18 juli 2013

Ma bi rastî jî dema çekan derbas bûye?

Dîtina xwedêgiravî ”dema çekan(sîlehan) û şerê çekdarî derbas bûye” di nava gelek serok û siyasetmedarên kurd bûye mode, her kes şîretan li PKK-ê dike, dibêje, ”êdî dema şerê çekdarî derbas, çekên destên xwe deynin.”
Hin serok tew dibêjin ew ji kok da, ji qalûbelayê da li dijî şerê çekdarî ne, dibê kurd êdî dest navêjin çekan û ew viya ne îro, ji berê da ye dibêje.
Lê em dibînin ku li Sûriyê her kes çekan bikar tîne û li hemberî kurdan şerê çekdarî dimeşînin.
Loma jî heger li Sûriyê û li Kurdistana rojava ne çek û şerê çekdarî be, gelo kurd ewê çawa xwe ji van êrîşên çeteyên ereb û Tirkiyê biparêzin?
Heger di destê kurdan da çek tunebûna, gelo rewşa kurdan ewê nuha baştir bûya?
Bêguman baştir nedibû.
Ew serok û kesên ku dibêjin ”dema çekan û şer êdî derbas bûye” dibê bersîva vê pirsê bidin:
Kurdên rojava ewê xwe û welatê xwe çawa biparêzin?
Belovacî wê, heger kurd îro bêtir û baştir çekdar bûna ewê kanîbûna hêzên dewletê û çeteyên Tirkiyê hêsantir ji welatê xwe derxistana û kontrol bigirtana destên xwe.
Ev jî nîşan dide ku dema çekan derbas nebûye û ji xwe tu carî jî derbas nabe.
Şerê çekdarî girêdayî şert û mercên welatê meriv e, carnan û di hin şertan da dikane ne lazim be, heta bi zirar be, lê carnan jî bêyî bikaranîna çekan û şerê çekdarî meriv nikane bi ser keve. Ji bo serkeftinê çek û şerê çekdarî şert e. Kurdistana rojava nîşana vê ya herî berbiçav e.
Xwezî hêzên îşxalkar bi rehetî ji welatê me vekişyana û kurd mecbûrî şerê çekdarî nebûna.
Lê realîteya welatê me ne wiha ye, hêzên Kurdistan îşxal kirine ne bi rehetî ji Kurdistanê vedikşin û ne jî mafên kurdan yên netwî qebûl dikin.
Loma jî ji bo kurdan dema çekan û şerê çekdarî hîn derbas nebûye, esas dibê kurd bêtir çekdar û amadeyî şer bin, bikanibin welatê xwe biparêzin.
Heger kurd piştî şerê Cîhanê yê Yekem çekdar bûna û kanîbûna li hemberî kemalîstan şer bikirana nuha Kurdistana serbixwe hebû, kurd wih abindest nediman.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE