08 september 2013

Defa olîmpiyatê girre girre


defa olîmpiyatê girre girre
tirk weke dînan xwe li ber hildikutin û dikene birre birre
japon miletekî layiq e, qezenkirina wan dikeve serê min
lê ya tirkan aqil û sewdayê min qet nabirre


XXX
Berpirsiyarê ferhenga Tirşikê Emer Farûk Kaya, ji ber xemsarî û sersariya kurdan ya li hemberî Tirşikê gazin kiriye, gotiye
”Em bibêjin ku we bi navê tirşikê ferhengeke înteraktîv ya xurrî bi kurdî ku her kes kane têda binivîse ava kir û kesî guh nedayê. Hûnê çi bikin?”
Li hember vê pirsa wî min jî got, ” Minê karê xwe dom bikira. Kurd qîmetê nadin tiştê bi kurdî, heger meriv li bende eleqeya kurdan be dibê meriv karekî bi kurmancî neke.
Ev 8 sal in blogeke min ya xurrî bi kurmancî heye. Lê hîn jî rojê 100 xwendevanên min tunene.
Rojê yek kes jî nivîsên min şirove nake. Ji 40 milyon kurdî kurdek jî nivîsa min şirove nake…
Lê heger bi tirkî bûya ewê şirove bikirana.
Hela tu jî wek min 7-8 salan sebir bike dû ra…”

XXX
Seddam bi rehetî mafê kurdan neda, piştî şerekî malwêran û têkçûna Îraqê kurd gihîştin qismekî mafên xwe.
Li Sûriyê jî eynî tişt dubare dibe. Esed jî wek Seddam bi rehetî mafê kurdan neda. Diyar e li Sûriyê jî kurd ewê piştî şerekî malwêran bighîjin azadiya xwe.
Heger Erdogan jî wek Seddam û Esed di siyaseta înkar û îmhayê da israr bike, pir ne dûr e ku eynî aqûbet bibe ya Erdogan jî. Yanî tiştê hat serê Îraqê û Sûriyê were serê Tirkiyê jî.
Hegr siyasetedarên tirk biaqil bin ewê ji tryajediyên Îraqê û Sûriyê dersê bigrin.
Lê ka ew aqil?


XXX
Di dîrokê da hin miltên ne layiq jî bûne xwedî dewlet. Bi hin miletan ra "quzê gur" heye!
Li vê cîhanê kurd ji miletên herî bêşans e, kabê me tu carî mîr nehatiye...

XXX
Hin kes hene dişibin zebeşan, meriv bi nêta “ewê werin xwarin” perê xwe tê dide, lê kurmî derdikevin.
Netîce, wek zebeşê kurmî meriv davêje ser sergo…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE