12 juli 2013

Kurdistana Federe ji ROJ TV-ê ra got: Werin weşana xwe li welatê xwe bikin


Hukûmeta Kurdistana Federe ji berpirsiyarên Roj TV-ê ra got, mineta Danîmarkayê nekşînin, werin weşana xwe li welatê xwe bikin.
Kurdan ji serpêhatî û tecrûbeyên dîroka xwe gotine, ”suyarê hespê xelkê tim peya ye”.
Yanî xelk her tim dikane hespê xwe ji meriv bigre û meriv bi rê da peya bihêle.
Û dîsa ji ber eynî tecrûbeyan gotine, ”Xwedê kesî bêxwedî û bêpişt nehêle”.
Xwedî, yanî meriv, xizm, eşîr, qewm, kesê ku di rojên teng da tên gazî û hawara meriv, destê alîkariyê dirêjî meriv dike.
Xwedî û merivê Roj TV-ê hukûmeta Kurdistana Federe ye, loma jî destê alîkariyê dirêjî Roj TV-ê kir.
Piştî biryara Dadgeha Eyaleta Kopenhagenê ya betalkirina lîsansên weşanên Roj TV, Nûçe TV û MMC TV-ê, Hukûmeta Herêma Kurdistana Federe gotiye ew amadene derfetên weşanê bidin Roj TV-ê û kanalên din yên Kurdî.
A xwedî, pişt û merivantî û kurdbûn ev e, gava wek xelkê dem û dezgehên te jî hebin, dewleta te jî hebe, tu mineta kesî nakişînî, Danîmarkayê girt, Kurdistana te ewê veke.
Loma jî dibê em kurd dev ji suyariya hespê xelkê berdin, hêviya xwe zêde bi hespên xelkê girê nedin, bixebitin ji bo ku em bi xwe bibin xwedî hesp; yanî xwedî dewlet.
Kirêcîtiya xelkê ne tu hal e, garantiya wê tuneye, kînga dilê xelkê bixwaze dikane meriv biqewirîne û bavêje kuçê. Loma jî dibê meriv bibe xwedî xaniyê xwe.
Bepirsiyarê Wezareta Rewşenbî ya Hukûmeta Kurdistanê Helgurd Ebdulwehab, li hemberî biryara Dadgeha Eyaleta Kopenhagenê nerazîbûnek mezin nîşan daye û gotiye, ev biryar siyasî ye.
Helgurd, Roj TV, Nûçe Tev û kanala MMC-ê vexwendiye Kurdistana Federe û gotiye, "Belê, dikarin bên vê derê û li vir kar bikin. Li vê derê qanûna rojnamevaniyê heye. Destûra taybet ya kanalên televîzyon û radyoyan heye. Di çarçoveya van qanûnan de, ev kanalên televîzyonê dikarin bi xêr bên û weşana xwe li vir dewam bikin."
Belê, Xwedê kesî bêxwedî û bêpişt neke. Û zext û bertîlên Tirkiyê jî êdî ewê pere neke.
Ji ber vê şêla kurdperwerî ez berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana başûr pîroz dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE