01 augusti 2013

Li Tirkiyê êdî kes naxwaze bibe zabit



Li ser pirsa cîgirê serokê CHP-ê Umut Oran, wezîrê parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz gotiye, di nabêna mehên çilya paşîn(meha ocakê, meha 1-ê)û sibatê da 110 pîlot ji artêşa tirk hêzên ezmanî îstîfa kirine.
Ev, reqemeke pir mezin e. Heger di nava du mehan da 110 kesî(pîlotî) îstîfa kiribe ya jî ji bo îstîfayê miracaet kiribe, gelo di salekê da ev hejmar derdikeve çendan?
Îstîfa dikin ji ber ku êdî debdebe, heybet û otorîteya wan ya berê nemaye.
Berê çawîşekî bi du pirpiran jî ji xwe ji wezîrekî mezintir û hukumdartir didît.
Dewlet ya leşkeran tenê bû, çi bixwestana ew dikirin. Gava dilê wan bixwesta kurd didan girtin, dikuştin, didan kuştin, hukûmet dixistin û serokwezîr bi darda dikirin.
Ji ber ku îro êdî nikanin vê çavsoriyû û qebedayîtiyê bikin, loma jî leşkerî û rutbe êdî ji wan ra cazîp nayê.
Çimkî unîforma û rutbe êdî tirs û xofê naxin dilê însanan siyasetmedar wek berê êdî ji wan nabizin, naqutifin...
Loma jî îstîfa dikin. Bira îstîfa bikin, dibê kesên bi rastî dixwazin leşkeriyê bikin, bibin leşker.

XXX
Li ser bextê malpera Avestakurdê be, gotiye li gorî lêkolîneke ku li Hollandayê hatiye kirin, peyayên(mêrên) ku rojê 5 qedeh çay vexwin, pençeşêra prostatê li ba wan kêm dibe.
Li gorî xeberê, li Hollandayê li zanîngeha Maastrichkê ekîba Geybels Milan lêkolînek çêkiriye. 58.279 peya beşdarî vê lêkolînê bûne. Ji wan, bi 3.362 kesan ra pençeşêra prostatê hatiye dîtin.
Xwedêgiravî peyayên ku rojê bi kêmanî 5 qedeh çay vexwarine, rîska pençeşêrê li ba wan kêm bûye.
Ê heger ev rast be, dibê li Kurdistanê tu peya bi pençeşêra prostatê nekeve. Ji ber ku her peyê kurd rojê ne 5 qedeh, belkî 20-30 qedeh çay vedixwe. Tew peyayèn wanî belkî rojê 50 qedehan jî vedixwin.
Hêvî dikim para rastiyê di xeberê da hebe û kurd bi perakî erzan, bi saya vexwarina kurdan ya netewî ji vê nexweşiya pîs xelas bibin.
Ji îro û pê da ezê bêtir zorê bidim vexwarina çayê, êdî li mal ewê çaydankê me wer li ser êgir be…

XXX
Tirkiye bi xwe newêre here ser kurdên rojava, ji delî wê va “cewrikên” xwe dişîne şer.
Tirkye çi dek û dolaban bigerînin jî, kurd ewê ji welatê xwe van sînorên sunî rakin.

XXX
Dijminên me berê dixwestin bi riya tirsandinê me ji riya me ya azadiyê vegerînin.
Nuha gava dibînin tirs êdî pere nake, îcar dest bi manawrayên xapandinê kirine.
Lê weleh kurd êdî ne ji “tirsê” ditirsin û ne jî tên xapandin.


XXX
Hêzên YPG-ê tankek û 10 wesayitên ku di şerê deh rojan da li Girê Sipî ji çeteyên El Nusra girtibûn îro anîne Kobanê.
Xelk daket kolanên bajêr û serkeftina zarokên xwe pîroz kir.
Ji bo şerên hîn mezin ji kurdan ra tank û top jî lazim in. Loma jî dibê ji nuha da fêrî bikaranîna wan bibin.
Ji bo vê liberxwedana mezin ez hemû canfîdayên miletê kurd pîroz dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE