24 juli 2013

Ji Bengîn Botî gazineke ji dil


Birayê ezîz, çend sal berê di malpera Haksozê da ez rastî navê Bengîn Botî hatibûm. Di wê malperê da li gel nivîsên tirkî, hin nivîsên te yên bi kurmancî jî hebûn. Min guh neda nivîsên tirkî, lê herçî yên kurdî bûn, wek ku ez li xezîneyekê rast werim, ez bawer dikim min hemû xwendin. Nivîs giş jî xweş bûn.
Li ba dilê min ev cara pêşî bû ez li nivîskarekî wiha hoste rast dihatim.

Min ji stîl û uslûba te, ji sakinî, biserûberî, ji teşbîhên te û ji hakimiya te ya mijaran, ji hest û xeyalên te yên ji bo gelê te pir û pir hez kiribû.
Hemû mijarên ku te li ser nivîsî bûn, te pir xweş li hev ragirtibûn, fena ku tu pisporekî wî beşî bî, te bi hostayî mijar li hev hûna bûn, vençirî bûn û dû ra jî wek tevnkirekî hoste xalîçeyeke gelkî xweşik ji her nivîsê derxistibbû meydanê.
Li gel ku di warê siyasî û îdeolojîk da ez wek te nedifikirîm, lê dî jî min ji nivîsên te hez kiribû; li gel hin kêmasiyan min ji kurdiya te hez kiribû.
Hêviya min ew bû ku tu yê nivîsakariya xwe ya bi kurdî bidomînî û tu yê bi saya vî zimanê xwe yê şîrîn kurmanciya bêxwedî û hustuxwar, bi kurdan, bi keç û xortên kurd bidî hezkirin.
Li gorî dîtina min hin kêmasiyên biçûk yên rastnivîsê ne tê da hemû nivîsên te jî mikemel bûn.
Bi dîtina min nivîskarekî xwediyê qelemeke hewqasî xurt ji bo kurmancî qezenc û bîhnek bû, vê qelemê dikanîbû bi hezaran keç û xortên kurd teşwîqî fêrbûn û nivîsandina kurmancî bikira, kurmancî bi neslên nuh bida hezkirin.
Lê nuha gava ez bala xwe didim dîwarê facebooka te, ez hinekî xeyalşukestî dibim. Xeyalşikestî dibim ji ber ku hemû nivîsên te(kin dirêj) bi tirkî ne, ne bi wê kurdiya şîrîn in.
Nivîskarekî xwediyê kurmanciyeke hewqasî şîrîn, qelemeke hewqasî xurt, di demeke wiha dîrokî da çima ne bi zimanê dayika xwe, lê bi tirkî dinivîse, ez qet fêm nakim.
Bi baweriya min hewcedariya tirkan bi qelema Bengîn Botî tuneye, bi tirkî bi hezaran qelemên wek wî hene, lê hewcedariya kurdan bi qelema Bengîn Botî heye.
Loma jî dibê Bengîn Botî ne bi tirkî, bi kurdî binivîse. Ya rast ev e, ji bo kurdan ya bi feyde ev e.
Argumenta, ”piraniya xwendayên kurd bi kurdî nizanin, nizanin bi kurdî bixwînin”, loma dibê meriv bi tirkî binivîse ez rast nabînim.
Xwedê kir ku Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanî jî wiha nefikirîne, wan jî berê xwe nedane zimanê osmanî.
Mesela, ji ber ku piraniya xwendayên kurd ne di fikir û baweriya meriv da ne, wek meriv nafikirin, meriv dev ji baweriyên xwe bernade û naçe ser fikir û îdeolojiyên wan. Ez vê yekê him ji bo kesên dîndar û him jî ji bo kesên çep dibêjim. Yanî kes nade dû xwendevan û milet…
Belovaciya wê, meriv hewil dide, dixebite ku milet, xwendevanên xwe bîne ser fikrên xwe, ser baweriya xwe, wan biguherîne.
Bi dîtina min nivîsandina bi kurdî jî wiha ye, ji ber ku piraniya kurdan nikanin bi kurdî bixwînin, ji bo xatirê wan ez bi tirkî nanivîsim.
Ez hewil didim ku wan fêr bikim, ne ku ez herim ser xeta wan û dev ji kurdî berdim. Li bakurê Kurdistanê piraniya kurdan Kurdistaneke serbixwe jî naxwazin, dewletê jî naxwazin.
Lê ji ber ku milet nedixwest, ronakbîrên kurdan dev ji xebetake wiha bernedan. Belovacî wê, xebitîn û gelê xweşiyar kirin.
Heger meriv tiştek rast dît, dibê şêla meriv ev be, dibê meriv ji bo xatirê hinekan dev ji rastiyê, dev ji karê rast bernede.
Nivîsandina bi kurdî dibê ne mesela bazarê(erz û talebê)be, meseleyek siyasî û ûjdanî ye. Dibê meriv guh bide ûjdanê xwe…
Bi hêviya ku tu dilê xwe ji min negrî…


Bengin Boti Mamoste! Tu Berxwedar bî. Ka Te çiqasî ez kêfxweş kirim, Xwedayê Dilovan jî Te bêhtir kêfxweş bike.
Ez ji alîkî ve kêfxweş bum ji boyî nirxên te, ji alîyê dîve jî ez mam e ecêbmayî. Ji berk u ev nirxên te, ev çend demin di serêmindene û ez bi xwere şer dikim.
Ez dibêjim Xwe; te ligel gelek zehmetan bi Kurdî dinivîsî. Wê çaxê jî te digo qey tu linav bax û bexçeyên botan î. îro derfetên te pirtirin jî lê tu bi Tirkî dinivîsî. Te bi destê xwe xwe berdaye nav çolên Xelkê.
Wî çaxê ku min di malpera Haksoz ê de dinivîsi, haya min ji kêmasîyên nivîsên min yê di rêya rêzimanî de hebû. Lê dîsa min digo bila şaş be, lê bila gotinê min ji dilê min werin derê.
Ez nizanim çiçaxî berêmin evqas kete nivîsa Tirkî. Lê ez bawerim ji ber ku darê zorê li ser min rabû û malperên Kurdî ê ku ez bikarim têde binivîsim zêde bûn, min jî xwe berda di xetê de.
Ez zehf dirêj nakim Mamoste! Ez dizanim ku ez şaşîyan dikim. Qet tu sedem vê şaşîyê paqij nakin.
Ez vêga nivîsekê di jî bi Tirkî dinivîsim, lê ev çend roje ez ji xwere dibêjim êdî bes e.
Ev nirxên Cenabê Te, ên giranbiha jî dê ji minre bibin arîkar. Ez nabêjim ez hêdî bi Tirkî nanivîsim. Mixabin carna jê em mecbûr dimînin. Lê biizna Xwedê êzê dîsa vegerim ser kanîyên bav û kalan. Ser zimanê şêrîn ê Melayê Cezerî û Ehmedê Xanî, Ser dengê şivanên Zehmetkêş.
Hêvîdarim ku Tu nirxên Xwe ên giran biha ji ser min kêm nekî Mamoste.
Bimînî dê Xêr û Xweşîyê de.


Zinarê Xamo Birayê ezîz, heger bi vê gilî û gazina xwe, min bi qasî serê derziyê jî tesîreke baş li fikir û hestên te yên kurdayetiyê kiriye ez xwe gelkî dilşad û bextewar dibînim.
Xwezî her kesî wek te, ji rasitê ra bigota rast e…
Gelek silavên dostaniyê

Bengin Boti Divêtin em talibên rastîyê bin Mamoste. Ger em berê xwe ji nirxên giranbiha biguharin, emê çawa bigihêjin rêya Rast û dirûst. Ser seran û ser Çavan...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE