07 september 2013

Tu pesnê min bidî ez jî yê te


Ji ber ku Ajansa Anadolê(AA) ya Tirkiyê gotiye Avestakurdê xebera me ya vekirina servîsa kurdî daye gelkî kêfa Avestakurdê hatiye û ev yek jî kiriye xeber.
Ajansa Anadolê, xebreke Avestakurdê ya li dijî hukûmetê ya jî li dijî serokwezîr Erdogan nekiriye xeber, xbereke ku pesnê AA-yê daye, reqlama wê kiriye daye.
Yanî di xebera AA-yê da tu tiştekî ecêb tuneye; Avestakurdê pesnê AA-yê daye û AA-yê jî gotiye filan malpera kurd pesnê me daye.
Gava yek belaş reqlama meriv bike, pir tabiyî ye ku meriv jî spasî wî bike. Di vir da tu anormaliyek tuneye.
Lê dibê Avestakurd bizanibe ku hewcedariya hin berpirsiyarên AA-yê îro bi tesdîq û pesindanên wiha heye. Hin karkirên AA-ê ji bo ku têkilyên xwe yên bi dewletê ra meşrû nîşan bidin hewcedariya wan bi hevalbend û piştgiran heye.
Loma jî kî yek gotina baş jî di heqê servîsa kurdî ya AA-yê da bibêje ewê bikin xeber. "Mamoste" û aqilmendê AA-yê vî karî baş dizane.
Bala xwe bidinê bi dehan xeberên pesindanê weşandine, hemûyan jî pesnê vê gavê dane û spasî hukûmetê kirine. Lê yek xebera li dij ya jî balê dikşîne ser hesab û plana li pişt vê gava hukûmetê neweşandine. Hemû xeberên he bijî ne!
Yanî AA-yê  navê Avestakurdê belaş negotiye, di binê wê da hesabekî siyasî heye.

XXX
Çawa ku nexweşiya pençeşêrê bi hebên aspirinê tedawî nabe, dewleta tirk jî bi tawîzan, bi heyran û qurbanê dev ji siyaseta tunekirina kurdan bernade.
Bi kêmanî hîn bernedaye.
Hîn jî plan û programa hukûmetê ya esasî bi rê û rêbazên cuda, bi taktîk û metodên nuh, bi hin manawrayên xapandinê PKK-ê û BDP-ê ji ber hev da bixîne û bi wextê ra tevgera kurd ya netewî tasfiye bike.
Piraniya kurdan hîn ev hedefa Erdogan fêm nekirine.

XXX
Wek gelek norm û nirxên însanî, exlaq jî ne statîk e, bi pêşketin û guherîna civatê ra ew jî diguhere. Hin kar û hin kirinên ku do ji alî civatê ve wek bêexlaqî, rûreşî, şerm dihat dîtin, îro normal tê dîtin, piraniya însanan normal dibînin û şermezar nakin.
Di siyasetê da teqle avêtin, refguhertin êdî bûye tiştekî normal, wek berê kes mahkûm nake, naricimîne…
Toleransa civatê li hemberî refguhertinê, bûkalemûniyê, pûlperestiyê û bêexlaqiyê gelkî zêde bûye...
Berê însan gelkî dobre, rastgo û paqijtor bûn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE