18 juli 2013

Dibê em vê fersendê jî ji dest xwe bernedin



Siyaset wiha ye, tu bi ser kevî her kes ewê ji te ra li çepikan xe, lê tu bi ser nekevî, her kes ewê keviran li te bibarîne.
Heger PKK û PYD li Kurdistana rojava bi ser kevin, (ez hêvîdikim ku bi ser kevin), muxalifên wan jî ewê bibêjin her bijî PYD û PKK.
Bi baweriya min li Sûriyê şerê ereban ewê pir bajo, loma jî dibê kurd vö fersendê baş bikar bînin û li welatê xwe desthilatê bigrin destê xwe.
Lê ji bo vê jî berî her tiştî tifaq lazim e, hemû hêzên kurd dibê giraniya xwe bidin vê xeleka zeîf bûyî…

XXX
Dinya mişt surprîz in. Kê bawer dikir ku Kurdistana rojava rojekê ewê were ber azadkirinê, li Efrînê, Kobanê, Qamîşloyê, Amûdê û Serêkaniyê ewê ala kurdî hêl bibe?
Dema meriv bixwaze û bixebite li vê dinyayê her tişt mimkûn e. Bawer bikin Kurdistana bakur jî ewê rojekê çê bibe. Lê ji bo wê du tişt lazim in; tifaq û xebat.

XXX
Kurd gurê hev in, ji hev ra şêr û piling in, ji dijmin ra rûvî ne. Derket ortê ku bûyera Mûşê te ne ji bo erd bûye, ji bo hinek gîha û qetek mêrg bûye.
Yanî ji bo çend rîsiyan 8 mêr ji hev di erdê ra kirine û hewqas jî birîndar. Li hemberî vê dînîtiyê aqilê meriv disekine.
Wek birayê Bengîn Botî jî gotiye, ”Kurdên me ji bo bihustek erd qira hev tînin. Lê mixabin Erd û namûsa wan di nav lepên xelkê de gemarî bûye, qet ne xema wan e...”
Min gelek caran li ser vê kultura malkambax nivîsîye, lê nivîsandin pere nake, mesele tevna civaka kurd e. Civaka kurd bindest e û di warê ekonomiyê da gelkî paş da. Gelek adet û têkiliyên xerab hîn gelkî xurt in. Ji bo guherandan wan, guherandina civatê lazim e.

XXX
Kurdan li Mûşê dîsa ji bo buhostek erd qira hev anîne; 8 kuştî û 7 birîndar..
Miletê ku hîn jî ji bo mirîşkekê, ji bo çêla elokekê, ji bo buhostek erd hevûdu bikuje ji medeniyetê pir dûr e. Siyaset dibê dest bavêje birînê, li çare û tedawiya vê birînê bigere…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE