28 augusti 2013

Hemû diz tirsonek in


Hemû diz tirsonek in
hemû tirsonek zalim in
hemû zalim bêbext in
ji ber ku hûn tirsonek, zalim û diz in
hûn ji navê Kurdistanê dibizin
her însanek xwedî navekî ye
her miletek xwedî welatekî ye
navê min kurd
navê welatê min Kurdistan e
hûn bitirsin jî, bibizin jî
hûn mecbûr in ji welatê kurdan ra bibêjin: Kurdistan.

Zinarê Xamo
2013-08-28

XXX
Min nuha xebereke pir xweş xwend, serokê belediya Amedê yê berê, mêrxasê zindana Amedê, lehengê dadgehên dewleta tirk û surgûnê romê Mehdî Zana vegeriyaye bajarê xwe yê qedîm. Bi vê xeberê ez pir kêfxweş bûm.
Roja îniyê em li ba hev bûn, lê ji min ra qet qala vegera xwe nekir. Wek her tim dîsa bela xwe di min da û henekên xwe yên hertim domand, lê negot ew rêwiyê Amedê ye.
Diyar e dixwest surprîzekê ji hemû dost û hevalên xwe ra bike.
Belkî wiha baştir bû. Ne hewceyî dwef û zurneyê bû…
Zûda bû agirê Amedê di kûrahiya dilê wî da pêl dida. Ez bawer dikim nuha ewê hinekî zelûl bibe, xwelî bigre…
Yê nekişandibe nizane, min ew hesret 30 salî kişand; min 30 salî agirê bêrîkirinê di bedena xwe da kedî kir. Hesreta welêt meriv wek mûmê dihelîne…
Reîsê bajarê derd û kulan, li wan kuçe û kolanên xwe yên xortaniyê bigere û hemû hesretên bêrîkirinê ji dilê xwe derxe…
Ne te tenê, Amedê jî bêriya te kiriye...

XXX
Li ser evîna rastîn ya platonîk gotineke rûsan ya meşhûr heye, dibêjin:
-Evîna rastîn dişibe çemberekê û çember jî tu carî dawiya wê tuneye.
Gelî evîndaran, ma hûn çi dibêjin, gelo rast e?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE