29 september 2013

Li ser konferansa Îsmaîl Beşîkçî

Do bi şev min soz dabû we ku ezê îro piçekî qala konferansa Îsmaîl Beşîkçî xoce bikim. Ez nuha vê soza xwe tînim cî.
Bêyî çend serokên kurdan, ez bawer nakim tu mirovekî din li dinyayê bi qasî Îsmaîl Beşîkçî ji alî kurdan ve were hezkirin. Kurd, wek milet ji Îsmaîl Beşîkçî xoce pir hez dikin û wî didin ser serê xwe.
Di civîna do da jî kurdan ev wefadarî û qedirşînasiya xwe ya li hemberî Beşîkçî bi zêdayî nîşan dan. Salona nêzî 400 kesî tije bûbû û gelek kes jî li ser piyan bûn. Vê jî têrê nekir, saloneke din jî vekirin û gelek kesî jî bi riya vîdeoyê lê guhdarî kirin. Li gorî texmînan bi kêmanî li dora 600 kesî di herdu salonan da hebûn.
Yanî di warê qedir û hurmetê û beşdariyê da kurdan tu qusûr nekirin.
Ez bawer nakim kurd hewqas qedir û qîmetê bidin yên xwe. Di nava kurdan da jî gelek kesên wek Beşîkçî xoce ji bo kurd û Kurdistanê micadele dane hene û ji wî bêtir jî hefs razane, lê dîsa jî kes navê wan jî nizane. Ji ber ku ”gîhaya hewşê tim tahl e”!
Do seyda M. Emîn Bozarslan jî li wir bû, min bala xwe dayê tew kes wî nabîne, her kes li dora Beşîkçî wek perwaneyê doş dibûn, lê kesî mezinekî wek Bozarslan nedidît. Ew M. Emîn Bozarslanê ku wî û hemû malbata wî xwe fedayî kurd û Kurdistanê kirine, li kêleka Beşîkçî xoce nedihat dîtin, çavên kurdan ew kurdperwerê mezin nedidît. Ji bo ku bi Beşîkçî xoce ra rismekî bikşînin herkes diket dorê, ev yek bi min pir zor hat, lê loma jî min û Serdar Roşan çû bi seyda Bozarslan ra rismek kişand
Dema ez viya dibêjim ne ku ez li dijî qedirgirtina Îsmaîl Beşîkçî xoce me, na, Beşîkçî hêjayî her tiştî ye, ez qala psîkolojiya kurdan dikim.
Beşîkçî di konferansê da çi got?
Meriv bi kurtî dikane bibêje ku Beşîkçî di konferansa xwe da heta nuha çi gotiye dîsa eynî tişt, eynî gazin û rexneyên xwe yên li kurdan dubare kirin.
Beşîkçî got, li ba kurdan şiûrê dîrokê û hestên netewî kêm e, loma jî kurd xwe nas nakin, dîroka xwe nizanin, nizanin çawa û çima bindest bûne?
Çima Kurdistan bûye çar perçe, çima Kurdistana Sûriyê, Tirkiyê, Îranê û Îraqê heye û ya wan tuneye?
Çima li dinyayê bi qasî Andora ya ku 50(78.360) hezar nufûsa wê heye giraniya wan tune û wek wê ne xwedî statu ne?
Çima 57 dewletên Îslamî hene û çima dewleteke kurd tuneye?
Û gelek pirsên wiha, pirsên ku dibê her kurd ji xwe bike, ji kurdan kir û fikrên xwe li ser vê yekê got.
Yanî bindestî û perçebûna kurdan li gel faktorên der, bi hin zaafên kurdan ve girê da.
Beşîkçî xoce di axafitina xwe da got, şêx, mîr û axayên kurdan ”tetîkçiyên” yanî qatil û mêrkujên Ittihat û Terakkiyê û dû ra jî yên kemalîstan bûn, ermenî bi destê osmaniyan û kurdan hatin qirkirin û şêx û axayên kurdan jî wek sermiyandarên tirkan, bi mal û milkê ermeniyan dewlemend bûne.
Beşîkçî, ji tirkan wek nimûne jî malbata Koç û Sabancî nîşan da, got koka dewlemendiya van malbatan mal û milkên rûm û ermeniyan e.
Herçî mesele tirkan û talana mal û milkên rûm û ermeniyan e êdî bi îspat û belgen e, di vî warî da gelek lêkolîn hene.
Ji pereyên Banka Zîraetê bigre, heta bi Meclîsa Tirkiyê û gelek qesir, qonax û fabrîqe ku berê li Stenbolê, Îzmîrê, Edenê û gelek bajarên din yên rûm û ermeniyan bûn ya dewletê dest da ser ya jî bi pereyekî pir hindik, bi zor ji rûm û ermeniyan girtin. Ev yek bi îspat tê zanîn.
Lê ji bo kurdan heta nuha min tu lêkolîneke wiha nedîtiye û Beşîkçî xoce jî tu numûne neda, negot li kîjan bajaran û kîjan malbatên kurd bi malên ermeniyan dewlemend bûne û bûne fabrîkator.
Heger 1,5 milyon însan tên qirkirin û tehcîrkirin helbet ji van însanan hin milk û mal, wek dikan, xanî û zevî dimîne, ev rastiyek e.
Lê îdîeya ku şêx û axayên kurdan bi mal û milkên ermeniyan dewlemend bûne, bingehê serweta malê wan yên ermeniyan e ez dibêjim pir ne rast e.
Yek jê, Kurdistan ne welatê ermeniyan tenê bû û kurd jî li Kurdistanê ne mahcir û karkir û feqîrên ber destên ermeniyan bûn.
Û ermenî jî hemû ne xwedî mal û milkên pir û kurd jî ne parsek bûn, ne cotkarên ermeniyan bûn.
Lê li gelek derên Kurdistanê rewş eksê wê bû, bi hezaran ermenî cotkar û karkirên mîr, beg, şêx û axayên kurdan bûn, li ba wan kar dikirin. Di berhemên Mele Mahmûdê Bazîdî da meriv dikane vê rastiyê bibîne. Ji xwe kesên rût nabin mîr, axa, beg, mîr û şêx.
Ya din, piştî qetlîama ermeniyan dewletê bi sedhezaran mahcir ji Îranê, ji Kafkasan û Balkanan anîn û li Kurdistanê, li bajarên ku ermenî jê derxistibûn bi çîkirin, mal û milkên ermeniyan dan wan. Beşîkçî vê rastiyê dizane lê belê bi yek gotinê jî qala wê nekir.
Wan, Meletî, Xarpêt, Erzerom, Meraş û Diyarbekir di vî warî da çend nimûne ne.
Beşîkçî xoce qala van mahcirên li van bajaran û li bajêrn hatin bicîkrin nekir, tenê got koka dewlemendiya şêx û axayên kurdan mal û milkên ermeniyan e.
Bi dîtina min alimek gava tiştekî wiha bibêje dibê hin delîl û îspatên wî hebin, kanibe hin numûneyan bide. Lê Beşîkçî xoce di vî warî da tu numûne neda. Û ez viya jî wek kêmasiyekê dibînim.

1 kommentar:

  1. Îsmaîl Xoce di axaftina xwe got, Ittehatçiyan şêx û axayên kurdan wek “tetikçî” bikar anîn, ji wan ra got heger hûn alîkariya me bikin emê mal û milkê ermeniyan bidin we û wan jî ev yek qebûl kir û li ser hebûna ermeniyan rûniştin.
    Min ev analîza xoce hinekî rast nadît. Bi baweriya min esasê meselê ne ev e.
    Dijayetiya nabêna ermen û kurdan ne mesela mal û milk e, mesela axê ye, mesela Kurdistanê ye. Ji ber ku ermeniyan dixwestin Kurdistanê ji destê kurdan derxin û bikin Emenîstana mezin, loma ew û kurd hatin hemberî hev. Û Osmaniyan jî ev dijayetî baş bikar anîn, gotin heger em alî hev nekin ewê Kurdistan ji destê we here, bibe Eremenîstan. Lê ev ne derew e, rast e.
    Bi tesîra vê propgandeya îttîhatçiyan hin kurd bûn hevalbendêbên dewletê. Yanî şer ne li ser gundekî ya jî xanî û dikanekê ye, sêx, mîr û axayên kurdan ne feqîr bûn, ne muhtacê erd û dikanên ermeniyan bûn, ji wan pir dewlementir bûn.
    Û ya din kesên bûne şirîkê qetlîmamê jî ne şert e ku sêx û axa bin, tu sebeb tuneye ku feqîr û fiqare û çeqel û çeuqûl jî tevê nebin. Heta dewletê bêtir jî kesên wiha bikar anîne. Di vî warî da dibê lêkolînên cidî werin kirin.
    Netîce kurd wê demê ne dewlet in, artêşa wan tuneye. Dewletê biryara qetlîamê daye û bi hêza xwe jî pêk aniye. Lê dema hewce dîtiye hin kurd jî bikar anîne, kirine şirîkên sûcê xwe. Û nuha jî bikar tîne û him jî li hemberî kurdan.
    Lê mesele pir cidî ye, dibê dîroknasên kurd bi xwe dest bavêjin vê meselê û rol û para kurdan ya di qetlîamê da bi belge û delîl zelal bikin. Yê me tenê galgal û sohbet e.
    Wek min got, helbet destê hin kurdan(ne şert e ku axa û mîr bin)di qetla ermeniyan da heye û ev rastiyeke bêminaqeşe ye. Lê yên ev qetlîam kirine ne kurd in, dewlet e, dewletê ew qetlîam û tehcîr kiriye. Û kurd jî bi mal û milkên wan dewlemend nebûne. Ma kîjan fabrîqe ji ermeniyan ji axa mîr û begên kurdan ra maye?
    Û berî qirra ermeniyan axa, beg, mîr û şêxên kurdan ne rût û birçî bûn, xwedî qesir û qonax bûn, hemû Riha milkê Îbrahîm Paşa bû.
    Ya din, rexnekirina dîtineke Beşîkçî nayê maneya meriv keda wî ya di ber kurdan da ji bîr dike, tu kurdê xwedî ûjdan nikane bêwefayiyeke wiha bike.

    SvaraRadera

PARVE BIKE