31 juli 2013

Berê xeyalek min hebû


Berê, min tim ji xwe ra xeyal dikir, min ji xwe ra digot:
-Gegelo rojekê emê(kurdên bakur) ji vê bindestiyê çawa xelas bibin?
Min îhtîmalên riyên azadbûna me di serê xwe da li pey hev rêz dikirin, min digot:
-Ya emê bi şer, bi darê zorê wan ji welatê xwe derxin
-Ya rojekê ewê Şerê Cîhanê yê Sêyem derkeve, tirkiye, Sûriye, Îran û Îraq ewê têkevin şer, li herêmê ewê valayî û kaos çê bibe û emê jî di vê nabênê da xwe bidin ser hev, tifaqa xwe çêkin û dewleta xwe îlan bikin.
-Ya jî tirk ewê biguherin, medenî bibin û mafên me bi rehetî, bi riyeke demokratîk bidin me. Bi vê riyê bi kêmanî emê perçeyê Kurdistanê yê herî mezin rizgar bikin.
Ev îhtîmal hemû, ne sedîsed be jî, lê hersê jî bi rengekî fîfty fîfty pêk hatine.
Di warê çekdarî da li herçar perçeyên Kurdistanê jî kurd xurt in û dikanin li hembrî dijminên xwe şer bikin.
Ne ”Şerê Cîhanê yê Sêyem” be jî, lê li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê şerekî mezin heye û ewê hîn pir bajo.
Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê bere bere yekîtiya xwe çê dikin û êdî wek miletekî, wek hêzên miletekî hereket dikin.
Û tirk jî, tam ne li gora dilê me be jî, tên guhertin û ewê hîn jî werin guhertin, ewê werin nuxteya qebûlkirina riyên çareseriyeke bê şer, çareseriyeke aştiyan e.
Yanî xewn û xeyalên min hêdî hêdî be jî bi rast digerin, tên cî…
Ez hêvî dikim ku tarîx ji nişka ve zîtikan navîje û paşda neçe, dijminên me zû li hev nekin,, kurd bi hev nekevin û tirk jî ji guherîna xwe poşman nebin.

XXX
Seokwezîrê Kurdistanê Nêçîr van Barzanî do ji nişka ve hat Tirkiyê. Meseleyeke pir muhîm tunebe ziyareteke wiha ji nişka ve nabe. Îro mijarên herî girîng mesela Kurdistana rojava û hevdîtinên PKK-ê û hukûmetê ye. Di rojevê da hin mijarên din hebin jî lê îrô yên herî muhîm ev herdu mesele ne. Ez hêvî dikim ku hukûmeta AKP-ê di mesela Kurdistana rojava da dev ji siyaseta xwe ya ”em qebûl nakin”, ”em destûrê nadin” yanî dev ji dijminatiya kurdan berdabe û amade ye bi kurdan ra li hev bike.
Têkilbûna kurdên başûr hêviya min xurttir dike, lê disa jî meriv nikane baweriya xwe bi Tirkiyê bîne. Ji ber ku di praktîkê da hîn jî tu gavên baweriyê bide meriv xuya nakin. Lê dîsa jî ez hêvî dikim ku em ji Nêçîrvan Barzanî xebereke xêrê bibihîzin.


XXX
Wezîrê rewşenbîrî yê berê yê Kurdistana Federe û endameê serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê Felakedîn Kakeyî îro ji nişka ve wefat kir.
Bi vê xebera ne xweş ez gelkî êşiyam.
Kakayî ji siyasetmedarekî bêtir nivîskar, lêkolîner, ronakbîr û per û paskê hemû kurdan û yê her çar perçeyên Kurdistanê bû.
Ew neyarê neyar, dostê bêkesan, hêviya her kurdê welatparêz bû.
Bi wefata wî ya bêwext û ji nişka ve hemû kurd xemgîn û heznî ne.
Ji malbat, zarok û hemû dost û havalên wî ra sersaxiyê dixwazim. Bira serê gelê kurd sax be

30 juli 2013

Hin însan rezîl hatine dinyayê

Parlamenterê CHP-ê yê Dêrsimê Kamer Gencê panturkîst, di geliyekî Dêrsimê da rismên al û flamayên PKK-ê girtiye û nîşanê rojnamevan daye û bi hêrs gotiye: ”
”Haya walî û leşkeran jê heye, lê danaxin. Erdogan li Sûriyê ji alên PYD-ê aciz dibe û wan dadixîne, lê çima nayên van alan danaxînin? Qey hukûmtê vira teslîmê PKK-ê kiriye?”
Kamer Gencê xorasanî û panturkîst, ji ala tirk û rismê Ataturkê ku bav û kalên wî kuştin qet aciz nabe, lê ji alên PKK-ê gelkî aciz bûye û gotiye:
”Li ser axa welatekî hêlbûna alên hêzên din, tê wê maneyê ku êdî li wê derê desthilata wî welatî nemaye, ne mimkûn e ku meriv viya qebûl bike. Dema ez vegerim Anqereyê ezê vê meselê bi pêşniyarpirsekê bibim meclîsê.”
Di nava kurdan da gelek zilam û ajanên dewleta tirk yên bi dizî hene, bi rezîlî û bêxîretiya xwe peran qezenc dikin.
Lê hinek jî hene ajantiyê ne bi dizî û ne jî ji bo peran dikin, belaş û eşkere dikin û bi ajantiya xwe jî serbilind in.
Kemer Gencê tirk jî yek ji wan ajanên dewletê yê eşkere ye. Ew ji deletê ra belaş û kêfî ajantiyê dike.
Dewletê karekî wiha nedaye wÎ, ew bi kêfa xwe ajantiya dewletê dike…
Ne ji bo pera û menfaetekê, ji bo ku merivekî pir bêrû, bêexlaq û bêheysîyet e loma.
Ji bo ku neyartiya kurdan bike, ji bo ku kanibe zirarekê bigihîne kurdan ji dewletê ra vê xulamiyê û ajantiyê dike.
Hin kes hene ne hêja ne ku meriv tuyî ruyê wan jî bike, rezîl hatine dinyayê û ewê rezîl jî bimînin...
XXX
Neyarên kurdan îro li Qamîşloyê bi sûîqesteke bombeyî siyasetmedarê kurd Îsa Huso qetil kirin.
Îsa Huso, endamê Komîteya Dîplomasî ya Desteya Bilind a Kurd (DBK), endamê Dîwana Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û TEV-DEM-ê û berpirsiyarekî PYD-ê bû.
Îsa Heso dema ji mal xwe diçe, bi rê da di otomobîla wî da teqîn çê dibe û jiyana xwe wenda dide.
Ev sûîqest dibê ji bo kurdên rojava bibe zengilê şiyarbûnê. Loma jî dibê neyarên destbixwîn gelkî şiyar bin û tedbîrên xwe baş bigrin.
Ev cînayet nîşan dide ku dijminên me rehet nasekinin û ewê di rojên pêş da, heger bikanibin gelek cînayetên wiha bikin.
Kurd bi kuştinê natirsin û dev ji micadeleya xwe ya azadî û serxwebûnê bernadin.
Bira serê malbata wî û yê gelê kurd sax be…


XXX
Do êvarî xanimê masî li min temî kir; min îro çû du masiyên xwe yên Sorik kirîn û berê xwe da malê.Me ji zûda bû masî nexwaribû.
Min li ber masiyê xwe zeleteyekî xwe yê firingiyan jî çêkir û danî ser masê. Xanimê jî bulxurekî xweş çêkiribû. Wek berferatiyan negot, me telî xwe pê ra xwar…

29 juli 2013

Dunya alem bû merî em tenê man kêmaqilên berê

Di malpera ANF-ê da li ser jiyan û xebata Emîn Pevcewînî nivîseke balkêş heye.
Emîn Pencewînî qala bîranîneke xwe ya pir manîdar û mişt ders kiriye...
Sal 1962 ye, li Kurdistanê di nabêna kurdan û artêşa Îraqê da şerekî mezin heye. Balafirên Îraqê her roj Kurdistanê bombebaran dikin. Kurdistan di nava êgir da ye.
Di demeka wiha da kurdên çep û komunîst li Kurdistanê li dijî şerê Emerîka yê li Kubayê ji kurdan îmzeyan top dikin.
Heyetek ji kesên sivîl pêkhatî, Pencewînî jî di nav da ye bi çewalek îmzeyên li Kurdistanê top kirine diçin Bexdayê, ji bo ku îmzeyan bidin sefîrê Emerîka yê Bexdayê.
Di heyetê da yê herî xort Emîn Pencewînê ye, loma jî çewalê tije îmze heta sefaretxaneyê ew li pişta xwe dike.
Gava heyeta kurd dixwaze îmzeyan teslîmî sefîrê Emerîkayê bike, sefîr bi hêrs ji wan ra dibêje:
”Ez kanim van îmzeyan hemûyan bi kibrîtekê bişewitînim. Dev ji Kubayê berdin, li Kurdistanê binêrin, welatê we bombebran dibe. Bi rê da ez gelkî li ser vê peyva wî fikirîm…”
Li Kurdistana bakur me kesên çep jî eynî xwelî li serê xwe dikir, me jî ji bo Kubayê, Wîetnamê, Komboçyayê, Erîtreyê, Gîneyê, Mozambîkê îmze top dikir, meş dikir, nivîs dinivîsand û li kuçe û kolanan belavok belav dikir.
Bi qasî ku me wexta xwe dida fêrbûna dîrok û micadeleya van welatên min navên wan li jor rêz kirin, me wexta xwe nedida fêrbûna dîroka xwe, me piştgiriya serîhildana Mele Mistefa Barzanî nedikir. Bira alîkarî li wir bimîne, Rizgarî ne tê da, me hêzên din gişan dijminatiya şoreşa Barzanî dikir.

Bala xwe bidinê, bêyî kurdan, ev gelên min qala wan kirin, hemû jî bûn xwedî delet, tenê kurd nebûn.

Kurd nebûn xwedî dewlet ji ber ku kurd kêmaqil in, ji xelkê ra masiyan û ji xwe ra jî kûsiyan digrin.

Çepên kurd li gorî berê hinekî biaqil bûne, lê aqil hîn nehatiye serê hêzên îslamî yên kurd. Piraniya îslamiyên kurd hîn jî wek salên 70 û 80-î ne bo xwe, ji bo xelkê li kuçe û kolanan in û ji bo xelkê nimêjê û dûa dikin.

Miletekî wiha kêmaqil, bêşiûr û hafizeya netewî bêguman ewê tim li dû xelkê bimîne û nebe xwedî dewlet.

Ziya Gokalp, di nivîseke xwe ya di rojnameya Peymanê da dibêje, ”Kurd, ji hestên welat û milet bi temamî mehrûm in.”
Bi qasî ku xuyaye Zîya Gokalpê pantirkîst di analîza xwe da ne neheq e, para rastiyê di vê dîtina wî da heye, ev dîtina wî ne vala û bêbingeh e.

Kurdan dewleteke kurd ya serbixwe bi dijmin daye qebûlkirin lê serokên wan qebûl nakin

Me dewleteke kurd ya serbixwe bi dijmin daye qebûlkrin, lê hîn bi serok û siyasetmedarên xwe nedaye qebûlkrin

Di rojnameya Tarafê da Tugba Tekerek bi Wezîrê karûberê derve yê AKP-ê y ê kevn Yaşar Yakiş ra hevpeyvîneke muhîm kiriye.
Yaşar Yakiş, ji bo xeyala kurdan ya avakirina dewleteke serbixwe dibêje:
”Miletekî hewqasî mezin xeyaleka wî ya dewleteke serbixwe heye. Ev xeyal meşrû ye,
dibê meriv viya qebûl bike. Ev yek ewê çawa birast bigere(pêk were) wiya Xwedê dizane, girêdayî şertan e. Li Îraqê herêma otonom ji xwe ava kirine. Li Sûriyê ji nuxteya gihîstinê zû bi zû paşda naçin. Rejîma Esed qezenc bike jî ewê nikanibe zêde tiştekî empozeyî wir bike. Heger hûn bibêjin Kurdistana serbixwe ewê kînga ava bibe?, ev merhele ewê hêdî hêdî dom bike…”
Piştî van gotinên Yakiş, Tugba Tekerekê jê pirsîye, gotiye:
”Xeyalên kurdan meşrû ye, him jî dikane pêk were, ne wisa?”
Yakiş, bi bîranînekê bersîva vê pirsê dide, dibêje:
”Dema li meclîsê ez serokê Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê bûm, ji Îraqê heyteke hatibû. Ji min ra gotin, li Îraqê gotinek heye, dibêjin, ”Şîî bi zincîran li xwe dixin, kurd xeyalan dikin, sunî îdare dikin.” Nuha em ne di wê rojê da ne. Kurd erê xeyalan dikin, lê belê li pey(li dû)tiştên ewê nebin(tiştên ne mimkûn) na bezin.”
Hinekî dirêj bû lê belê tişt nebe, Yakiş li ser pêşeroja kurdan tiştên girîng dibêje.
Wek tê dîtin, dijminên me jî êdî xwe ji bo dewleteteke kurd û Kurdistana serbixwe amade kirine. Wan jî êdî baş fêm kirine ku roja avabûna dewleta kurd û Kurdistana serbixwe hêdî hêdî nêz dibe, ew çi bikin jî ev dewlet ewê ava bibe.
Dijminên me xwe ji bo dewleta kurd hazir kirine, lê serok û siyasetmedarên me yên bakur û başûr hîn xwe ji bo tiştekî wiha hazir nekirine, ew hîn jî beyanên li dijî dewleta kurd û Kurdistana serbixwe didin…
Rojê yek li dijî dewleta kurd beyanekê dide û dibêje ”kurd dewletê naxwazin…”
Mustafa Karasû, camêr îro wa ye hinekî din jî pêşda çûye û gotiye, ”Di îdeolojiya Serok Apo da, felsefeya wî da îktîdar û dewletbûn tuneye.”
Û dema Serok nexwaze, maneya xwe ew e ku kurd jî naxwazin...
Qey ev jî bêtalihiya miletê kurd e...
Siyasetmedarên xelkê ji bo ku gelê xwe bikin xwedî dewlet siyasetê dikin, yên me ji bo ku gelê xwe nekin xwedî dewlet siyasetê dikin...
Û di ser da nabêjin em jî, dibêjin ”kurd naxwazin.” Tu dibêjî belkî ev yek ji hemû kurdan pirsîne, ya jî referandûm çêkirine haya me jê tuneye…
Dijmin dibêje daxwaza kurdan ya dewleteke serbixwe meşrû ye, heqê kurdan e, lê serok û siyasetmadarên me hîn viya nabêjin, hîn vê daxwazê meşrû nabînin.
Yanî dewleta ku ji her kesî ra heq dibînin, ji me ra wek qebhetê dibînin.
Bi kêmanî wek Yaşar Yakiş nabêjin weleh dewleteke serbixwe haqê me ye û ev heq jî heqekî meşrû ye, lê îro ya em nikanin bigrin ya jî em nuha naxwazin.
Welhasil, me dewleteke kurd ya serbixwe bi dijminê xwe daye qebûlkirin, lê hîn bi serok û siyasetmedarên xwe yên bakur û rojava nedaye qebûlkrin.

28 juli 2013

Kurdên Huda-Par-ê îcar jî ji bo Mursî xwe wek barçêmkê dirûçikînin


Huda-Par û hin grûbên kurd yên îslamî li Ruhayê ji bo piştgiriya serokkomarê Misrê yê girtî Mursî û partiya Ehl Îxwan çalakiyeke piştgriyê çêkirine.
Ji xwe tim wiha dibe; li Filistînê tiştek dibe, em kurd dikin qîrîn û hawar û wek barçêmkê xwe dirûçikînin.
Li Misrê ereb bi hev dikevin, em kurd radibin pêdar û tavilê dibezin gazî û hawara Mursî.
Li Tirkiyê hukûmet û kemalîst bi hev dikevin, em berî her kesî dibezin qada Taksîmî û sînga xwe li hemberî panzêr û Tomaya ra dikin sîper.
Welhasil li ku dera dinyayê çi biqewime hin kurd wek agirkujên (îtfaîyecî) navnetewî tavilê dibezin hawara wan.
Lê ev 90 sal in seranserê welatê me li ber çavên van kes û hêzan dişewite, kes nabeze gazî û hawara gelê xwe.
Gelî îslamcî, sosyalîst, komînîst, demokrat û welatparêzên kurd û Huda-Par, Girê Spî û Serêkaniyê ji Misrê nêzîktirî we ye, heger hûn pir xwedî ûjdan, heqnas û jêhatî ne, berê herin gazî û hawara birayên xwe yên kurd, serê wan ji bin kêrên di destên çeteyên El Nusra û El Qaîdeyê da ne xelas bikin.
Ev 30 sal in li her çar perçeyên Kurdistanê xwîna kurdan diherike, heta nuha bi sedhezaran kurd hatine kuştin.
Ma we qet bihîstiye ku li Misrê Ehl Îxwan ji bo kurdên mazlûm meşeke piştgriyê kiribin, ronakbîr, siyasetmedar û alimekî misrî beyaneke piştgiriyê dabe, zulma li ser kurdan protesto kiribe?
Bi qasî ku hûn li hemberî ”Fîrewnên Misrê” û li ba Mursî ne, hewqasî jî li hemberî Fîrenên tirk, ereb û faris bin û ji bo gelê xwe jî meşên piştgiriyê lidar xin.


XXX
Tirkiyê ji serokê PYD-ê ra gotiye, nuha hukûmeta xwe îlan nekin, li bende ketina Beşar Esed bin.
Hêviya Ahmet Davutoglu ew e ku piştî ketina Esed erebên xwe bidin ser hev û tu mafî nedin kurdan.
Yanî hêviya Davutoglu ew e ku wext di lehê wan da be, loma jî taloqkirina hukûmeteke kurd pêşnîyarî kurdan dikin.
Ev yek jî nîşan dide ku dewletê hîn jî dev ji siyaseta xwe ya helandina kurdan bernedaye.
Lê ji bo îlankirinê jî ne hêza kurdan têr dike û ne jî dunya piştgiriyê dide gaveke wiha.

Ez piştgiriya hevdîtinên bi Tirkiyê ra dikim


Hin kurd li dijî çûna serokê PYD-ê Salih Muslim ya Tirkiyê ne, dibêjin ew ”vî perçeyê Kurdistanê difroşe Tirkiyê” û gelek
rexneyên din.
Ez bi xwe ne li dijî hevdîtinên PKK-ê û PYD-ê yên bi Tirkiyê ra me. Ez dixwazim ev pêvajo pir hindik netîceyekê bide, kurd hin mafên netewî bi dest xin û şer rawest e.
Û ji xwe şer jî ji bo ku meriv dijminê xwe bîne ser masê, mecbûrî axaftinê bike tê kirin. Îro Tirkiye hatiye wê nuxtê. Bi kêmanî wisa dibêjin. Dibê meriv hilika vê derewa wan jî derxe…
Milet ji 30 sal şer zirareke pir mezin dîtiye û gelkî jî westiya ye, şer naxwaze. Û li Tirkiyê şer jî êdî zêde tiştekî bi xwe ra nayne. Di warê leşkerî û teknîkî da dewlet li gorî 20 sal berê pir xurt e.
Heger em kanibin bi riya diyalogê tiştekî ji dewleta tirk bigrin baş e, dibê meriv li dij dernekeve û demekê jî wiha dom bike...
Wek şexs ez hebûna dewleta tirk ya li Kurdistanê xeyrîmeşrû dibînim û dixwazim ku wan ji welatê xwe derxim.
Lê em îro bi şer nikanin wan derxin û dunya jî piştgiriya şerê me nake.
Û heta ku ji derve piştgirên me çênebin, hêza me ya çekdar bi tenê têr nake, dibê hin dewlet piştgiriya me bikin.
Dibê em li bakur demekê jî xebat û micadeleya legal, demokratîk biceribînin. Ji bo ku em kanibin vê dewleta îşxalkar ji welatê xwe derxin em mecbûrin her riyê biceribînin.
Li başûr kurd ev 20 sal in xwedî desthilat in, lê kes qebûl nake ku serxwebûna xwe îlan bikin û ji Îraqê veqetin.
Dunya ku piştgiriya serxwebûna kurdên başûr neke, piştgiriya kurdên Tirkiyê û Sûriyê qet nake. Û ji we nake jî. Bira piştgiriya bi me ra li wir bimîne, di ser da piştgiriya dijminên me dikin.
Ji xwe ne piştgiriya Emerîkayê bûya kurdan ji zûda dewleta tirk mecbûrî masê kiribûn û mafên xwe stendibûn.
Loma jî ji ber ku rewş ev e, dibê em realîst bin.
Di siyasetê da ya hero ya mero tuneye. Dema meriv hevdîtinên bi Tirkiyê ra red bike, wê demê dibê şer bike. Û şer jî li bakur êdî ji kurdan ra karekê bi xwe ra nayne.
Şerê kurdan yê rizgariyê naşibe şerên miletê din, gelek cudayî û taybetiyên xwe hene. Hin miletan kanîbûne bi çekan hêzên emperyalîst, kolonyalîst ji welatên xwe derxin. Lê ne şert e ku rizgariya kurdan jî miheqeq wiha be.
Ji ber ku welatê kurdan kirine çar perçe, dijminên kurdan pir in, di warê leşkerî, aborî û însanî da ji kurdan gelkî xurtti in, loma jî şerê me yê rizgariyê jî ewê neşibe şerê wîetnamiyan û yên efrîqiyan.
Li gorî rewşa welatê me rizgarkirina wî jî ewê zor, hêdî hêdî, merhele bi merhele û cûr be cûr be, dibê em bi sebir bin û nekevin şaşiyên tamîlan.

27 juli 2013

Tifaqa kurdan ewê riya azadiyê kintir bikie



Hukûmeta AKP-ê ji Însîyatîfa serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û ji sersutiya(miqatebûna) hukûmeta Kurdistana Federe ya li PKK-ê û kurdên bakur gelkî nerehet e. Tirkiye dixwaze PKK tim bi serê xwe tenê be. Dema partiyên din, kurdên beşên din jî tevî meselê dibin, mesele bêtir fireh digere û dibe mesela miletekî, kurdên beşên din jî dibin mudaxilê gelşa Tirkiyê.
Bi çêbûna konferanseke netewî û avakirina komîte, dezgeh ya jî şemsiyeke netewî kurd ewê him wek milet derkevin hemberî dijminên xwe û him jî zemîna neyartî û şerê nabêna wan ji ortê rabe.
Heger kurd piştî Konferansa Netewî bikanibin rêxistineke wek FKO-ya filîstîniyan ava bikin ewê gaveke tarîxî bavêjin û rizgariya Kurdistanê nêziktir bikin.
Rêxistineke wiha li dinyayê ewê sed qatî ji PKK-ê bêtir meşrû were dîtin û qebûlkirin. Û Tirkiye jî ewê êdî ne li hemberî PKK-ê tenê, li hemberî hemû kurdan û rêxistinên her çar perçeyên Kurdistanê şer bike.
Kurd êdî ne perçe pereçe, wek miletekî ewê derkevin hemberî dinyayê û dijminên xwe. Ev yekîtî ewê biheqbûn û giraniya wan zêde û meşrûtir bike.
Loma jî dibê meriv bi xurtî piştgiriya banga Mesûd Barzanî û çêbûna Kongreya Netewî bike.

XXX
Bêkêrîya hinekên din, nabe sebebê ku tu jî bêkêr bî. Îro roj roja xîret û xebatê ye, roja ku dibê tu wek mozan êrîşê bibe ser dijmin û wek gêrikan jî ji bo azadiya gelê xwe bixbete.


XXX
Çi xerîb e, em di her dereweke merivê em jê hez dikin da rastiyekê û di her rastiyeke merivê em jê hez nakin da derewekê dibînin.
DOSTOYEVSKI

Alimên tirk nezan û cahil in

Serokê ORSAM-ê (Navenda Lêkolînên Stratejiya Rojhilata Navîn) Dr Hasan Kanbolat , di programeke telewîzyonê da nezanî û cahiliya rewşenbîr, alim û lêkolînerên tirk qebûl kiriye û gotiye:
”Mixabin, rewşenbîr û lêkolînerên tirk ji tirsa dewletê nikanîbûn lêkolînên ilmî bikin. Ji ber ku dewlet li hemberî wan derdiket û ew ceza dikirin. Ji ber vê tirsa ji dewletê rewşenbîr û lêkolînerên tirk newêrîbûn li ser gelek babetan, bi taybetî jî li ser pirsa kurd lêkolînan bikin. Û loma jî cahîl û nezan man.”
Berî her tiştî ev cahilî û nezanî vi alim, rewşenbîr û lêkolîneran ve ne sînorkirî ye, gelkî berfirehtir e.
Û sebebê vê tirsê û paşdamayinê jî mesela kurd û Kurdistanê ye. Ji ber ku dewletê dixwest hebûna kurd û Kurdistanê veşêre, nedixwest ev rastî were zanîn, loma jî dixist dilê her kesî, ji bo veşartina rastiya kurd û Kurdistanê, sîstemek li ser tirsê û derewan ava kir. Bi zanetî însanên xwe nezan û cahil hîşt.
Ne ”rewşenbîr û lêkolîner” tenê, vê tirsa ji dewletê û dîroka derewîn hemû civata tirk nezan û cahil hîşt, nehîşt civat bi pêş keve.
Sîstema kemalîst bi perwerdeyeke nîjadperest, paşdamayî û ne medenî mirovê tirk kir nîjadperestê herî hov.
Gava tirkek navê Kurdistanê dibihîze, wek boxayê çav li rengê sor keve, di cî da har dibe û êrîşî yê hemberî xwe dike.
Tirsa kurd û Kurdistanê ji bo her tirkî bûye kabûsekî mezin. Kî ji tirkekî ra bibêje kurd hene, Kurdsitan heye, ew dibe dijminê tirkan.
Loma jî tirkekî normal, (çend dewletên merivên wan ne tê da)hemû cîhanê wek xêrnexwaz û dijminê xwe dibîne.
Li Tirkiyê bi sedan zanîngeh hene, lê heta salek berê jî di nava 500 zanîngehên dinyayê yên herî baş da zanîngehek tirk tunebû, salek berê dibên yek ketiyê.
Loma jî li Ewrûpayê dîplomeya tu zanîngeheke tirk jî pere nake, kes dîplomayên zanîngehên Tirkiyê nagire cidiyêtê.
Welatên Skandînawî (ez bawer dikim Yekîtiya Ewrûpayê jî)ehliyetên Tirkiyê qebûl nakin, dibêjin hemû sexte ne, ehliyet hebe jî şufêr nizane şufêriyê bike.
Li gorî welatên din, telebeyên tirk pir nezan û paşdamayî ne, zimanan nizanin û ne însanên medenî û demokrat in.
Mirovên tirk bi piranî bêtehamul, bêtolerans, ji xwe nebawer û nîjadperest in. Û ji ber ku nezan, ne medenî ne demokrat in loma jî zû serî li zorê didin.
Bêguman ev netîce jî sûcê sîstema kemalîst ya nîjdaperest e. Û heta ku li Tirkiyê kurd azad nebin, Kurdistan çê nebe, alim, rewşenbîr, lêkolîner û mirovên tirk jî ji vê cahiliyê û îdeolojiya nîjadperest xelas nabin. Çimkî sebebê vê rewşa kambax înkara miletê kurd û Kurdistanê ye.
Dibê tirk êdî vê rastiyê bibînin…

Xwedê kir ku îro PKK heye


Xwedê kir ku nuha li Bakurê Kurdistanê PKK-yek û li rojava jî PYD-yeka kurdan heye. Heger ev her du hêz û hêzên wan yên çekdar tunebûna nuha dijmin bi qasî misqalekî jî hesabê me kurdan nedikr û bi kurdan ra nedipeyivî.
Ji ber ku ev dinya wiha ye, xelk ne li gorî nufûs û biheqbûna meriv, li gorî hêza meriv, yanî li gorî ”çoyê” di destê meriv da hesabê meriv dike, ya jî nake.
Ji xwe di jiyanê da jî her tişt li gorî vê qanûnê, li gorî vê rastiyê dimeşe. Ji ber ku kurd îro xurt in, xwedî qewet û ccek in, dikanin neyarên xwe nerehet bikin loma neyar ji wan hesaban dike, newêre bajo ser wan û mecbûr dibe bi wan ra rûne.
Loma jî kurdan gotiye, ”zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane”!
Îro li ba kurdan him zêr(petrol) heye, him zor heye û him jî devê tivinga mor heye.”
Dimîne hostayî û zîrekiya bikaranîna van ccekan. Heger serok û siyasetmedarên kurd van her sê ccekên di destên xwe da rast û bass bikar bînin ewê qezenc bikin û heger cewt bikar bînin ewê wenda vikin.
Erê sîleh(zêr, zor û tiving) ssert e, bêyî wê nabe, lê dibê rast û bi hosayî were bikar anîn.
Ma îro Tirkiye, tê bi min ra, bi Kemal Burkay ra, bi Lutfî Baksî ra rûdine, bi me ra hevdîtinên bi dizî û eşkere dike?
Bêguman nake, ji ber ku ne hêza me û ne jî ccoyê me heye. Û gava ev tunebin jî kes guh nade meriv.
Lê ji ber ku hêz û ”çoyê” Ocalan, Karayilan, Salih Muslim û Mesûd Barzanî heye, loma jî dihere bi wan ra rûdine, bi wan ra birr û bazarê dike.
Heger piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, li Kurdistana bakur hêzeke kurdan ya çekdar wek nuha hebûya û bikanîbûna li hemberî êrîşên dijmin welatê xwe biparastane ewê bindest nebûna, ewê kanîbûna welatê xwe rizgar bikin. Ya jî bi kêmanî bibûna xwedî statuyeke siyasî.
Lê ji ber ku hêzeka wan ya ku kanîbûya dijmin bitirsanda tunebû, loma jî hêzên emperyalîst û kemalîstan bi rehetî û bêtirs Kurdistan di nava xwe da perçe kirin û ew jî kirin bin destê sê dewletan.
Heger îro jî PKK û PYD û hêzên wan yên çekdar tunûbûna, bi baweriya min netîce ewê eynî wek dema Şerê Cîhanê yê Yekem bûya; dîsa kesî ne hesabê kurdan dikir û ne jî bi wan ra bazara tu maf û statuyan dikir. Dibê em kurd dua bikin ku îro PKK û PYD û bi hezaran ccekdarên wan hene.
Li başûrê Kurdistanê jî eynî tişt e, heger ne hêz û çekên di destên kurdan da be, ne ereb û ne jî Emerîka tu mafî nadin wan û bi wan ra rûnanin. Tirkiyê wek gurên har ewê bajota ser wan û bixwesta wan mehû bike.
Heger îro Tirkiye, Îraq, Sûriye û Emerîka bi kurdan ra rûdinin û nikanin wan wek berê tune hesab bikin, ji ber ku kurd îro xwedî hêzeke mezin ya çekdar in û li gorî berê tifaqeke wan ya bass heye.
A ev her du faktor dijminê me mecbûrî diyalogê dike…


25 juli 2013

Ne tenê neyar, hin kurd jî li dijî yekîtiya kurdan e


Yaşar Karadogan, di nivîsa xwe ya malpera ”Rizgarî” da li dijî civîna hêzên kurdan ya Selahedîn û banga serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ya Kongreya Netewî derketiye û gotiye, ”
”Bi raya min kongreya ku birêz Barzanî bang dike dek û dolabeki Tirkane û bingehê wê jî tune ye.”
Karadogan, ji bo xebat û hewildanên birêz Mesûd Barzanî yên ji bo yekîtiya miletê kurd jî gotiye, ”Qonaxa ku Barzanî hatiye trajedîk e.”
Di nava kurdan jî helbet kesên xêrnexwazên kurdan ya jî dîn(rentele) pir in. Bêguman meriv nikane xwe bi ber teqala kesên wiha xwe.
Lê di demeke wiha tarîxî da malpereke wek ”Rizgarî” çawa cî dide dîtinên wiha nexweş meriv fêm nake…
Di demeke wiha tarîxî da tenê neyarên kurdan û kesên dîn li dijî hevkarî û yekîtiya kurdan in.

XXX
Neyartiya li hemberî PKK-ê li ba hin kesan bûye paranoya, ji bo ku PKK jî di nav da ye li dijî banga serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo , çêkirina Kongreya Netewî derdikevin, hewildanên ji bo hevkarî û yekîtiya kurdan wek lîstikeke Tirkiyê dibînin.
Dibê meriv guh nede hezeyanên kesên parayonak. Lê baş e ku meriv wan nas bike, çimkî ew ne dînên ku kincên xwe diçirînin. Gelekê caran meriv wan normal dizane, lê di rastiyê da dîn in, yanî nexweş in û muhtacî tedwiyê ne. Bi wesîlêyên wiha meriv bi dînên xwe dihese, ew jî baş e.

XXX
Dixwaze ji min hez bike, dixwaze ji min nefret bike, her du jî li feydeya min in. Tu ji min hez bikî ezê tim di dilê te da bim. Tu ji min nefret bikî ezê tim di bîra te da bim.
Louis Aragon

XXX
Merivên biaqil ji kesên ku zêde pesnê wan didin nefret dikin.
Louis PASTEUR

24 juli 2013

Tirkiye çi bike jî ewê dewleta kurd bibîne

Di şerê Sûriyê da rastiyek êdî baş derketiye ortê, tu derew û tu demagojî nikene vê rastiyê veşêre; Tirkiye bi riya qatil û çeteyên El Qaîde, El Nusra û yên din li herêma Serêkaniyê, li Girê Spî li hemberî kurdan şerekî mezin dide meşandin.
Tirkiye ji dêlî ku eşkere, bi tank û topan û artêşa xwe êrîşê bibe ser kurdan û bi wan ra têkeve nava şerekî eşkere, çeteyên El Qaîde û El Nusra bera pêxîla kurdan dide, bi riya van çeteyên har şerê kurdan dike, gund û bajarên kurdan wêran dike, serê kurdan dide jêkirin.
Ji bo veşartina vê rastiyê heta ji Dvutoglu û Arinç tê bira her roj bextê xwe xera bikin, bira di telewîzyonan da demagojiyê û derewên bi boçik bikin pere nake, kurd vê neyartiya Tirkiyê pir baş dibînin. Li Sûriyê yên li hemberî kurdan şer dikin çeteyên Tirkiyê ne…
Nuha, dema hukûmeta AKP-ê dibîne ku çeteyên El Qaîde û El Nusra nikanin zora kurdan bibin û Kurdistanê ji dest wan derxin, îcar ew bi xwe haziriya mudaxeleyekê dikin, dibêjin ewê berê bala PYD-ê û serok Mesûd Barzanî bikşînin, hin gefan li wan bixwin, lê ku dîsa jî pere neke û kurd hukûmeta xwe îlan bikin, wê demê ewê bi leşkerên xwe têkvin Kurdistana rojava.
Gelo bi rastî jî ewê biwêribin tiştekî wiha bikin ya na ez nizanim, lê ku bikin jî ewê li zirarê derkevin, dû ra ewê poşman bibin. Tirk çi bikin jî nikanin rê li ber azadiya kurdan û hukmê tarîx bigrin. Kurd ewê xweji bindestiyê xelas bikin û Kurdistan ewê çê bibe.
Di êrêşeke li hemberî kurdên rojava da temamê kurdan, lê bi taybetî jî kurdên başûr jî ewê bibînin ku dijminê herî mezin û herî har Tirkiye ye, heta ku kurdên bakur azad nebin li tu derekê ewê rehetî ji kurdan ra tunebe. Tirkiye ewê nehêle li tu beşê Kurdistanê kurd azad bibin.
Çare dimîne veqetandina ji Tirkiyê.
Siyaseta tirkan ya nîjadperest, ya înkar û îmhayê kurdan mecbûrî vê riyê dike.
Netîce, hukûmeta AKP-ê çi bike jî beyhûde ye, ewê nikanibe rê li ber herikandina tarîxê û guherînên civakî bigre, kurd miheqeq ewê xwe û welatê xwe azad bikin. Ev yek êdî zarûrîyeteke tarîxî ye.

Ji Bengîn Botî gazineke ji dil


Birayê ezîz, çend sal berê di malpera Haksozê da ez rastî navê Bengîn Botî hatibûm. Di wê malperê da li gel nivîsên tirkî, hin nivîsên te yên bi kurmancî jî hebûn. Min guh neda nivîsên tirkî, lê herçî yên kurdî bûn, wek ku ez li xezîneyekê rast werim, ez bawer dikim min hemû xwendin. Nivîs giş jî xweş bûn.
Li ba dilê min ev cara pêşî bû ez li nivîskarekî wiha hoste rast dihatim.

23 juli 2013

Kurd bi van derewan naxapin


Wezîrê Tirkiyê yê kar û barên derve Ahmet Davutoglu û berdevkê serokwezîr Bulent Arınç, ji bo ku dijminatî û êrîşên xwe yên li hemberî kurdên rojava veşêrin demagojiykeke mezin dikin, dibêjin ku xwedêgiravî ew ne li dijî tu grûbeke dînî û etnîkî ne. Ew dixwazin li Sûriyê bi îradeya gel hukûmeteke meşrû û demokratîk were ser hukim û her kesî himêz bike. Lê heta ku ev nebe, ewê hukûmeteke defakto ya grûbeke etnîkî qebûl nekin.
Davutoglu û Arınç, wek du siyasetmearên Sûriyê dipeyivin, fena ku Sûriye welatê wan e û loma jî li ser şiklê rejîmê û hukûmetê dîtinên xwe dibêjin. Tu dibêjî qey bi wan ketiye kî li Sûriye kîjan hukûmetê ava dike?
Lê em dizanin kun ev şêla Davutoglu û Arınç ya mudaxelekar ji ber kurda ye, ji ber ku kurd li Sûriyê hene û doza mafên xwe yên netewî û azadiya welatê xwe dikin, loma jî ew xwe wek xwediyên Sûriyê dibînin û vê demagojiyê dikin.
Îcar ji bo ku Davutoglu û Arınç demagojiyê dikin, loma jî wek camêran xweşik û rast napeyivin, nabêjin ewê hukûmeteke kurd qebûl nekin, ” ji dêlî wê ve, dibêjin ”hukûmeteke grûbeke etnîkî û dînî..” û nizanim çi û çi….
Lê ji serî heta dawî demagojî ye, hemû mesele kurd in û qebûlnekirina hukûmeteke kurd e. Hukûmeta AKP-ê dibêje heger kurd li Kurdistana rojava hukûmeta xwe îlan bikin em qebûl nakin û emê destûrê nedin gaveke wiha. Hemû mesele ev e.
Li Sûriyê bêyî kurdan tu grûbeke ”etnîkî” ya ku doza avakirina hukûmeta xwe dike tunyeye, tenê kurd viya îma dikin.
Ev yek.
Ya din, gelo Davutoglu û Arınç, çima meselê, yanî statuya kurdan taloqî pêşerojeke ne diyar yanî taloqî avabûna ”hukûmeteke meşrû û demokratîk dikin?”
Wiha dikin, ji ber ku hêviya wan ew e ku di pêşereojê da dema şer raweste û ereb li heb bikin, ya jî Esed here û muxalefet were ser hukum ewê tu mafî nedin kurdan.
Loma jî Davutoglu û Arınç û hemû berdevkên hukûmetê şîreta payinê li kurdan dikin, dibêjin nuha hukûmeta xwe ava nekin, bipên, kînga şer qediya û hukûmeteke nuh ava bû, wê demê hûnê mesela xwe hel bikin.
Helbet em baş dizanin ku ev derew û demagojî ye, sibe bi riya hukûmeteke ”meşrû û demokratîk” jî mafê kurdan were dayin, Tirkiye ewê dîsa li dij derkeve.
Ma kurdan li başûr mafên xwe bi riya meşrû û qanûnî nestendibûn?
Lê Tirkiyê dîsa ev yek jî qebûl nedikir û dev ji xetên xwe yên sor bernedida.
Yanî ya Tirkiyê zor e, dibêje ez ne li Tirkiyê mafê kurdan didim û nej î dihêlim li welatekî kurd bibin xwedî maf û statuyeke siyasî bin.
Ya din kurd ne mecbûr in li bende lihevkirin û aştiya ereban bimînin û bi wan ra bijîn. Tiştê sibe mafê kurda ye îro jî mafê wan e. Mafê jiyana bi miletekî ra ne miletê serdest, miletê bindest dide. Yanî heger kurd ewê bi ereban, bi tirkan û farisan ra bijîn y ana, dibê ne ereb, tirk û faris bidin, dibê kurd bi xwe bidin. Û li her dera dinyayê jî ev yek wiha ye.
Davutoglu û Arınç eynî tiştî ji tirkên Qibrisê ra nabêjin, nabêjin heta ku hûn bi rûman ra li hev nekin hukûmeta xwe îlan nekin. Belovacî, ji rûman ra dibêjin, dibê hûn serxwebûn û dewleta tirkên Qibris qebûl bikin.
Heger Davutoglu û Arınç samîmî ne, bira eynî tiştî ji muxalefeta Esed ra jî bibêjin, bibêjin dibê hûn serxwebûna kurdan qebûl bikn.
Yanî kum ketiye û serê gurrî êdî li ber çava ye, kes bi van demagojiyên Davutoglu û Arınç naxape, kurd dizanin Davutoglu û Arınç ç dibêjin…

22 juli 2013

Xewna hemû kurdan...

Tiştê ku heta nuha min û hemû kurdan xeyal dikir û çê nedibû, wa ye bi rast digere, serok û siyasetmedarên ji her çar perçeyên Kurdistanê îro li Hewlêrê di bin serokatiya serokê Kurrdista Federe birêz Mesûd Barzanî da li hev civiyan û biryara çêkirina kongreyeke netewî dan.
Ji bo amadekirina Kongreya Netewî, ji kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê komîteyeke ji 21 kesan hat hilbijartin. Ev komîte ewê Kongreya Netewî amade bike.
Nuha gava ez ji kar hatim, min xebera vê civînê di malpera Avestakurdê da xwend. Bi xwendina vê xeberê ez gelkî dilşad bûm û dinya bû ya min.
Hîn di nivîsa xwe ya do da min wiha gotibû:
”Rojhilata Navîn, her çar dewletên kurd bindest kirine dikelin, kurd di nava çembereke êgir da ne. Ev agir her ku diçe mezin û berfirehtir dibe.
Ji bo kurdan tahlûke pir mezin e, li her çar welatan jî (Îraq, Sûriye, Îran, Tirkiye) dixwazin berî her kesî kurdan bavêjin vî agirî û bişewitînin.
Di rewşeke wiha gelkî talûke da dibê kurd çi bikin?
Berî her tiştî, kurd nikanin vî agirî vemrînin, ev eşkere ye. Lê ji bo ku ji bin da neşewitin dibê bi lez hin tedbîran bigrin.
Ji tedbîran yek, dibê wek milet li her çar perçeyên Kurdistanê hêzên xwe bikin yek û cepheyeke, şemsiyeke netewî ava bikin.”
Min do li serok û siyasetmedarên kurd dikir gazî û hawar û digot zû cepheyeke netewî ava bikin.
Ê wa ye îro li Hewlêrê ji bo kongreyeke netewî gaveke dîrikî hatiye avêtin. Ez ji nuh da hemû serok û siyasetmedarên pêşrngiys vê xebata dîrokî dikin ji dil û can pîroz dikim.

XXX
Qumandarê artêşa azad ya Sûriyê Selîm Îdrîs, di CNN Turk-ê da gotiye,
”Emê berê tuxayên xwe bidin bajarên ketine destên kurdan, emê kontrola Qamîşlo û ya bajarên din ji PYD-ê bistînin. Emê destûrê nedin ku kurd îdareya xwe ava bikin. Emê nehêlin PYD zêdetir xurt bibe…”
Mêrik eynen wek Davutoglu û Beşîr Atalay dipeyive. Van tiştên Selîm Îdrîs li pey hev rêz dikin, hemû jî daxwazên Tirkiyê ne, Tirkiyê do ji bo kurdên başûr çi digot, îro jî ji bo kurdên rojava eynî tiştî dibêje; dibê kurd bi tu hawî nebin xwedî desthilat û hukûmet.
Bêyî van gef û tehdîdên Selîm Îdrîs, Îmamekî El Nusra jî do fetwayek da û ”can, mal û namûsa kurdan li musilmanan helal kir” û got, ”Can, mal û namûsa(jinên) kurdan li we musilmanan hela e.”
Û Tirkiye jî bi rengekî pirr eşkere li hemberî kurdên binxetê alîkariya van cenewar û zebaniyan dike, gav û saetê wan rê dike ser kurdan.
Tikriye ji bo ku hêza PYD-ê bişkîne her roj bi hezaran çete û zebaniyên ereb, tirk, sîûdî û çeçen li Tirkiyê çekdar dike û dişîne ser kurdên feqîr.
Ev dijminatiya Tirkiyê ya li hemberî kurdên binxetê jî nîşan dide, wê demê danûstendinên hukûmetê yên bi Ocalan û PKK-ê ra jî xapandin e. Tirkiya ku qebûl neke kurdên rojava bibin xwedî maf û xwedî statuyeke siyasî, ewê çawa mafê kurdên xwe bide?
Li hemberî vê siyaseta hukûmeta AKP-ê ya antî-kurd, dibê di zûtirên wextê da hemû hêz û partiyên kurdên bakur, ji BDP-ê bigre heta bi Tevgera Azadî û HUDAPAR-ê û hemû ronakbîr û rîsipiyên kurdan bi hev ra nerazîbûnên xwe nîşan bidin û vê siyaseta hukûmetê bi şîdet protesto bikin.
Li aliyê din dibê meriv bêdengiya parlamenterên kurd yên di nava AKP-ê da jî rexne bike û ji wan jî bixwaze ku dibê di rojeke wiha da li hemberî van êrîşan ew jî bêdeng nemînin.
Bi îhtîmaleke mezin ewê guh nedin gaziyeke wiha, lê bira guh nedinê, wê demê li hemberî milet ewê rezîl û riswa bibin. Dibê meriv wan rehet nehêle, tim sîr û pîvazan di bîvilên wan ve ke.



XXX
Çar(4)hefte bîhnvedana havînê qediye û min îro dest bi kar kir.
Lê îro jî roj qet naqede, ez dibêjim belkî saet sekinî ye, tiketika wê tê guhê min, lê bêxwediya aqrebê qet ji ciyê xwe nalive.
Du deqîqe mane saeta min ya kar biqede. Ez li bende vê saetê kevzikî bûm…

Kurd di nava çembereke êgir da ne



Rojhilata Navîn, her çar dewletên kurd bindest kirine dikelin, kurd di nava çembereke êgir da ne. Eva gir her ku diçe mezin û berfirehtir dibe.
Kurd bêyî zirareke mezin ewê çawa xwe ji nava vî agirê dojehê xelas bikin ne diyar e. Û wisa xuya ye ev agir ewê di demeke nêz da, heta ku her milet û grûba dînî û etnîkî negihîje mafên xwe yên netewî ewê venemire.
Ji bo kurdan tahlûke pir mezin e, li her çar welatan jî (Îraq, Sûriye, Îran, Tirkiye) dixwazin berî her kesî kurdan bavêjin vî agirî û bişewitînin.
Di rewşeke wiha gelkî talûke da dibê kurd çi bikin?
Berî her tiştî, kurd nikanin vî agirî vemrînin, ev eşkere ye. Lê ji bo ku ji bin da neşewitin dibê bi lez hin tedbîran bigrin.
Ji tedbîran yek, dibê wek milet, li her çar perçeyên Kurdistanê hêzên xwe bikin yek û cepheyeke, şemsiyeke netewî ava bikin.
Ya duyem, ji bo ku kanibin xwe biparêzin, dibê bi lez û bez di warê leşkerî da xwe xurt bikin.
Ya sêyem, di nava çembera vî agirî da dibê siyaseteke pir biaqil, siyseteke ji macerayê dûr bimeşînin.
Û ya çarem jî dibê li piştgiriya Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bigerin, ji bo girtina pêştgiriya van her du hêzan bi roj û şev bixebitin, dêplomasiyeke pir aktîv û zîrekane bimeşînin.
Xerîteya Rojhilata Navîn, ya van her çar dewletên ku miletê kurd bindest kirine ewê ji nuh ve were çêkirin, heta ku ev yek nebe ev agir venamire…
Dibê siyasetmedarên kurd li gorî vê pêşerojê xwe amade bikin.






XXX
Hemû kurd bira ne, çiqasî ne li hev bin, dilê wan ji hev mabe jî di netîceyê da hemû jî ewladê miletekî ne û loma jî mecbûr in li hemberî neyarê xwe hêza xwe bikin yek.
Ji xwe neyar jî tu carî ferqê naxe nabêna kurdên ne li hev û fikrê wan cihê, tenê carnan dixe dorê…
Siyasetmedarê ku hîn jî vê rastiyê nebîne maneya xwe ji siyasetê tiştekî fêm nake…

21 juli 2013

Em ji kalên xwe jî paşdetir in

Nazim Hîkmetê helbestvan di helbestek xwe da dibêje:

-Ez ji zarokê xwe yê hatiye dinyayê paşdetir û ji bavê xwe yê mirî pêşdetir im.

Bi van gotinan Nazim Hîkmet dixwaze bibêje, bi giştî cîlek(neslek) tim ji cîlê din pêşdetir e. 
Bi baweriya min jî îstîsna ne tê da, ev dîtin bi gelemperî rast e. Lê ne ji bo me kurdên bakur.

20 juli 2013

Çima siyasetmedarên kurd naxwazin li Kurdistanê bijîn?


Kejê Bêmal, di malpera Agendakurd da li ser ”homoseksuelên kurd” nivîseke pir balkêş nivîsî ye; dosya ”Homoseksuelên kurd”.
Bi yekî bi navê Atalay ra hevpeyvîneke dirêj kiriye. Atalay dibêje ew bi eslê xwe ji Rihayê ye û nuha li Amedê dijî û di nava komeleya Keskesor da dixebite.
Li ser pirsa Kejê xanim, li Amedê tu rûbirûyî çi bû, hêviyên te bi cî hatin ya na?, Atalay dibêje:
-Li vê derê tiştê herî bêtir tesîr li min kir hestê aîdîyetê ye. Pir ecêb e, bi salan li Uskudarê mam, li Îzmîtê hatim dinyayê, li wir mezin bûm. Li tu derê ez van hestên aîdîyetê nejiyam û min li tu derê hewqasî reht nekir. Hîn jî ez nizanim ev yek ji ber çi ye…
Ez li ser van gotinên Atalay gelkî fikirîm. Çawa dibe homoseksulek ne li Uskudarê, ne li Îzmîtê, lê li Amedê dikane vê azadiyê, vê rehetiyê tenefus bike?
Di normalê da dibê Uskudar û Îzmît ji bo kesekî homoseksul rehettir bûya.
Lê wisa xuya ye ji bo homoseksuelekî kurd jî li gel hemû zor û zahmetiyan jiyana li welatê xwe û di nava miletê xwe da azadtir û rehettir e. Homoseksuelekî kurd jî êdî xwe di nava tirkan da rehet û azad his nake.
Bi dîtina min ev hestê aîdîyetê gelkî muhîm e û ez jî vî hestî di kûrahiya dilê xweda his dikim. Loma jî ez kusêxekî Wêranşarê bi qesir û qonaxên Stenbol, Anqara û Bursaya Tirkiyê nadim.
Bala xwe bidinê, homoseksuelekî kurd jî xwe li Tirkiyê, di nava tirkan da azad û rehet his nake, loma jî dihere li welatê xwe bi cî dibe.
Lê piraniya serok û siyasetmedarên kurd li Stebnbol, Anqere, Îzmîr, Çeşme, Dîdîm û Bodrûman dijîn, li Tirkiyê xanî û havîngehan dikirin û diçin li wan deran bi cî dibin, tahtîlên xwe li wan bajaran derbas dikin.
Yanî ew aîdîyeta ku homoseksulekî kurd jî êdî his dike, hîn gelek serok û siyasetmedarên kurd his nakin.
Bi dîtina min ev yek ciyê xemgîniyê ye. Wek siyasetmedar, ronakbîr heger meriv ne mecbûr be dibê meriv welatê xwe û bajarê xwe tercîh bike.
Lê serok û siyasetmedarên kurd hîn jî xwe li Stenbolê, Anqrê, Îzmîrê, Dîdîmê, Bodrum û Çeşmeyê ji Amedê, Wanê û Rihayê rehettir û azdttir his dikin.
Ev jî tarajediyeke me ya kurda ye…

XXX
Ez û xanim îro em çûn li dora gola me gelkî geriyan. Esas milekî deryayê ye lê jê ra dibêjin gol.
Havînan di nava avê da qehweyekê vedikin(qahwa sor), ciyekî gelkî xweş e. Em çûn bîstekê li wir rûniştin û me bîstekê li ordegan temaşe kir.
Di vegerê da me dît ku xelk li seranserê kêleka golê goşt dibrêjin, bi zikê birçî bîna goşt av bi devê min xist û ez gêj kirim.
Piştî em hatin mal, me dît ku wa ye cîranê me jî teqereqa wî ye, dike goşt bibrêje.
Me got dibê em jî vê êvarê tiştekî bikin. Xanimê çû goşt kirî û hat. Me manqela xwe danî, agirê xwe vêxist û goştê xwe da ser. Em nuh ji ser sifrê rabûn.
Lê çi be jî ne wek ya Kurdistanê, xwarina bi dost û hevaln ra ye. Nuha Heyder Diljen û Sebîha li kêleka çemê Ferêt her roj goşt di ser serê xwe davêjin.
Lê dixwaze bira ne goşt, nan û penêr û zebeş be jî axirê li Kurdistanê xwarin jî û sohbet jî xweştir û weselam…




Tirkiyê îcar jî got "em qebûl nakin Sûriye perçe bibe" !

Şêwirmendê serokwezîr yê yekem Yalçin Akdogan, di nivîsa xwe ya îro da PKK-ê, PYD-ê û kurdan tehdît dike, dibêje ”dibê PYD li Sûriyê bi êgir nelîze. Heger PYD li Sûriyê teşebusî macerayekê bike, ewê bibe sebebê bûyerên hîn mezintir. Di van rojan da îdîa ku ewê hukûmeteke kurd îlan bike lîstika bi êgir e.”
Û gelek tehdîdên din li pey hev rêz dike.
Akdogan, ne PKK-ê û PYD-ê tenê, Kurdistana Federe jî tehdî dike, dixwaze ku kurd li Kurdistana rojava hukûmeta kurd îlan nekin. Li gorî Akdogan, avêtina gaveke wiha lîstina bi êgir e.
Ji nivîsa Akdogan xuya dibe ku hin tişt bi ber guhê hukûmetê ketine û loma jî hukûmet bi riya şêwirmendê serokwezîr Erdogan bala kurdan dikşîne, dibê em qebûl nakin ku kurd li Sûriyê bibin xwedî statuyeke siyasî.
Piştî vê beyana Akdogan, îro jî wezîrê karên dreve Ahmet Davutoglu jî beyaneke pir sert da û PYD û PKK tehdît kir, got emê tu carî ”emirwaqiyên” wisa qebûl nekin. Mêrik li ser navê Sûriyê jî dipeyive, dibêje heta gelê Sûriyê bi xwe biryarê nede, em qebûl nakin tu grûbeke dînî,mezhebî ya jî etnîkî desthilatiya xwe îlan bike.
Yanî eynî çîroka Îraqê ye…
Esas ev şêla hukûmetê ne nuh e, ji berê da wiha ye û kurd bi vê şêla hukûmetê dizanin.
Lê rewş êdî ji sînorên gef û tehdîdan buhurî ye, heger kurd li gorî gefên Tirkiyê tev bigerin dibê li tu beşekî Kurdistanê doza tu mafî nekin.
Tirkiyê li Îraqê jî eynî gef li kurdan xwar û eynî tehdît kir, lê kurdan riya xwe domandin.
Li rojava(binxetê) jî eynî tişt e, dibê kurd temamê hêzên xwe bikin yek û heger kanin û hazir in, tavilê hukûmeta xwe îlan bikin...
Ya muhîm yekîtiya kurda ye, di rewşeke wiha da dibê yekîtiya kurdan hebe, hemû hêz bi vê gavê ra bin.
Heger ev yekîtî heye û kurdên başûr jî piştgiriyê didin gaveke wiha, gef û tehdîdên Tirkiyê pir ne muhûm e, nikanin tiştekî bikin.
Dibê kurd li bende xurtbûna dijminê xwe nemînin, heger di rojên pêş da hukûmet ya jî hêzên muxalif xurt bibin, her du serî jî ewê bi hev ra berê xwe bidin kurdan. Ev pir vekirî ye.
Ji tecrûbeyên xwe yên dîrokî em dizanin ku gava dijminê me zeîf û em xurt bûne, me kanîbûya mafekî bi dest xin.

18 juli 2013

Îmkanên wiha her roj nayê ber deriyê meriv

Li ser rûdanên li Serêkaniyê serokatiya dewletê ket alarmê, ji vê sibehê da ye serokkomar Gul, serokwezîr Erdogan, serokerkan Necdet Ozel, serokê Meclîsê Cemîl Çîçek û serokê MIT-ê Fîdan bi lez û bez li hev kom dibin û ji bo ku Serêkaniyê ji destê şervanên PYD-ê derxin li rê û çareyan digerin.
Li gorî medya tirk dinivîse, Tirkiyê heta nuha çend topbaranên tacîzê kirine. Lê ez hêvî dikim ku Tirkiye van êrîşên xwe pêşda nebe û di vê siyaseta xwe ya şaş da israr neke, êrîşê nebe ser kurdan. Heger Tirkiye tiştekî wiha bike, ewê bibe sebebê şerekî pir mezin.
Dibê tirk bela xwe ji kurdan vekin, kurdan rehet bihêlin, ev yek li kara wan e jî.
Partî û kurdên derî PKK û BDP-ê dibê ji nuha da bala hukûmetê bikşînin û li hemberî planeke wiha nerazîbûna xwe nîşan bidin. Wek dewletê, dibê hemû kurd jî têkevin alarmê, ew jî vala nesekinin.
Di şerê van 3-4 rojan da gelek şervanên kurd jî ji bo azadiya welatê xwe şehîd ketin. Ez van şehîdan û hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim û ji malbatên wan ra serssaxiyê dixwazim. Bira serê miletê kurd sax be.
Îro roj roja tifaq û xîretê ye, ji bo gelê rojava dibê em dilên xwe û refên xwe bikin yek…

XXX
Xanima muxabira TRT6-ê nuha li kolanên Dîlokê(Entabê)ji milet pirsan dike.
Ji pirsên wê yek, ”perwerdehî” yanî perwerde(egitim) bi tirkî çi ye?
Xortê entabî camêr di cî da got, ”kamyon”!
Belê, ”perwerde”, yanî ”kamyon”…)
Esas ne camêr ne neheq bû, kurdiya xanimê hewqasî xerab bû ku her pirseke wê muhtacî alîkariyê bû.
Em kurd gelkî reben in, ji me ra hîn pir lazim e…

XXX
Cemale Usiv Zinare Xemo, ez heyrana te, hun kurded Tirkiaye xwexa ser xwe u yaziya xwe dik'enin, nizanim gazine xwe ji ke dikin? Hun dibejin tirka nehistye hun bi zimane dayika xwe hinbin,biaxifi,ere? E eva 20 salin televizion,radio,rojneme kurdi bal we hene, le niha nisleta weye teze, zarok,cahal nizanin bi kurdi bipeyivin? Disa tirk gunekarin? Na welle!!! Xwina kurda u tirka buye yek, din u hebandin yeke, hun xal u xarziye hevin, hal-zewaca we yeke!!! Hun xwe gunekar bikin. We xwexa xweli li sere xwe kirye!!!

Zinarê Xamo Birayê Cemal, hin gilî û gazninên te rast in, lê belê mesele hewqasî ne rehet e, birîna me gelkî kûr e. Dijmin di nava salan da derbeke pir mezin li kurdên Kurdistana bakur xistiye, bi milyonan kurd asîmîle kirine. Ji bo guherandin û xelaskirina van kurdan wext û zeman lazim e. Heta 10 sal berê jî însên bi rehetî newêrîbû bigota ez kurd im.
Lê li gel vê jî di nava van 10-15 salên dawî da gelek tişt hatine guhertin, bi hezaran kurd zimanê xwe fêr bûne, gelek rojname derxistine, bi hezaran kitêbên kurdî weşandine, bi sedan nivîskar derketine.
Nuha di torra înternetê da bi sedan malperên kurdan hene. 10-15 sal berê di înternetê da belkî tu rastî çend kesên kurdîzan nehata, lê îro bi hezaran kes bi kurdî dinivîsin.
Yanî rewş ji bin sifirê(0)derketiye ser sifirê.
Ya din jî dibê em dîroka xwe û welatê xwe bizanibin. Berê osmaniyan û dû ra jî kemalîstan bi sedhezaran mahcirên kafkasî û balkanî li Kurdistanê bicî kirine, ew û kurd tevhev bûne. Ji wan hin bûne kurd, lê bi kurdî baş nizanin, ya jî axaftinê zanin nivîsê nizanin.
Yanî gelşa me pir mezin û pir tevlihev e, ji bo serastkirinê jê ra xebat û wext lazim e.
Gelek silavên biratiyê

Cemale Usiv Biraye nin Zinar, ew gili-gotined tu dibeji ez eva 50 salin dibhem u dixwinim,,, heta kenge ew gilied we we usa vala u betem nava heweda bigerin? Kurd hiz dikin pir bipeyivin,bejin, le bele her tist vala u derewe((((( Ez emire xweda hatim ser we fikre, weki kurd herwiha derheqa zike xwe u bejna xwe difikire!!!

Zinarê Xamo Bira, ê piştî ku cenabê te gotinên min wek gotinên ”vala û derew” dibînî, tu tiştekî ku ez ji te ra bibêjim tuneye. Diyar e tu xwe wek ”hamîhaman xwediyê aqil û fahman” dibînî, tu her titşî, ji her kesî baştir dizanî. 
L ê dibê tu bizanîbî ku bi qahrê, bi tinazan, bi xeberan(çêran)ev rewş baştir nabe…
Cemale Usiv Biborine,Zinar, gotinen te tene usa nine,,, E temama!!!

Zinarê XamoYanî tu dibêjî, ”ne ez tenê vala dipeyivim û derewan dikim, temamê kurdên bakur vala dipeyivin û derewan dikin”!
Weleh eferim ji te ra…
Te gotiye ” eva 50 sal in dibhem u dixwinim” yanî ev 50 sal in tu dibêjî û dixwînî. Lê wisa diyar e ku di van 50 salan da tu qet tiştekî fêr nebûye. Heger tu fêr bibûya te wek cahilekî ev gotinên han ji min ra nedikir. Min digot belkî tu rîsipeyekî kamil î, lê ez şaş bûme…

Ma bi rastî jî dema çekan derbas bûye?

Dîtina xwedêgiravî ”dema çekan(sîlehan) û şerê çekdarî derbas bûye” di nava gelek serok û siyasetmedarên kurd bûye mode, her kes şîretan li PKK-ê dike, dibêje, ”êdî dema şerê çekdarî derbas, çekên destên xwe deynin.”
Hin serok tew dibêjin ew ji kok da, ji qalûbelayê da li dijî şerê çekdarî ne, dibê kurd êdî dest navêjin çekan û ew viya ne îro, ji berê da ye dibêje.
Lê em dibînin ku li Sûriyê her kes çekan bikar tîne û li hemberî kurdan şerê çekdarî dimeşînin.
Loma jî heger li Sûriyê û li Kurdistana rojava ne çek û şerê çekdarî be, gelo kurd ewê çawa xwe ji van êrîşên çeteyên ereb û Tirkiyê biparêzin?
Heger di destê kurdan da çek tunebûna, gelo rewşa kurdan ewê nuha baştir bûya?
Bêguman baştir nedibû.
Ew serok û kesên ku dibêjin ”dema çekan û şer êdî derbas bûye” dibê bersîva vê pirsê bidin:
Kurdên rojava ewê xwe û welatê xwe çawa biparêzin?
Belovacî wê, heger kurd îro bêtir û baştir çekdar bûna ewê kanîbûna hêzên dewletê û çeteyên Tirkiyê hêsantir ji welatê xwe derxistana û kontrol bigirtana destên xwe.
Ev jî nîşan dide ku dema çekan derbas nebûye û ji xwe tu carî jî derbas nabe.
Şerê çekdarî girêdayî şert û mercên welatê meriv e, carnan û di hin şertan da dikane ne lazim be, heta bi zirar be, lê carnan jî bêyî bikaranîna çekan û şerê çekdarî meriv nikane bi ser keve. Ji bo serkeftinê çek û şerê çekdarî şert e. Kurdistana rojava nîşana vê ya herî berbiçav e.
Xwezî hêzên îşxalkar bi rehetî ji welatê me vekişyana û kurd mecbûrî şerê çekdarî nebûna.
Lê realîteya welatê me ne wiha ye, hêzên Kurdistan îşxal kirine ne bi rehetî ji Kurdistanê vedikşin û ne jî mafên kurdan yên netwî qebûl dikin.
Loma jî ji bo kurdan dema çekan û şerê çekdarî hîn derbas nebûye, esas dibê kurd bêtir çekdar û amadeyî şer bin, bikanibin welatê xwe biparêzin.
Heger kurd piştî şerê Cîhanê yê Yekem çekdar bûna û kanîbûna li hemberî kemalîstan şer bikirana nuha Kurdistana serbixwe hebû, kurd wih abindest nediman.

Dibê em vê fersendê jî ji dest xwe bernedin



Siyaset wiha ye, tu bi ser kevî her kes ewê ji te ra li çepikan xe, lê tu bi ser nekevî, her kes ewê keviran li te bibarîne.
Heger PKK û PYD li Kurdistana rojava bi ser kevin, (ez hêvîdikim ku bi ser kevin), muxalifên wan jî ewê bibêjin her bijî PYD û PKK.
Bi baweriya min li Sûriyê şerê ereban ewê pir bajo, loma jî dibê kurd vö fersendê baş bikar bînin û li welatê xwe desthilatê bigrin destê xwe.
Lê ji bo vê jî berî her tiştî tifaq lazim e, hemû hêzên kurd dibê giraniya xwe bidin vê xeleka zeîf bûyî…

XXX
Dinya mişt surprîz in. Kê bawer dikir ku Kurdistana rojava rojekê ewê were ber azadkirinê, li Efrînê, Kobanê, Qamîşloyê, Amûdê û Serêkaniyê ewê ala kurdî hêl bibe?
Dema meriv bixwaze û bixebite li vê dinyayê her tişt mimkûn e. Bawer bikin Kurdistana bakur jî ewê rojekê çê bibe. Lê ji bo wê du tişt lazim in; tifaq û xebat.

XXX
Kurd gurê hev in, ji hev ra şêr û piling in, ji dijmin ra rûvî ne. Derket ortê ku bûyera Mûşê te ne ji bo erd bûye, ji bo hinek gîha û qetek mêrg bûye.
Yanî ji bo çend rîsiyan 8 mêr ji hev di erdê ra kirine û hewqas jî birîndar. Li hemberî vê dînîtiyê aqilê meriv disekine.
Wek birayê Bengîn Botî jî gotiye, ”Kurdên me ji bo bihustek erd qira hev tînin. Lê mixabin Erd û namûsa wan di nav lepên xelkê de gemarî bûye, qet ne xema wan e...”
Min gelek caran li ser vê kultura malkambax nivîsîye, lê nivîsandin pere nake, mesele tevna civaka kurd e. Civaka kurd bindest e û di warê ekonomiyê da gelkî paş da. Gelek adet û têkiliyên xerab hîn gelkî xurt in. Ji bo guherandan wan, guherandina civatê lazim e.

XXX
Kurdan li Mûşê dîsa ji bo buhostek erd qira hev anîne; 8 kuştî û 7 birîndar..
Miletê ku hîn jî ji bo mirîşkekê, ji bo çêla elokekê, ji bo buhostek erd hevûdu bikuje ji medeniyetê pir dûr e. Siyaset dibê dest bavêje birînê, li çare û tedawiya vê birînê bigere…

17 juli 2013

Tirk bi çavê ”şamar oglani” * li kurdan dinêrin


Berdevkê MHP-ê yê grûba meclîsê Oktay Vural, heqaretên pir mezin li cîgirê Erdogan û berdevkê AKP-ê Huseyîn Çelîkk kir, gotinên pir giran jê ra gotin.

Oktay Vural, Heseyin Çelîk şiband keran û kûçikê Pavlov. Ji Çelîk ra got:

”Tu berê were hesabê heysiyeta xwe ya ku te li Îmraliyê xistiye destê qatilê pitikan bidî. Tu bedbahtekî ku bi kevçiyê PKK-ê û bi mamaya Ocalan mezin dibî.

Dibê Çelîk baş bizanibe ku heger însanên ray dane MHP-ê tuyî ruyê wî bikin ewê di xweziya wan da bifetise. Lê belê ew xwezî jî heysiyeteke wê heye. Kesên wek wî yên ku bi pereyên gaviran kezeba wan pênc pere nakin, bi wê xweziyê şerefdar nakin.”

Û gelek heqaretên wenî û yên ji van hîn girantir…

Du roj di ser van heqaretên pir giran ra derbas bûn, lê heta nuha ne serokwezîr Erdogan û ne jî ji cepheya hukûmetê kesî bersîva Oktay Vuralê sunnetçiyê tiloyî neda.

Bi baweriya min heger Vural ev heqaretên hewqas giran ne ji yekî kurd ra, lê ji Erdogan ra ya jî ji yekî tirk ra kiribûya hukûmet wiha bêdeng nedima, AKP-ê nuha qiyamet rakiribû...

Heta nuha ji hukûmetê û AKP-ê gelek kesan ewê bersîvên pir tund dabûna Vural.

Lê ji ber ku yê marûzî heqaretê bûye kurd e, loma jî kes dengê xwe nake.

Ji ber ku Çelîk kurd e, him êrîşakr diwêre zêde bêedeb bibe û him jî hevalên Çelîk xwe kerr û lal dikin.

Û ev yek pirê caran jî wiha dibe. Dema heqaret li yekî kurd tê kirin hevalê wî yên tirk xwe kerr dikin.

Heger Hueseyîn Çelîk ne kurd bûya, yekî tirm bûya, bêguman Oktay Vural jî devê xwe hewqasî xera nedikir.

Yanî kesên êrîşkar jî li hemberî kurdan diwêrin bêtir ”cesûr” û bêedeb bibin.

Erê Vural merivekî pir bêedeb e, gelekê caran bêedebiyên wiha dike, lê belê dema muxatabê wî kurd be, bi carê da har dibe û gotinên pir giran bikar tîne.

Netîce, li Tirkiyê meqam û wezîfeya kurdekî çi dibe bila bibe, çuqasî dibe merivê dewletê û tirkan bila bibe ji bo tirkan qet ferq nake, ew timû tim ”şamar oglani” ye, yanî kesê ku her kes wî sîle dike, lêdixe.

”Şamar oglani”, biwêjeke(deyimeke)tirkî ye. Çîroka peydabûna vê gotinê wiha ye:

Di dema osmaniyan da wek nuha dibistan û zanîngeh tunebûn. Padîşahan, mîr û began mamoste, kesên dersdar dibirin malên xwe, li wir ders didan zarokan.

Wê demê lêdana zarokan wek beşekî perwerdeyê bû, dema zarok rehet nesekiniya ya jî dersa xwe nizanîbûya, mamoste li zarok dixist. Yanî lêdana zarokan serbest bû, wek metodeke fêrkirinê bû.

Lê dê û bavên zarokên padîşahan, mîr û began ev yek qebûl nedikirin. Qebûl nedikirin ku mamoste li zarokên wan xin.

Wek çare, ji bo ku mamoste li zarokên wan nexin, rabûn zarokên feqîran ji bo lêdanê kirê kirin, mamoste ji dêlî zarokê telebe, li zarokê kirêkirî dixist.

Loma jî tirkan navê wan zarokan kirin ”şamar oglani”, yanî lawikê sîle û şîrmaqê.

Bi dîtina min MHP jî û AKP jî bi çavê ”şamar oglani” li Huseyîn Çelîk û hemû kurdên din dinêrin. Ji bo wan, hemû kurd ”şamar oglani” ne, dema hewce be ji dêlî tirkan ve wan didin ber şîrmaqan…


* Kesê ku her kes ji dêlî hinên din ve wî sîle dike, lêdixe heqaretê lê dike.

PARVE BIKE