17 juli 2013

Tirk bi çavê ”şamar oglani” * li kurdan dinêrin


Berdevkê MHP-ê yê grûba meclîsê Oktay Vural, heqaretên pir mezin li cîgirê Erdogan û berdevkê AKP-ê Huseyîn Çelîkk kir, gotinên pir giran jê ra gotin.

Oktay Vural, Heseyin Çelîk şiband keran û kûçikê Pavlov. Ji Çelîk ra got:

”Tu berê were hesabê heysiyeta xwe ya ku te li Îmraliyê xistiye destê qatilê pitikan bidî. Tu bedbahtekî ku bi kevçiyê PKK-ê û bi mamaya Ocalan mezin dibî.

Dibê Çelîk baş bizanibe ku heger însanên ray dane MHP-ê tuyî ruyê wî bikin ewê di xweziya wan da bifetise. Lê belê ew xwezî jî heysiyeteke wê heye. Kesên wek wî yên ku bi pereyên gaviran kezeba wan pênc pere nakin, bi wê xweziyê şerefdar nakin.”

Û gelek heqaretên wenî û yên ji van hîn girantir…

Du roj di ser van heqaretên pir giran ra derbas bûn, lê heta nuha ne serokwezîr Erdogan û ne jî ji cepheya hukûmetê kesî bersîva Oktay Vuralê sunnetçiyê tiloyî neda.

Bi baweriya min heger Vural ev heqaretên hewqas giran ne ji yekî kurd ra, lê ji Erdogan ra ya jî ji yekî tirk ra kiribûya hukûmet wiha bêdeng nedima, AKP-ê nuha qiyamet rakiribû...

Heta nuha ji hukûmetê û AKP-ê gelek kesan ewê bersîvên pir tund dabûna Vural.

Lê ji ber ku yê marûzî heqaretê bûye kurd e, loma jî kes dengê xwe nake.

Ji ber ku Çelîk kurd e, him êrîşakr diwêre zêde bêedeb bibe û him jî hevalên Çelîk xwe kerr û lal dikin.

Û ev yek pirê caran jî wiha dibe. Dema heqaret li yekî kurd tê kirin hevalê wî yên tirk xwe kerr dikin.

Heger Hueseyîn Çelîk ne kurd bûya, yekî tirm bûya, bêguman Oktay Vural jî devê xwe hewqasî xera nedikir.

Yanî kesên êrîşkar jî li hemberî kurdan diwêrin bêtir ”cesûr” û bêedeb bibin.

Erê Vural merivekî pir bêedeb e, gelekê caran bêedebiyên wiha dike, lê belê dema muxatabê wî kurd be, bi carê da har dibe û gotinên pir giran bikar tîne.

Netîce, li Tirkiyê meqam û wezîfeya kurdekî çi dibe bila bibe, çuqasî dibe merivê dewletê û tirkan bila bibe ji bo tirkan qet ferq nake, ew timû tim ”şamar oglani” ye, yanî kesê ku her kes wî sîle dike, lêdixe.

”Şamar oglani”, biwêjeke(deyimeke)tirkî ye. Çîroka peydabûna vê gotinê wiha ye:

Di dema osmaniyan da wek nuha dibistan û zanîngeh tunebûn. Padîşahan, mîr û began mamoste, kesên dersdar dibirin malên xwe, li wir ders didan zarokan.

Wê demê lêdana zarokan wek beşekî perwerdeyê bû, dema zarok rehet nesekiniya ya jî dersa xwe nizanîbûya, mamoste li zarok dixist. Yanî lêdana zarokan serbest bû, wek metodeke fêrkirinê bû.

Lê dê û bavên zarokên padîşahan, mîr û began ev yek qebûl nedikirin. Qebûl nedikirin ku mamoste li zarokên wan xin.

Wek çare, ji bo ku mamoste li zarokên wan nexin, rabûn zarokên feqîran ji bo lêdanê kirê kirin, mamoste ji dêlî zarokê telebe, li zarokê kirêkirî dixist.

Loma jî tirkan navê wan zarokan kirin ”şamar oglani”, yanî lawikê sîle û şîrmaqê.

Bi dîtina min MHP jî û AKP jî bi çavê ”şamar oglani” li Huseyîn Çelîk û hemû kurdên din dinêrin. Ji bo wan, hemû kurd ”şamar oglani” ne, dema hewce be ji dêlî tirkan ve wan didin ber şîrmaqan…


* Kesê ku her kes ji dêlî hinên din ve wî sîle dike, lêdixe heqaretê lê dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE