29 augusti 2013

Dewlet perwerdeya kurdî wek belavbûna Tirkiyê dibîne


Komîsiyona Qanûna Esasî ya Lihevkirinê ya Meclîsa Tirk(TBMM)bi hevkariya nûnerên AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê perwerdeyiya zimanê kurdî red kirine. Yanî di qaûna esasî ya nû da ewê mafê kurdan yê perwerdeya zimê kurdî tunebe.
Nûnerê MHP-ê Faruk Bal, di minaqeşeyan gotiye, ”perwerdeya bi zimanê dayikê ewê daxwazên hukumraniyê (xweîdarekirinê) jî bi xwe rabîne. Çarçoveya zimanê dayikê tê maneya parvekirina hakîmîyetên din jî. Neteweyekî cihê dixuliqîne. Em li dijî vê ne.”
Eynî wisa ye. Dewlet baş dizane ku dema asîmîlekirina bi darê zorê nemîne kurd nahelin û nabin tirk .Û ne kurd tenê, heta hin miletên din jî dikanin bi esil û koka xwe bihesin, hestên netewetiyê di nava wan da jî gur û geş bibe û di dawiyê da ew jî bibêjin ew ne tirk in û doza mafên xwe yên netewî bikin.
Tirk bi vê birîna xwe baş dizanin loma jî naxwazin devê ”Qutiya Pandora” yê vekin.
Bi qebûlkrina mafekî wiha ra miletê tirk dikane nemîne ya jî têkeve hindikayiyê. Ji xwe her kes dizane ku nufûsa tirkan herî zêde ji%20 e. Piştî kurdan nufûsa herî zêde ya mahcirên ji Balkanan û dû ra jî ya mahcirên Kafkasî ne.


XXX
Di malpera Nefelê da nivîskareka pir hêja, bi navê Rindê Çaçan heye. Tiştên pir xweş û pir cidî dinivîse. Ez hemû nivîsên wê bi zewq û kêfxweşiyeke pir mezin dixwînim. Wek hemû nivîsên wê, ev nivîsa wê jî(Hêza axaftinê) pir xweş e, min bi zewqeke mezin xwend.
Piştî xwendina her nivîseke Rindê Çaçan asoya meriv firehtir û meriv fêrî tiştekî nuh dibe.
Rindê Çaçan, di nivîsa xwe da qala hêza axaftinê, hêza gotinê dike, li ser gotinên Martin Luther King “I have a dream”, ”xewneka min heye” û gelek nimûneyên din radiweste.
Nivîseke hêjayî xwendinêye.
Ez ji siyaseta Nefelê hez nakim û loma jî dibêjim xwezî di vê malperê da nenivîsiya. Lê ew li ku binivîse jî nivîsên wê ji qalîte û giranbuhayiyên xwe tiştekî wenda nakin û ezê tim bixwînim.


XXX
Dewlet çi ye?
Dewlet, di devê te da ziman
di bêrîka te da cuzdan e
ji bo zarokên te dibistan
ji bo miletê te şaristan e
Heger tu naxwazî li vê dinyayê
bêziman,
bêcuzdan,
bêdibistan
û bêşaristan bimînî
dibê tu jî wek kurd bibî xwediyê
dewleteke navê wê Kurdistan

28 augusti 2013

Hemû diz tirsonek in


Hemû diz tirsonek in
hemû tirsonek zalim in
hemû zalim bêbext in
ji ber ku hûn tirsonek, zalim û diz in
hûn ji navê Kurdistanê dibizin
her însanek xwedî navekî ye
her miletek xwedî welatekî ye
navê min kurd
navê welatê min Kurdistan e
hûn bitirsin jî, bibizin jî
hûn mecbûr in ji welatê kurdan ra bibêjin: Kurdistan.

Zinarê Xamo
2013-08-28

XXX
Min nuha xebereke pir xweş xwend, serokê belediya Amedê yê berê, mêrxasê zindana Amedê, lehengê dadgehên dewleta tirk û surgûnê romê Mehdî Zana vegeriyaye bajarê xwe yê qedîm. Bi vê xeberê ez pir kêfxweş bûm.
Roja îniyê em li ba hev bûn, lê ji min ra qet qala vegera xwe nekir. Wek her tim dîsa bela xwe di min da û henekên xwe yên hertim domand, lê negot ew rêwiyê Amedê ye.
Diyar e dixwest surprîzekê ji hemû dost û hevalên xwe ra bike.
Belkî wiha baştir bû. Ne hewceyî dwef û zurneyê bû…
Zûda bû agirê Amedê di kûrahiya dilê wî da pêl dida. Ez bawer dikim nuha ewê hinekî zelûl bibe, xwelî bigre…
Yê nekişandibe nizane, min ew hesret 30 salî kişand; min 30 salî agirê bêrîkirinê di bedena xwe da kedî kir. Hesreta welêt meriv wek mûmê dihelîne…
Reîsê bajarê derd û kulan, li wan kuçe û kolanên xwe yên xortaniyê bigere û hemû hesretên bêrîkirinê ji dilê xwe derxe…
Ne te tenê, Amedê jî bêriya te kiriye...

XXX
Li ser evîna rastîn ya platonîk gotineke rûsan ya meşhûr heye, dibêjin:
-Evîna rastîn dişibe çemberekê û çember jî tu carî dawiya wê tuneye.
Gelî evîndaran, ma hûn çi dibêjin, gelo rast e?

Berê em merivên pir nezan û reben bûne



Bîstek berê di kanala TRT6-ê da min hinekî li programa li kurdên Kazakîstanê temaşe kir. Min program di serî da nedît, li 15-20 deqîqeyên dawî temaşe kir.
Di programê da kurdên Kazakîstanê qala surgûniya bav û kalên xwe û zulma Stalîn û Sîstema Sovyetê li wan kiriye dikirin. Li hemberî zulma dîtibûn ne mimkûn bû ku meriv hêsir nebaranda.
Bi sedan kurd bi îthama ajantiya ”Îranê û Tirkiyê” ji malên wan hildane û birine û bi hovîtiyeke mezin kuştine.
Û bi yên mayî ra jî muameleya girtî û êsîran kirine, nehîştine bêyî destûr ji gundekî herin gundekî din.
Nehîştine herin bajêr û ji zarokên xwe ra kincan bikirin. Ji bo ku biçin bajêr dibê ji berpirsiyaran îzin bigirtana û bi bekçiyekî ra biçûyana bajêr û bihatana.
Û me jî li Kurdistana bakur ji bo Stalîn gule berra hev dida, kesêku gotinek tahl ji Stalîn ra bigota me kesên sovyetçî tavilê di nava çavan da lêdixit û bi çavê dijmin lê dinêrê.
Dema meriv li kurdên Kafkasan guhdarî dike û dîroka wan dixweîne, meriv fêm dike ku wê demê em merivin çiqasî cahil û reben bûne. Me ji bo zulimkarê xwe serê hevûdu şikandiye û malik li xwe viritandiye.
Helbet ez vê zulma Stalîn li kurdan kiriye nuh nabihêzim, ji dawiya salên 1980-î û virda ye dizanim. Lê gava meriv ji devê însanan guhdarî dike dîsa jî meriv diheje û ji ber wê nezanî û cahiliya xwe şerm dike…

XXX
Min hejîrên salê nuh xwar...
Îsal ev carî pêşî ye ez hejïra dixwim. Li marketê bîstek berê ji nişka ve bi ber çavê min ketin. Ez bûm wek erebê çaav li penêrê ter keve, min xarî ser kir…
Piraniya wan kerrik bûn, ez ketim nava kaseyan min çar hebên tu dibê gome ji nav niqandin; dudu ji min ra, dudu ji xanimê ra. Min yên xwe nuha xwarin, herdu jî wek gezo bûn. Hejîrê reş bûn, pir xweş bûn. Ez bawer dikim hejîrên herêma Îzmîrê bûn.
Ji zûda ve bû min li bazar û li dikanan çavê xwe li hejîran digerand. Lê yên bên xwrin tunebûn. Ez dînê hejïra me.
Axxx, ka tham û lezeta hejîrên Licê...
Min bêriya wê tahmê kiriye…

27 augusti 2013

Ez dibêjim ev pîşikê dewleta tirk e

Serokê PYDê Salih Muslim ji Ajansı Reutersê ra gotiye, ew bawer nake ku rejîmê çeekên kîmyayî bi kar anîbe. Li gorî Muslim, ”Esed bi qasî ku çekên kîmyayî bikar bîne ne ehmeq e.”
Dîtina min jî ev e. Ji xwe do cara pêşî min di nivîsa xwe da ev yek got, ez bawer naikim rejîmê bi kar anîye. Bi baweriya min muxalefetê ji bo ku dinya mudaxele bike bi kar anî û sedîsed tiliya Tirkiyê jî di vê qetlîamê da heye.
Bikaranîna çekên kîmyayî bi tu hawî ne li kara Esed e, li zirara wî ye û Esed jî hewqasî ne ehmeq e ku vê nizanibe.
Emerîka û Xerb nuha dixwazin têxin hustuyê Esed, ji ber ku wiha tê hesabê wan, ji ber ku dixwazin lêxin. Bira lêxin, ketina wî li kara me kurda ye. Lê ew jî dizanin ku rejîma Esed bikar neaniye.
Min di nivîsa xwe ya do da wiha gotibû:
”Ez bi xwe dibêjim bi îhtîmaleke mezin muxelefetê bikar anî, ji bo ku dinya mudaxele bike. Û tiliya Tirkiyê jî di vê da heye. Ne bi destûr û alîkariya Tikriyê be tiştekî wiha nabe.
Ne nuha, lê di rojên pêş da gava derket kê bikar aniye, bi îhtîmaleke mezin ewê Tirkiye li pişt bûyerê derkeve.”
Netîce, ez dixwazim ji we ra munecîmiyekê bikim. Esed bi hawakî wek Seddam ewê here ”rahmetê.”
Kurd wek li Kurdistana başûr ewê bibin xwedï hukûmet û desthilat.
Dû ra ewê dor were Tirkiyê. Li Tirkiyê jî Erdogan ewê were rê û mafên kurdan yê netewî qebûl bike. Heger bi rehetî qebûl neke, ewê mecbûr bibe.
Di demeke pir ne dirêj da li her çar perçeyên Kurdistanê jî kurd ewê bigihîjin azadiya xwe. Ji ber ku li Rojhilata Navîn piştî ereb, faris û tirkan hêza herî mezin û herî xurt kurd in. Kurd di her warî da xurt û xwedî hêz in.
Û di ser da berê kurdan jî berbî Xerbê va ye, li herêmê kurd miletê herî bêtir demokrasiyê, plûralîzmê û azadiyê dixwaze. Li Rojhilta Navîn tu miletekî din bi qasî kurdan ne terefdarê demokrasiyê ye. Berê kurdan berbî pêşketin û guherandinê ve ye, ne berbî fanatîzmê û konservatîzmê ve ye. Pêşeroj ya miletê kurd e. Tu sebeb tuneye ku kurd bedbîn(pesipessimist…
Pêkatin û serkeftina Kungreya Kurd ya Netewî ewê azadbûna kurdan nêzîktir bike…

Heta kurd azad nebin ji tirkan ra jî rehetî tuneye

Ji roja dewleta tirk ava bûye û virda ye li Tirkiyê îstîkrar û aramî tuneye, tu carî şer, pevçûn û serîhildanên kurdan nesekinîne.
Gava meriv li Ewrûpayê li welatê xelkê dinêre dilê meriv dibije rehetiya wan, ne şer  heye û ne jî teşxele, her tişt wek saetê dixebite...
Lê li Tirkiyê tu carî aramî û îstîkrar çê nabe, her tim bêîstîkrarî, şer û tevlihevî heye.
Sebebê vê yekê jî bêguman bindestiya miletê kurd e. Ji roja roj da ye kurd vê bindestiyê qebûl nakin û serî hildidin.
Û heta ku kurd li Tiriyê negihijîn azadiya xwe û li welatê xwe nebin xwedî desthilat li Tirkiyê ewê tu carî îstîkrar û aramî çênebe. Kurd jî û tirk jî rehet nakin. Ev bêîstîkrariya siyasî û aborî ewê her berdewam be.
Ne Erdogan, kî tê ser hukum bira were qet ferq nake, heta ku delet siyaseta xwe ya înkara miletê kurd neguhere û hebûna Kurdistanê û miletê kurd nas neke ewê tim eynî tas û eynî hemam be.
Lê Erdogan hîn jî dixwaze vê rastiyê bincil dike, taktîk û manawreyên beyhûde diceribîne.
Diyar e ji tirkan ra hinekî din jî lazim e…



XXX
Min hejîrên salê nuh xwar...
Îsal ev carî pêşî ye ez hejïra dixwim. Li marketê bîstek berê ji nişka ve bi ber çavê min ketin. Ez bûm wek erebê çaav li penêrê ter keve, min xarî ser kir…
Piraniya wan kerrik bûn, ez ketim nava kaseyan min çar hebên tu dibê gome ji nav niqandin; dudu ji min ra, dudu ji xanimê ra. Min yên xwe nuha xwarin, herdu jî wek gezo bûn. Hejîrê reş bûn, pir xweş bûn. Ez bawer dikim hejîrên herêma Îzmîrê bûn.
Ji zûda ve bû min li bazar û li dikanan çavê xwe li hejîran digerand. Lê yên bên xwrin tunebûn. Ez dînê hejïra me.
Axxx, ka tham û lezeta hejîrên Licê...
Min bêriya wê tahmê kiriye…

26 augusti 2013

Tiştên wiha pîşikên tirkan e



Heyeta Neteweyên Yekbûyî lêkolîna xwe ya li paytexta Sûriyê Şamê ya li ser bikaranîna çekên kîmyayî temam kir. Piştî qedandina lîkolîna heyetê, wezîrê karûbarê derve yê Emerîkayê Kerry got, delîl hene ku rejîmê çekên kîmyayî bikar anîye.
Meriv dikane bibêje ku ev jî sinyaleke mudaxeleyeke leşkerî ye.
Li gorî şiroveyên hin pisporên Rojhikata Navîn yên ewrûpî jî piştî rapora daxuyaniya berdevkê heyetê û beyanên wezîrên Emerîka, Îngilistanê û Rûsyayê îhtîmala mudaxeleyeke bi rakêtan(fuze) û hewayî zêde bûye.
Heyeta Neteweyên Yekbûyî hîn rapora xwe belev nekiriye û negotiye çekên kîmyayî ji alî rejîmê ve hatiye bikaranîn. Rejîm jî dibêje wan bikar neaniye, muxalifan bikar anîye. Yanî kê bikar aniye hîn baş ne diyar e.
Ez bi xwe dibêjim bi îhtîmaleke mezin muxelefetê bikar anî, ji bo ku dinya mudaxele bike. Û tiliya Tirkiyê di vê da heye. Ne bi destûr û alîkariya Tikriyê be tiştekî wiha nabe.
Ne nuha, lê di rojên pêş da gava derket kê bikar aniye, bi îhtîmaleke mezin ewê Tirkiye li pişt bûyerê derkeve.
Kî çi dibêje bira bibêje, tiştên(karên, fêhlên) wiha pêşikên Tirkan e…

XXX
Li gorî îdîaya rojnameya Trafê, MÎT-a Tirk rê li ber sûîqesta li hemberî berpirsiyarên PWD-ê girtiye. Xwedêgiravî haya îstîxbarata tirk ji vê êrîşa PKK-ê çêbûye û berpirsiyarên PWD-ê ji êrîşê agahdar kirine û wan jî li ser vê agahdariya MIT-ê tedbîr girtine û kesên êrîşkar xistine kemînê.
Ji roja roj da texmîna min ew bû ku tiliya hin merivên dewleta tirk di vê êrîsê da heye, bi cînayeteke wiha dixwazin tevliheviyekê derxin.
Ji ber ku di roj û demeke wiha krîtîk da ji bal PKK-ê cînayeteke wiha ne karê aqila ye, ewê PKK-ê perîşan bike.
Loma jî min di nivîsa xwe ya li ser bûyerê da gotibû ”kî li dijî Kongreya Kurd ya Netewî be” wan ev êrîş pêk aniye.
Qesta min di serî da Tirkiye, Îran û Îraq bû. Lê ji ber ku bûyer hîn zelal nebûbû min nexwest navê Tirkiyê vekirî bidim.
Lê bi vê xeberê êdî eşkere dibe ku ”dewleta kûr” ya tirk li pist êrîşê ye. Kesên li Parîsê 3 jinên kurd dan kuştin, wan emrê vê provaksyonê jî dana. Bi vê cînayetê armanca wan ew bû ku him ”pêvajoya aştiyê” sabote bikin, PKK-ê û hukûmetê bînin heberî hev û him jî PKK-ê ji Kongreya Kurd ya Netewî tecrît bikin.
Lê emniyeta Kurdistanê bûyer hîn zelal nekiriye. Em hîn nizanin êrîşkar kî ne, ji ku ne, merivên Tirkiyê ne ya jî bi rastî hevalên PKk-ê ne?
Lê heger ev xebera Tarafê rast be, wê demê meriv dikane bibêje ku êrîşkar merivên dewleta tirk in û dixwestin bi vê cînayetê tevliheviyeke mezin derxin…

25 augusti 2013

Qedera kurdan û ya Mem û Zînê dişibin hev

Qedera miletê kurd dişibe qedera Mem û Zînê. Belkî jî loma ev destan heye.
Li gorî rîwayetê di zêrzemiya Mem û Zînê da şîlê darekê heye, ew şîlê ku Mem bi ser da ketiye û bûye qatilê mirina Mem û Zînê.
Heger ew şîl kulîlkekê veke ewê Mem û Zîn sax bibin û ji zêrzemiyê derkevin.
Lê her cara ku kulîlka di serê şîl da dikeve bûtikê û şax dide û dike kulîlkê veke, ew pezkûviyê ku bûye sebê mirina Memê, tê wê bûtikê dixwe û nahlê bipirçife, kulîlkê veke.
Û ev yek her sal wiha dom dike.
Yekîtiya me kurdan jî dişibe vê qedera Mem û Zînê, her cara ku em nêzî hev dibin, dikin yekîtiya xwe çêkin, ji nişka ve prowaksyonek derdikeve û hewildanên yekîtî xera dibe.
Ez hêvî dikim ku îçcar jî wisa nebe…

XXX


Êrîşa li Koyê ya ser endamên PWD-ê prowakasyoneke ji bo îptalkrina Konkreya Kurd ya Netewî ye.
Li gorî nûçeyeke malpera Rûdawê do bi şev li qeza Koyê hin hevalên PKK-ê êrîş birine ser mala kesên ku çend sal berê ji PKK-ê veqetiyabûn. Di nabêna êrîşkar û endamên PWD-ê(Partiya Welatparêzên Demokrat) da şer derketiye û ji êrîşkaran yek birîndar bûye û ew teslîmî pûlisan kirine.
Bûyer hîn baş zelal nebûye. Lê tiştê qewimîye pir cidî ye, dibê were eşkerekirin.
Ev êrîş kê kiribe berî her tiştî dibê meriv bi xurtî li dij derkeve û mahkûm bike.
Di vê dema ku kurd ji her demê bêtir muhtacî hevkariyê û yekîtiyeke netewî ne, êrîşeke wiha prowakasyoneke ji bo îptalkirina Kongreya Kurd ya Netwî ye. Meriv naxwaze bawer bike ku PKK li pişt vê êrîşê be. Heger bi rastî jî PKK hîn jî li pey cînayetên wiha be pir xerab e.
Bi baweriya min, kî li dijî yekîtiya miletê kurd e, naxwaze Kongreya Kurd ya Netewî çê bibe ew li pişt vê êrîşê ne. Û ji xwe ya normal jî dibê wiha be.
Dibê pûlisên herêma Kurdistanê miheqeq bûyerê eşkere û zelal bike û kes û hêza li pişt vê prowakasyonê derxe ortê.
Lê PKK-ê jî heta nuha hîn tiştek negotiye, dibê ew jî di zûtirîn wextê da şêla xwe diyar bike û gotina xwe bibêje.
Wek kurdekî careke din ez vê êrîşa li hemberî endamên PWD-ê bi şîdet şermezar dikim. Dibê kurd êdî êrîşên wiha qebûl nekin û êrîşkaran xweş nebînin.

Armanca herduyan jî yek e

Armanca hukûmet jî û ya Cimat jî yek e; helandin û tirkkirina kurda ye. Lê ji bo bicîanîna vê hedefê di hin waran da metot û taktîkên wan cihê ne. Ê ev jî normal e, di nava hukûmetekê û partiyekê da jî carnan fikrên cuda derkevin ortê.
Erdogan, Gulen wek rêberê xwe yê herî mezin û Gulen jî Erdogan wek murîdî xwe yê herî zîrek dibîne. Tiştên eksê vê tên gotin hemû çîrok û rîwayet in…

XXX
Ez 21 saliya KOVARA NÛBIHARÊ, gulsosina baxê zimanê kurdî ji dil û can pîroz dikim û jê ra temenekî dirêj dixwazim.
NÛBIHAR, li hemberî asîmîlasyonê îtîraz û serîhildaneke bi xîret e. Ji bo vê serîhildanê ez hemû berpirsiyar, emekdar û nivîskarên NÛBIHARê pîroz dikim.

XXX
Tirk bi êşa hemû mislimanan ra diêşin û ji bo hemû misilmanan digrîn.
Lê bi êşa kurdan bextewar û bi girî û şîna kurdan jî kêfxweş dibin…

XXX
Do (24/08-2013) li paytexta Misirê li Qahîreyê keça Mîr Celadet û Rewşen Bedirxan û xwişka Sînemxan Bedirxan xanimê Useyma Bedirxan ji nava me koç kir û çû ser dilovaniya xwe.
Ez di serî da ji xwişka wê Sînemxanê û ji hemû ferdên malbata Bedirxaniyan ra sebrê û sersaxiyê dixwazim.
Miletê kurd jineka ji malbateka pir hêja ku di dîroka kurdan da roleke pir mezin lîstine û keça bav û diyeke ku ji gelê xwe ra xizmet û xebatên bêhempa kirine wenda kir.
Bira serê miletê kurd sax be.




Min qebûl bike

Ruhê min tim wek çenteyekî di destê rêwiyekî da bû
sê sal berê min ew li îstasyona Stockholmê hîşt
û bi hesreteke mezin
min xwe avêt ji himêza te da
min qebûl bike
dilê min ê hustuxwar şa bike
min pir bêrîya te kiriye
bihêle ez serê xwe bidim ser wan kevirên te yên sincirî
û wê toz dûmana te têr tenefus bikim
bihêle ez li kuçe û kolanên zaroktiya xwe têr bigerim
bihêle di wan kuçeyên nuh da ez riya xwe wenda bikim
bihêle ez rastî evîna xwe ya pêşî werim
bihêle ez dîsa xortan li dora bicivînim
bihêle ez dîsa ji darên te tuhokan bixwim
bihêle ez herim ji Entînê avê vexwim
himmêza xwe ji min ra veke
çavên xwe bi min ra qurç ke
ez ne xerîb im
ez zarok û malxuyê te yê do me
lê xerîb û mîvanê te yê îro me
min qebûl bike
weleh ez bêyî te debar nakim
min qebûl bike
bêyî te ez xew nakim

Zinarê Xamo
2013-08-24

XXX
Ev dil dilekî dîn e
wek lokekî hêc î girgîn e
bi evîna te li vê dinyayê dimîne
were carekê pê ra bimizice
bira ev hesret pê ra nemîne

Zinarê Xamo
2013-08-24

XXX


Lê zalimê weleh ev dil tu carî aş nabe
tu zanä bi ramîsanekê duduyan têr nabe
hema carê ji kerema xwe ra lê were rahmê
guneye, hustuxwar e, dikim nakim debar lê nabe

Zinarê Xamo
2013-08-24

24 augusti 2013

Dewleta şîzofren

Ez bawer nakim li dinyayê welatekî din wek Tirkiyê hewqasî tedaxulî(mudaxeleyî) gelşên welatên din bike.
Li kîjan welatê cîran, Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê problemek derkeve Tirkiye tavilê pozê xwe dixe nav û hema di cî da dest bi ”civînên zîrveyê” dike.
Li Îraqê Tirkiye aliyekî şer e, bi erebên sunnî ra ye û li dijî şîîyan e.
Erdogan û Davutoglu di mesela Misrê da wek serokên Birayên Misliman hereket dikin û ji wan bi herarettir dipeyivin.
Li Sûriyê Tirkiye di nava şer da ye û her roj civînê li ser civînê çê dikin. Erdogan û Ahmetoglu ji Esed û Welîd Mualîm bêtir li ser Sûriyê civînan çê dikin û dipeyivin.
Li Lubnanê li dijî hinekan e û piştgiriya hinekan dikin.
Li Filistînê bi bi îsraîl ra di nava şerekî sar da ne.
Li Lîbyayê hamî û piştevanê muxalifên Qedafî bûn.
Li Tunisê li pişt muxalefetê ne.
Li Somalîyê di nava şer û teşxeleyeke pir mezin da ne û dixwazin ”demokrasiyê”(!) bibin Somalîyê
Bi Êrmenîstanê ra dijmin in, napeyivin.
Bi Rûsyayê ra bi serê zimên dipeyivin.
Bi Îranê ra silavên nadin hev û gorrên hev dilkolin.
Bi Yûnanîstanê ra ji xwe ji berê da dijmin in.
Ne siyasetmedar û hukûmet tenê, milet jî wiha, li ku dera dinyayê tiştek bibe bi milyonan tirk dadikevin kolan û dikin qîjewîj.
Welhasil meriv dikane van nimûneyan gelkî dirêjtir jî bike, lê ne hewce ye. Axirê li ku dera dinyayê problemek hebe, lê bi taybetî jî gava têkiliya wê bi kurdan ra hebe, Tirkiye miheqeq bi rengekî pir aktîf di anv da ye û xwe sergovend e. Û Erdogan û Davutoglu û Gul dest bi ”cînên zîrveyê” dikin, geh li Qesra Çankayayê û geh jî li Serokwezaretiyê hetanî sibehan plan û programan çêdikin.
Erdogan û Davutoglu li ser Misrê û Sûriyê bi şev û roj nig di bin xwe ve nakin, civînê li ser civînê çê dikin. Rojê bazdidin welatekî, saetê carê telefonî hinekan dikin.
Bi telefonan guhê xelkê kerr kirine, geh telefonî serokê Neteweyên Yekbîyî dikin, ge Obama, geh Endonezyayê, geh Yekîtiya Îslamê.
Muxalefên Îraqê, Sûriyê, Misrê li Tirkiyê tim mîvanên Erdogan û Davutoglu ne.
Ecêb e, tu dibêjî qey murî(gêre) ketine tabûta wan, tebatî nayê wan, gav û saetê ”online” in,
Dema meriv li telewîzyonên tirk dinêre û xeberên li ser civîn û beyanên Erdogan û Davutoglu dibihîze, aqilê meriv disekine. Erdogan û Davutoglu li ser Sûriyê û Misrê ji siyasetmedarên van welatan bêtir dipeyivin, bêtir beyanan didin.
Li herêmê tenê qîjewîje wan tê, bêyî wan dewleteke din bi vî rengî nake qerepere.
Lê merivê zêde bipeyive û bi qîjewîja xwe xelkê ji guhan bike kes neg uh didê û ne jî qîmetê.
Erdogan û Davutoglu ketine rewşa qereçiyên ji xwe ra lêdixin û ji xwe ra dilizîn, êdî tu welatek guh nade qaje qaje wan…

Kiliçdaroglu dixwaze dewsa Bahçeliyê faşîst bigre

Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu bi rastî jî merivekî pir bêrû, bêheya û bêar e. Xelk naxwaze wî bibîne, naxwaze pê ra bipeyive, lê ew wek parsekan dihere li deriyê xelkê dixe û dixwaze bi wan ra bipeyive...
Piştî qebûlnekirina waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîmî, serokê şîiyên Îraqê Seyid Elî Sîstanî jî ziyareta Kiliçdaroglu qebûl nekir.
Sîstanî, bi noteke biçûk ji hukûmeta Bexdayêyê ra gotiye, ”Ez naxwazim Kemaloglu(yanî Kilçdaroglu) bibînim.”
Diyare bi qestî paşnavê wî jî rast nenivîsî ye.
Wek tê zanîn, di gerra Kiliçdaroglu ya Îraqê da dîtina bi dehan serokên ereban û tirkmenan hebû, lê kurdek jî tunebû.
Kiliçdaroglu nedixwest here Hewlêrê û bi serok û lîderên kurdan ra rûne. Qey wek nîjadperestekî tirk bi wî pir zor tê bi serokekên kurd ra rûne û bi wan ra rismê wî were kişandin.
Çimkî ew kurdan wek dijminê xwe yê esaî dibîne. Dihere ba her kesî, bi her kesî ra rûdine, lê tahamul nake bi kurdan ra rûne.
Vê şêla Kiliçdaroglu ya nîjadperest û dijmina helbet kurd gelkî aciz kirin. Û loma jî Necmedîn Kerîmî serdana Kiliçdaroglu ya Kerkûkê qebûl nekir…
Hukûmeta Bexdayê hefteyekê bi Kerîmî da ket ji bo ku wî îqna bike, lê Kerîmî îqna nebû.
Li ser vê, hukûmetê xwest serokê Meclîsa Bajêr Hasan Turanê tirkmen here pêrgî Kiliçdaroglu.
Lê Turan jî wek Kerîmî pêşwazîkirina Kiliçdaroglu qebûl nekir, loma jî  Kiliçdaroglu êdî ji mecbûrî ”li ser dêla xwe ket” û dev ji çûyina Kerkûkê berda.
Lê bi şêla Kiliçdaroglu diyar bû ku ew çiqasî neyarê miletê kurd e, bi kêmanî kurdan careke din ev yek fêm kirin.



XXX
Parlamenterê BDP-ê yê Diyarbekrê Altan Tan, di hevpeyvîna xwe ya radyoya Dengê Emerîkayê da gotiye, ”Tirkiye qebûl nake kurd ji xwe ra konekî jî vegrin. Kurd kon jî vegirin Tirkiye xera dike. Tirkiye dibêje îro kon e, sibe ewê xaniyekî ava bikin…”
Altan Tan rast dibêje, heger kurd ne li erdê, li asîmanan jî ji xwe ra konekî vegrin, Erdogan û Ahmnetoglu ewê dîsa bibêjin em qebûl nakin û êrîşê bibin ser asîman û bixwazin konê kurdan li wir jî bişewitînin.
Ji bo ku kurd kanibin bibin xwedî dewlet dibê dewleta tirk nemîne, heta Tirkiye hebe ji li vê dinyayê ji kurdan ra rehîtî tuneye. Tirkiyê dijminatiya xwe ya bi kurdan ra aniye vê nuxteyê; ya em ya ew…
Li gorî tirkan ev dinya ji me herdu miletan ra teng tê…

21 augusti 2013

Stranên kurdî çawa bûn tirkî?



Li ser dizî û tirkîkirina stranên kurdî ez îro rastî nivîseke pir hêja hatim.
Nivîs, (Kurtçe Şarkilar Nasil Turkçe Oldu?) yanî stranên kurdî çawa bûn tirkî?, ji alî Abdulkerim Bulbul ve hatiye nivîsîn. Nivîs, xebateke pir hêja ye.
Birêz Abdulkerim Bulbul, di vê xebata xwe ya gelkî hêja da bi çend numûneyan nîşan daye ku dewleta tirk ji sala 1926-a û virda ye ji bo asîmîlekirina kurdan bi rengekî sîstematîk stranên kurdî dana topkirin û wergerandine tirkî û dû ra jî bi kurdan dane gotin.
Yanî ji bo ku kurdan hogirî tirkî bikin, zimanî tirkî bi guhên kurdan xweş bikin, bi hezaran meqam, awaz û stranên kurmancî top kirine û kirine tirkî û dû ra jî hunermendên kurd ev stran bi tirkî gotin. Celal Guzelses, Muqîm Tahîr, Kel Hamza, Cemîl Cankurt, Mahmmût Guzelgoz, Kazanci Bedîh, Burhan Çaçan, Nurî Guzelses, İzzet Altınmeşe ji van hunernendan tenê çend kes in.
Li vê dinyayê tu kesî bi qasî dewleta tirk xerabî bi kurdan nekiriye û zirar nedaye kurdan.
Dema hûn nivîsê bixwînin hûnê bibînin ku bê ev dewlet çiqasî pîs e, çiqasî zalim e û çiqasî xayin e!


XXX
Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest, do di civîneke çapemeniyê da gotinên Erdogan, ”Li pişt darbeya Misrê Îsraîl heye” bi şîdet şermezar kiribû û gotibû, ”ev gotina Erdogan pir êrîş kar e, bêbingeh e û ş aş e…”
Îro jî Misrê û Îsraîl bersîvên pir sert dan gotinên Eerdogan. Serokwezîrê Îsraîl Benyamîn Netanyahu, bi beyanekê gotinên Erdogan rexne kir û got, ”Beyanên serokwezîrê tirk tewş(nelirê)in.
Lê medya tirk gotina ”tewş”, bi tirkî ”saçma” nedaye, ji dêlî wê ve gotina ”abusurd” bikar aniye. Diyar e naxwazin serokwezîrê xwe zêde biçuk bixin.
Bersîva Misrê ji ya Emerîka û Îsraîl serttir e. Li gorî ajansa resmî ya Misrê(MENA) hin wezîrên hukûmetê gotine, ”Merivekî biaqil û adil tu carî van gotinan nabêje.
Berdevkê serokkomarê Misrê Ahmed el Muş alamani jî di beyana xwe ya rojnamyeya El Masri el Yum da gotiye, ”Hewcederiya Misirê bi dersa welatperweriya ajanekî Xerbê tuneye.”
Ji bo serowezîrekî vana gotinên pir giran in. Lê ez bawer nakim ku xema Erdogan be. Ew fêrî tiştên wiha bûye…

20 augusti 2013

Ev roj jê ewê derbas bin...



Bêguman kurd rojên gellkî giran û dijwar dijîn. Çarhawêlî me dijmin in û wek gurên har êrîşî me dikin. Bi van êrîsan dixwazin manewiyata me zeîf û hêviya me ya serkeftin û azadiyê bişkînin. Lê şert çiqasî dijwar bin jî dibê em bêhêvî nebin. Bêhêvîtî mirine e.
Baweriya me ya bi serketin û azadiyê dibê îro ji her demê bêtir xurt û qewî be…

XXX
Kurdistan bi destê însanên kêrhatî, bi xîret, fedekar û xwediyê şiûr û persperktîveke netewî ava dibe.
Hin kes hîn jî wek ”fansên”(terefdarên) taximên futbolê li serok û partiyên kurd dinêrin.

XXX
Ji ber ku Nûçe TV-ê û MMC îşev saet ji 24.00 şûnde ewê dawî bidin weşanên xwe, wek kurdekî ez gelkî xemgîn im.
Midûrê Giştî yê şîrketên Roj TV û Mezopotamyayê Îmdat Yilmaz, bi daxwuyaniyekê da zanîn, ji ber ku mahkemeya Danîmarkayê cezayê pereyekî pir giran daye wan û lîsansa wan ji wan hatiye stendin û îmkanên wan yê tîcarî jî nemaye, loma jî ew mecbûr mane ku îflasa şîrketên xwe îlan bikin û hemû weşanên xwe rawestînin.
Ez wek kurdekî vê biryara mahkemeya Danîmarkayê rûreş û şermezar dikim. Ev biryara mahkimeya Danîmarkayê biryareke siyasî ye û tiliya Tirkiyê têda da heye.
Lê ew çi bikin jî ewê tu carî nikanibin dengê kurdan û medya wan rawestînin. Ez wisa bawer dikim ku kurd ewê vê badîreyê jî li pey xwe bihêlin û careke din jî neyarên xwe rûreş bikin.

XXX
Dante(1265-1321) dibêje, ”Însan ne azad be bextewar nabe.” Esas gotineke pir rast e, lê ji bo kurdan ne rast e. Ne rast e, ji ber ku bi sedhezaran kurdên ne azad û bindest xwe pir bextewar dibînin. Belê, him bindest û him jî bextewar…


XXX
Du tişt jiyanê bi min didin hezkirin: Azadî û evîn. Ji bo evînê jiyana xwe didim, lê belê ji bo azadiyê evîna xwe feda dikim.
///Aleksandra Dumas



19 augusti 2013

Ev sînor ewê werin guhertin

Dijminên me wisa bawer dikin ku ewê kurdan bi kuştinê biqedînin, lê kurd bi kuştinê naqedin.
Ev şerê li herêma me ewê xerîteya Rojhilata Navîn biguherîne û kurd ewê bigihîjin azadiya we.
Xerîteteya cîhanê ya îro ji alî hêzên emperyalîst û dagîrker ve piştî Şerê Cîhanê yê Duyem hat çêkirin. Piştî şer, hêzên emperyalîst welatê me Kurdistan di nava xwe da par kirin û miletê kurd jî xistin bin destê çar dewletên zalim.
Îro wek Şerê Cîhanê yê Duyem ne li seranserê Cîhanê be jî, li herêma şerekî pir mezin heye, meriv dikane bibêje li herêma me “Şerê Cîhanê yê Sêyem” dest pê kiriye. Û miletê kurd jî tam di orta vî agirî da ye.
Wek piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, piştî vî şerî jî ewê xerîteya cîhanê û ya herêma me ji nuh ve werin çêkririn. Ev sînorên heyî ji miletê kurd û ji gelên herêmê ra bûne zindan.
Şer li ser guhertin û parastina van sînoran e.
Neyarên me dixwazin sînorên hene neyên guhertin û xerîte wek xwe bimînin û kurd jî dixebitin ku van sînorên sunî û naylon rakin, xerîteyên derewîn biçirînin û sînorên li gorî rastiya gelên herêmê daynin.
Gelo emê kanibin bi ser kevin ya na, ev girêdayî gelek faktorên der û hundur in. Lê berî her tiştî hevkarî û yekîtiya me şert e.
Li gorî dema Şerê Cîhanê yê Duyem, kurd îro di warê rêxistinî, leşkerî û siyasî da xurttir in û dikanin welatê xwe biparêzin.
Li alî din, dijminên me jî îro gelkî zeîf û ne bi tifaq in, ne li hev in.
Di cepheya dijmin da hêza pêşeng, xurt û herî êrîşkar Tirkiye ye. Heta ku kurd zora vê hêza har û ”fedayî” nebin serkeftin zor e, dibê em zora vê dewleta zalim û ceberrût bibin bibin.
Ne ji kurdên bakur tenê, ji bo hemû kurdan tahlûket û bela herî mezin Tirkiye ye, dibê kurd bi hawakî xwe ji vê mukrê, ji vê belayê xelas bikin. Ya na li vê dinyayê rehetî ji me ra tuneye.

Kurd ewê kînga biaqil bibin ez nizanim

Balafirên rejîma sûrî ji do da ye Dêrikê bombebaran dike.
Çceteyên Tirkiyê û yên El Nusra jî Serêkaniyê didin ber topan.
Ji bo herdu seriyan jî kurd dijminê wan yên esasî ne û dibê ji ortê werin rakirin.
Çeteyên Tirkiyê û balafirên rejîma Esed ferqê naxin nabêna tu partiyê, tu fikirê û tu kurdî. Ji bo wan qet ferq nake, kîjan kurdî bikujin baş e, li karê ye.
Lê kurd dîsa ji nayên ba hev, hêzên xwe nakin yek û ew jî nabêjin dijminê me yek e.
Ew hîn jî hevûdu bi “zilamtiya vî alî û wî alî” sûcdar dikin.
Lê herdu alî jî kurdan dikujin...
Kurd ewê kînga biaqil bibin ez nizanim!

XXX
Ji ber ku Nûçe TV-ê û MMC îşev saet ji 24.00 şûnde ewê dawî bidin weşanên xwe, wek kurdekî ez gelkî xemgîn im.
Midûrê Giştî yê şîrketên Roj TV û Mezopotamyayê Îmdat Yilmaz, bi daxwuyaniyekê da zanîn, ji ber ku mahkemeya Danîmarkayê cezayê pereyekî pir giran daye wan û lîsansa wan ji wan hatiye stendin û îmkanên wan yê tîcarî jî nemaye, loma jî ew mecbûr mane ku îflasa şîrketên xwe îlan bikin û hemû weşanên xwe rawestînin.
Ez wek kurdekî vê biryara mahkemeya Danîmarkayê rûreş û şermezar dikim. Ev biryara mahkimeya Danîmarkayê biryareke siyasî ye û tiliya Tirkiyê têda da heye.
Lê ew çi bikin jî ewê tu carî nikanibin dengê kurdan û medya wan rawestînin. Ez wisa bawer dikim ku kurd ewê vê badîreyê jî li pey xwe bihêlin û careke din jî neyarên xwe rûreş bikin.

XXX


Tirkiye bi alîkariya hin nîjadperest û çeteyên ereb kurdên binxetê terorîze dike û dixwaze Kurdistana rojava ji kurdan bide valakirin. Musebîbê herbê jî û koçberiya kurdan jî Tikriye ye.
Ji xwe li Kurdistana rojava şer ne di nabêna çeteyên El Nusra û kurdan da, di nabêna Tirkiyê û kurdan da ye. Tirkiyê ev bela ji kurdan ra derxist, ne Tirkiye bûya li Kurdistanê şer çênedibû.
Tirkiyê li Kurdistana rojava li hemberî kurdan dest bi şerekî berfireh kiriye û dixwaze vî şerî miheqeq qezenc bike.
Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî desthilat, Erdogan li herêmê nabêna xwe bi hemû cîranên xwe ra xera kiriye. Erdogan ji dinyayê ra jî restê dixwîne, guh nade kesî. Di siyaseta derve da Tirkiye îro tikûtenê ye. Lê ji Erdogan û Davutoglu ra qet ne muhîm e, derdê wan kurd in, dibê li Sûriyê kurd nebin xwedî maf ûdesthilat.

18 augusti 2013

Kurd xwe biçûk û xelkê jî mezin dibînin

Piştî 30 sal xebat û micadeleyeke efsanewî, malwêraniyeke pir mezin û bi hezaran şehîd, piraniya kurdan hîn jî şiyar nebûne, hîn jî neyarê xwe mezin û xwe jî biçûk dibînin, hîn jî xwe layiqî dewletê û dem û dezgehan nabînin.
Heger kurdan xwe layiqî tiştekî bidîtana Huda-Par-ê û sedhezarên ku li Amedê û li bajarên Kurdistanê yên din ji bo misriyan û Mursî dimeşin, dikin fîgan û hawar, dibê piştî gotinên Erdogan yên derbarê perwerdeya zimanê kurdî da qiyamet rakirana, dinya bi ser serê Erdogan da hilweşandana. Bigotana, tu çawa dikanî zimanê miletekî li wan û li zarokên wan yasax bikî? Em vê zulmê qet qebûl nakin, dibê zarokên me kurdan jî wek yên tirkan bi zimanê xwe bixwînin.
Lê viya nabêjin, li dij gotinên Erdogan dernakevin, protesto nakin û ji ber ku li dij dernakevin Erdogan jî diwêre van gotinan bibêje û zimanê me li me yasax bike…



XXX
Heta nuha hin kurdên nêzî PKK-ê û li dijî Malbata Barzanî û hukûmeta Kurdistana Federe bi şev û roj dikirin qêrîn û hawar û digotin çima hukûmeta Kurdistana başûr deriyên sînor li kurdên rojava venakin... Hukûmeta Kurdistanê wa ye derî vekir, lê îcar jî Kurdistan vala dibe û heger heta çend rojên din jî wiha dom bike, Kurdistana rojava ewê ji kurdan paqij bibe û têkeve destê ereban. Ne ez, kurdên wir wisa dibêjin. Ji Qamîşloyê kurd dikin gazî û hawar, dibêjin derî bigrin, bira kurd welatê xwe neterikînin.
Û ji xwe armanca hukûmeta AKP-ê û ya ereban jî ev e, Kurdistana rojava ji kurdan vala bikin.
Kerem bikin guh bidin hawara welatpewerekî Qamîşloyî(Konê Reş) bê li ser vê meselê çi dibêje…

Mirina zimanekî mirina miletekî ye


Pir baş neyê zanîn jî li gelek deverên dinyayê mirina zimanan rastiyeke(heqîqeteke), ziman dimrin û bi mirina zimanan ra milet jî dimrin.

Li gorî hin hesaban li dinyayê ji 6000 hezar zimanî tenê 600 ziman di ewlekariyê da ne. Û 5400 zimanên mayî jî di xeterê da ne, heger tedbîr neyên girtin ev ziman hemû bi demê ra ewê bimrin, ji ruyê dinyayê wenda bibin.

Baş e gelo meriv dikane pêrgiyê li vê xeterê bigre, van zimanan ji mirin û wendabûnê xelas bike?

Di vî warî da dîtinên cuda hebin jî, lê zimanzan li ser tiştekî li hev dikin; dibêjin heger zimanek nebe zimanê perwerdê û cîlên nuh pê mezin nebin, ew ziman mahkûmî mirinê ye.

Zimanê kurdî jî(kurmancî, zazakî, hewramî, lûrî) di nava van 5400 zimanên li ber wendabûnê da ye.

Ya xerab haya piraniya kurdan ji vê xeterê tuneye, lê haya dijminê me baş jê heye. Û loma jî serokwezîr Erdogan tim dibêje ewê destûrê nedin perwerdeya zimanê kurdî, ewê qebûl nekin zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe bixwînin. Ji bo ku kurdî bimre û pê ra jî miletê kurd.
XXX
Ez nizanim çi nifir li vê axa rezîl bûye ku însanên wê li hemberî vê zulma dewleta tirk û vê jiyana bêşexsiyet hewqasî kor û bêxem in.
Ferdên miletekî çawa dikanin hewqasî ji zulimkar û celadê xwe hez bikin?
Ji bo buhostek erd pismamê xwe dikuje, lê li hemberî îşxala welatê xwe û yasaxkirina zimanê xwe qet bîna xwe teng nake.
Dema ez beyanên Erdogan, Kiliçdaroglu û Bahçelî yên derbarê kurdan da dixwînim û guhdarî dikim û dibînim ku kurd dîsa jî hevalbendiya wan dikin, madê min ji kurdbûna min digere…



XXX
Emer Faruk Kaya, li ser gotinên Erdogan yên derbarê xeteriya perwerdeya kurdî da bersîveke  ÎHB-ê neqil kiriye:
”Heger perwerdehiya bi zimanê min asasê dewleta te avakirîye dihejîne, ne xwe te dewleta xwe li ser erdê min avakiriye. Biteqizin ji welatê min.”

17 augusti 2013

Gotinên zêde êdî ne hewce ye


Em kurd her roj qala eynî tiştan dikin, dibêjin em miletekî bindest in, zulm li me dibe, heqê me tê xwarin, dewlet zulmê û çavsoriyê li me dike. Serokwezîr bi gotin û beyanên xwe gav û saetê me rencîde dike, qurretiyê û demagojiyê dike û bi hin soz û pakêtên derewîn serî li me digerîne, me dixapîne.
Carnan meriv ji dubarekirina van gotinan aciz dibe, dixwaze hew binivîse. Ji ber ku van em hemû kurd bi van rastiyan dizanin û her tim jî dubare dikin.
Yanî piştî nuxteyekê meriv aciz dibe…
Serokwezîr Erdogan, di vegera xwe ya Turkmenîstanê da di balafirê da bi rojnamevanan ra sohbet kriye û bersîva hin pirsên wan daye. Erdogan, wek her tim mêrik dîsa pozbilindî û qurretiyên pir mezin kiriye. Li ser ”pakêta demokratîkbûnê”, perwerdeya bi zimanê kurdî, efûyeke giştî û Kongreya Kurd ya Netewî rawestiyaye û dîtinên xwe yên berêm yên înkarê û heqaretwarî dubare kiriye.
Erdogan, li ser pirsa rojnamevan ”gelo ewê rê li ber perwerdeya zimanê kurdî bebe?”, gotiye:
”Na, em rê li ber perwerdeya kurdî venakin. Em destûrê nadin di mektebên taybet(prîvat)da jî rê li ber perwerdeya kurdî vebe. Ev mijar ji bo me ne tiştekî ku em li ser rawestin. Carnan tiştên wiha tên nivîsîn ez matmayî dimîmim. Em li ser tiştên ku welatê me nerehet bikin nasekin. Teşbîhên tên kirin jî ne rast in. Çi, ewê çi bi xwe ra bîne û bibe kes nafikire. Emê wek AKP li ser meseleyên ku welatê me perçe bike gavê navêjin. Wext di gelek meseleyan da pir muhîm e. Heger hûn wextê baş eyar nakin, hûnê zirareke pir mezin bidin vî welatê me yê xweş. Me ji xwe di dibistanan da îmkan daye fêrbûna zimanê dayikê. Lê belê heger hûn rê li ber perwerdeya zimanê dayikê vekin hûnê zirarê bidin zimanê resmî.”
Ji van gotinan vekirîtir nabe, mêrik weke her tim dibêje, careke din jî pir eşkere dibêje, ne resmî û ne jî prîvat, ew destûrê nadin perwerdeya kurdî.
Ji ber ku perwerdeya kurdî ewê kurdan ji tahlûkeya asîmîlasyonê û mirinê xelasbike.
Erdogan viya baş dizane, loma jî du tiştan, perwerdeya kurdî û navê Kurdisanê qebûl nake. Çimkî ev her du tişt jî hebûna miletê kurd mayinde dike. Kurdên bêziman mahkûmî tirkbûnê ne. Di sedsala 21-ê da miletek ancax dikane bi perwerdeya zimanê xwe hebûna xwe bidomîne, dema zorok di dibistanan da bi zimanê xwe nexwînin pêşeroja wî miletî tuneye, ew milet mahkûmî mirinê ye. Û hedefa Erdogan jî ev e.
Loma jî di pakêta ”demokratîkbûnê” da tu ”surprîz” û tiştekî nuh tuneye.
Tiştê xuyaye ev hukûmet ewê tu gavên hebûna kurdan tescîl bike navêje. Dibê PKK- û hemû kurd vê rastiyê, vê siyaseta Erdogan baş bibînin.
Erdogan, gotiye ”ef mef” jî tuneye. Gotiye, mafê dewletê tuneye kesên însanan kuştine efû bike.
Yanî li gorî Erdogan, serîhildana kurdan hîn jî meseleyeke ”terorê” û ”qetlê” ye, kurdan însanên bêsûc kuştine, qetil kirine û loma jî dibê cezayên xwe bikşînin.
Erdogan di mijara Kongireya Kurd ya Netewî da jî hikûmeta Kurdistanê tehdît kiriye û li dijî şibandina FKO derketiye, gotiye:
”Şibandina FKO û Kongreya Netewî ya Kurd şaş e. Filistînî welatê wan hatiye xespkirin û ew ji bo rizgariya welatê xwe micadelê didin. Ma gelşeke kurdan ya wiha heye? Heta bigihîje pasaporta filistîniyan jî tuneye. Îsraîl bide derdikevin. Ma li welatê min gelşeke hemwelatiyên min yên kurd ya wiha heye?”
Bi rastî jî zalim bêrû û bêheya ne. Tu dibêjî qey pasaporta kurdan ya netewî heye û kurd ne muhtacî pasaporta Tirkiyê ne. Çawa ku filistînê muhtacî pasaporta Îsraîl in, kurd jî muhtacî pasaporta Tirkiyê ne.
Erdogan filistîniyan wek milet û Filistînê jî wek welatê wan dibîne. Lê mêrik ne kurdan wek miletekî ji tirkan cihê dibîne û ne jî hebûna Kurdistanê qebûl dike. Li gorî wî kurd jî tirk in, ne miletekî ji tirkan cuda ne, welatê wan jî nehatiye îşxalkirin. Loma jî Tirkiyê wek welatê kurdan dibîne.
Welhasil ne hewceya ez demagojiyên Erdogan zêde dirêj bikim, mêrik xwe xurt dibîne û dibêje ez tu mafekî netewî nadim we.
Kurdên başûr dixwazin bi bertîlan Erdogan nerm bikin lê mêrik nerm nabe û dev ji siyaseta xwe ya wendakirina kurdan bernade.
Piştî hewqas rica, tawîz û bertîl, kurdan hîn navê welatê xwe û tîtilên serokên xwe bi Erdogan nedane qebûlkirin. Heta nuha gotina ”Kurdistana Federe” û navê meqamên serokên kurdan ji devê Erdogan derneketiye, mêrik dîsa gotiye ”Îdareya Bakurê Îraqê” û ”kurdên wir, berpirsiyarên wir..”
Îcar merivekî ku hîn tehamulî bilêvkirina navê kurdên başûr neke, ne mimkûn e ku bi rehetî mafekî bide kurdên xwe.
Tiştê ez dibînim, nêt û fikrê Erdogan di heqê hemû kurdan da hîn jî pir xerab e, armanca wî hîn jî tunekirina kurda ye…
Lê ez hêvî dikim ku dev ji vê siyaseta xwe ya nîjadperest neyarane berde…

Bi Kiliçdaroglu jî pir zor tê bi destê serokekî kurd bigre


Li gorî medya tirk dinivîse, roja sêşemiyê serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu yê nêjadperest û neyarê qewmê kurd ewê here Îraqê û bi hin kesan ra hevdîtinan bike.
Kiliçdaroglu di vê serdana xwe da li gel serokwezîr Nûrî el Malikî, ewê bi serokê Meclîsê yê sûnnî Osama Bîn Nuceyfî û serokê şîiyan Seyid Alî Sîstanî ra jî were ba hev û hevdînan bike. Û dû ra jî ewê here Kerkûkê ziyareta tirkmenên xwe.
Lê Kiliçdaroglu naxwaze here Hewlêrê, naxwaze bi destê serokên kurdan bigre.
Kiliçdaroglu, di maçkirina destê erebên sunnî û şîî da, di maçkirina destê tirkmenan da tu gelşê nabîne, lê belê di ya kurdan da dibîne. Mêrik hewqasî neyarê miletê kurd e ku tehamulî çûna Hewlêrê nake, pê pir zor tê ku bi destê serokên kurdan jî bigre.
Carnan hin kes çêran û gotinên giran heq dikin, lê meriv ji we fedî dike, mêrik carê kumê bêxîretiyê daye serê xwe, kî çi bibêje jê ra qet ne xem e…



XXX
Hukûmet ji bo ku perwerdeya bi kurdî qebûl neke û nexe qanûna esasî ya nuh gelek çivan dide xwe.
Lê ev siyaset ne nuh e, siyaseta dewletê ya resmî ye. Çimkî ew dizanin, dema zimanê kurdî hebe ewê kurd jî hebin û dema kurd hebin ewê Kurdistan jî hebe.
Ji ber ku hebûna zimên hebûna milet bi xwe ra tîne, û hebûna milet jî hebûne welêt bi xwe ra tîne.
Loma jî tirkan heta nuha tim xwestine kurdî bihelînin, ji ortê rakin. Mirina kurdî mirina miletê kurd e û ewê jî mirina Kurdistanê bi xwe ra bîne.
Bala xwe bidinê, hukûmet du tiştan qebûl nake; navê Kurdistanê û perwerdeya bi kurdî. Çimkî miletê bêziman û bêwelat mahkûmî wendabûn û mirinê ye…
Ji xwe Tirkiye bi xwe gorristana miletên mirî ne…

15 augusti 2013

Îro hemşeriyekî min mîvanê min bû

Îro mîvanekî min ê pir ezîz hebû; hemşeriyê min ê Sûrûcî, Zekîyê Pîrsûsî, bi gul û diyariyên xwe yên giranbuha hat mîvandariya me. Ji zûda bû soz dabû ku ewê rojekê bibe mîvanê me. Axirê bi derengî be jî  îro bû qismet. Hemşeriyê min, bi vê serdana xwe ez gelkî kêfxweş û dilşa kirim. Me hinekî hevûdu nas kir. Bîna deşta Surûcê li hewşa me belav kir.
Zekî ne tenê hemşeriyê min derket, ew her wisa kurxalê Omer Farûk Baran jî derket. Vê mervantiya wî ya bi kurdperwerên wek Emer û Îbrahîm Xelîl Baran ra ez bêtir kêfxweş kirim.
Surûc, ji berê û ber da kela mêran û kurdayetiyê ye, çavkaniya dengbêjan e. Wek Serhedê, li herêma Rihayê Surûc jî bajarekî kurdperweran û hunermanda ye.
Surûcî, bi cil û bergên xwe, bi kofiyên xwe, bi devoka xwe ya berferatî herêmeke Kurdistanê ya pir taybet û pir xweş e.
Gelek taybetmendiyên mexsûsî vê herêmê hene. Surûc û Kobana Binxetê wek du felqên sêvekê ne.
Surûc, di nava bax û bexçeyên Kurdistana rengîn da guleke pir taybet û pir bi bîn e. Min ji bîna vê gulê tim hez kiriye, li ber stranên dengbêjên surûciyan hestên kurdayetiyê di kûrahiya dilê min da xurttir bûye û rabûye pêdarê…
Dewlet,  ji bo ku vê herêma Kurdistanê(Rihayê)jî wek Sêwasê, Meletyê, Xarpêtê û Semsûrê asîmîle bike siyaseteke pir sinsî û pir aktîf dimeşîne. Lê hîn bi ser neketiye. Loma jî barekî pir giran dikeve ser milên kurdperwer û welatparêzên vê herêmê.
Bi hêviya ku ji Surûcê bi hezaran kurdperwerên wek Zekî derkevin…

XXX
Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya bi Mîthat Sancar ra dibêje, her kes jê dipirse, gelo ew Kurdistaneka mezin dixwazin? Ew jî tim dibêje, ”Erê, lê belê ew viya di çarçoveya konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata Navîn da difikirin.”
Weleh kî Kurdistana serbixwe û mezin di çarçoveya çi da difikire û dixwaze ew tiştekî cihê ye, lê ji her siyasetmedarê kurd dema hat pirsîn dibê ew bibêje,” erê, ez dixwazim”, vê daxwaza xwe veneşêre…
Kurdê ku Kurdistaneke serbixwe û mezin nexwaze, welatekî wiha xeyal neke ew ne tu siyasetmedar e, dibê meriv wek siyasetmedarekî netemam lê binêre…



XXX
Belê, ev rêwîtî jî qediya. Em bîstek berê, bi halekî pir westiyayî gihîştin malika xwe. Rêwîtiya me ya Almanya baş derbas bû, me hin dost û heval dîtin. Rojên bi jimar zû diqedin. Her tişt dîsa vegeriya wezna xwe ya berê.
Ev hefteyeke haya min ji bûyer û pêşketinên welêt tuneye, nuha ezê hinekî bala xwe bidim malperên kurdî.
De hela ka em binêrin ewê çawa be…

07 augusti 2013

Bêyî Kurdistana Fedre tu dîwarekî ku kurd kanibin pişta xwe bispirinê tuneye


Dibê em baş bizanibin ku em miletekî bêkes û û bêxwedî ne, kes û xwediyê me tenê em in. Loma jî dibê di van rojên giran da em dilê hev nehîlin, gotinên xerab û giran ji hev ra nebêjin.
Li gorî dîtin û baweriye meriv, heger kêmasî û şaşiyeke hêzekê, partiyekê, serokekî û siyasetmedarekî kurd hebe jî dibê meriv bi zimanekî maqûl jê gazinan bike, ya jî bi termên siyasî rexne bike. Lê heqaret û gotinê ne xweş ne rast in.
Ya din, gelek tişt jî ne wek ku hevalên meriv ji meriv ra dibêje ya jî wek ku meriv bihîstî ye; rastî dikane bi hawakî din be.
Loma jî dibê meriv di van rojên hesas da ku ferman li serê kurdan rabûye, bêtir li zimanê xwe bimaqete be.
Bi dîtina min li gel hemû kêmasiyan jî îro dîwarê herî saxlem yê ku kurdên Rojava û em hemû kurd dikanin pişta xwe bispirinê Kurdistana Federe ye, pişta me, kes û xwediyên me tenê ew in. Dibê em li vî dîwarî xwedî derkevin û tu carî hilneweşînin.

XXX
Li gorî xeberên hin çavkaniyên Kurdistana Rojava, 450 kurdên ku El Nusra li dora Helebê esîr girtibûn hemû kuştine. Piraniya wan jin û zarok in.
Heger ji destên wan were ne 450, ewê hemû kurdan bikujin. Ji be ku hedefa wan qelandina koka kurd ye, ew dixwazin li dinyayê kurdek jî nemîne. Em bi vê hedefa çeteyan baş dizanin.
Lê dibê em kurd tiştekî din jî bizanibin ku yê ev wezîfe daye çete û qatilên El Nusra û Artêşa Azad ya Sûriyê hukûmeta AKP-ê ye. Kurd, bi alîkarî û çekên Tirkiyê tên kurştin, ji ber ku Tirkiye dixwaze çeteyên El Nusra û yên Artêşa Azad ya Sûriyê(AAS)li hemberî kurdan vê wahştê dikin.
Loma jî bi qasî çeteyan, Tirkiye jî berpirsiyarê vê hovîtiya li hemberî kurda ye. Çetetên El Nusra û yên AAS-ê taşaronên Tirkiyê ne, ew li ser daxwaz û hesabê Tirkiyê van cînayetan dikin.



XXX
Cejna Remezanê  ne li ”Alema Îslamê”, ne li muslimanên qatil û destbixwîn, tenê li gelê kurd û hemû kurdên bawermend yên bi xîret û welatparêz pîroz û bimbarek be!
Bi hêviya ku ev cejna mubarek bibe wesîleya xurtbûna biratî, hevkarî û yekîtiya nabêna kurdan

Civatek çawa dikane hewqasî bêûjdan û bêexlaq bibe?


Serokê komeleya Ozgur-Der-ê Ridvan Kaya, piştgirî daye çeteyên Eniya El Nusra û El Qaîdeyê û êrîş û qetilkirina 70- 80 kurdên ku piraniya wan jin û zarok bûn jî kirye hustuyê PYD-ê û YPG-ê, gotiye yê sûcdar ew in.
Ridwan Kaya, her wisa kurdên ku qala qetlîama çeteyan dikin jî bi “Qetiliyê, despotiyê û nîjadperestiyê” sûcdar kiriye.
Ridwan Kaya, serokê rêxistineke xwedêgiravî azadîxwaz e û nivîskarê kovereke bi navê ”Hak Soz” yanî gotina heq e.
Lê dema dor tê kurdan ne ûjdan pê ra dimîne û ne jî exlaq, dibe zebaniyekî ber derê dojehê.
Ridwan Kaya, gava li ser filistîniyan û daxwaza wan ya azadiyê û serxwebûnê dipeyive, dibe merivekî dinyayê yê herî bi ûjdan, adil û rastgo…
Lê dema mijar tê ser kurdan, bi Ridvan Kaya ra dirhema ûjdên, merhametê, exlaq û bext namîne, dibe bêexlaq, virek, zalim û bêûjdanekî dinyayê yê herî mezin.
Ne Ridvan kaya tenê, mixabin piraniya mirovên tirk li hemberî kurdan ji însaniyetê wiha bi dûr ketine.
Li hemberî vê wahşeta ku ev çend roj in li Rojava li kurdan dibe, ma we qet dîtiye ku rojekê rojname û telewîzyoneke tirk, dîndarekî tirk, partî û rêxistineke tirk, siyasetmedar û sosyalîstekî tirk dengê xwe bilind kiribe û ev hovîtiya nedîtî protesto kiribe?
Di medya sosyal da li ser hovîtiya çeteyan vîdeoyên wisa hene meriv nikane lê binêre, serê kurdan jêdikin, pê li laş û serê însanên kuştine dikin, wan perçeperçeyî dikin, însanan şerjêdikin. Û gelek wahşetên din…
Min heta nuha nedîtiye ji civata tirk li hemberî vê hovîtiyê dengek bilind bibe.
Lê di ser da medya dinivîse, dibêje kurd derewan dikin, ev vîdeo hemû manîplasyon in.
Yanî civata tirk li hemberî kurdan hewqasî ji însaniyetê, ji exlaq dûr ketiye. Miletek çawa dikane têkeve vî halî aqilê meriv nagire….

XXX


 Çepên tirk di nava kurdan da tim rola Beko Ewan lîstine, ew ne ji xêrê ra, ji bo xerabiyê û fîtnekariyê xwe nêzî PKK-ê dikin. Ji Yalçin Kuçik bigre heta bi Dogu Perînçek, di vî warî da bi sedan nimûne hene.

06 augusti 2013

Çepên tirk di nava kurdan da tim rola Beko Ewan lîstine


Cahît Mervan, wek her tim îcar jî nivîseke xweş nivîsîye. Nivîsa wî wa îcar li ser çepekî kemalîstê tirk yê bi navê Engîn Erkîner e, nivîsek pir baş e. Cahît mervan, rexneyeke baş li fîtne, fêsadî û pozbilindiya Erkîner ya li hemberî kurdan girtiye, ruyê wî yê kemalîst û nîjadperest baş eşkere kiriye.
Erkîner yek ji berdilkê medya PKK-ê bû û belkî hîn jî wisa ye, ez nizanim.
Mervan, di dinivîsa xwe da ji dîtên Erkînerê yên şoven gazinan dike û dibêje, “Ya rast ev gotinên hanê nikane yên çepekî bin. Ev zimanekî nas yê kesê kolonyalist e.”
Bi baweriya min Mervan şaş e, di zimanê Erkîner da tu şaşî tuneye. Zimanê çepê heqîqî wiha ye, yanî kesê ku bi rastî çep tam wiha dipeyive.
Yanî problem ne di zimên da, di îdeolojiyê da ye, çepên tirk(îstîsna dikane hebin) nîjadprest in û loma jî neyarên azadbûna miletê kurd in. Çawa ku bi gulekê buhar nayê, bi du sê kesên paqij jî çepên tirk paqij nabin. Heta nuha bi sedan kesên wek Erkîner piştî ku ji ser sifra kuran rabûne, kêr dane sifrê û çûne. Ji Yalçin Kuçik bigre heta bi Dogu Perînçek, bi sedan numûneyên xerab hene.
Heger di nava çepên tirk da yekî ne kemalîst, ne nîjadperest û neyarê kurdan hebe, ew kes ne çep e, wî xwe ji dîtina çepîtiya tirk xelas kiriye, merivekî liberal û demokrat e.
Kêr di bêrîka hemû dostên PKK-ê yên çep da heye, roja ku PKK bilukume û bikeve erdê, berî her kesî, ewê kêrê bidin hustuyê PKK-ê…
Hevaltiya bi kesên wek Erkîner ra di ware îdeolojîk û siyasî da zirareke mezin dide PKK-ê û tevgera kurd ya netewî, ew di nava kurdan da rola Beko Ewan dilîzin.

XXX
Di doza Ergenekonê da Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê îro li Sîlîvrîyê li bersûcan ceza barand û bi vê biraya xwe him Tirkiye û him jî dinya matmayî hîşt.
Serfermandarê berê Îlker başbug , gelek general, prfesor û Dogu Perînçek jî di nav da, 23 kesan cezayê muebetê girtin.
Di rojên pêşda Tirkiye ewê biheje, îktîdar û merivên Ergenekonê, MHP û CHP ewê bi hev kevin û pir ne dûr e ku hin bûyerên mezin jî biqewimin.
Lê ji bo careke din kes newêribe teşebusî darbeyên leşkerî bike û serokwezîran îdam bike, dibê sûcdar werin cezakirin. Loma jî biryara dadgehê dîrok û baş e.


XXX
Miletê kurd lawekî xwe yê mezin wenda kir
Me do bi xemgîniyeke pir mezin bihîst ku evîndarê Kurdistanê û peyva bedew, şairê miletê kurd yê bi nav û deng Şêrko Bêkes, li paytexta Swêd li Stockholmê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 73 saliya xwe da jiyana xwe wenda kir.
Şêrko Bêkes evîndarê azadiya gelê kurd û mîrê gotina bedew bû, ew li asîmanên edebiyata kurdî stêrkek geş bû.
Wefata vî şairê mezin ji bo miletê kurd û edebiayta kurdî helbet xisareke mezin e. Ev zêdetitî 50 salîi ye ku Şêrko Bêkes wek pêşmerge û canfîdayekî azadiya welatê xwe tim di refên herî pêşî da geh wek pêşmergeyekî û geh jî wek sairekî netewî ala azadiyê û şîirê tim li bilindahiyan hêl kir.
Wî bi şev û roj ji bo azadbûna Kurdistana ku ew evîndarê wê bû bi şiîrên xwe tim li kurdan dikir qîrîn û hawar û digot kurdino rabin, welatê xwe rizgar bikin; welat li bende rizgarkirina we ye.
Her kurdê ku rojekê li Şêrko Bêkes guhdarî kiribe ya jî şiîreke wî xwendibe miheqeq di dilê wî da evîna kurd û kurdistanê xurttir bûye, bêtir bûye evîndarê Kurdistanê û helbestê.
Şêrko Bêkes, bi qasî ku şairekî pir mezin û bi nav û deng, hewqasî jî xemxurê miletê xwe bû, bi helbestên xwe geh diçû serê çiyan, gazî û hawara pêşmerge û gerîlayên kurd, halan di şervanên kurd hil dida, geh li Amedê, li Qamîşloyê, li Silêmanî û li Mahabadê bi gelê xwe yê qehreman ra stranên azadî û serxwebûnê distira.
Miletê kurd ne şairekî pir mezin, her wisa kurdperwerekî pi hêja jî wenda kir, bira serê miletê kurd sax be.
Şêrko Bêkes, evîndarê Kurdistanê û peyva bedew bi berhem û bi şiîrên xwe ewê tim û tim dilê miletê kurd da bijî.

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Zinarê Xamo
2013-08-05
Stockholm

PARVE BIKE