman li ber xwe dide
Seroka Belediya Nisêbînê Ayşe Gokkan, ji do da ye ”dîwarê şermê” yê ku dewlet li ser sînorê Nisêbînê û Qamişloyê di nabêna kurdan da lê dike ketiye greva birçîbûnê û vê zulma hukûmeta AKP-ê wek şepalekê protesto dike. Gokkanê ev protestoya xwe ya grewa birçîbûnê îro guherand rojiya mirinê.

Tê gotin ku hemû xebatkarên belediyê jî ji bo piştgiriyê bidin Gokkanê, xebatên xwe rawestandin û berbî sînor ve meşiyane.
Li gorî nûçeya DÎHA-yê, Ayşe Gokkanê do di qada mayinkirî, erdê ku dîwar li ser lê tê lêkirin dest bi grewa birçîbûnê kir û ev çalakiya xwe îro vegerand rojiya mirinê.

Li gorî xebara DÎHA-ê aktîvîsta DOKH-ê Şaîze Çelîk, Hevseroka Rêxistina BDP-ê ya Nisêbînê Zînet Algat û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP-ê Ferhat Tarhan duh bi şev çûne serdana Gokkanê û dîtin ku Gokkan di çalakiya xwe da biryardar e, nafikire dev ji vê protestoya xwe berde.

Gokkanê ji Tarhan û kesên pê ra gotiye,
"Tevî ku ez amîra mulkî me bi rojane tu agahî ji min ra nayê dayîn. Bersivê nadin tu serlêdanên min. Ez Şaredara vî bajarî me. Lê belê derbarê dîwarê li ser sînor tê lêkirin da tu agahiyê nadin min".

Gelek polîs û tîmên dewletê jî bi tank û panzêran xwe dane hemberî Gokkanê.
Erdogan li dijî dîwarê Îsraîl li Gazayê lêkiriye, wî dîwarî ji dewlweta Îsraîl ra tim dike eyb û rûreşîyeke mezin, lê ew bi eynî dîwarî di nabêna kurdan da dide lêkirin.

Ev dîwar tenê têr dike ji bo ku meriv fêm bike ku Erdogan çiqasî neyarê mieltê kurd e.

XXX
Gotinekepêşiyên kurdan heye, dibêjin ”xizano bi raya xwe nizano.”
Kesê bi raya xwe nizanibe li zirarê derdikeve.

XXX
Hin kurd ji mezinayiya tirkan pir hez dikin, dixwazin tirk tim axa bin û ew jî xulam û bermaliyê wan bin.

30 oktober 2013

Ji bo şairê mezin Arjen Arî



Îro yekemîn salvegera wefata şairê hemû evîndaran, şairê kurd û Kurdistanê Arjen Arî ye. Di yekemîn salvegera wefata vî şairê mezin da ez wî bi evîn û bi hurmeteke mezin bibîr tînim.

Arjen Arî, ji şairên dîroka me ya nêz yê herî mezin e, lê çi heyef ku di saxiya xwe da kurdan ev mezinayiya wî kirin qurbana hin hizrên siyasî û loma jî li gorî mezinayiya wî lê xwedî derneketin û qedir nedanê.

Hin kes ne bi hunerê xwe, lê bi saya têkilî û hostatiya reqlama xwe zû meşhûr bûn, lê ji ber ku Arjen Arî tenezulî karekî wiha nekir, bi qasî ku heq kiribû nehat nasîn.

Lê îro hemû kurd dibînin ku Arjen Arî bi rastî jî şairekî miletê kurd yê gelkî mezin bûye, ew hêjayî her qedir û qîmetê ye.
Şiîrên Arjen Arî cara pêşî(1978-80)li Kurdistana bakur di kovara Tîrêjê da derketin. Ew, şervan û şairekî xort yê tevgera DDKD-ê bû, bi wextê ra mezin bû.

Piştî darbeya leşkerî ya 1980-ê jî Arjen Arî gelek berhemên giranbuhyên nemir pêşkêşî gelê xwe û hezkiriyên xwe kir.
Li gel ku ez û Arjen Arî ji eynî tevgera siyasî dihatin, lê ji ber ku ew hinekî xort bû me hevûdu nasnedikir û dû ra jî qismet nebû em hevûdu bibînin û hevûdu ji nêz ve nas bikin.

Lê bi pêşketina înternetê di van salên dawî da şîirên Arjen Arî pir bala min dikikişand û loma jî me çend caran çend rêz ji hev ra nivîsîn. Ez van e-mailên di nabêna min û wî da li jêr diweşînim. Ji bo ku wenda nebin.

Merheba birayê hêja!
Gelek sipas ji bo e-maila te ya giranbuha. Bêguman tiştê te gotiye rast e, ji xwe heger hemû kurd bi xîret bûna û bi qasî ku tirk li tirkîtiya xwe xwedî derdikevin, ew jî li kurdîtiya xwe xwedî derketana nuha halê me ne ev hal bû.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo

2008-07-24
Date: Thu, 24 Jul 2008 01:07:45 -0700
From: arjenari99@yahoo.com
Subject: Bejan û gotinén Huseyn
To: zinarexamo@hotmail.com

Dema te bi xér û xweşî be ezbenî,
Min nivîsa we xwend û min bala xwe dayê ku bi nivîsa Huseyn efendî, hûn gelekî êşiyane.
Lêbelê ezbenî, wexta ku tîma tirk û hineke din bi topê dileyizin û ku tirk bi ser dikevin, xwezî êvarekê tu bihata temaşeya coşa Diyarbekriyan; we yê bidîta bê ku Huseynê reben di 'derve' rast negotibe jî, bo 'hûndir' rastiya rast aniye zimên.
Hima, ji kerema xwe li dora xwe meyzêne: meyzênê bê çend kurdan zimanê tirkan kirine mebesta jiyan xwe...
Li gel silavén ji milkê dil.
Arjen Arî

xxxxxxxxxxxx
2010-12-19
Birayê Arjen, gelek sipas ji bo van gotinên te yên dostane.
Her çiqas dibêjin "rê ji dilan diçe dilan" jî, lê bi xêr îcar dema ez hatim welêt dibê em hevûdu bibînin.
Ma tu li ku dimînî û ez dikanim te çawa bibînim?
Nêta min heye vê buharê, di dawiya meha nîsanê da werim welêt. Heger tu li Kurdistanê bî ez dixwazim te bibînim.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo



Date: Fri, 17 Dec 2010 11:56:06 -0800
From: arjenari99@yahoo.com
Subject: destxweşî
To: zinarexamo@hotmail.com

Ezbenî, dem û çaxên te bi xêr.
Bi kêfxweşî min serî li malpara te da.
Ji kerema xwe, carinan wisa me ji 'xew' şiyar bike, da ku em nivîsén te yên 'kurdîlî' bixwînin.
Bi hêviya bextewariya we...
Arjen Arî

XXX
Ev Çiya Rûsipî ne
Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
Û va ye ev ax!
Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?
Ev axa bi xêr û bêr
Ji bakur ve serejêr
Gebar,
Sîmal,
Bêxêr…
Her yek şêrko
Ango,
Yek yek Êzdînşêr.
Li piştekê bigerî, va ne:
Ev Nemrûd e
Ev Agirî ye
Ev Sîpan e.
Kîjan e nerûspî
Heyran
Bêrûmet kî ji van e?
Ronakê lêda çûrisî
Kirasê l’bejnê qerisî, qelemsiltan e.
Enîmêr e û Dêrsimî,
Ev çiya Tûjik e, heyran!
Heyran,
Ev çiya destbirakê Sîpan e.
Ku di bin berfê de mane.
Ba hûû dike,
Mûnzir pûç î pûç dike,
Zivistan e!
Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.
Têhn vedide l’lûlan ji teqînê.
Stran dikevin pêlên xuşînê,
Şer dîne, şervan dîne
Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de
Ev çiya rûspî ne, heyran!
Me, lome nekir ji wan.
Na na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî,
Me lîland,
Loma, bi Sîpan in stranên me
Ka bistrê, heyran!
Arjen Arî

29 oktober 2013

Ji bo ku kurd nebin kurd HDP ava kirin

HDP-ê donepêr(27/10-13) kongreya xwe ya yekem li Anqereyê çêkir. Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel bûn hevserokên HDP-ê.

Bi qasî ku tê gotin piştî hilbijartinên mehelî ya ewê BDP-ê bigrin ya jî bidin aliyekî û HDP-a çepên tirk têxin dewsa BDP-ê. Yanî ked û xebat gelê kurd ya bi salan bi lîstikê ewê bi avê da berdin. Mesela girtin û vekirina partiyan û tifaqa bi çend çepên tirk ra êdî lîstik jî derbas kir, bû komediyeke erzan.

Meriv meraq dike, di demeke ku BDP di nava kurdan da roj bi roj xurt dibe, çima dike were girtin?
Çima dikin kilîtê li deriyê BDP-ê xin û partiyek tirk ya bêşans, ku ewê tu carî nikanibe xurt bibe û bibe alternatîf derdixin hemberî kurdan?

Gelek sebeb tên rêzkirin, lê bi baweriya min sebebê esasî BDP zêde xurt bû, dixwazin ev hêz ji ortê rabe û kurd bêpartî bimînin.
Di warê legal da partiyeke kurdan tunebe û rayên kurdan herin partiyên tirk ya jî bişewitin.

Û pişî hilbijartinan jî dibê kurd di warê legal da bêrêxistin bin, hêza wan têkeve bin destê çend çepên kemalîst.
Ji her kesî bêitir hukûmeta AKP-ê dixwaze ji BDP-ê xelas bibe, loma jî ez dibêjim pir ne dûr e ku tiliya hukûmetê jî di vê projeya HDP-ê da hebe. Ji bo ku kurd di hilbijartinên pêşda bi xuertî û bi tifaqeke netewî nekevin hilbijartinan. Ji bo ke pêrgî li ber AKP-ê vebe, li Kurdistanê hêza herî xurt tasfiye dikin…

Kurd rayên xwe nadin HDP-ê û dibê nedinê jî. Tu feydeya kurdan tuneye ku çend tirkên din jî bişînin parlamentoyê.

BDP-ê heta nuha herçiqasî her tim siyaseteke tam kurd û Kurdistanî nedimeşandibe û carnan hin çepên tirk yên marjînal kiriybe reîs û parlamenterên kurdan jî, lê dîsa jî BDP li ber dilê min û piraniya kurdan partiyeke kurd bû û ji alî kurdan ve dihat îdarekirin.

Lê HDP ne partiyeke kurd e û ji alî kurdan ve nayê îdarekirin. HDP, partiyeke çepên tirkên kemalîst e. Û heger wek dibêjin BDP were girtin, bi milyonan kurd ewê herin partiyeke tirk û Ertugrul Kurkçu ya jî Onder ewê bibe serokê kurdan.

Yanî çawa di AKP-ê û CHP-ê da tirk serok û mezinên kurdan e, li vir jî ewê eynî tişt bibe; tirk ewê bibin mezinên kurdan.

Û kesên bi rayên xwe emê bikin serokên xwe jî kesên zugurd in, bêkes û bêhêz in; ew û rayên xwe ne. Lê ji ber ku tirk in dikin bibin mezinên kurdan.

Meriv fêm nake, çima kurd ewê nebin xwediyên partiyên xwe, çima ewê bi tirkan ra partiyan çêkin?

Li tu dereke cîhîna siyasetmedarên miletê bindest tiştekî wiha nakin, mirovên miletên serdest nakin serokên xwe.

Ma ne di salên 1960-î da me û tirkan riya xwe ji hev qetand û me got em kurd miletekî cihê û xwedî welatekî cihê ne, loma jî emê xwe cihê(ne bi tirkan ra) organîze bikin û me kir. Me partî û komeleyên xwe ava kirin.

Lê wisa xuyaye PKK(bi bawriya min ji PKK-ê bêtir, Ocalan, çep û elewiyên di nava PKK-ê da viya dikin)dixwaze vê dîrokê dîsa paşda bibe û kurdan dîsa têxe bin destê tirkan.

Heger çepên tirk hewqasî ji hevkariya kurdan hez dikin, bira herin nava PKK-ê bibin gerrîla û bi PKK-ê ras ser bikin.

Viya nakin, lê dixwazin bi rayên kurdan bibin serokên belediyan û parlamenter. Bi rayên kurdan bibin serok û mezinên kurdan.
Ma ji viya xweştir?

Lê ev yek ewê hewqasî ne hêsan be, kurd îcar ewê vê daxwaza Ocalan û elewiyên çep bicî neynin.
Kurd bi vê projeya HDP-ê cara pêşîye ewê derseke baş bidin Ocalan û PKK-ê.
Ji nuha da meriv di medya sosyal da reaksiyon û sînyalê vê meylê dibîne…

Bi dîtina min dibê em kurd xwedî rêxistin û partiyên xwe bin. Dibê berpirsiyar, siyasetmedar û serokên me ji me bin, ne tirk bin.

Kurd, lê bi taybetî jî cîlên xort êdî ne kurdên berê ne, hestên netewî di nava xortan da roj bi roj xurt dibe û êdî dixwazin kurdên baş, kurdên miletperwer bikin nûnerên xwe, ne çepên tirk yên kemalîst.

Loma jî li jor çi biryar tê dayin bira were dayin, gelê kurd ewê tu carî serokatî û mezintiya çepên tirk yên marjînal û kesên wek Sabahat Tunecelê qebûl neke.

Êdî kurd rast nabînin kemalîstên bêyî raya xwe ne xwedî tu hêz in, bi rayên xwe bikin serokên xwe.
Di ser da van çepên tirk yên kemalîst li dijî serxwebûna kurdan û tifaqa miletê kurd ya mezin in. Dixwazin bi riya partiyên wiha kurdên bakur ji kurdên din dûr bixin û bikin tirk, têxin bin kultur û hegemonyaya tirkan.

Loma jî bi qasî meriv fênm dike kêfa hukûmetê gelkî ji avabûna HDP-ê ra tê. Serokwezîr jê ra pîrozbahiyan dişîne, polîs bînfirehî û xweeşbîneyeke mezin nîşanî kongreyê dide, kesî saxî nake, terorîze nake.

Lê li hemberî kongreyên BDP-ê polîs tu carî wiha nazik û kibar nebûye, tim keşên beşdar terorîze kirine.
Ma her tirkê gotineke baş di heqê me da bike qey emê rabin wî/wê bikin reîs û parlamenterê xwe?
Ev ne tu hawa ye.

Dostên miletên din tu carî naçin nabin parlamenter û serokên partiyên wan.
Ma çima emê bi hin şexs û gurûbên tirk yên marjînal ra partiyan ava bikin û wan bikin nûnerên xwe.
Heger dostên miletê kurd in bira di civata xwe da, di nava milet da bixebitin û ji me ra dostan çêkin, piştgiriyê bidin me.
Heger PKK li dû hevkarî û tifaqê ye, bira bi kurdan ra, bi hêzên kurd yên îslamî û yên din ra tifaqê bike û riyên avakirina cepheyeke berfireh bigere.

Sê kurtefîlmên li ser kurdên paş "Çiyayê Qaf"

Rojnamevan û nivîskar Salihê Kevirbirî îşev li Kitêbxaneya Kurdî 3 kurtefîlmên xwe nîşan da.
Filmê yekê li ser kurdên ermenîstanê bû, yê duyem li ser kurdên Gurcîstanê bû û yê sêyem jî li ser kurdên Kirgizîstanê bû.
Hersê fîlmî jî heryek li dora 25 deqîqeyean bûn, lê li gel vê kinbûnê hersê fîlm jî têra xwe serkeftî û balkêş bûn. Bi kurtî be jî meriv di heq kurdên wan welatan da dibû xwedî fikir û digihîşt qenaetekê.

Kevirbirî, di her her kurtefîlmekî da bi kinî kurdên wan welatan bi temaşevanên xwe dide naskirin, rewşa wan ya siyasî û sosyal radixe ber çavê temaşevan û bi kurtî qala hin gelşên kurdan yên li wan welatan û yên kurdan xwe bi xwe dike.

Destpêk û xebateke baş û hêja ye. Berê ji bo me kurdên Kafkasan û Asya Navîn wek hûtên li paş çiyayê Kaf bûn, me qet nizanîbû di çi halî da ne.

Bi riya fîlmên wiha kurd hay ji hev dibin û hevûdu nas dikin. Meriv dibîne li gel ku bi salan e ji welatê xwe, ji qewmê xwe dûrketine, lê dîsa jî neheliyane, dîsa jî zimanê xwe ji bîr nekirine û dev urf û adetên xwe, dev ji cil û bergên kurdî û muzîka kurdî bernedane.

Lê ya herî girîng jî evîn û hesreta Kurdistanê di dilê wan da tu carî nemiriye, tim gurr û geş maye û şax daye. Ew ji me bêtir ji bo bi dîtina Kurdistaneke serbixwe dişewitin. Û loma jî kurdekî Gurcistanê ya jî Kirgizîstanê got, heger em nikanibin vegerin jî em dîsa jî dixwazin Kurdistan ava bibe, dema dewleta me jî hebe emê jî bibin bi xwedî…

Rast e, miletê bêdewlet miletê bêxwedî ye. Bi hîviya di demek nêz da ”xwediyê” miletê kurd jî çêbibe…

XXX
Heta nuha li gel hemû kêmasiyan di hilbijartinan da kurdan(yên nêzî PKK yên ne nêzî PKK-ê) digot BDP partiya me ye, emê rayên xwe bidin xwe, nadin partiyeke tirk.

Û me ji kurdên rayên xwe didan partiyên tirk ra jî digot, rayên xwe nedin tirkan û partiyên tirkan, bidin kurdan û partiyên kurdan. Ma tirk rayên xwe didin BDP-ê?

Lê heger bi rastî jî BDP-ê bigrin û HDP-a çepên tirk li ser kurdan ferz bikin, kurd ewê vê emirwaqiyê qebûl nekin û rayên xwe nedin HDP-ê, ji dilê wê ve ewê bidin partiyeke kurd.

Ji nuha da meriv di medya sosyal da reaksiyon sînyalê vê meylê dibîne…
Bi dîtina min dibê em kurd xwedî rêxistin û partiyên xwe bin. Dibê berpirsiyar, siyasetmedar û serokên me ji me bin, ne tirk bin.
XXX
Hevseroka HDP-ê Sbahat Tuncel xanimê waya ji nuha da rota xwe ya berbî CHP-ê û kemalîstan nîşan daye û gotiye, ”ew dikanin bi CHP-ê ra li Stenbolê namzetekî mişterek nîşan bidin. Ji xwe tiştê dibê bibe jî ev e.”

De ser xêrê be. Lê piştî sosireteke wiha ewê çepên kemalîst û kurdên welatparêz tam ji hev biqetin, herkesê here ser koka xwe.
Ji xwe ciyê we yê rastî CHP ye. Lê kurd ewê nebin CHP û kemalîst. Kurd di warê rûhî û siyasî da êdî ji tirkan qut bûne, kes nikane careke din kurdan bi tirkên kemalîst ve monte bike.

Bi siyasetmedarên wiha Kurdistan rizgar nabe

Heger yek ji derve were û bi darê zorê gundê meriv ji meriv bistîne û têda bicî bibe. Û meriv jî ji xwe ra bike xizmetkar û kole.
Zimanê meriv li meriv û li zarokên meriv yasax bike, nehêle zarokên meriv bi zimanê dayika xwe bixwînin û zimanê xwe jî bi zor bi meriv û zarokên meriv bide fêrkirin.

Navê gundê meriv biguherîne û navekî bi zimanê xwe lêke. Û ji bo ku meriv li dij ranebe û gundê xwe jê nestîne bi hezaran qereqol di gundê meriv da çêke.

Bi hezaran leşker û polis têda bicî bike. Bi sedan zindanên wek kampên êsîran di gund da lêke.
Û gava meriv li hemberî vê zulmê derkeve jî ji meriv ra bibêje “terrorist” û meriv bavêje zindanê û bi salan di zindanan da birizîne. Nehêle meriv di zindanê da bi dê û bavê xwe ra bi zimnê xwe bipeyive, bi zimanê xwe binivîsîne.

Yên neyên girtin û ji ber vê zulmê birevin jî li serê çiyan bi balafiran, bi tank û topan bombebaran bike, çekên kîmyayî li hemberî wan bikar bîne.

Welhasil ji bo ku gundê meriv jê ra bimîne û meriv jî wek qewm bihelîne, her zulmê û neheqiyê li meriv û li xizmên meriv bike.
Heger meriv dev ji doza girtina gundê xwe bernedabe meriv naçe li ba vî axayê zalim naxebite, di radio û telewîzyona wî da programan çêneka û nabe karkirê wî.

Ez bi xwe karekî wiha bi çi nêtê û di bin çi navî da dibe bira bibe, rast nabînim, wek karekî pîs dibînim.
Heger ez nikanibim li hemberî vî zalimê ku gundê min ji min û ji merivên min stendiye û hewqas zulm li min û li merivên min dike rabim, lê jê ra nabim karkir jî, di dezgeha wî ya propagandeyê da kar jî qebûl nakim.

Dema ez viya dibêjim hin kes diqeherin, gazinan ji min dikin, dibêjin tu neheq î…
Xelkê ne gundek, welatek ji me stendiye û van tiştan hemûyan tînin sere me, lê em dîsa jî rast dibînin ku di dezgeha dewletê ya propagandayê da kar qebûl bikin.
Dema ez vê yekê rexne dikim, gelo ez neheq im, tişê ez dibêjim şaş in?

28 oktober 2013

Bersîva Îbrahîm Guçlu daye min: TRT 6 û Di TRT 6-ê De Bername Çêkirin û Zinarê Xamo …



Bersîva Îbrahîm Guçlu daye min:
TRT 6 û Di TRT 6-ê De Bername Çêkirin û Zinarê Xamo …

Di 16-ê cotmehê da min nivîseke li ser Îbrahîm Guçlu nivîsî û xebata wî ya di TRT-ê da rexne kir.
Birêz Guçlu îro bersîvek ji min ra şandiye. Ji bo ku neheqî lê nebe, ez bersîva birêz Guçlu him di bloga xwe da û him jî di facebooka xwe da diweşînim. Çimkî min jî nivîsa xwe him di facebookê da û him jî di bloga xwe da weşandibû.
Wekî din jî dixwazim bi kurtî çend gotinan derbarê hin gotinên birêz Guçlu da bibêjim.
Yek, ez li dijî TRT-6 derneketime û min tu carî negotiye kesên têda dixebitin xayin in ya jî dibê kurd lê nexebitin.
Rexneyên min ne li avabûna TRT6-ê, ne li karkirên normal, li hin serok û siyasetmedarên xwedî îdîa yên bûne karkirên wê çêbûye.
Min heta nuha tu carî ne Îbrahîm Guçlu û ne jî siyasetmedarekî kurd yê din ji ber ku derketine telewîzyonên tirk yên taybet rexne nekiriye. Belovacî wê, hin caran min pesnê axaftinên wan daye.
Heta beşdariya telewîzyona dewletê jî min rexne nekiriye. Min tu carî negotiye dibê kes beşdarî minaqeşeyeke zindî nebe û fikrê xwe nebêje. Heger sansor tunebe meriv fikrê xwe li her derê dibêje.
Tiştê heta nuha min rexne kiriye di telewîzyona dewletê da qebûlkirina sansûrê û karkiriya TRT6-ê ya hin serok û siyasetmedarên kurd e.
Min gotiye ne rast e ku siyasetmedar û serokên berê, herin di TRT6-ê da programan çêkin û bibin karkirê TRT6-ê. Serokatiya gel û karkiriya di telewîzyona dewletê li hev nake.
Naveroka axatinan çi dibe bira bibe ferq nake. Siyasetmedarekî xwedî îdîa ne rast e di telewîzyona dewletê da programan çê bike û ji dewletê pera bigre. Beleşa bike jî şaş e.
Siyasetmedarekî cidî, yê li dijî dewletê naçe nabe karkirê telewîzyona dewleta ew li dij e.
Min berê jî gotibû ez disa bibêjim, ma sibe birêz Burkay ji partiya xwe îstîfa bike û here di TRT6-ê bibe programçêkir rast e?
Bi dîtina min ne rast e û ezê rexne bikim.
Birêz Guçlu jî do yekî wek Burkay bû. Wî û Mûrad Ciwan bi Burkay ra li hemberî vê dewletê cephe çêdirkirin.
Dîsa Guçlu di bersîva xwe da gotiye, min “nêrîna wî şaş pêşkêş kiriye, min “buhtan” li wî kiriye”
Ev ji bin da ne rast e. Min di nivîsa xweda wiha gotiye:
“Guçlu ji Şehmûs ra digot, naveroka ”pakêtê” ji daxwazên Ocalan pir pêşdatir e, ”hebûna kurdan hatiye naskirin, rê li ber perwerdeya zimanê kurdî vebûye” û gelek tiştên din…
Îbraîhîm Guçluyê berê yê pir radîkal, şervanê Kurdistana serbixwe û neyarê dewleta tirk çûbû, Îbrahîmekî din hatibû dewsê.”
Ev gotinên min yên jor yek jî ne “şaş” e û ne “buhatan” e. Heger buhtan e bira teksta axaftina axaftina xwe belav bike û van nimûneyên min dane pûç bike. Hema hema herf bi herf wî wisa got û min jî ew gotinên wî girt nivîsa.
Ez tu carî tenezulî bêbextiyê, buhtanan û derawan nakim. Viya birêz Guçlu jî baş dizane. Wî çi gotiye, min ew neqil kiriye.
Zinarê Xamo


XXX

TRT 6 û Di TRT 6-ê De Bername Çêkirin û Zinarê Xamo …

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dema ku li Tirkiyeyê telewîzyonek û telewîzyona dewletê TRT-ê hebû, tu car muxalîfên dewletê û kemalîzmê nedikarîn derkevin bernameyê telewîzyonê. Telewîzyona dewletê, ji bona siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurdan bi awayekî qetî qedexe bû. Kurdan hîç nedikarîn derkevin bernameyê TRT-ê.

Di dema Ozal de di statuya telewîzyonan de guhertin pêk hat. Li cem telewîzyona dewletê, telewîzyonên taybet û telewîzyonên kesan/şirketan hatin ava kirin. Di destpêkê de telewîzyonek taybet STAR ava bû, pişt re hejmara van telewîzyonan zêde bûn.

Hîç şik tune ye ku ew guhertina li Tirkiyeyê bi xwe bi xwe çênebû. Ev guhertina encama guhertina dinyayê, têkoşîna demokratên tirk û kurdên welatparêz bûn. Wek tê zanîn di dema Ozal de di demokrasiyê û teknolojiyê de û di pirsên bingehî yên Tirkiyeyê de guhertinêb nispî pêk hatin. Ev guhertinan bûn sedem ku li Tirkiyeyê jî guhertinên nû biqewimîn. Ev guhertinan beriya Şerê Sar dest pê kir û piştî ku Şerê Sar qediya jî dom kir.

Di nav van guhertinan de nisbî be jî di pirsa miletê kurd de jî guhertinek pêk hat. Cara yekemîn bû ku miletê kurd ji aliyê serokwezîrekî dewletê de bi awayekî fermî hat nas kirin. Li ser mafên miletê kurd minaqeşeyan vekirî û yasayî dest pê kir. Ozal got ku “li Tirkiyeyê 12 mîlyon kurd hene û federasyon jî dikare li Tirkieyyê bê minaqeşe û gengeşî kirin.”

Piştî ku telewîzyonên taybet ava bûn, muhalîfên demokrat û çep û îslamî jî di destpêkê de di telewîzyonên taybet de nêrînên xwe anîn ser zimên. Piştî demekê jî siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd jî di wan telewîzyonan de nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Lê di wê demê de li derveyî welêt jî bi destê PKKê telewîzyonek ava bû. Di vê telewîzyonê de ew kesên PKKêyî û kesên nêzikî PKKê beşdarî bernameyê wê telewîzyonê dibûn û propagandaya PKKê dikirin.

PKKê, ew kesên beşdarî telewîzyonên tirkan û tirkî dibûn jî, tewanbar dikirin. Lê PKKê di telewîzyona xwe de jî cî nedida siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd.

Ji bona ku telewîzyonên taybet ew kesên muxalîf yên demokrat û çep derxistin bernemayên xwe, telewîzyona dewletê TRTê jî, ji bona ku bikare bi wan telewîzyonan re reqabet bike, mecbûr bû ku muxalîfên çep û demokrat derxe bernameyên xwe.

Dema siyasetmedar û rewşenbîr û nivîskarên Kurd derketin telewîzyonên tirkan yên taybet, di nav kurdan de minaqeşek û gengeşiyek dest pê kir. Bila siyasetmedar û nivîskar û rewşenbîrên kurdan dernekevin telewîzyonên tirkan û di wan telewîzyonan de bîrûreyên xwe diyar nekin.

Bi taybetî jî PKKê û hevalbendên PKKê ev yeka dikirin. Lewra PKKê dizanî ku dema siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd di bernameya telwîzyonan de cî bigrin, wê demê ji aliyê raya giştî ya tirk de dê bihat zanîn ku ji derveyî PKKê jî kurd hene, tevgerên kurd hene, stratejiyên din yên kurdan hene.

Ji derveyî PKKê û hevalbendên PKKê jî beşek/birek siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd, di wê reyê de bûn ku divê kurd dernekevin telewîzyonên tirkan.

Min ev reya tu car neeciband. Bi taybetî jî di şertên bandora PKKê de derketina siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd yên telewîzyonan gelek girîng bû. Min digot ku “divê em li naveroka bernameya û gotinên siyasetmedar û rewşenbîrên kurd binêrin ku kurdên beşdarî telewîzyonan dibin, çi dibêjin.”

Di heman dem de telewîzyon dibûn sedem ku siyasatmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd jî bên nas kirin. Gel, kurdên beşdarî bernameyên telewîzyonan dibin, nas bikin. Ji bona wan qiymetek diyar bikin.

Ez, di wê nerînê de bûm ku ew kurdên digotin ku bila siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd dernekevin telewîzyonên tirkan, dibûn sedem ku bandora yek siyasetekê û rêxistinekê dom bike.

*****

Ez jî piştî demekê beşdarî gelek bernameyê telewîzyonan bûm. Gelek kesan naveroka nêrînên min nedida berçav, rexne dikirin ku ez çima derdikevim bernameyên telewîzyonên tirk.

Dema ku ez beşdarî bernameya telewîzyonan bûm, tu kesî bi min re tu dem bazarî nekir ku ez çi bibêjim û çi nebêjim. Min nêrînên xwe bi azadî anîn ser zimên.

Loma min di telewîzyonan de gelek nêrînên balkêş; bi taybetî jî nêrînên kurd û kurdistanî anîn ser zimên: Min kolonyalîstbûna dewleta tirk, kolonîbuna Kurdistanê, parçebûna miletê kurd û Kurdistanê, îdeolojiya fermî ya dewletê Kemalîzm; siyaseta dewleta Kemalîst ya Tirk li hemberî miletê kurd û tirk deşifre kir. Mafê çarenivîsiya miletê kurd parast. Mafê dewletbûna miletê kurd û kêmtirin mafê federal parast. Ji serîhildanên Kurdistanê re xwedî derketim. Ji statuya Başurê Kurdistanê û ji têkoşîna milî ya beşên Kurdistanê re xwedî derketim.

Di gelek mijarên din de jî min nêrînên xwe pêşkêş kirin.

*****
Min di bernameyên telewîzyonan de piştî demekê jî, gelek vekirî karaktera PKKê jî deşîfre kir, siyasetên PKKê û qetlîamên ji aliyê PKKê de hatibûn kirin jî, min pêşkêşî raya giştî kir.

Wê demê li hemberî min qempanyek gelek mezin dest pê kir.

PKKê raste rast li dijî min derket û xwest ku dengê min bibire. Min ev yeka fahm dikir. Lê hezar mixabin birek siyasetmedar, rewşenbîrên kurd jî li dijî min derdiketin.

Di vê merheleyê de jî ev helwesta li hemberî min dom dike.

Lê beşekî mezin siyasetmedar û rewşenmbîrên kurd jî li naveroka bernameya dinêrîn û piştgirî didan min.

Loma ez dibêjim ku divê carek din her kurdek li naveroka wan bernamayan binêre û gor wê min rexne û şirove bikin.

Tê zanîn ku ji bona gelek bernemayên telewîzyonan û hevpeyvînên min yên di rojnameyan de jî gelek doz vebûn. Ez jî hatim ceze kirin.

TRT 6 û Minaqeşeyên Di Derbarê TRT 6ê de…

Piştî ku TRT 6-ê dest bi weşana kurdî kir, di vê pirsê de jî gelek minaqeşe derketin.

PKKê û hevalbendên PKKê raste rast li dijî TRT 6-ê derketin û ji TRT 6-ê re dijminitî kirin. Ew kesên derkevin bernameyên TRT 6-ê û ew kesên ji TRT 6-ê re bernameyan çêkin xayîn îlan kirin.

Lewra PKKê nedixwest ku nêrînên nû û alternatîfên nû yên dezgehî derkevin holê.

Ez, beşek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd, me dizanî ku TRT 6 dezgehekî dewletê ye û bi kurdî weşan dike. Loma me ji TRT 6-ê re piştgirî kir. Lê me statuya wê ya hiqûqî û naveroka bernameyên wê jî rexne kir.

Me got ku, “TRT 6 encama têkoşîna neteweyî ya kurdan mewziyeke hatiye qezenç kirin. Loma divê em him rexne bikin û hem jî jê re xwedî derkevin.”

Ew kesên li dijî TRT 6-ê derdiketin: Derneketin bernameyên TRT 6-ê. Lê pişt re beşekî wan poşman bûn û di TRT 6-ê de bername çêkirin.

Lê ew kesên din yên beşdarî bernameyê TRT 6-ê bûn û di TRT 6ê de bername çêkirin, bi vî awayî xwestin ku TRT 6 pêş bikeve.

Ji bona ku TRT 6 bikare bernameyên xwe bimeşîne û jiyana xwe bidomîne, ez jî bûm alîkar. Min di gelek mijarên girîng hevpeyvîn dan TRT 6-ê. Ez çend caran beşdarî bernameya “Siyaseta Rast”, bernameya “Rojeva Herêmê” û carek jî beşdarî bernameya “Civat û Siyasetê” bûm. Wê demê Amadekarekî bernameya “Civat û Siyasetê” jî Mûrad Cîwan bû.

Di TRT 6-ê de beşek rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan jî bername çekirin.

Mûrad Cîwan û Sertaç Bûcak û Muhsîn Kizilkaya û kesên din jî di TRT 6-ê de bername çêkirin.

Lê ez bi naveroka bernameya wan re û bi naveroka nêrînên wan re eleqedar bûm. Gelek kurd jî bi naveroka bernameyên re eleqedar bûm.

Min û kesên din tu cara nefikirî ku Sertaç Bûcak û Mûrad Cîwan û kesên din jî bûne mirovên dewletê.

Îsal ji bona min jî pêşniyar hat kirin ku ez di bernameya “Rojeva Herêmê” û “Civat û Siyasetê” de cî bigrim û bibim şirovekarekî daîm; min bes tu mijar anîn ber çav û ez li ser fikîrim: 1- Gelo ez bi wan bernameyan dikarim fêde bigihînim çanda kurd û siyaseta kurd û tevgera neteweyî ya kurd an na? 2- Ezê di bernameyan de bi azadî nêrînên xwe pêşkêş bikim an na?

Lê dema ku ji min re pêşniyar hatibû kirin, min baş dizani ku ew min nas dikin, helwesta min nas dikin; gorî wê ji min re pêşniyar dikin. Wan dizanî ku ez beşdarî bi sedan bernameya bûme û min bi azadî nêrînên xwe anîne ser zimên.

Dema ku di van herdu xalan de bersîva min êrenî bû, min biryar da ku di bernamaya “Rojeva Herêmê” de cî bigrim.

Dema ku ji min re teklîf/pêşniyar jî hat kirin, min got ku “ez ji bona peran di bernameyê de cî nagrim. Bi we re bazariya pera nakim”. Min bi wan re bes li ser pîvan û konsepta bernameyê axiftin kir. Wan ji min re got ku “ji bona me standartek malî jî heye.”

Lê rastî ez hîn nizanim standarta wan ya malî çi ye? Lewra min heta nûha ji wan pere jî negirtiye.

Ji bona min naveroka bernameyê girîng e. Ez nûha bes dikarim di vê bernameyê de bîrûreyên xwe bi siyasetmedar, rewşenbîr û birayên xwe yên kurd re parve bikim.

Rexne û tewanbariya Zinarê Xamo…

Qasî ez dizanim Zinarê Xamo di berbarê min û hevalên berê yên ku di TRT 6-ê de bernameçekirî de nivîs nivîsand.

Xuya ye ku Seyîtxan Mercan jî, ji wî deyn girtiye.

Gorî Zinar Xamo hevalên din bûna hevalên dewletê û ez jî ketime wê pêvajoyê.

Zinar Xamo dibêje: “Dewlet di TRT6-ê da siyasetmedar û serokên kurd bi hev diguherîne, teskereya yekî dide dest, yekî nuh digre dewsê. Yanî bi buhayekî pir erzan yeko yeko pûç dike. Min nizanîbû, ez nuh fêr bûm ku îcar jî Îbrahîm Guçlu di TRT6-ê da dest bi kar kiriye. Hukûmeta AKP-ê TRT6 kiriye wasîteya teslîmgirtinê, nêçîra xwe bi TRT6-ê dike.”

Pêşi gelek aşkere bibêjim ku ev uslûba Zinarê Xamo ûslubekî edebî û etîk nîn e. Ez wek hevalekî wî yê kevn, heta ez jî kesekî ku di gihîştina wî de xwediyê rolekî me, ez vê uslûbê layiqî wî nabînim û ez wî şermazar dikim.

Ez ji bona ev tespîtên Zinarê Xamo, bibêjim ew cahil e, ez neqiye dikim. Lewra ez dizanim ku ew zana ye. Ew jî baş dizane ku Mûrad Cîwan û Sertaç Bûcak jî nebûne mirovên dewletê. Ez jî nabim mirovê dewletê.

Gelo Zinar Xamo çawa dikare ewqas pirsê û hevaltiya me; me û xwe erzan bike?

Zinar Xamo baş dizane ku em mirovên doza miletê kurd in. Tu kes û tu dewlet nikarin me biguherînin û me bikirin. Em mirovên gelek biha nî. Dewlet û PKK jî nikarin me bikirin. Ne perê wan, ne cigera wan, ne jî takata wan têr dike.

Ew psîkoljiya Zinarê Xamo ji bona min şik çêkir ku gelo ew dê gelek rehet bê guhertin?

Ji derveyî vê ez baş dizanim ku Zinarê Xamo kurdî baş dizane û kurdiya min pirr pirr baş nebe jî, min jî dê baş fahm bike. Lê hezar mixabin ya bernameya me bi temamî guhdar nekiriye û an jî fahm nekiriye.
Zinarê Xamo nêrînên min şaş pêşkêş dike. Min di derbarê “Pakêta Demokratîkbûnê” de hem nivîsandiye û hem jî di bernameyên telewîzyonan de (Telewîzyonên tirkan û kurdan) de gelek aşkere dnêrînên xwe diyar kiriye. Loma nêrînên min baş tên zanîn.

Ya girîng jî ew e ku ew nêrînên min di qasêtan de ne. Zinar Xamo dikare jinûve guhdar bike ku buhtan neke.
Ez naxwazim zêde ji bona nêrînên spekûlasyon bikim û spekûlasyon bê kirin. Hîç şik tune ye ku siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên din jî, ji bona ku meseleyê fahm bikin, dikarin qasetên bernemayên me temaşa bikin.

Divê ku naveroka nêrînên min bê şirove kirin. Loma jî ez pêşniyar dikim ku Zinarê Xamo, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd bernameyên min bişopînin.

PKKê û dewleta Kemalîst dixwaze ku dengên rewşenbîr û siyasetmedarên ne hevalên wan in, bibirin. Bi telewîzyonên xwe seriyê gel bişon û bi nêrînên otorîter tijî bikin. Nêrînên alternatîf ji holê rakin.

Bila kesên din jî ji vê yekê re nebin alîkar.

Lewra ew dixwazin ku sîstema Kemalîst û PKKê ya otorîter û faşîzan dom bike. Sîstema monolîtîk dom bike. Dengên rastegoyan bê birîn.

Amed, 28. 10. 2013


27 oktober 2013

Ancax neteweperwerî dikane hemû kurdan bîne ba hev

Miletperwerî/neteweperwerî jî bêguman îdeolojiyeke, lê belê ne îdeolojiyeke sinifî ye, xwe naspêre hêzekê, gurûbekê ya jî sinifekê bi tenê; xwe dispêre tevayiya milet.
Hemû sinif, tebeqe, mezheb û dîn dikanin li dora vê îdeolojiyê werin ba hev. Loma jî ne îdeolojiyên çep û rast, ancax neteweperweriya kurd û Kurdistanê dikane bibe îdeolojiya hemû kurdan û hemû kurdên ji her sinifê, ji her mezhebê û ji her dînî bîne ba hev.

XXX
Di nava her hêzê, her partiyê da hin kesên fêsad hene. Ji ber fêsadiya van fêsadan hêzên kurd bi hev ketin û bi hev dikvin.

XXX
Tiştekî pir xerîb e, serokwezîr Erdogan peyama pîrozbahiyê şandiye kongreya HDP-ê. Ez baş nizanim, lê ez dibêjim belkî Erdogan tu carî mesaj neşandiye kongreyeke BDP-ê. Lê wa ye mesajeke bi nezaket şandiye kongreya HDP-ê.
Gelo ”esbabî mucîbeya” vê mesaja Erdogan çi ye û ji ber çi ye?
Tiştê ez dizanim Erdogan ji BDP-ê nefret dike û tu carî naxwaze bi başî navê BDP-ê bigre devê xwe. Lê di kongreya HDP-ê da ev neyartiya xwe da daye alieykî. Gelo ev gav bi dilê Erdogan e û dixwaze BDP nemîne û HDP têkeve dewsa wê?

XXX
Hevalên min rismên ji civîna Amedê û hin rismên piştî civînê di malperên ”facên” xwe da weşandine.
Hemûyan eynî risim weşandine, hinekan jî tew du gîsin, sê gîsin kirine. Ji bo dilê kesî ji xwe nehêlim, ez rebenê Xwedê ji vêsê da ye risman yeko yeko diecibînim, lê dawî nayê. Çimkî ne yek e, ne dudu ne, şexs pir in û risim pir in…
Lê dîsa jî tişt nabe û ez bîna xwe teng nakim, çimkî camêran xwe westandine, zirar dane xwe û heta Amedê çûne. Belavkirina çend risman jî helbet heqê wan e.
Û kesên wek min tembel jî dibê hinekî zahmetê bide xwe û bi kêmanê rismên wan û karê wan kiriye biecibîne.
Bi vê hizra han ez bi dîtina rismên hemû hevaln dilşa bûm û hêvî dikim ku ev harmonî û tifaqa wan tu carî xera nebe û di demek nêz da berhemekê bi xwe ra binîne.

XXX
Çepên tirk dostên xwarinê ne, ji bo têkevin defteran û bibin parlamenter û serokên belediyan xwe nêzî PKK-ê dikin.
Lê belê ne PKK-ê wek tevgereke netewî û ne jî şerê kurdan wek şerekî netewî dibînin.

XXX
Li ser banga Komîsyona Dîyalogê, li Amedê di 19 û 20-ê mehê da civîna avakirina pariyeke nuh pêk hat.
Gelek kesên berê di nava KDP, DDKD, KUK, RİZGARÎ, ALARİZGARÎ, OZGURLUK YOLU, TÊKOŞÎN û KAWA yê da cî girtibûn beşdarî civînê bûn û ji bo avakirina partiyeke kurdistanî ya demokratîk pêşniyar û dîtinên xwe gotin.
Piştî civîna du rojan, beşdarên civînê bi yekdengî biryara avakirina partiyeke kurdistanî dan. Ev xebat ewê bi navê HEWLDANA AVAKIRINA PARTİYEK KURDISTANÎ were meşandin.
Ez ji nuha da ji hemû dost û havlên di nava vê xebatê da ne serkeftinê dixwazim. Bi hêviya di demeke nêz da partiya xwe çêkin û dest bi xebata xwe bikin.
Formulärets överkant
Formulärets nederkant



26 oktober 2013

Çepên tirk dostên ne temam in


Gava pêşkêşvanê telewîzyona Foxsê ji Abdulah Ocalan ra gotiye ”serokê terorîstan”, Sirri Sureyya Onder li dij derketiye û gotiye, tu nikanî ji Ocalan ra bibêjî ”serokê terorîstan”. Onder gotiye, ”Ocalan ne serokê terorîstan e. Ew serê tevgerekê/hereketekê ye.”
Yanî çi û tevgereke çawa?
Li dij derketina wî baş e û dibê meriv li dij derkeve, vê heqareta tirkan tu carî qebûl neke û bêbersîv nehêle.
Lê belê heger bala we dikşîne, erê Onder li dijî gotina ”serokê terorîstan” derketiye, lê belê sifetê daya Ocalan jî ne sifetekî pir baş e, negotiye Ocalan serokê tevgereke netwî ye, gotiye, ” Bir hareketin başındaki kişidir”, yanî ew serê tevgerekê ye, ne serokê hêzeke siyasî û netewî, tenê ”serê tevgerekê” ye…
Dîsa wiha jî gotiye, "3 milyon tabanlı bir yapının başındaki kişinin 'terörist başı' olamayacaği" yanî kesê ku serê struktureke(gotiye yapi)3 milyon hevalbendên wê hebin nabe ”terorîst başi!
Hûn dibînin çi zimanekî zindiqî bikar aniye...
Ev tabîr ne tabîra dostekî ye, kesê şerê PKk-ê wek şerekî netewî bibîne wiha nabêje.
Ez meraq dikim, gelo Onder şerê PKK-ê wek şerekî netewî dibîne, tu carî tiştekî wiha gotiye ya na?
Ez texmîn nakim Onder û çepên tirk yên dostên PKK-ê ji şerê PKK-ê ra dibêjin şerê miletê kurd şerê rizgariya netewî ye…

XXX

Loqman BarisApê Zinar, vidyoya ku te mêze kiriye, tenê beşek e. Sırrı Süreyya Önder di berdewama bernameyê de wiha dibêje ''Ocalan Serokê gelekî (miletekî) ye''.


Zinarê Xamo: Ev gotin gotinên wî yên din pûç nake. Û ya din jî "serokê miletekî" dewsa serokê tevgereke netewî nagre, ya muhîm ev serok, serokê tevgereke faşîst e, sosyaldemokrat e, dînî ye ya jî netewî ye. Yanî tirk dibêjin PKK tevgereke netewî ye û şerekî netewî dide ya na? Mesele ev e. Onder viya nabêje, ji ber ku wisa nabîne.

Cemil Oguz Kekê Zinar silav. Ez pêşniyarek bikim: Hinek din hindik şiroveyan bike...
Dîsa jî tu dizanî. Yê min denê pêşniyar bû. Ez dinêrim, tiştên tu hay jê heyî, jî neyî jî şiroveyan dikî.
Mirov nizanibe, yan hay jê tunebe bipirse tiştek din e, lê raste rast bibêje: "Ez texmîn nakim" êdî dibe tiştek din. Xwezî berî te şirove bikira tu hinek li gotinên Onder ên berê bigeriyana, belkî te bidîta di qada înternetê de. Yan jî yên "çepên tirk" ên ku tu dibêjî.
Welsahil. silav
Zinarê Xamo Spas ji bo pêşniyara te. Baş e, wek kesekî ”ji meselan haydar” , tu ji keram xwe ra dikanî çend numûneyên vê rexneya min pûç dikin bidî. Fermo…

Cemil Oguz: Niha ezê bersivê bidim lê niha wekî ku ez ketibim parastina Sirri dixuye... Pêşî notek: Pêdiviya Sirri S. Onder bi parastina min nîn e.
Ez wekî kurdek, li gor min ji ber pêşdaraziya te aciz bûm (gelek kesên din di facebookê de hema dinivîsin) min pêşniyar kir. Nexwe tu çi bifikirî tu azad î, û ez ne mecbûr im gotinên te "pûç" bikim.
Bi destûra te tenê gotinek: (Pêdivi pê hebe ez dikarim bidomînim)
Kekê tu ne li Tirkiyeyê dijî, tu li Ewropayî. Derûniya vê derê cuda ye. Li Tirkiyeyê heta niha kesekî (belkî îstîsna hebin) li televîzyonê newêriye dijî pêşkêşvan derê û bibêje "Ocalan ne terorîst e" û nizanim çi ye... Ne tenê li televîzyonê li nav jiyanê jî ev wisa ye. Di şûna Sirri de ez bama jî ezê newêribama reaksiyoneke wisa bidim. Encam mirov derûniya Tirkiyeyê bizane, mirov dê fêm bike Sirri çi tiştek baş û di cih de kiriye.
Li Tirkiyeyê, dest ji dijderketinê berde, mirovan dema xeber daye, tenê ji ber ku mirovan gotine "Birêz Ocalan" hê girtî ne... Tenê mirov li vê yekê bifikire jî divê mirov heqê wî bide. Bibêje bijî.
Wekî min got, tu bixwazî ez dikarim bidomînim. Lê min pêşniyar kiribû...

Zinarê Xamo:  Cemîl, birayê ezîz, nuha mijarê neguherîne û bersîva pirsa min bide. Min di nivîsa xwe da got, îtîraza Onder ”baş e û dibê meriv li dij derkeve.”
Lê belê Onder şerê PKK-ê wek şerekî netewî û Ocalan jî wek serokê partiyeke şerê netwî dide nabîne. Min gotibû:
”Ez meraqa dikim, gelo Onder şerê PKK-ê wek şerekî netewî dibîne, tu carî tiştekî wiha gotiye ya na?”
Û te jî îtîrazî vê dîtina min kir.
Ez viya ne ji bo Onder tenê, ji bo hemû çepên dostên PKK-ê jî dibêjim.
Tu li dijî vê dîtina min derketiye, te ez bi axaftinên bêbingeh îtham kirime û te gotiye, ” Ez dinêrim, tiştên tu hay jê heyî jî neyî jî şiroveyan dikî.”
Yanî ez beradayî dipeyivim, tiştên ne rast, tiştên nizanim dibêjim û rexne dikim.
Vana gotinên pir giran in û dibê meriv bêyî îspat van gotinan ji xelkê ra nebêje.
Û te dû ra jî hinek aqil daye min û te gotiye, ” Xwezî berî te şirove bikira tu hinek li gotinên Onder ên berê bigeriyana”
Yanî Onder, ne di vê programê da be jî, berê tiştên min rexne kiriye gotine.
Nuha ez jî ji te ra dibêjim, fermo, ji kerama xwe ra çend numûneyan ji ”gotinên Onder ên berê” ku vê dîtina min pûç dikin bide.
Onder û Kurkçu û kesên wek wan ji bo micadela filistîniyan dibêjin ”filistîn kurtuluş mucadelesî” yanî tevgera rizgariya netewî ya filistîn û serokên vê tevgerê jî wek serokên tevgereke netewî ya rizgarîxwaz dibînin.
Ka numûneyekê bide min, ku Onder û çepekî tirk yê din ji bo kurdan(herçar perçên Kurdistanê jî di nav da) li ku tiştekî wiha gotine?
Heger nabêjin ji bo çi nabêjin?
Û dema ez dibêjim nabêjin, çi tu wek kurdekî xwe aciz dikî?
Ya din îdîeya, ”Li Tirkiyeyê heta niha kesekî di televîzyonan da newêrîbûye li dijî pêşkêşvan derê û bibêje "Ocalan ne terorîst e”, ne rast e, gelek kesan gotine Oclan ne terorîst e. Belovacî wê, heta nuha tu kurdekî welatparêz negotiye Ocalan ”terorîst” e, tim li dijî vê heqareta dewletê derketine.
Pêçniyara min ji birayê min ra ev e, ew pêşniyara te li min kiriye tu li xwe jî bikî ewê baş be…
Gelek silav



Erdogan li ber deriyê Malikî ye

Erdogan dawiya dawî kor poşman û bi hustuxwarî çû li deriyê Malikî xist û jê xwest wî efû bike û bi Anqereyê ra li hev were.
Bi qasî ku xuyaye îro bi çûna wezîrê karûbarê derve yê Îraqê Hoşyar Zebarî, Malikî ev rica serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ya efûkirinê qebûl kiriye.
Wek tê zanîn piştî vekişîna Emerîka ji Îraqê, Erdogan bêtir xwe tevî karû barê Îraqê kir, li hemberî şîiyan piştgirî da sunniyan û xwest mezintiyê li Malikî bike.
Li ser vê zirzopiya Erdogan, nabêna Anqerê û Bexdayê xera bû û Erdogan Malikî bi “mezhebcîtiyê” û Malikî jî ew bi mudaxaleya karê wan û bi “provakatoriyê” îtham kir.
Lê nuha wa ye ev herdu “dijminên” demekê li ser rica Erdogan dikin li hev werin. Û bêguman ewê li hev werin jî. Ji ber ku exlaqê dewletan tuneye, kar û menfeeta wan çi bixwaze wiya dikin.
Erdogan merivekî bêkultur û ne medenî ye, zirzop e û bêtir ji zorê fêm dike. Dema xurt be dibe şêr û dema zeîf be jî dibe pisik.
Nuha dema dît ku bi zirzopoyê nikane bi Malikî, îcar çû xwe avêt dexlê wî, dixwaze pê ra li hev were.
Lê belê ev çerxirina Erdogan jî nîşan dide ku siyaseta wî ya Îraqê û Sûriyê ya li ser neyartiya kurdan tê meşandin îflas kir û li ser Tirkiyê gelkî buha rûnişt.
Pir ne dûr e ku di rojên pêşda Erdogan eynî ricayê ji Beşar Esed jî bike, bixwaze bi wî ra jî li hev were.
Çimkî bûyer wisa nîşan didin Esed ewê di demeke nêz da nekeve, ewê demek din jî li ser hukum bimîne. Loma jî pir ne dûr e ku Erdogan bixwaze bi Esed ra jî li hev were. Ji ber ku derdê Erdogan û Davutoglu yê herî mezin li Sûriyê jî kurd wek li Îraqê negihîjin azadiya xwe û nebin xwedî desthilat.
Hêviya Erdogan ew bû ku ewê bikanibe vê yekê bi riya muxalefeta Sûriyê bike û loma jî bi hemû hêza xwe alîkarî dan muxalefeta Esed û çeteyên El Nusra û yên din.
Lê nuha gava dibîne ku Emerîka û Ewrûpa naxwaze Esed bi zor ji ser hukum da bixwînin, îcar çerx dike û dihere li deriyê Malikî dide. Lêdana deriyê Malikî heta dereceyekê haziriya lêdana deriyê Beşar Esed e jî.
Lê ev teqle û çerxkirina Erdogan ya li hemberî Malikî li der û li hundur ewê giranî û qirêdiya Erdogan daxîne.
Heger kurdên herçar perçeyên Kurdistanê li hev bin û xwedî îradeyeke siyasî ya mişterek bin, Erdogan dikane sibe dev ji vê siyaseta xwe ya neyartiya kurdan berde û here li deriyê PYD-ê, BDP-ê, PKK-ê û ya hukûmeta Kurdistanê jî xwe. Ji ber ku kurd îro xurt in û Tirkiye jî li herêmê bi tenê ye û gelek “dijminên” wê çêbûne.

PARVE BIKE