09 juni 2013

Hinek pesin û hinek siyaset


Siyaset îşev êdî bes e, îcar jî dixwazim hinekî pesnê kakiriya xwe bidim û qala xebata xwe ya îro bikim.
Ez û Hêvî xanimê, me îro zend û bendên xwe vemalt û em ketin bexçe û hewşa xwe, me hewşa xwe û bexçeyeyê xwe yê biçûk ji qirş û qalan, ji pûş pelaş û ji gîha zexel paqij kir.
Nava kevirên hewşa me tişe gîha bûbû, qet xweş xuya nedikr, wek mala bêxwedî xuya dikir.
Me nabêna hemû keviran ji gîhê paqij kir. Hin keviran kevz girtibû, min hemû kevirên kevzgirtî bi firçeyeke têlîn baş paqij kir. Min gîha hewşê dîsa çinî. Me li herdu aliyên hewşê kursî û maseyên xwebicî kirin û şemsiya xwe jî vegirt.
Û dû ra jî, piştî hewqas kar, ez çûm ketim mitbaxê û min ji xanimê ra spagetiyeke pir xweş çêkir û danî ser masê û jê ra got:
-Xanim, fermo, xwarin hazir e…
Yanî bi kurtî me hewşa xwe kir qutî, her tişt temam û amade ye, tiştê kêm roj û mîvan in, ku ew jî hebin emê manqela xwe deynin û dest bi birajtina goştê xwe bikin û ”telî” xwe pê ra bixwin. Û di ser da jî fîncanek qahwa kurdî vexwin…
Ez qahwa kurdî pir xweş çê dikim, qahwa min deng daye.
Hemşeriyekî min ê rihayî soz daye min ku dawiya hefteyekê bibe mîvanê me, ez hêvî dikim ku bi derengî nexîne…

XXX
Li gorî beyanên Demirtaş û Bûldan xanimê, Abdulah Ocalan liberxwedana Taksîmê silav kiriye û gotiye, ”Lê belê dibê tu kes xwe neke lîstika hêzên nîjadperest, miliyetçî, darbecî. Dibê hêzên demokrat, şoreşger, welatparêz û pêşverû nehêlin ev tevger têkeve bin destê van hêzan.”
Ev gotinên Ocalan jî tê wê maneyê ku dibê kurd, demokrat û pêşverûyên tirk alîkariyê nedin cepheya hêzên nîjadperest, darbecî û ergenekonciyan, nebin aletên wan.
Lê li gel vê jî meriv al û bandrolên terefdar û hevalbendên BDP-ê û PKK-ê hîn jî li Taksîmê dibîne. Ev jî nakokîyeke.

XXX


Hejarê Şamil gotiye, ”hûn nikanin bi tirkan şoreşê bidin kirin. Miletên sexte nikanin şoreşê bikin…”
Tespîteke pir rast e. Û sebebê vê yekê jî li gel miletekî sexte û naylon, îşxala Kurdistanê ye. Bi baweriya min heta ku kurd bindest bin tirk ne şoreşê, demokrasiyeke rast û temam jî nexwazin.
Ji ber ku miletê tirk li dijî şoreş û demokrasiyeke ku ewê feydeyê bigihîne kurda ye. Heta ku kurd wiha bindest bin tirk ewê tu carî li hemberî dewleta xwe serî hilnedin û ”şoreşê” nekin.
Ji ber ku li Tirkiyê ”şoreşeke” bêyî kurdan ne mimkûn e, dibê di nabêna kurd û tirkan da tifaqek hebe, lê halîhazir ew jî ne mimkûn e. Çmkî tirk hîn naxwazin bi kurdan ra bibin cîran…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE