17 augusti 2013

Gotinên zêde êdî ne hewce ye


Em kurd her roj qala eynî tiştan dikin, dibêjin em miletekî bindest in, zulm li me dibe, heqê me tê xwarin, dewlet zulmê û çavsoriyê li me dike. Serokwezîr bi gotin û beyanên xwe gav û saetê me rencîde dike, qurretiyê û demagojiyê dike û bi hin soz û pakêtên derewîn serî li me digerîne, me dixapîne.
Carnan meriv ji dubarekirina van gotinan aciz dibe, dixwaze hew binivîse. Ji ber ku van em hemû kurd bi van rastiyan dizanin û her tim jî dubare dikin.
Yanî piştî nuxteyekê meriv aciz dibe…
Serokwezîr Erdogan, di vegera xwe ya Turkmenîstanê da di balafirê da bi rojnamevanan ra sohbet kriye û bersîva hin pirsên wan daye. Erdogan, wek her tim mêrik dîsa pozbilindî û qurretiyên pir mezin kiriye. Li ser ”pakêta demokratîkbûnê”, perwerdeya bi zimanê kurdî, efûyeke giştî û Kongreya Kurd ya Netewî rawestiyaye û dîtinên xwe yên berêm yên înkarê û heqaretwarî dubare kiriye.
Erdogan, li ser pirsa rojnamevan ”gelo ewê rê li ber perwerdeya zimanê kurdî bebe?”, gotiye:
”Na, em rê li ber perwerdeya kurdî venakin. Em destûrê nadin di mektebên taybet(prîvat)da jî rê li ber perwerdeya kurdî vebe. Ev mijar ji bo me ne tiştekî ku em li ser rawestin. Carnan tiştên wiha tên nivîsîn ez matmayî dimîmim. Em li ser tiştên ku welatê me nerehet bikin nasekin. Teşbîhên tên kirin jî ne rast in. Çi, ewê çi bi xwe ra bîne û bibe kes nafikire. Emê wek AKP li ser meseleyên ku welatê me perçe bike gavê navêjin. Wext di gelek meseleyan da pir muhîm e. Heger hûn wextê baş eyar nakin, hûnê zirareke pir mezin bidin vî welatê me yê xweş. Me ji xwe di dibistanan da îmkan daye fêrbûna zimanê dayikê. Lê belê heger hûn rê li ber perwerdeya zimanê dayikê vekin hûnê zirarê bidin zimanê resmî.”
Ji van gotinan vekirîtir nabe, mêrik weke her tim dibêje, careke din jî pir eşkere dibêje, ne resmî û ne jî prîvat, ew destûrê nadin perwerdeya kurdî.
Ji ber ku perwerdeya kurdî ewê kurdan ji tahlûkeya asîmîlasyonê û mirinê xelasbike.
Erdogan viya baş dizane, loma jî du tiştan, perwerdeya kurdî û navê Kurdisanê qebûl nake. Çimkî ev her du tişt jî hebûna miletê kurd mayinde dike. Kurdên bêziman mahkûmî tirkbûnê ne. Di sedsala 21-ê da miletek ancax dikane bi perwerdeya zimanê xwe hebûna xwe bidomîne, dema zorok di dibistanan da bi zimanê xwe nexwînin pêşeroja wî miletî tuneye, ew milet mahkûmî mirinê ye. Û hedefa Erdogan jî ev e.
Loma jî di pakêta ”demokratîkbûnê” da tu ”surprîz” û tiştekî nuh tuneye.
Tiştê xuyaye ev hukûmet ewê tu gavên hebûna kurdan tescîl bike navêje. Dibê PKK- û hemû kurd vê rastiyê, vê siyaseta Erdogan baş bibînin.
Erdogan, gotiye ”ef mef” jî tuneye. Gotiye, mafê dewletê tuneye kesên însanan kuştine efû bike.
Yanî li gorî Erdogan, serîhildana kurdan hîn jî meseleyeke ”terorê” û ”qetlê” ye, kurdan însanên bêsûc kuştine, qetil kirine û loma jî dibê cezayên xwe bikşînin.
Erdogan di mijara Kongireya Kurd ya Netewî da jî hikûmeta Kurdistanê tehdît kiriye û li dijî şibandina FKO derketiye, gotiye:
”Şibandina FKO û Kongreya Netewî ya Kurd şaş e. Filistînî welatê wan hatiye xespkirin û ew ji bo rizgariya welatê xwe micadelê didin. Ma gelşeke kurdan ya wiha heye? Heta bigihîje pasaporta filistîniyan jî tuneye. Îsraîl bide derdikevin. Ma li welatê min gelşeke hemwelatiyên min yên kurd ya wiha heye?”
Bi rastî jî zalim bêrû û bêheya ne. Tu dibêjî qey pasaporta kurdan ya netewî heye û kurd ne muhtacî pasaporta Tirkiyê ne. Çawa ku filistînê muhtacî pasaporta Îsraîl in, kurd jî muhtacî pasaporta Tirkiyê ne.
Erdogan filistîniyan wek milet û Filistînê jî wek welatê wan dibîne. Lê mêrik ne kurdan wek miletekî ji tirkan cihê dibîne û ne jî hebûna Kurdistanê qebûl dike. Li gorî wî kurd jî tirk in, ne miletekî ji tirkan cuda ne, welatê wan jî nehatiye îşxalkirin. Loma jî Tirkiyê wek welatê kurdan dibîne.
Welhasil ne hewceya ez demagojiyên Erdogan zêde dirêj bikim, mêrik xwe xurt dibîne û dibêje ez tu mafekî netewî nadim we.
Kurdên başûr dixwazin bi bertîlan Erdogan nerm bikin lê mêrik nerm nabe û dev ji siyaseta xwe ya wendakirina kurdan bernade.
Piştî hewqas rica, tawîz û bertîl, kurdan hîn navê welatê xwe û tîtilên serokên xwe bi Erdogan nedane qebûlkirin. Heta nuha gotina ”Kurdistana Federe” û navê meqamên serokên kurdan ji devê Erdogan derneketiye, mêrik dîsa gotiye ”Îdareya Bakurê Îraqê” û ”kurdên wir, berpirsiyarên wir..”
Îcar merivekî ku hîn tehamulî bilêvkirina navê kurdên başûr neke, ne mimkûn e ku bi rehetî mafekî bide kurdên xwe.
Tiştê ez dibînim, nêt û fikrê Erdogan di heqê hemû kurdan da hîn jî pir xerab e, armanca wî hîn jî tunekirina kurda ye…
Lê ez hêvî dikim ku dev ji vê siyaseta xwe ya nîjadperest neyarane berde…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE