22 juni 2013

Ev 10 sal in PSK li ser darbestê li bende gorrkirinê ye


PSK(Partiya Sosyalîsta Kurdistan), li ser bûyer û pêşketinên dawî yên li Kurdistanê û Tirkiyê ”deklerasyonek bi tirkî belav kiriye. Deklerasyon di malpera Agendakurd da heye.
PSK, ji sala 2003-a, piştî ku Kemal Burkay îstîfa kir û virda ye di komayê da ye, ne dimre û ne jî sax dibe.
Min li ba xwe digot, piştî vegera Burkay ya Tirkiyê hevalên PSK-ê êdî ewê wê gorr bikin û bibêjin rahma Xwedê li te be....
Wek her partiyeke kurd, PSK-ê jî di wext û zemanê xwe miheqeq gelek xizmetên baş kirin, lê ji zûda ye dema wefata wê hatiye û dibê meriv belasebeb û hîn zêde li ser darbestê nehêle, serê wê bişo û bi merasimekê gorr bike. PSK, di warê siyasî û dîrokî da wexta xwe temam kiriye û miriye.
Ji ber ku êdî tu sebeb, tu hewcedearî tuneye ku PSK hebe û kurd hîn jî di nava partiyên îllegal da xebatê bikin.
Heta nuha Burkay bi xwe gelek caran li hebûna KCK-ê rexne girtiye û gotiye, tu maneyeke hebûna wê tuneye, çimkî BDP heye. Ne rast e meriv ji nuha û şûnda jî hîn xwediyê partiyên îllegal be.
Ev yek ji bo PSK-ê jî derbas dibe, PSK, tu tiştekî ji HAK-PAR-ê pêşdatir nabêje û nake. Her tiştê PSK dibêje, HAK-PAR jî dibêje û him jî di nava gel da.
Û ji xwe bêyî kopya hin beyan û nivîsên Kemal Burkay, PSK tu xebatekê jî nake., tenê nav e, tabelaye.
PSK, şerê çekdarî nake û ji xwe nuha li dijî şerê çekdarî ye jî. Berê ne li dij bû, wê jî dixwest dest bi şerê çekdarî bike, lê nuha pir li dij e. Yanî dimîne xebata legal û ew jî îro li welatê me mimkûn e. Û wê xebatê jî jixwe HAK-PAR dike.
Madem li Tirkiyê û li welatê me şert û merc hatine guhertin û her tiştê ku me bi riya partiyeke îllegal digot, em îro dikanin li Amedê, li Stenbolê û Anqereyê di civîn û konferansan da eşkere bibêjin, wê demê tu sebeb û maneya partiyeke îllegal tuneye.
Ez bi xwe îro tu mane, hewcedarî û sebebekî hebûna partiyên îllegal, heger şerê çekdarî neke, nabînim.
Ji ber ku berê tiştê me nikanîbû eşkere bigota, me bi riya partiyên îllegal digot, lê îro em dikanin her fikrên xwe bibêjin.
Bi dîtina min PSK ji sala 2003-a û virda ye li ser darbestê ye û li bende definkirinê ye, dibê zêde li ser darbestê nemîne û rojekê berî rojekê li gorristana partiyên siyasî were gorrkirin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE