22 juli 2013

Xewna hemû kurdan...

Tiştê ku heta nuha min û hemû kurdan xeyal dikir û çê nedibû, wa ye bi rast digere, serok û siyasetmedarên ji her çar perçeyên Kurdistanê îro li Hewlêrê di bin serokatiya serokê Kurrdista Federe birêz Mesûd Barzanî da li hev civiyan û biryara çêkirina kongreyeke netewî dan.
Ji bo amadekirina Kongreya Netewî, ji kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê komîteyeke ji 21 kesan hat hilbijartin. Ev komîte ewê Kongreya Netewî amade bike.
Nuha gava ez ji kar hatim, min xebera vê civînê di malpera Avestakurdê da xwend. Bi xwendina vê xeberê ez gelkî dilşad bûm û dinya bû ya min.
Hîn di nivîsa xwe ya do da min wiha gotibû:
”Rojhilata Navîn, her çar dewletên kurd bindest kirine dikelin, kurd di nava çembereke êgir da ne. Ev agir her ku diçe mezin û berfirehtir dibe.
Ji bo kurdan tahlûke pir mezin e, li her çar welatan jî (Îraq, Sûriye, Îran, Tirkiye) dixwazin berî her kesî kurdan bavêjin vî agirî û bişewitînin.
Di rewşeke wiha gelkî talûke da dibê kurd çi bikin?
Berî her tiştî, kurd nikanin vî agirî vemrînin, ev eşkere ye. Lê ji bo ku ji bin da neşewitin dibê bi lez hin tedbîran bigrin.
Ji tedbîran yek, dibê wek milet li her çar perçeyên Kurdistanê hêzên xwe bikin yek û cepheyeke, şemsiyeke netewî ava bikin.”
Min do li serok û siyasetmedarên kurd dikir gazî û hawar û digot zû cepheyeke netewî ava bikin.
Ê wa ye îro li Hewlêrê ji bo kongreyeke netewî gaveke dîrikî hatiye avêtin. Ez ji nuh da hemû serok û siyasetmedarên pêşrngiys vê xebata dîrokî dikin ji dil û can pîroz dikim.

XXX
Qumandarê artêşa azad ya Sûriyê Selîm Îdrîs, di CNN Turk-ê da gotiye,
”Emê berê tuxayên xwe bidin bajarên ketine destên kurdan, emê kontrola Qamîşlo û ya bajarên din ji PYD-ê bistînin. Emê destûrê nedin ku kurd îdareya xwe ava bikin. Emê nehêlin PYD zêdetir xurt bibe…”
Mêrik eynen wek Davutoglu û Beşîr Atalay dipeyive. Van tiştên Selîm Îdrîs li pey hev rêz dikin, hemû jî daxwazên Tirkiyê ne, Tirkiyê do ji bo kurdên başûr çi digot, îro jî ji bo kurdên rojava eynî tiştî dibêje; dibê kurd bi tu hawî nebin xwedî desthilat û hukûmet.
Bêyî van gef û tehdîdên Selîm Îdrîs, Îmamekî El Nusra jî do fetwayek da û ”can, mal û namûsa kurdan li musilmanan helal kir” û got, ”Can, mal û namûsa(jinên) kurdan li we musilmanan hela e.”
Û Tirkiye jî bi rengekî pirr eşkere li hemberî kurdên binxetê alîkariya van cenewar û zebaniyan dike, gav û saetê wan rê dike ser kurdan.
Tikriye ji bo ku hêza PYD-ê bişkîne her roj bi hezaran çete û zebaniyên ereb, tirk, sîûdî û çeçen li Tirkiyê çekdar dike û dişîne ser kurdên feqîr.
Ev dijminatiya Tirkiyê ya li hemberî kurdên binxetê jî nîşan dide, wê demê danûstendinên hukûmetê yên bi Ocalan û PKK-ê ra jî xapandin e. Tirkiya ku qebûl neke kurdên rojava bibin xwedî maf û xwedî statuyeke siyasî, ewê çawa mafê kurdên xwe bide?
Li hemberî vê siyaseta hukûmeta AKP-ê ya antî-kurd, dibê di zûtirên wextê da hemû hêz û partiyên kurdên bakur, ji BDP-ê bigre heta bi Tevgera Azadî û HUDAPAR-ê û hemû ronakbîr û rîsipiyên kurdan bi hev ra nerazîbûnên xwe nîşan bidin û vê siyaseta hukûmetê bi şîdet protesto bikin.
Li aliyê din dibê meriv bêdengiya parlamenterên kurd yên di nava AKP-ê da jî rexne bike û ji wan jî bixwaze ku dibê di rojeke wiha da li hemberî van êrîşan ew jî bêdeng nemînin.
Bi îhtîmaleke mezin ewê guh nedin gaziyeke wiha, lê bira guh nedinê, wê demê li hemberî milet ewê rezîl û riswa bibin. Dibê meriv wan rehet nehêle, tim sîr û pîvazan di bîvilên wan ve ke.



XXX
Çar(4)hefte bîhnvedana havînê qediye û min îro dest bi kar kir.
Lê îro jî roj qet naqede, ez dibêjim belkî saet sekinî ye, tiketika wê tê guhê min, lê bêxwediya aqrebê qet ji ciyê xwe nalive.
Du deqîqe mane saeta min ya kar biqede. Ez li bende vê saetê kevzikî bûm…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE