08 juni 2013

Bûyera Taksîmê ewê Erdogan biaqiltir bike





Erdogan har û çavsorî bûbû, xwe wek Ristemê Zal didît, digot ez û ne kesî din. Her cara ku devê xwe vedikir agir û jahr ji devê wî dibarî, ji fexir û pozbilindiya wî meriv nikanîbû lê guhdarî bikira.


Li gorî wî, ew ji her kesî biaqiltir û zanatir bû. Loma jî ew ne muhtacê aqilê tu kesî bû, ew bergendî her kesî bû. Wî dikanîbû her tişt bikira û tu kes jî nikanîbû li dijî wî derketa.

Û ji xwe bi uslûba xwe ya êrîşkar hemû kesên der û dora xwe jî çavtirsiyayî kiribû, kesî newêrîbû jê ra bigota kêm û zêde.

Heta ku bûyera Meydana Taksîmê rû da. Bûyera Taksîmê him pê li firêna Erdogan kir û him jî cesaret da rebenên dora wî.

Bi bûyera Taksîmê ra him Erdogan hinekî veciniqî, gav paşda avêt, piçekî dev ji quretî û hutzota xwe ya berê berda û him jî zimanê rebenên dora wî piçekî geriya.

Bi îhtîmaleke mezin ji nuha û pêva emê Erdoganekî bi ”terbiyetir” û ”temkîntir” bibînin.

Çimkî yên li hemberî wî ne kurd in ku kanibe bi rehetî her zulmê, her neheqiyê li wan bike, wan bide ber copan û gaza jahrî.

Yên li hemberî îcar tirkên spî ne, stenbolî û zarokên tirkên zengîn in, tebeqeyeke wek krdan fêrê copan û gazê nebûye. Ev kîtle wek kurdan ne bêxwedî ne.

Û ev yek jî karê Erdogan zahmettir dike, wek li hemberî kurdan, destê wî ne ji wî ra ye, nikane li gorî kêfa xwe hereket bike.

Wisa xuya ye ku di rojên pêşda hukûmetê hin tawîzan bide, dilê çalakvanan xweş bike û bûyerên rawest in.

Lê ev yek Tirkiyê dernaxe firêqetiyê. Ji bo ku Tirkiye ji qirîz û surprîzên wiha xelas bibe, dibê miletê kurd azad bibe, li welatê xwe bibe xwedî desthilat, xwe îdare bike.

Heta ku kurd negihîjin azadiya xwe qirîz û surprîzên wiha ewê tim derkevin. Ji ber ku sebeb û bingeh heye.

Esas sebebê mezinbûn û belavbûna bûyera Taksîmê jî mesela têkiliyên hukûmetê û PKK-ê ye. Gelek derûdor ji têkiliyên hukûmetê yên bi Ocalan û PKK-ê ra aciz in û ditirsin ku hukûmet hin mafên netewî bide kurdan.

Ji ber ku hîn tiştek li meydanê tuneye, loma jî hêz û grûbên faşîst, çepên nasyonalîst, kemalîst û ergenekonciyan dengê xwe nedikirin. Lê li bende bûn ku dengê xwe bikin, haziriyên xwe dikirin. Bûyera Taksîmê ji bo wan bû wek serîhildaneke zû…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE