13 juli 2013

Kurd şehîd Dr. Qasimlo ji bîr nakin



Îro ji bo miletê kurd rojeke reş e. Kurdperwerê mezin û Serokê PDK-Îranê Dr. Abdurehman Qasimlo û du hevalên wî,(Dr. Fazil Resûl û Ebdulah Qadirî) 24 sal berê di 13-ê temûza 1989-a da li paytexta Awusturya li Wîynayê ji alî qatilên rejima Komara Îslamî ya Îranê ve bi hovîtî û bêbextiyeke mezin hatin qetilkirin.
Bi şehîdxistina Dr. Qasimlo û herdu hevalên wî, rejîma Îranê derbeyeke mezin li PDK-a Îranê û li tevgera kurd ya netewî ya Kurdistana rojhilat xist.
Di ser şehadeta Dr.Qasimlo ra 24 sal derbas bûn, lê dewleta Awusturya hîn jî ev cînayeta hov eşkere nekiriye, qatil negirtine û cezayê misteheq nedaye wan.
DR. Qasimlo ne tenê serokê PDK-ê bû, ew serok û rêberekî miletê kurd yê gelkî hêja bû.Û ji xwe ji ber vê yekê jî ew bû hedefa guleyên qatilên rejîma Komra Îslamî ya Îranê.
Gelê kurd Dr. Qasimlo û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nake, di dilê miletê kurd da ew şehîdên nemir in...
Kurd, heyfa bav û kalên xwe û hemû şehîdên doza Kurdistanê bi avakirina Kurdistaneke serbixwe ewê ji hemû dijminên xwe bigrin...
Em dizanin, qatilên rejîmên dijminên me pir in, loma jî ew dikanin me bikujin, lê ewê tu carî nikanibin rê li ber avabûna Kurdistanê bigrin...
Ez şehîd Dr. Qasimlo û herdu hevalên wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibî tînim. Ewê tim di dilê me bijîn. Ew nemir in…

XXX
Gundiyekî belengaz hebû, nabêna wî û nimêjê, rociye qet tunebû. Lê di meha remazanekê da gundî û melê gund bi dorê ketin, gotin yaho tu êdî peyê mezin î, umrê te hindik maye, were îsal di vê meha mubarek da dest bi nimêjê bike.
Mêrik bala xwe dayê xwe ji destê wan xelas nake, got baş e bi şev rabû ew û lawê xwe yê biçûk bi hev ra çûn mizgeftê, nimêja eşa.
Nimêja eşa qediyaye mele îcar dest bi ya terawîhan kir û rekat li pey rekatê dom kir...
Ji ber ku feqîro cara nimêj nekiribû lema jî nizanîbû ku nimêja terawîhan hewqasî dirêj e. Piştî ku mele selam da, vegeriya ser lawê xwe yê li kêleka xwe û jê ra got:
-Lawê min, tu rabe here mal, heger ez îşev neyêm malê bira diya te meraq neke, mesele li eksê suyra hatiye, hema heta mele îşev teslîm nebe ez ji vê mizgeftê derneketim…

XXX

Îsotçiyekî rihayîhebû, her êvar ji xanima xwe ra digot min rake suhorê, dibê ez di xew da nemînim.
Jinikê jî her şev radibû suhor hazir dikir, ban efendî dikir û herduyan suhora xwe bi hev ra dixwarin. Lê mêrik gava sibehan radibû wek ku ne bi rocî be xurîniya xwe dikir û bi roj navroja xwe dixwar. Yanî efendiyê me rocî nedigirt.
Rojek, du roj, jinikê hew tehamul kir, jê ra got:
-Mêro, tu her şev radibî suhorê lê rociyê nagirî. Heger tu yê rociyê negrî wê demê tu çima radibî suhorê dixwî?
Îsotçiyê me gotiye:
-Xatûn, erê ez rociyê nagrim, lê ranebim suhorê jî qey bibim gawir?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE