04 september 2013

Aqilê xelkê ji kîsê xelkê ye


Bala min lê ye gelek kurd bi beyana serokê filistîniyan Mahmûd Abbas, ”Heger li Sûriyê rejima Esed bikeve ewê bibe sebebê nebaşiya avabûna dewletek kurd” matmayî mane û dibêjin, Mahmûd Abbas çawa dikane li dijî kurdan tiştekî wiha bibêje?
Ji ber ku kurdan di warê siyasî û leşkerî da her tim sempatî nîşan filistîniyan dane û piştgirî dane tevgera filistîn, loma dibê Abbas hewqasî ne li dijî kurdan bûya…
Kurdên wiha difikirin û li hemberî gotinên Abbas matmayî dimînin ji siyasetê tiştek fêm nekirine. Bi dîtina min Mahmûd Abbas li gorî menfeeta xwe û ya ereban tiştê herî rast dike. Ew wek erebekî naxwaze welatekî ereban perçe bibe. Ew wek siyasetmedarekî ereb li menfeeta ereban difikire. Mesele hewqasî basît e.
Lê kurdên me yên ne ji xwe ra, kurdên ku aqilê wan ne ji kîsê wan e viya fêm nakin. Ji ber ku ew tu carî wek mirovên millî nafikirin, ew menfaetên xelkê tim di ser yên xwe ra digrin. Loma jî ew li hember gotinên Abbas matmayî dimînin.
Lê ez bi xwe li hemberî gotinên Abbas qet matmayî namînim.
Ez tenê pê diqeherim bê çima em kurd, kurdên dîndar, kurdên çep û hemû siyasetmedarên me jî wek Mahmêd Abbas nafikirin, çima ew jî hewqasî xêra hev naxwazin?
Îdeoliojî tu carî xelkê ji parastina menfaetên netewî dûr naxe, nabe sebebê ku ew menfaetên xelkê di ser yên xwe ra bigrin.
Ma qet çep, rast, lîberal ya jî dîndarekî tirk dixwaze dewleta wan perçe bibe û kurd bibin xwedî dewlet?
Bêguman naxwaze, îdeolojiya wî çi be jî li menfeeta dewlet û miletê xwe difikire.
Korfahmiya siyasî tenê li ba me kurdan heye, tenê kurd di şîna xwe da jî ji bo miriyên xelkê digrîn
Û ji xwe ji ber vê yekê ye ku heta nuha em nebûne xwedî dewlet. Di nava me da kî xurt bibe kurd jê didexisin û dixwazin qels bikin, heta ji ortê rakin.
Di eşîrtiyê da jî wiha ye, kîjan axa, beg û mîr xurt bûye, axa, beg û mîrên din jê dexisîne û hewil dane ku ji ber xwe da bixînin.
Me ev kultura eşîrtiyê adebteyî siyasetê kiriye. Kes naxwaze serokek û hêzek xurttir bibe.
Lê xelk ne wiha ye. Aqilê xelkê ji kîsê xelkê ye, loma jî xelk li berjewendiyên xwe difikire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE