24 augusti 2013

Dewleta şîzofren

Ez bawer nakim li dinyayê welatekî din wek Tirkiyê hewqasî tedaxulî(mudaxeleyî) gelşên welatên din bike.
Li kîjan welatê cîran, Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê problemek derkeve Tirkiye tavilê pozê xwe dixe nav û hema di cî da dest bi ”civînên zîrveyê” dike.
Li Îraqê Tirkiye aliyekî şer e, bi erebên sunnî ra ye û li dijî şîîyan e.
Erdogan û Davutoglu di mesela Misrê da wek serokên Birayên Misliman hereket dikin û ji wan bi herarettir dipeyivin.
Li Sûriyê Tirkiye di nava şer da ye û her roj civînê li ser civînê çê dikin. Erdogan û Ahmetoglu ji Esed û Welîd Mualîm bêtir li ser Sûriyê civînan çê dikin û dipeyivin.
Li Lubnanê li dijî hinekan e û piştgiriya hinekan dikin.
Li Filistînê bi bi îsraîl ra di nava şerekî sar da ne.
Li Lîbyayê hamî û piştevanê muxalifên Qedafî bûn.
Li Tunisê li pişt muxalefetê ne.
Li Somalîyê di nava şer û teşxeleyeke pir mezin da ne û dixwazin ”demokrasiyê”(!) bibin Somalîyê
Bi Êrmenîstanê ra dijmin in, napeyivin.
Bi Rûsyayê ra bi serê zimên dipeyivin.
Bi Îranê ra silavên nadin hev û gorrên hev dilkolin.
Bi Yûnanîstanê ra ji xwe ji berê da dijmin in.
Ne siyasetmedar û hukûmet tenê, milet jî wiha, li ku dera dinyayê tiştek bibe bi milyonan tirk dadikevin kolan û dikin qîjewîj.
Welhasil meriv dikane van nimûneyan gelkî dirêjtir jî bike, lê ne hewce ye. Axirê li ku dera dinyayê problemek hebe, lê bi taybetî jî gava têkiliya wê bi kurdan ra hebe, Tirkiye miheqeq bi rengekî pir aktîf di anv da ye û xwe sergovend e. Û Erdogan û Davutoglu û Gul dest bi ”cînên zîrveyê” dikin, geh li Qesra Çankayayê û geh jî li Serokwezaretiyê hetanî sibehan plan û programan çêdikin.
Erdogan û Davutoglu li ser Misrê û Sûriyê bi şev û roj nig di bin xwe ve nakin, civînê li ser civînê çê dikin. Rojê bazdidin welatekî, saetê carê telefonî hinekan dikin.
Bi telefonan guhê xelkê kerr kirine, geh telefonî serokê Neteweyên Yekbîyî dikin, ge Obama, geh Endonezyayê, geh Yekîtiya Îslamê.
Muxalefên Îraqê, Sûriyê, Misrê li Tirkiyê tim mîvanên Erdogan û Davutoglu ne.
Ecêb e, tu dibêjî qey murî(gêre) ketine tabûta wan, tebatî nayê wan, gav û saetê ”online” in,
Dema meriv li telewîzyonên tirk dinêre û xeberên li ser civîn û beyanên Erdogan û Davutoglu dibihîze, aqilê meriv disekine. Erdogan û Davutoglu li ser Sûriyê û Misrê ji siyasetmedarên van welatan bêtir dipeyivin, bêtir beyanan didin.
Li herêmê tenê qîjewîje wan tê, bêyî wan dewleteke din bi vî rengî nake qerepere.
Lê merivê zêde bipeyive û bi qîjewîja xwe xelkê ji guhan bike kes neg uh didê û ne jî qîmetê.
Erdogan û Davutoglu ketine rewşa qereçiyên ji xwe ra lêdixin û ji xwe ra dilizîn, êdî tu welatek guh nade qaje qaje wan…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE