22 september 2013

Netîceya hilbijartinan hemû kurd dilşa kir



Hilbijartinên parlamentoyê yên çaran li Kurdistana Federe do bêyî teşxele, bêyî bûyereke ne xweş bi serfîrazî derbas bûn. Vê netîceyê hemû kurd dilşa kir.
Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê piştî hilbijartinan ragihand ku rêjeya beşdariya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ji %90 bûye. Û encamên fermî yên hilbijartinan jî ewê roja 26-ê îlonê bên eşkerekirin.
Li gorî anket û netîceyên ne resmî, PDK ji %52.36 Goran ji % 17.73, YNK ji %13.9, Yekgirtû ji % 8.04, Komel ji %5.41 û partiyên din jî ji % 2.55 ray girtine.
Li gorî vê netîceyê PDK bûye partiya yekem, Goran duyem, YNK sêyem, Yekgirtû çarem û Komala jî bûye partiya pêncem.
Ji sedî 52-ê rayên milet girtin bêguman bûyereke mezin e, lê di eynî wextê da jî bar û berpirsiyariyeke pir mezin dixe ser milên PDK-ê. Ev netîce tê wê maneyê ku PDK dikane hukûmetê bi serê xwe av bike. Gelo ewê wiha bike ya na, di rojên pêş da ewê diyar bibe.
Li alî din netîceyên hilbijartina bi îhtîmaleke mezin di nava YNK-ê da jî ewê bibe sebebê peydabûna hin gelşan. Ji ber ku YNK-ê pir ray wendakirine.
Hêviya min ew e ku bepirsiyarên PDK-ê bi mesûliyet hereket bikin û ji bo miletê kurd û berjewendiyên netewî çi baş be wiya bikin.
Derbasbûna hilbijartinan bi rengekî bê teşxele ji bo gelê kurd serkeftineke mezin e. Ez vê serkeftina gelê xwe yê başûr ji dil pîroz dikim û ji hemû partiyan ra serkeftinê dixwazim.

XXX
Li Stenbolê li herêma Bagcilarê li şantîyeya ku lê dixebitin ji ber ku di telefonê da bi kurdî peyivîne tirkan çend karkirên kurd gulebaran kirine.
Ji ber ku bi kurdî peyivîne tirkan heta nuha bi hezaran êrîşên wiha birine ser kurdan, bi dehan kurd hatine kûştin û bi sedan jî birîçndar bûne.
Zimanê ku dewlet yasax bike, tirk jî ewê nehêlin kurd di telefonê da jî pê bipeyivin. Yasaxa dewletê çeka lêdan û kuştina kurda ye.

XXX
Parlamenterê AKP-ê yê Diyarbekrê Galîp Ensarîoglu di programeke telewîzyonê da gotiye, ”Di pakêta demokratîkbûnê da perwerdeya zimanê dayikê tuneye, li ser vê meselê di nava partiya me da dubendî heye.”
Camêr yasaxkirina zimanê xwe wek cudahiyeke fikrî ya basît dibîne, bi wê sivikiyê qal dike.
Hukûmetê ne tiştekî hindik, zimanê wî, zimanê miletê wî yasax kiriye, lê ew hîn jî li pey xwediyên van yasaxan dimeşe, hîn jî dev ji wan bernade.
Xelk hebûna meriv qebûl neke, zimanê meriv li meriv yasax bike, lê meriv dîsa jî dev ji zilamtiya wan bernede, ez dibêjim belkî ev bêxîretî tenê mexsûsî kurdên bakur e…
Yaho hûn nikanin mafên xwe jê bistînin qenekê nebin hevalê wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE