08 juli 2013

Hin kurd dema pere tê da hebe bi kurdî dipeyivin



Hin kurd di TRT6-ê, Dunya TV-ê û hin kanalên din da berpirsiyarên programan e, programên kurdî çêdikin, bi mîvanên xwe ra bi kurdî dipeyivin, lê di facebook û di twitterên wan da zimanê wan tirkî ye.
Yanî gava pere tê da hebe û ji axaftina kurdî pera were qezenckirin bi kurdî dipeyivin, lê dema pere tê da tunebe pênc pereyên xwe jî di kurdî nadin, zimanê wan tirkî ye. Yanî fikir û zikrê wan hevûdu nagre…
Diyar e van camên karê tercumaniyê dikin, dema kanalên telewîzyonan heqê axaftina wan bide bi kurdî dipeyivin, lê gava pere û menfaet tê tunebe zimanê wan tirkî ye.
Ya muhîm ne ku dema bi pera be, dema bêpere be dibê zimanê meriv kurdî be.
Dibê meriv bêyî menfaet, bêyî îcbar ji zimanê xwe hez bike û pê binivîsîne.
Ez ne li dijî pereqezenckirina ji kurdî me, bira qezenc bikin. Wek her miletî helbet kurd jî ewê ji karê xwe, ji zimanê xwe pera qezenc bikin. Di vir da tu anormalî tuneye. Anormalî derî kar, di jiyana şexsî da dest pê dike.
Dibê ev ziman ne tenê ji bo karê be, dema bi pera be meriv bipeyive û dema pere tê tunebe meriv nepeyive. Ev şaş e, dibê kurdî zimanê meriv yê rojane, yê jiyanê û yê entellektueliyê be jî.
Yekî tirk di programa xwe da jî bi tirkî dipeyive û li derve jî, bi zarokên xwe ra jî bi tirkî dipeyive, di faccbokê û twitterê da jî bi tirkî dinivîsîne…
Di kanalên telewîzyonan da spîkeriyê bike, programan çêke, beşdarî programên kurdî bibe, hevpeyvînên bi kurdî bi xelkê ra bike û bi zarokên xwe ra jî bi tirkî bipeyive, di facebookê û twitterê da jî bi tirkî binivîse, ev paradoks e û hinekî jî şerm e. Kurd vê dubellmoraliyê, vê paradoksê dibîne…

XXX
Dr. Mohamed El Baradei li Misrê ewê bibe serokwezîrê cûnteya leşkerî. Dibêjin di demeke kin da Dr. Baradei ewê sond bixwe û hukûmeta nuh ava bike.
Dr. Mohamed El Baradei, di sala 2005-a da xelata Nobelê ya Aştiyê girt û îro jî dibe serokwezîrtiya cûntayeke leşkerî qebûl dike. Bi îhtîmaleke mezin mêrik berê di nava lîstikê da ye.
Navê Baradei pir dişibe gotina kurdî ya ”berradayî”. Di dîrokê da carnan hin tesadufên pir balkêş hene. Wisa xuya ye ku Dr. El Baradei bi rastî jî merivekî ”berradî” ye.
Lê ez bawer nakim ”serokwezîrtiya” ”berradayî” efendî zêde demdirêj be, gelê Misrê ne wek tirka ye, ewê li ber xwe bidin û vê darbeyê bi rehetî qebûl nekin.


XXX
Ji axaftina camêrekî swêdî ya radyoyê. Pir xweş û rast gotiye.
"Dema me ya li ser ruyê erdê bi sînor e. Loma jî ez îro hîn zelaltir dibînim: Pir kar meke. Nehêle hestên te di dilê te de bimînin. Biaxife! Ji bo peran şer neke. Biwêre bêje "na" û biwêre bêje "erê".
Behişt dikare cihekî ku li ser ruyê erdê be."
Kristian Gidlund

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE