16 september 2013

Erdogan kurdan bi tehcîrê û qetlîamê tehdîd dike



Erdogan, çend roj berê li Semsûrê li hemberî daxwazên kurdan yên perwerdeya kurdî û mafên xweîdarekirinê xwe gelkî aciz kir û wek Mahmût Esat Bozkurt, Nîhal Atsiz û Îsmet Înunu yê nîjadperest û faşîst ji kurdan ra got, ya hûnê bibin tirk ya jî dibê hûn ji vir bar bikin û herin dereke din.
Di salên 1930-î da faşîstên wek Mahmût Esat Bozkurt, Nîhal Atsiz û Îsmet Înunu jî wek Erdogan ji kurdan ra digotin, ya hûnê bibin tirk, ya ji vir bar bikin û ya jî tiştê me anî serê ermeniyan û miletên din, emê bînin serê we kurdan jî.

Nîhal Atsiz ji bo kurdan çi gotibû ez dixwazim berê bi kurtî gotnên wî pêşkêşî we bikim. Ji ber ku gelek xortên nuh van nîjadperestên mahcir û neyarên qewmê kurd nas nakin…..
Nihal Atsiz(1905-1975)
”Me li van erdên han xwîna herikand û girt, me koka gurcuyan, ermeniyan, rûman qeland û girt. Loma jî berî ku serê miletê tirk têxin belayê(ji kurdan ra dibêje) û berî ku ew jî tune bibin dibê bidin rê û ji vir herin. Ewê herin ku? Çavê wan ku derê dibîne, dilê wan ku derê dixwaze bira herin wir. Bira herin Îranê, Pakîstanê, Hindistanê, bira herin ba Barzanî. Bira herin miracaetî Neteweyên Yekbûyî(NY)bikin û li Afrîkayê ciyekî bixwazin. Nîjada tirk zêde bi sebir e, lê belê gava hêrs bibe wek şêran kes nikane li hember bisekine, heger bawer nakin bira ji birayên(hemnîjadên) xwe yên ermenî bipirsin û fêr bibin, belkî bi vî hawî aqilê wan were serê wan...”

Esat Mahmut Bozkurt(1892-1943)
“Efendiyê wî welatî tirk in. Kesên xalis muxlis ne ji nîjada tirk bin li vî welatî tenê mafekî wan heye: ew jî xizmetkarî û koletî ye. Dost û dijmin, heta çiya jî dibê vê rastiyê wiha bizanin.”
Serokê CHP-ê yê kevn Îsmet Înonu jî ji Mahmût Esat Bozkurt û Nîhal Atsiz ne Kêmtir e, li ser kurdan wî jî wiha gotiye:

”Eşkere ye, em nasyonalîst in. Û nasyonalîzim jî unsûrê yekîtiya me ya herî girîng e. Di nava piraniya tirkan da tesîra nufûsa tu nîjadeke(irqekî) din tuneye. Wezîfeya me, di nava wetenê tirk da dibê em hemû kesên ne tirk miheqeq bikin tirk. Nîjadên(irqên) ku mixalefetê li djî tirkan û tirkîtiyê bikin emê bibirin (îmha bikin) û bavêjin. Tiştê em ji kesên dixwazin ji welêt ra xizmetê bikin tirkbûna wan e.”

Ev jî gotinên serokwezîr Erdogan in:

”Kesên ku dewleteke duyemîn dixwazin bira li qusûrê nenêrin, ew ji xwe ra dewletê li ku dibînin, bira kerem bikin herin wira.”
Di nabêna van gotinên Erdogan û yên Atsiz, Baozkurt û Înonu da tu ferq tuneye, Erdogan jî wek wan kurd bi komkujiyê û tehcîrî tehdît dike, dibêje heger hûn doza mafên xwe bikin emê we ji welatê we derxin.
Gotinên Erdogan pir muhîm in, zîhnîyetekê, siyasetekê îfşa dike. Bi van gotinan diyar dibe ku Erdogan jî hîn wek Atsiz, Bozkurt û Înonu difikire, pakêtên çareseriyê û demokartîk hemû vir in, xapandin e.
Kurd xwediyê vî welatî ne, ne koçer û mahcir in, yên rojekê ji vir herin ne kurd in, hêzên zorba û îşxalkar in, Erdogan e.
Gotineke kurdan heye, dibêjin ”hat ji palê bû xwediyê malê”, ya Erdoganê mahcirê Gurcîstanê jî ev mesele ye, mêrik ji derve hatiye welatê me îşxal kiriye, ev ne bes e, di ser da me jî ji welatê me diqewitîne, dibêje ji vir herin, ji xwe ra welatekî din bibînin.
Dil dixwest ku li hemberî van gotinên Erdogan, hemû partî, serok, ronakbîr û siyasetmedarên kurd qiyamet rakirina û derseke baş bidana Erdogan, ji bo ku careke din jahreke wiha belav neke…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE