06 augusti 2013

Çepên tirk di nava kurdan da tim rola Beko Ewan lîstine


Cahît Mervan, wek her tim îcar jî nivîseke xweş nivîsîye. Nivîsa wî wa îcar li ser çepekî kemalîstê tirk yê bi navê Engîn Erkîner e, nivîsek pir baş e. Cahît mervan, rexneyeke baş li fîtne, fêsadî û pozbilindiya Erkîner ya li hemberî kurdan girtiye, ruyê wî yê kemalîst û nîjadperest baş eşkere kiriye.
Erkîner yek ji berdilkê medya PKK-ê bû û belkî hîn jî wisa ye, ez nizanim.
Mervan, di dinivîsa xwe da ji dîtên Erkînerê yên şoven gazinan dike û dibêje, “Ya rast ev gotinên hanê nikane yên çepekî bin. Ev zimanekî nas yê kesê kolonyalist e.”
Bi baweriya min Mervan şaş e, di zimanê Erkîner da tu şaşî tuneye. Zimanê çepê heqîqî wiha ye, yanî kesê ku bi rastî çep tam wiha dipeyive.
Yanî problem ne di zimên da, di îdeolojiyê da ye, çepên tirk(îstîsna dikane hebin) nîjadprest in û loma jî neyarên azadbûna miletê kurd in. Çawa ku bi gulekê buhar nayê, bi du sê kesên paqij jî çepên tirk paqij nabin. Heta nuha bi sedan kesên wek Erkîner piştî ku ji ser sifra kuran rabûne, kêr dane sifrê û çûne. Ji Yalçin Kuçik bigre heta bi Dogu Perînçek, bi sedan numûneyên xerab hene.
Heger di nava çepên tirk da yekî ne kemalîst, ne nîjadperest û neyarê kurdan hebe, ew kes ne çep e, wî xwe ji dîtina çepîtiya tirk xelas kiriye, merivekî liberal û demokrat e.
Kêr di bêrîka hemû dostên PKK-ê yên çep da heye, roja ku PKK bilukume û bikeve erdê, berî her kesî, ewê kêrê bidin hustuyê PKK-ê…
Hevaltiya bi kesên wek Erkîner ra di ware îdeolojîk û siyasî da zirareke mezin dide PKK-ê û tevgera kurd ya netewî, ew di nava kurdan da rola Beko Ewan dilîzin.

XXX
Di doza Ergenekonê da Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê îro li Sîlîvrîyê li bersûcan ceza barand û bi vê biraya xwe him Tirkiye û him jî dinya matmayî hîşt.
Serfermandarê berê Îlker başbug , gelek general, prfesor û Dogu Perînçek jî di nav da, 23 kesan cezayê muebetê girtin.
Di rojên pêşda Tirkiye ewê biheje, îktîdar û merivên Ergenekonê, MHP û CHP ewê bi hev kevin û pir ne dûr e ku hin bûyerên mezin jî biqewimin.
Lê ji bo careke din kes newêribe teşebusî darbeyên leşkerî bike û serokwezîran îdam bike, dibê sûcdar werin cezakirin. Loma jî biryara dadgehê dîrok û baş e.


XXX
Miletê kurd lawekî xwe yê mezin wenda kir
Me do bi xemgîniyeke pir mezin bihîst ku evîndarê Kurdistanê û peyva bedew, şairê miletê kurd yê bi nav û deng Şêrko Bêkes, li paytexta Swêd li Stockholmê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 73 saliya xwe da jiyana xwe wenda kir.
Şêrko Bêkes evîndarê azadiya gelê kurd û mîrê gotina bedew bû, ew li asîmanên edebiyata kurdî stêrkek geş bû.
Wefata vî şairê mezin ji bo miletê kurd û edebiayta kurdî helbet xisareke mezin e. Ev zêdetitî 50 salîi ye ku Şêrko Bêkes wek pêşmerge û canfîdayekî azadiya welatê xwe tim di refên herî pêşî da geh wek pêşmergeyekî û geh jî wek sairekî netewî ala azadiyê û şîirê tim li bilindahiyan hêl kir.
Wî bi şev û roj ji bo azadbûna Kurdistana ku ew evîndarê wê bû bi şiîrên xwe tim li kurdan dikir qîrîn û hawar û digot kurdino rabin, welatê xwe rizgar bikin; welat li bende rizgarkirina we ye.
Her kurdê ku rojekê li Şêrko Bêkes guhdarî kiribe ya jî şiîreke wî xwendibe miheqeq di dilê wî da evîna kurd û kurdistanê xurttir bûye, bêtir bûye evîndarê Kurdistanê û helbestê.
Şêrko Bêkes, bi qasî ku şairekî pir mezin û bi nav û deng, hewqasî jî xemxurê miletê xwe bû, bi helbestên xwe geh diçû serê çiyan, gazî û hawara pêşmerge û gerîlayên kurd, halan di şervanên kurd hil dida, geh li Amedê, li Qamîşloyê, li Silêmanî û li Mahabadê bi gelê xwe yê qehreman ra stranên azadî û serxwebûnê distira.
Miletê kurd ne şairekî pir mezin, her wisa kurdperwerekî pi hêja jî wenda kir, bira serê miletê kurd sax be.
Şêrko Bêkes, evîndarê Kurdistanê û peyva bedew bi berhem û bi şiîrên xwe ewê tim û tim dilê miletê kurd da bijî.

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Zinarê Xamo
2013-08-05
Stockholm

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE