03 augusti 2013

Bêdengî mirina me ye


Hêza li pişt qetlîama kurdên sivîl yên herêma Tel Aran û Tel Hasil Tirkiye û Artêşa Azad ya Sûrî ye. Tirkiyê ji bo qetlîameke wiha hemû serok û qumandarên ku îro qumandariya vê qetlîamê dikin çend roj berê li Dîlokê civandin.
Bi îhtîmaleke pir mezin biryara vê qetlîamê jî di wê cinîna Artêşa Azad ya Sûrî (AAS)da ku çend roj berê li Dîlokê(Entabê)çêbû hat girtin.
Artêşa Azad ya Sûrî, di 26-ê temûzê da li Dîlokê civînek çêkir, 70 serok û qumandarên AAS-ê beşdarî vê civîna Dîlokê bûn û piştî civînê diyar kirin ku ewê li dijî kurdan dest bi şerekî mezin û berfireh bikin.
Qumandarê Tugaya Nûrettîn Zengî Tewfîq Şehabettîn di beyana xwe ya Ajansa Anadoliyê da gotibû, ”emê ji buhostek erdê Sûriyê jî nebuhrin. Sûriye ewê neyê perçekirin, emê nehêlin kes Sûriyê perçe bike.”
Serokê Konseya Helebê Albay Abdulcabbar el-Akidi jî gotibû, ” Di van rojên dawî da PYD û PKK derketin piyasê, ew jî Şebbîhên rejîmê ne. Înşelah emê wan biqedînin.”
Qumandarê Tugaya Sultan Mehmet Fatîh Mahmûd Suleyman, ku yekî tirkmen e û Tirkiyê ew derxistiye pêş, sînyalên qetlîama îro hîn vekirî dabû, gotibû:
”Li Bakurdê Sûriyê nikanin dewletekê çêkin. Înşelah di hefteyên pêş da hûnê tiştên baş bibihîzin.”
Û ji xwe êrîşên ser kurdên herêma Helebê jî 3-4 rojan piştî vê beyana Mahmûd Suleyman dest pê kir.
Cepheya Îslamî ya Dewleta Îraq/Şamê û El Nusra di nava Artêşa Azad ya Sûrî da ne û di bin per û baskên Tirkiyê da tên parastin. Van hêzên îslamî ji Tirkiyê her babet alîkariya lojîstîk digrin, li Tirkiyê şarge dibin, kom dibin, bîna xwe digrin, tedawî dibin û dû ra jî êrîşê dibin ser kurdan.
Çeteyên xerîb yên lejyoner(eskerên bi peran) jî tên li Tirkiyê tevî van grûbên îslamî dibin û bi wan ra êrîşê dibin ser kurdan. Tirkiye hemû van îşan organîze dike. Û ev yek jî êdî nayê veşartin, her kesvê alîkariya Tirkiyê dibîne.
Hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdên rojava siyaseteke pir sinsî û pir xayinane dimeşîne.
Ji dêlî ku Tirkiye bi artêşa xwe li hembrî kurdan têkeve şer, bi van çete û qatilên lejyoner şer dike û kurdên sivîl dide qetilkirin.
Loma jî berpirsiyarê qetlîama Til Aran û Til Hasil di dereceya yekem da Tirkiye ye û dû ra jî Artêşa Azad ya Sûrî ye.
Tirkiye organîze û plan dike, ji wan dixwaze û Artêşa Azad ya Sûrî jî qetlîamê pêk tîne.
Tişêtên ev 3, 4 roj in Til Aran û Til Hasil dibin ji qetlîama Helebçeyê ne kêmtir e. Erê çekên kîmyayî nehatine bikaranîn, lê wahşeta li hemberî xelkê swîl, jin û zaroka dibe derî îmirovahiyê ye, meriv nikane li vîdeyoyên wahşetê binêre.
Qatil û çeteyên bêûjdan, bêmerhemet bi sedan kesên sivîl, jin û zarokên bêparastin bi hovîtiyeke mezin dikujin. Bi îşkenceyên derî însaniyetê însanan şerjê dikin, daran di wan ve dikin.
Li hemberî hovîtiyê, wahşetê meriv laldimîne, ji însanbûna xwe fedî dike…
Ev hovîtî û barbarî hemû ji bo ku kurd bitirsin û li Sûriyê doza azadiyê û serxwebûnê nekin, ji bo ku kurd li welatê xwe nebin xwedî dewlet û desthilat tê kirin.
Û hêza li pişt vê hovîtiya li hemberî kurdan tê kirin jî rasterast hukûmeta AKP-ê ye, ev sûcên li dijî mirovahiyê di bin însîyatîfa Tirkiyê da tê kirin.
Tikiye jî bi qasî qatil û hovan sûcdar e. Tirkiye destûrê nede, nexwaze çete nikanin qetlîmameke wiha bikin.
Li herêma Helebê û ew derên ku kurd lê dijîn tirkmen jî hene, çima êrîşê nabin ser tirkmenan, çima li hemberî wan qetlîameke wiha nakin?
Heta nuha li yek derê jî kesî êrîş nebiriye ser gundekî tirkmenan, tirkmenek nehatiye kuştin.
Lê her roj êrîşê dibin ser kurdên sivîl, her roj kurdan qetil dikin, gund û bajarên wan didin ber topan.
Ev qetlîam jî nîşan dide ku AKP li rû beyanên xapandinê bede jî, bi Salih Muslim û kurdan ra bipeyive jî vir e, di bin ra siyaseteke tunekirina kurdan dimeşîne, kurdan bi çeteyan dide qetilkirin.
Dibê hemû partiyên kurd, hemû ronakbîr û şexsiyetên kurdan zû xwe bidin ser hev û herin herêmên ser sînor, vê siyaseta hukûmeta AKP-ê rexne bikin.
Kurdên li Ewrûpayê dijîn, rêxistinên kurdan yên li Ewrûpayê dibê li hemberî van qetlîaman bêdeng nemînin, çalakiyan li dar xin, di medya Ewrûpayê da binivîsin, cîhanê ji van hovîtiyan agahdar bikin. Bêdengî mirina me ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE