31 juli 2013

Berê xeyalek min hebû


Berê, min tim ji xwe ra xeyal dikir, min ji xwe ra digot:
-Gegelo rojekê emê(kurdên bakur) ji vê bindestiyê çawa xelas bibin?
Min îhtîmalên riyên azadbûna me di serê xwe da li pey hev rêz dikirin, min digot:
-Ya emê bi şer, bi darê zorê wan ji welatê xwe derxin
-Ya rojekê ewê Şerê Cîhanê yê Sêyem derkeve, tirkiye, Sûriye, Îran û Îraq ewê têkevin şer, li herêmê ewê valayî û kaos çê bibe û emê jî di vê nabênê da xwe bidin ser hev, tifaqa xwe çêkin û dewleta xwe îlan bikin.
-Ya jî tirk ewê biguherin, medenî bibin û mafên me bi rehetî, bi riyeke demokratîk bidin me. Bi vê riyê bi kêmanî emê perçeyê Kurdistanê yê herî mezin rizgar bikin.
Ev îhtîmal hemû, ne sedîsed be jî, lê hersê jî bi rengekî fîfty fîfty pêk hatine.
Di warê çekdarî da li herçar perçeyên Kurdistanê jî kurd xurt in û dikanin li hembrî dijminên xwe şer bikin.
Ne ”Şerê Cîhanê yê Sêyem” be jî, lê li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê şerekî mezin heye û ewê hîn pir bajo.
Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê bere bere yekîtiya xwe çê dikin û êdî wek miletekî, wek hêzên miletekî hereket dikin.
Û tirk jî, tam ne li gora dilê me be jî, tên guhertin û ewê hîn jî werin guhertin, ewê werin nuxteya qebûlkirina riyên çareseriyeke bê şer, çareseriyeke aştiyan e.
Yanî xewn û xeyalên min hêdî hêdî be jî bi rast digerin, tên cî…
Ez hêvî dikim ku tarîx ji nişka ve zîtikan navîje û paşda neçe, dijminên me zû li hev nekin,, kurd bi hev nekevin û tirk jî ji guherîna xwe poşman nebin.

XXX
Seokwezîrê Kurdistanê Nêçîr van Barzanî do ji nişka ve hat Tirkiyê. Meseleyeke pir muhîm tunebe ziyareteke wiha ji nişka ve nabe. Îro mijarên herî girîng mesela Kurdistana rojava û hevdîtinên PKK-ê û hukûmetê ye. Di rojevê da hin mijarên din hebin jî lê îrô yên herî muhîm ev herdu mesele ne. Ez hêvî dikim ku hukûmeta AKP-ê di mesela Kurdistana rojava da dev ji siyaseta xwe ya ”em qebûl nakin”, ”em destûrê nadin” yanî dev ji dijminatiya kurdan berdabe û amade ye bi kurdan ra li hev bike.
Têkilbûna kurdên başûr hêviya min xurttir dike, lê disa jî meriv nikane baweriya xwe bi Tirkiyê bîne. Ji ber ku di praktîkê da hîn jî tu gavên baweriyê bide meriv xuya nakin. Lê dîsa jî ez hêvî dikim ku em ji Nêçîrvan Barzanî xebereke xêrê bibihîzin.


XXX
Wezîrê rewşenbîrî yê berê yê Kurdistana Federe û endameê serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê Felakedîn Kakeyî îro ji nişka ve wefat kir.
Bi vê xebera ne xweş ez gelkî êşiyam.
Kakayî ji siyasetmedarekî bêtir nivîskar, lêkolîner, ronakbîr û per û paskê hemû kurdan û yê her çar perçeyên Kurdistanê bû.
Ew neyarê neyar, dostê bêkesan, hêviya her kurdê welatparêz bû.
Bi wefata wî ya bêwext û ji nişka ve hemû kurd xemgîn û heznî ne.
Ji malbat, zarok û hemû dost û havalên wî ra sersaxiyê dixwazim. Bira serê gelê kurd sax be

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE