20 juli 2013

Tirkiyê îcar jî got "em qebûl nakin Sûriye perçe bibe" !

Şêwirmendê serokwezîr yê yekem Yalçin Akdogan, di nivîsa xwe ya îro da PKK-ê, PYD-ê û kurdan tehdît dike, dibêje ”dibê PYD li Sûriyê bi êgir nelîze. Heger PYD li Sûriyê teşebusî macerayekê bike, ewê bibe sebebê bûyerên hîn mezintir. Di van rojan da îdîa ku ewê hukûmeteke kurd îlan bike lîstika bi êgir e.”
Û gelek tehdîdên din li pey hev rêz dike.
Akdogan, ne PKK-ê û PYD-ê tenê, Kurdistana Federe jî tehdî dike, dixwaze ku kurd li Kurdistana rojava hukûmeta kurd îlan nekin. Li gorî Akdogan, avêtina gaveke wiha lîstina bi êgir e.
Ji nivîsa Akdogan xuya dibe ku hin tişt bi ber guhê hukûmetê ketine û loma jî hukûmet bi riya şêwirmendê serokwezîr Erdogan bala kurdan dikşîne, dibê em qebûl nakin ku kurd li Sûriyê bibin xwedî statuyeke siyasî.
Piştî vê beyana Akdogan, îro jî wezîrê karên dreve Ahmet Davutoglu jî beyaneke pir sert da û PYD û PKK tehdît kir, got emê tu carî ”emirwaqiyên” wisa qebûl nekin. Mêrik li ser navê Sûriyê jî dipeyive, dibêje heta gelê Sûriyê bi xwe biryarê nede, em qebûl nakin tu grûbeke dînî,mezhebî ya jî etnîkî desthilatiya xwe îlan bike.
Yanî eynî çîroka Îraqê ye…
Esas ev şêla hukûmetê ne nuh e, ji berê da wiha ye û kurd bi vê şêla hukûmetê dizanin.
Lê rewş êdî ji sînorên gef û tehdîdan buhurî ye, heger kurd li gorî gefên Tirkiyê tev bigerin dibê li tu beşekî Kurdistanê doza tu mafî nekin.
Tirkiyê li Îraqê jî eynî gef li kurdan xwar û eynî tehdît kir, lê kurdan riya xwe domandin.
Li rojava(binxetê) jî eynî tişt e, dibê kurd temamê hêzên xwe bikin yek û heger kanin û hazir in, tavilê hukûmeta xwe îlan bikin...
Ya muhîm yekîtiya kurda ye, di rewşeke wiha da dibê yekîtiya kurdan hebe, hemû hêz bi vê gavê ra bin.
Heger ev yekîtî heye û kurdên başûr jî piştgiriyê didin gaveke wiha, gef û tehdîdên Tirkiyê pir ne muhûm e, nikanin tiştekî bikin.
Dibê kurd li bende xurtbûna dijminê xwe nemînin, heger di rojên pêş da hukûmet ya jî hêzên muxalif xurt bibin, her du serî jî ewê bi hev ra berê xwe bidin kurdan. Ev pir vekirî ye.
Ji tecrûbeyên xwe yên dîrokî em dizanin ku gava dijminê me zeîf û em xurt bûne, me kanîbûya mafekî bi dest xin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE