02 september 2013

Rûvî naşibin şêran



Îsmaîl Beşîkçî xoce, derbarê sexsiyeta Kemal Kiliçdaroglu da çend gotiên baş gotine. Min ew ji bo xwendevanên kurd wergerand kurmancî.

”Di hilbijartiên 29-ê gulana 2009-a da Kemal Kiliçdaroglu namzedê serokê Belediya Mezin yê Stenbolê bû. Di dema van hilbijartinan da, di dema propagendeya hilbijartinan da, di çapemeniyê da ji bo Kiliçdaroglu digotin ”Gandî”. Ev şibandineke pir şaş e. Şibandineke ji şiûrê dîrokê bêparî ye.
Gandî, serokekî gelkî hêja ye ku ji bo welat û gelê xwe micadele kiriye. Serokekî muhîm yê Tevgera Millî ya Rizgariya Hind e. Lê belê Kemal Kiliçdaroglu, bi kesên ku dixwazin welatê wî, gelê wî, zimanê dayika wî, kultur û dîroka wî ji ortê rakin ra hevkariyê dike. Şiroveyeke wiha, ancax çapemeniya tirk ya ku weke şûbeyeke Teşkîlata Îstîxbarata Millî(MIT)dixebite dikane bike.
Navê Kemal Kliçdaroglu, wek kesê ku ”sextekarî û bertîlan” eşkere dike dihat lansekirin. Kesê ne ji xwe ra be, bi şexsiyeta raqib û dijminê ra xwe ra bûbe yek, neheqî û bêqanûniyên li hemberî malbata xwe, li hemberî gelê xwe neke gelş, pir ne muhîm e ku ew bertîl û sextekariyên aborî û siyasî yên civata tirk deşîfre bike. Zîra bêrêtî(bêqanûnîya )û neheqiya herî mezin di salên 1937-1938-a da li gelê dêrsimê hatiye kirin, ev vekiriye.”
Îsmaîl Beşîkçî


XXX
Gotina ”Rojava” ji bo tirkan û medya tirk bû wek êlegê canxelas(can yelegi), ji ber ku navê Kurdistanê ne pê va ye pir rehet bi kar tînin û ji îcada ”Bakurê Sûriyê” jî xelas bûn.
Medya sosyal ya kurd jî tenê ”Rojava” bikar tîne. Bi dîtina min ev hinekî şaş e. Ya rsttir ew e ku em ya terma ”Rojavayê Kurdistanê ya Jî ”Kurdistana Rojava” bikar bînin. Di warê siyasî coxrafîk da bikaranîna gotina ”Kurdistana Rojava” ji gotina ”Rojava” rasttir û baştir e...
”Rojava” tenê termeke coxrafîk e û li gorî çi ”rojava”? Dewlet jî û medya Tirk jî dixwezin em navê ”Kurdistanê” bikar naynin, ji beşên Kurdistanê ra tenê bibêjin ”rojava, rojhilat, bakur û başûr.”
Bi dîtina min heta gotina ”Kurdistana Sûrî” jî ji gotina ”Rojava” baştir e, qenekê navê Kurdistanê derbas dibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE