15 augusti 2013

Îro hemşeriyekî min mîvanê min bû

Îro mîvanekî min ê pir ezîz hebû; hemşeriyê min ê Sûrûcî, Zekîyê Pîrsûsî, bi gul û diyariyên xwe yên giranbuha hat mîvandariya me. Ji zûda bû soz dabû ku ewê rojekê bibe mîvanê me. Axirê bi derengî be jî  îro bû qismet. Hemşeriyê min, bi vê serdana xwe ez gelkî kêfxweş û dilşa kirim. Me hinekî hevûdu nas kir. Bîna deşta Surûcê li hewşa me belav kir.
Zekî ne tenê hemşeriyê min derket, ew her wisa kurxalê Omer Farûk Baran jî derket. Vê mervantiya wî ya bi kurdperwerên wek Emer û Îbrahîm Xelîl Baran ra ez bêtir kêfxweş kirim.
Surûc, ji berê û ber da kela mêran û kurdayetiyê ye, çavkaniya dengbêjan e. Wek Serhedê, li herêma Rihayê Surûc jî bajarekî kurdperweran û hunermanda ye.
Surûcî, bi cil û bergên xwe, bi kofiyên xwe, bi devoka xwe ya berferatî herêmeke Kurdistanê ya pir taybet û pir xweş e.
Gelek taybetmendiyên mexsûsî vê herêmê hene. Surûc û Kobana Binxetê wek du felqên sêvekê ne.
Surûc, di nava bax û bexçeyên Kurdistana rengîn da guleke pir taybet û pir bi bîn e. Min ji bîna vê gulê tim hez kiriye, li ber stranên dengbêjên surûciyan hestên kurdayetiyê di kûrahiya dilê min da xurttir bûye û rabûye pêdarê…
Dewlet,  ji bo ku vê herêma Kurdistanê(Rihayê)jî wek Sêwasê, Meletyê, Xarpêtê û Semsûrê asîmîle bike siyaseteke pir sinsî û pir aktîf dimeşîne. Lê hîn bi ser neketiye. Loma jî barekî pir giran dikeve ser milên kurdperwer û welatparêzên vê herêmê.
Bi hêviya ku ji Surûcê bi hezaran kurdperwerên wek Zekî derkevin…

XXX
Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya bi Mîthat Sancar ra dibêje, her kes jê dipirse, gelo ew Kurdistaneka mezin dixwazin? Ew jî tim dibêje, ”Erê, lê belê ew viya di çarçoveya konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata Navîn da difikirin.”
Weleh kî Kurdistana serbixwe û mezin di çarçoveya çi da difikire û dixwaze ew tiştekî cihê ye, lê ji her siyasetmedarê kurd dema hat pirsîn dibê ew bibêje,” erê, ez dixwazim”, vê daxwaza xwe veneşêre…
Kurdê ku Kurdistaneke serbixwe û mezin nexwaze, welatekî wiha xeyal neke ew ne tu siyasetmedar e, dibê meriv wek siyasetmedarekî netemam lê binêre…



XXX
Belê, ev rêwîtî jî qediya. Em bîstek berê, bi halekî pir westiyayî gihîştin malika xwe. Rêwîtiya me ya Almanya baş derbas bû, me hin dost û heval dîtin. Rojên bi jimar zû diqedin. Her tişt dîsa vegeriya wezna xwe ya berê.
Ev hefteyeke haya min ji bûyer û pêşketinên welêt tuneye, nuha ezê hinekî bala xwe bidim malperên kurdî.
De hela ka em binêrin ewê çawa be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE