09 juni 2013

Heta serê Erdogan li dîwarekî nekeve biaqil nabe


Serokwezîr Erdogan, li Edenê dîsa gurruya û wek her tim dîsa wek qebedayiyekî Qasimpaşayê peyivî û ji protestociyên Taksîmê û bajarên din ra rest xwend, dîsa got, ”çapulcî” yanî kesên mal û milkên xelkê talan dikin, ”anarşîst” û ”terorîst”.
Uslûba wî, gotinên wî ne uslûb û gotinên maqûl dilxweşkir bûn, madê meriv ji axaftina wî digeriya. Wek gelek caran dîsa zimanekî pir tûj û uslûbeke êrîşkar û mişt heqaret bikar anî. Yanî ”kurmê şîrî heta pîrî”, mal ev e, tu çi ”bikî” jî naguhere û heta ku bivikê baş nebîne jî ewê neguhere.
Gava qala liberxwedanên li hemberî polîsan kir got, ”Vana êrîşî polîsên min dikin. Heqaretê li polîsên min dikin….”
Erdogan di axaftinên xwe da tim zamîra/cînava ”ez û min” bikar tîne, dibêje ”polîsê min, wezîrê min, waliyê min, qumsêrê min” û ”min û min”…
Ev uslûb û termînolojî ya ”bavan” e, ya merivên qebedayî û basît e, ne ya merivên siyasî û bi kultur e.
Tu dibêjî belkî polîs zilam û notirvanên wî yên şexsî ne û ew meaşê wan dide, loma jî dibêje ”polîsê” min û waliyê min û nizaim çiyê min…
Merivekî bi kultur nabêje ”polîsê min, waliyê min, qumsêrê min”, ji ber ku ew ne yên wî ne, ew mamûrê dewletê ne.
Lê Erdogan dibêje, çimkî camêr bi çavê ”Gudfadern” li xwe û li dewletê dinêre. Û ji xwe ji ber vê metalîtê ye ku termînolojiya wî jî ne siyasî, tim wek ya ”Gudfadernekî” ye.

XXX
Li Stockholmê hewake pir ne xweş heye, ewrekî reş û tarî xwe bera ser bajêr daye, ximîna baraneke bi zirp e û gurre gurra tavan û şîrqîna birûskan e.
Em du hundur da hefs bûne. Min telewîzyon girt, ez dikim rabim qahwake kurdî çêkim…

XXX
Heyeta AKP-ê ya birêvebir do biryar da ku di 15 û 16-ê hezîranê da li Stenbol û Anqerê du mitîngên mezin çêkin. Yanî dixwazin hêza xwe nîşanî kes û grûbên ku hukûmetê li Taksîmê û li bajarên din protesto dikin bidin.
Ev biryara AKP-ê jî nîşan dide ku Erdogan û aqilmendên wî derseke baş ji protestoyên Taksîmê û bajarên din negirtine.
Kes nabêje piştgriya hukûmetê ya gelêrî zeîf e, problem ne ev e. Milet di warê demokasiyê da, azadiyê da rexne li hukûmetê digre, bêtir azadî û demokrasiyê dixwaze, rexne li pozbilindî û stûriya Erdogan digre.
Erê hukûmetê raya piraniyê girtiye, lê ev nayê wê maneyê ku hukûmetê qet guh nede fikir û daxwazên muxalefetê, dilê Erdogan çi bixwaze wiya bike.
Lê hukûmet ji dêlî ku bersîvê bide daxwaz û rexneyên çalakvanan, dixwaze hêz û qeweta xwe nîşan bide. Ev titekî şaş e.
Û heger hukûmet dev ji vê siyaseta xwe ya “ez û ez” bernede ewê zirareke mezin bibîne û protesto ewê berfirehtir bibin.
Erdogan, li ciyê rehetiyê destê xwe li tasa tije dixîne.

XXX
Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî bi koma wezîran û grûbek mezin ya şêwirmendan (heyeteke 40 kesî)îro çû paytexta Kurdistanê Hewlêrê. Hukûmet ewê civîna wezîran li Hewlêrê çêke û dû ra jî Malikê ewê bi serokê Kurdistavan Federe Mesûd Barzanî û serokwezîr Nîçîrvan Barzanî ra bicive û li ser gelşên di nabêna Bexda û Hewlêrê da dest bi guftugoyan bike.
Hatina Hewlêrê bi heyeteke 40 kesî hêviyekê dide meriv ku hukûmeta Bexdayê îcar cidî ye û dixwaze bi kurdan ra li hev bike.
Ez hêvî dikim ku wiha be û Bexda daxwazên kurdan yên qanûnî qebûl bike û bigihîjin encamekê.
Lê nrtîce çi be jî rewşa kurdan îro ji her demê baştir û xurttir e û ji kurdan bêtir Malikî muhtacî kurda ye. Ji xwe ne wiha bûya Malikî 40 kes nedida dû xwe û nedihat Hewlêrê.
Heta ku kurd li hev bin û bi tifaq bin li hember Bexdayê ewê tim xurt bin û ji derve jî pitşgiriyeke mezin bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE