22 juni 2013

Ev 10 sal in PSK li ser darbestê li bende gorrkirinê ye


PSK(Partiya Sosyalîsta Kurdistan), li ser bûyer û pêşketinên dawî yên li Kurdistanê û Tirkiyê ”deklerasyonek bi tirkî belav kiriye. Deklerasyon di malpera Agendakurd da heye.
PSK, ji sala 2003-a, piştî ku Kemal Burkay îstîfa kir û virda ye di komayê da ye, ne dimre û ne jî sax dibe.
Min li ba xwe digot, piştî vegera Burkay ya Tirkiyê hevalên PSK-ê êdî ewê wê gorr bikin û bibêjin rahma Xwedê li te be....
Wek her partiyeke kurd, PSK-ê jî di wext û zemanê xwe miheqeq gelek xizmetên baş kirin, lê ji zûda ye dema wefata wê hatiye û dibê meriv belasebeb û hîn zêde li ser darbestê nehêle, serê wê bişo û bi merasimekê gorr bike. PSK, di warê siyasî û dîrokî da wexta xwe temam kiriye û miriye.
Ji ber ku êdî tu sebeb, tu hewcedearî tuneye ku PSK hebe û kurd hîn jî di nava partiyên îllegal da xebatê bikin.
Heta nuha Burkay bi xwe gelek caran li hebûna KCK-ê rexne girtiye û gotiye, tu maneyeke hebûna wê tuneye, çimkî BDP heye. Ne rast e meriv ji nuha û şûnda jî hîn xwediyê partiyên îllegal be.
Ev yek ji bo PSK-ê jî derbas dibe, PSK, tu tiştekî ji HAK-PAR-ê pêşdatir nabêje û nake. Her tiştê PSK dibêje, HAK-PAR jî dibêje û him jî di nava gel da.
Û ji xwe bêyî kopya hin beyan û nivîsên Kemal Burkay, PSK tu xebatekê jî nake., tenê nav e, tabelaye.
PSK, şerê çekdarî nake û ji xwe nuha li dijî şerê çekdarî ye jî. Berê ne li dij bû, wê jî dixwest dest bi şerê çekdarî bike, lê nuha pir li dij e. Yanî dimîne xebata legal û ew jî îro li welatê me mimkûn e. Û wê xebatê jî jixwe HAK-PAR dike.
Madem li Tirkiyê û li welatê me şert û merc hatine guhertin û her tiştê ku me bi riya partiyeke îllegal digot, em îro dikanin li Amedê, li Stenbolê û Anqereyê di civîn û konferansan da eşkere bibêjin, wê demê tu sebeb û maneya partiyeke îllegal tuneye.
Ez bi xwe îro tu mane, hewcedarî û sebebekî hebûna partiyên îllegal, heger şerê çekdarî neke, nabînim.
Ji ber ku berê tiştê me nikanîbû eşkere bigota, me bi riya partiyên îllegal digot, lê îro em dikanin her fikrên xwe bibêjin.
Bi dîtina min PSK ji sala 2003-a û virda ye li ser darbestê ye û li bende definkirinê ye, dibê zêde li ser darbestê nemîne û rojekê berî rojekê li gorristana partiyên siyasî were gorrkirin…

21 juni 2013

Dilê dijmin bi meriv naşewite



Li Solxana qeza Çewlikê(Bîngolê)5 zabitên ji artêşa tirk tecawizî keçikeke 15 salî kirine. Di hin xeberan da dibêjin hejmar derketiye 8 kesan. Gilî hatiye kirin, doz vebûye, lê netîce dîsa wek her tim bûye, çawîş serbest hatine berdan.
Xeberê di medya tirk da qet olan neda. Neda, ji ber ku keçika marûzî tecawizê bûye keçikeke KURD E, loma jî pir ne muhîm e.
Heger 5 leşkerên îsraîlî tecawizî keçeke filistînî kiribûna ya jî 5 leşkerên emerîkê tecawizî keceke îraqî ya jî afganî kiribûna, mislimanên tirk nuha li Tirkiyê qiyamet rakiribûn, hêzên îslamî sibe roja îniyê ewê li Stenbolê li ber mizgefta Sultanahmet, mizgefta Fatîhê û li ber gelek mizgeftên din bûyer miheqeq protesto bikirana.
Sibe herin ber van mizgeftan, heger we yek protesto jî dît bizanibin ku ez neheq im.


XXX
Weleh îşev min wexta xwe da temaşekirina maça Brezilya û Meksîka yê. Min dixwest Meksîkî biserkevin, lê nebû.
Min îşev wexta da temaşekirina lîstk û harîqeyên Neymar. Camêr şoveke baş kir, him gol avêt û him jî di deqîqeya dawî da bi pasek pir xweşik gola dudiyan da avêtin. Wek marekî ji orta du lîstikvanan herikî û xwe gîhand topê û pas da hevalê xwe yê li ber qaleyê.
Di salên pêşda stêrkeke nuh di saheyên dinyayê da ewê bi gelek şovên nuh derkeve pêşberî futbolhezan.
Aqûbet li serê me kurdan be, bi hêviya rojekê Neymarekî, Mesiyekî me jî hebe…


XXX
Nerûda ji postecî ra got: Te bi şiîra min keçik ji rê derxistiye.
Postecî: Rast e, min bi şiîra te keçikê rê derxist. Lê belê ew şiîr ne ya te ye.
Nerûda:Yanî tu nuha dibêjî şiîra min nivîsîye ne ya min e?
Postecî: Erê. Şiîr ne aîdî kesê ew nivîsî ye, aîdî kesê hewcedariya wî pê heye.
Nerûda: Tu rastiyê dixwazî min ev fikrê te yê demokratîk teqdîr kir.
"Il Postino 1994"

XXX
Xoce Nisredîn her şev li milê çepê yê xanima xwe radiket. Şevekê ciyê xwe guhezt, îcar çû li aliyê rastê raket. Bîstek derbas bû ji jina xwe ra got:
-Xatûn, hela tu bala xwe bidê, şevê çûyî van çaxan ez li kîjan alî bûm, îşev ez li kîjan alî me! Însan teyrekî bêper û bêbask e…

18 juni 2013

Çîroka ker, kûçik, meymûn û însên


Dibêjin Xwedê gava ker xuliqand jê ra got, “Ez 60 sal umir didim te, heta dawiya umrê xwe tu yê di xizmeta însên da bî, tu yê tim bixebitî, ewê li te xin, bar li te kin û li te siwar bin.”

Kerê îtîraz kiriye, gotiye, “60 sal pir e, 35 salan jê bikuje, 25 sal têra min dike”.

Ev daxwaza kerê qebîl bûye.
Dû ra dor hatiye kûçik. Xwedê ji kûçik ra jî gotiye:

“Ez 30 sal umir didim te. Tu yê tim sadiqê xwediyê xwe bî, çi bidin te tu yê bixwî, tu yê bi şev û roj mal û heywanên xwediyê xwe bipê.”

Kûçik jî îtîraz kiriye, gotiye, “30 sal umir ji min ra pir e, 15 sal têra min dike, 15 salên din ez naxwazim.”
Û Xwedê ev daxwaza kûçik jî qebûl kiriye.

Dû ra dor hatiye meymûnê. Xwedê ji meymûnê ra jî gotiye:
“Ez 20 sal umir didim te. Heta taliya umrê xwe tu yê wer qeşmeriyan bikî, însan ewê bi qeşmeriyên te bikenin, li daristanan tu yê xwe ji ser darekê çindî ser dareke din bikî.”

Meymûnê gotiye weleh “20 sal ji min ra pir e, 10 salan jê bikuje, 10 salên mayî tê ra min dike.”

Û Xwedê daxwaza meymûnê jî qebûl kiriye.
Dû ra dor hatiye însên, xwedê ji însên ra gotiye ku:

“Ez 20 sal umir didim te, tu xwediyê her tiştî yî, her kes ewê têkeve bin hukim û emrê te.”

Însên gotiye, ya Rebî weleh 20 sal umir ji bo min pir hindik e. Ka tu were 35 salên ku kerê nexwest, 15 salên ku kûçik nexwest û 10 salên ku meymûnê nexwest, wan jî têxe ser 20 salên min, bira umrê min hinekî dirêj be, ji bo ez kanibim kêfekê ji dinyayê bigrim.”

Xwedê gotiye baş e û rabûye 35 salên kerê, 15 salên kûçik û 10 salên meymûnê jî daye însên.

Û ji ber vê yekê ye ku însan piştî 20 salên wek însên jiya û şûnda, dest pê dike 35 salan wek keran dixebite û ji hal da dikeve û teqawit dibe.

Dû ra 15 salan jî wek kûçikan nobeta malê ku kom kiriye digre û 10 salên taliyê jî dibe meymûnê civatê û neviyan, bi qeşmeriyên xwe demên xweş bi neviyên xwe dide derbaskirin…
Ma gelo ne rast e?

Kurd hêdî hêdî biaqil dibin

Ji bo ku siyasetmedarên kurd biaqil bibin gelek sal û zeman derbas bû, miletê kurd gelek eziyet û cefa kişand, gleke bedelên mezin da.
Lê dawiya dawî kurdan fêm kirin ku kilîta deriyê azadî û serxwebûnê û riya serkeftinê hevkarî û yekîtiya netewî ye; dibê her îdeolojî, mezheb, dîn, bawerî û fikrên cuda hevûdu qebûl bikin û li hemberî dijmin hêzên xwe bikin yek. Dev ji neyartiya hev berdin û li riyên hevakriyê û xebatên mişterek bigerin. Konferansa Diyarbekrê di vî warî da destpêkeke pir baş e, hêviyeke mezin dide meriv. Manewiyata kurdan bilind dike û dijmin ditirsîne.
Hêz û grûbên li derî vê platformê mane, dibê ew jî werin îqnakirin, dibê ew jî li derî vê cepheya netewî nemîne.
Li pêşiya miletê kurd rojên pir giran û dîrokî hene, di demeka wiha dîrokî da dibê kurd bi tifaq bin û di her warî da xwe organîze û amade bikin. Em ne li ser hev bin, him xapandin û him jî şikandina me hêsa ye, lê dema em li ser hev bin û bi rêxistin bin dijmin ewê ne kanibe me bixapîne û ne jî têk bibe….

XXX
Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê do qediya û beyana konferansê îro bi kurdî û tirkÎ Li raya giştî hat belavkirin.
Kurdan bi çêkirina vê konferansê gaveke rast û dïrokî avêtin û di konferansê da jî biryarên baş û girîng girtin. Beyana Konferansê dikane bibe peymanke mişterek ya nabêna hemû hêzên kurd. Ez li jêr belavoka konferansê belav dikim.

XXX


Îbrahîm Sediyanî di konferansa Diyarbekrê da îşaretî nuxteyeke pir muhîm kiriye, gotiye:
”Micadela kurdan dibê ne micadeleya guherandina rejîmên Anqerê, Tehranê, Bexdayê û Şamê be. Micadeleya kurdan dibê micadeleya azadî û serxwebûna Diyarbekrê, Mehabadê, Hewlêrê û Qamîşloyê be.
Kurdên Başûr, Rojhilat û Rojavayê wiha kirine, guherandina rejîmên Bexdayê, Şamê û Tehranê tu carî ji xwe ra nekirine armanc, hemû hêz û enerjiya xwe dane azadiya welatên xwe.
Tenê kurdên bakur(Tirkiyê)guherandina rejîma Tirk ji xwe ra kirine armanc û loma jî ketine nava partiyên tirk, bûne berpirsiyar û serokên wan û xwestine demokrasiyê bînin Tirkiyê.
Û vê yekê jî cepheya guherandina rejîma Enqerê xurt û ya azadî û serxwebûna Diyarbekrê jî zeîf kiriye.

16 juni 2013

Hedefa kurdan dibê ne guherandina rejîma Tirkiyê be



Îbrahîm Sediyanî di konferansa Diyarbekrê da îşaretî nuxteyeke pir muhîm kiriye, gotiye:
”Micadela kurdan dibê ne micadeleya guherandina rejîmên Anqerê, Tehranê, Bexdayê û Şamê be. Micadeleya kurdan dibê micadeleya azadî û serxwebûna Diyarbekrê, Mehabadê, Hewlêrê û Qamîşloyê be.
Kurdên Başûr, Rojhilat û Rojavayê wiha kirine, guherandina rejîmên Bexdayê, Şamê û Tehranê tu carî ji xwe ra nekirine armanc, hemû hêz û enerjiya xwe dane azadiya welatên xwe.
Tenê kurdên bakur(Tirkiyê)guherandina rejîma Tirk ji xwe ra kirine armanc û loma jî ketine nava partiyên tirk, bûne berpirsiyar û serokên wan û xwestine demokrasiyê bînin Tirkiyê.
Û vê yekê jî cepheya guherandina rejîma Enqerê xurt û ya azadî û serxwebûna Diyarbekrê jî zeîf kiriye.

XXX
Ajansa Fratnewsê wek ajansa çalakvanên Meydana Taksîmê dixebite, tam 10 xeber li pey hev li ser bûyerên Taksîmê ne. Lê li ser Konferansa Diyarbekrê tenê xeberek heye. Gava ajans di destê çepên tirk û kurdên elwî da be wiha ye, Fratnews ewê bibe borazana kemalîstên tirk.



XXX
Li ser beyanên bênabên yên Rengîn Elçî yên li ser bûyerên Taksîmê.
Birayê Rengîn, ma te xêr e ezbenî, tu gav û saetê wek serokê ”çalakvanên Taksîmê” beyanan didî! Ma tu berdevkê tevgera Taksîmê yî?
Ma wek kurdekî derdekî te yê din tuneye?
Hela carê bala xwe bide halê gelê xwe yê li her çar perçeyên Kurdistanê, li Efrînê ev serê hefteyan e gel di bin hesargaya hêzên dijmin da ye, hawar hawara wan e nan dixwazin.
Tu çima carê qala wan nakî?
Li Kurdistana Îranê hewetinê, rojê çend kurdan îdam dikin, tu çima gazî û hawara wan naweşînî?
Li Diyarbekrê gelek hêzên kurd hatina ba hev, gelşên xwe minaqaşe dikin, tu çima li ser vê teşebusa wan tiştekî nabêjî, aqilekî nade wan?

Kurd hêzên xwe dikin yek



Serokê BDP-ê Selahettîn Demîrtaş, di Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakûrê Kurdistanê da ku niha li Diyarbekrê berdewam dike, çend tiştên pirmuhîm û dîrokî gotine.
Demirtaş gotiye:
”Girîngiya vê konferansê bê nîqaş e. Ev konferans li dijî hêzên serdest yên dixwazin li ser axa Kurdistanê hukum bikin hêz û bersivek dîrokî ye.
Demîrtaş, di axaftifna xwe da gotiye, ”ji bo qanûneke esasî ya demokratîk ava bikin, mafê hemû kesan biparêzin û her wiha ji bo nasname û statuyên hemû civakan bên qebûlkirin û bi destûra bîngehîn bên parastin berpirsiyarek mezin dikeve ser hevparên konferansê. Ger em hevparên konferansê nêrînek hevpar, stratejiyek hevpar û ramanek hevpar nîşan bidin, emê karibin di cîhanê de bibin hêz. Niha civîna vê konferansê bi xwe moralekî mezin e. Em îro hatine cem hevdu da ku çareseriyê nîqaş bikin. Ev ji bo me rûmetek herî mezin e. Divê her kes baş zanibe ku ev konferansa Kurdistaniyan e. Di vê pêvajoyê de Kurd û Kurdistanî mudaxilê muzakereyê ne. Beşdarên vê konferansê jî divê nûnerê vê yekê bin. Li hemberî gelê me berpirsiyariyên me hene. Bi sedsalan e ku Kurdistan hatiye parçekirin û li ser gelê Kurd siyaset tê meşandin.”
Axaftineke pir baş e, tiştên ku dibê hêz û serokên kurdan bikin destnîşan dike, dibê kurd li hemberî hevdîtinên dewletê û Ocalan û PKK-ê bêdeng û bêhelwest nemînin. Ez hîvî dikim ku ji konferansê heyeteke netewî ya ku kanibe di pêşerojê da miletê kurd temsîl bike derkeve.
Heyetek wiha ewê li hemberî kes û hêzên ku ji hevkarî û yekîtiya netewî ruyê xwe diguherin û lêva xwe hil dikin bibe bersîveke pir baş.


XXX
Yaşar Abduselamoglu ji konferansa Diyarbekrê xeberên pir dilxweş dide, dibêje ”Konferans pir baş derbas dibe, beşdarbûnek pir bi qelîte û mezin heye. Tiştên pir girîng tên gengeşikirin.”
Û dû ra jî vê xebera xêrê dide me, dibêje, ”Xuya dike ku ji Konferansa Diyarbekirê ewê "Heyeteke Temsîlî" derkeve ji bo ku di "Mizakere û pêvajoyê de bibe alî !"
Ruşen Aslan jî di axaftina xwe da gotiye, "Ez bi nêt û amedebûneke rexnegirî hatim vira; ez hemû rexneyên xwe paş ve dikşînim, Konferans çawa diçe ez jê pir razî me."
Ez bi van peyvên jor pir kêfxweş bûm. Ez kêfxweş bûm ku kurd destên xwe dirêjî hev dikin û dixwazin li hemberî neyarê xwe hêz û aqilên xwe bikin yek û bi hev ra têxin xizmeta miletê xwe.
Kesên ku bi ji ber hesabên biçûk û karîyerîstiyên xwe yên şexsî beşdarî vê platforma netewî red nebûn, dibê bibînin ku ew li ser riyeke şaş in.

15 juni 2013

Ji Sabrî Çepik du helbestên pir xweş

Ez nuha li çend helbestên Sînan Sabrî Çepîk rast hatim; helbest bi tirkî ne, lê jê du heb(Apê Mûsa û Seyid Riza) bi kurdî ne. Diyar e kurdiya Sînan Sabrî bi xwe ye. Bi rasthatina van helbestan ez gelkî kêfxweş bûm. 
Sînan Sabrî Çepîk, helbestvanekî dawiya salên 1970-î ye, piştî ku di sala 1975-a da dema ji doza DDKO hat berdan kitêbeke wî ya helbestan derket. Diyar e ew hîn jî dinivîse. 
Di kurdiya helbestan da ji alî rastnivîsê pir şaşî hebûn, min ji alî rastnivîsê rast kir. Ez li jêr wan belav dikim. Hêvî dikim ku bi dilê we be jî.

APÊ MUSA

Şîrê min rijand
dara min şikand
têr nediyo
xêr nediyo\zalimo
Ber bi êvarê
tu ji ku ve tê
dest û niq cemidiye
dil û can diêşe
bîna rihanê ji ku tê
keko tu ji ve ku tê
dengê te wek qîrînê ye
ma tu Mûsa yî?
porspiyê min
pirşîrînê min
asayê/gopalê te kê dizî
Hîv tarî ye
şev qîr û qitran e
ji hêla Zivingê bayê xerbî tê
li çiyan agir pêket
porspiyê min
Bi xatirê te
mirin fedîkar derket
te go ez im Mûsa
li ser çiyayê Tûr im
bêwelat im
bêhal im
ez agir im
agir ez im
ezê Zerdeştê kal im

Sînan Sabrî Çepîk


SEYYİT RIZA

Şev tarî
berf û bahoz
şilî û baran
ser çiyayê Munzûr bû
Elîşêrê simêlreş rabû
Zerîfa min
rebenê
bermaliya min de rabe
kildên deyne
neynikê berde
halê me ne tu hal e

Dil îşev xemgîn e
Zerîfa min
erd û ezman diheze
dijmin wek gurê har
gulle dibarîne
girê Tûjik dişewite
birîna min kûr e
Zerîfa min
roj li paş çiyayê Munzûr e
dûr e

Wext bû
Elîşêrê simêlreş rabû
go zanayê min
ranayê min bangîn e
seydayê min
Rizayê min derva bangîn e
Enqereya xopan dîsa li me
feqek mezin danîye

Seyyid Riza me
Kurd û zaza me
ez baz im kurrê baz im
ne tol û taz im
birûsk ji ber min direve
çirûsk xwe wedişêre
çerxa felekê bişkê
geh li jor e
geh li jêr e

Şêr şêr e Elîşêrê min
çi jin e çi jî mêr e
berxê nêr bona kêr e
Memo şêr e
Şemo şêr e
lê çi bikim Rêber nêr e

Ez Seyyid Rizo me
geh hevalê ba me
geh wekî çiya me
Ez Seyyid Riza me
bona mehşerê za me

Gava şexsieyt zeîf be

Min nuha bîstekê li axaftina cîgirê serokwezîr Husên Çelîk guhdarî kir. Di axaftina xwe da belkî bi dehan car got, ”wek birêz serokwezîr jî got, birêz serokwezîr jî berê ev yek destnîşan kir, birêz serokwezîr jî ji xwe ev yek anî zimên, birêz serokwezîr jî ji roja pêşîda ye viya dibêje…”
Welhasil piştî her çend gotinan miheqeq navê ”birêz serokwezîr” dinitirand, miheqeq bi gotin û beyaneke ”birêz serokwezîr” peyva xwe saxlem dikir û dida tesdîq kirin.
Wek dîndarê ku gav û saetê bi hedîseke Hz. Muhemed gotinên xwe bide tesdîqkirin.
Ne Husên Çelîk tenê, hemû wezîr û parlamenterên AKP-ê dema dipeyivin miheqeq gotinên xwe bi peyv û beyaneke ”birêz serokwezîr Erdogan” didin tesdîq kirin û xurt dikin.
Di salên 80-90-î da ji bo ku axaftinên me bêtir bi tesîr be û jê were bawerkirin me jî bi peyvên Marx û Lenîn axaftinên xwe wiha xurt dikir û cidîyetek didayê.
Însan gava ji firkrên xwe tam ne bawer be û ne xwediyê şexsiyeteke azad be xwe muhtacê alîkariya peyvên hinekên din dibîne. Dibê ji xwe ra piştê çêke…

XXX
Entegrasyon û asîmîlasyon tesîra xwe ya li ser kurdan di dema derketina bûyerên siyasî û civakî da zêdetir nîşan dide. Kurdên ku entegreyî civata tirk bûne û ji asîmîlasyona kulturî nesîbê xwe girtine bêtir xwe tevî gelşên civata tirk dikin. Belkî ev jî tesîreke xwezayî ye, însan ji civata têda dijî, ji derûdora xwe muteesîr dibe…
Rahmetiyê Marx, belasebeb negotiye, “tiştê şikil dide fikrê însên, şert û şurûtên madî yê derûdora însên e.”

XXX
Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li hemberî nameya Parlamentoya Ewrûpayê ya li ser bûyerên Taksîmê xwe gelkî aciz kiriye û gotiye, ”Demaokrasiya Tirkiye bi qasî demokrasiya fransiz, îngilîz û alman kamil e û xwediyê wasîteyên çareserkirina gelşên nava xwe ye…”
Berde binê te erd e!
Yekî nizanibe piştî hewqas fort ewê bibêje qey camêr rast dibêje. Demokrasiya we hîn ne di mestewa muswedeya demokrasiya fransiz, îngilîz û alman da ye. Bi îdîayeke wiha hûn xwe dikin pêkenînên xelkê. Siyasetmedarên ewrûpî ewê bi van fortên te û zirtên Erdogan bikenin.. .
Kurro di demokrasiya we da hîn elîfbeya kurdî yasax e, hîn kurd nikanin navên kurdî li zarokên xwe kin, hîn nikanin bi zimanê xwe bizwînin, tu çawa dikanî ”demokrasiya tirk”, bi ya fransiz, îngilîz û alman ra miqayese bikî?
Ev îş bi fortan û zirtan nabe…

XXX


Serokwezîr Erdogan dibêje li Tirkiyê demokrsî heye, her kes dikane fikrê xwe bibêje, lê belê biryara dawî ez didim.
Û camêr wisa bawer dike ku bi rastî jî demokrasî ev e. Kesê mûz nexwaribe mûzê nas nake, nizane tahma mûzê çawa ye…

12 juni 2013

HAK-PAR çima tevî onferansa Diyarbekrê ya 15-16-ê hezîranê nabe?


Serokê HAK-PAR-ê Kemal Burkay, bi beyaneke nivîskî diyar kiriye ku ewê beşdarî konferansa ku ewê di 15-16- ê hezîranê da li Diyarbekrê çê bibe nebin.
Burkay, hin qal û qîl û bahaneyên vala wek sebebê beşdarnebûna HAK-PAR-ê nîşan daye, lê tiştên hatine gotin yek jî ne sebebekî cidî ye.
Efendim wan(HAK-PAR-ê) xebera çêbûna Konferansa Diyarbekrê di meha nîsanê da bihîstiye, lê dawetiye bi rengekî resmî di 12-ê gulanê da ji teref KCD(TDK) û BDP-ê ji wan ra hatiye.
Yanî berî wan haya hin kesan ji çêbûna konferansê hebûye, wam dereng bihîstiye.
Efendim belkî dixwazin bi vê riyê piştgiriya kurdên din jî ji bo hevdîtinên Ocalan û MIT-ê bigrin. Lê ji bo wan ne zelal e lihevhatin li ser çi çêbûye.
Û gelek mahneyön wiha.
Piştî vexwendinê, wan jî bi nameyekê pêşniyarên xwe ji BDP-ê ra şandine, gotine ew dikanin beşdarî konferansê bibin, lê ”bi şertên ku ne ewqas bi lez û bez be. Her usa jî divê beri hertiştî partiyên siyasî di nav xwe da bicivin, armanc û rojeva konferansê, waxta wê, her usa jî kîjan rêxistinên sîwîl tevlêbin, di nav xwe da zelal bikin.”
Û dû ra jî di nameya xwe da gotine, ji bo 15-16-ê hezîranê wext pir hindik maye, loma jî baştir e ku ew konferansê bihêlin payizê.
Piştî nameya HAK-PAR-ê bi çend rojan BDP-ê bi navê Gulten Kişanak û Selahattin Demirtaş bersîva nameya wan daye, lê di bersîvê da xwedêgiravî qet behsa pêşniyarên wan nekirine, tenê wek agahdarî ”gotine, ”ewê wek BDP di konferansa hanê da cî bigrin.”
Bersîveke wiha carê qet ne mimkûn e, dibê hin tiştên din jî gotibin.
Li vir tiştê xerîb, Burkay, nameya ku wan ji BDP-ê ra şandiye weşandiye, lê ji bersîva BDP-ê yek rêz tenê daye, gotiye di bersîva xwe da ”qet behsa pêşniyrên wan nekirine.”
Birêz Buraky wiha dibêje, lê nameya wan jî wek ya xwe naweşîne. Nameya wan jî biweşînin û bira xelk bibîne hela ka çi bersîv dane we.
Netîce, di beyanê da tê gotin ku BDP-ê guh nedaye pêşnîyarên wan, kesên ku ewê beşdarî konferansê bibin ji wan nehatiye pirsîn û hin behaneyên din.
Lê bi baweriya min mesele ne zûbûna tarîxa konferansê ye û ne jî hin kêmasiyên teknîkî û amadekariyê ne. Vana dikanin rast bin, lê ne sebebên esasî ne. Sebebê esasî îdeolojîk û sifyasî ye.  Kemal Burkay, partî û grûbên kurd yên derî BDP û PKK-ê cidî nabîne û tenezul nake bi wan ra rûne û wexta xwe bide wan.
Û bi BDP-ê, PKK-ê û TDK-ê ra jî naxwaze rûne û têkeve nava xebateke wiha. Burkay, xebat û hevkariyeke bi BDP û TDK-ê ra rast nabîne û li dij e. Sebebê rastî ev e, ne zûbûna wextê û hin kêmasiyên din in. Vana hemû hincetên ne rast in.
Burkay, ne xwediyê perspektîf û hedefeke fireh û netewî ye, dinya wî ew û partiya wî ye. ew ne li dû hevkarî û cepheyeke netewî ye, tiştekî wiha di rojeva wî da tuneye.
Burkay tu carî bi germî û bi heyacan li hevkarî û yekîtiya kurdan nenêriye û ji bo vê yekê gava pêşî wî navîtiye, tim li ser israra hêzên din hin caran bi zor û ew jî bêdil ketiye nava hin xebatên hevkariyê.
Şêl, fikir û îdeolojiya Burkay îro jî ev e, ew îro jî bêyî PKK-ê û BDP-ê hemû grûp û partiyên din biçûk dibîne û naxwaze wexta xwe bide wan. Li gorî wî, minaqeşeyên bi van partî û grûban ra vala ye û wendakirina wextê ye.
Û bi BDP-ê û TDK-ê ra jî naxwaze têkeve nava xebateke siyasî. Loma jî ji bo ku beşdarî konferansa Diyarbekrê nebin van qal û qîlên bêbingeh dike mahne.
Di rojeva Burkay da avakirina platform ya jî cepheyeke fireh ya netewî tuneye, ew ji halê xwe razî ye. Siyaseta Burkay ji siysetke kurdistanî bêtir, siyaseteke tirkîyeyî ye. Burkay tu carî serê xwe bi yekîtiya kurdan ra neêşandiye û ev yek ji bo xwe nekiriye armanc û îro jî nake.
Ji ber ku armanceke Burkay ya yekîtiya kurdan tuneye, loma jî ji dêlî ku ew wek rîsipieyekî kurd pêşengiya konferansên wiha bike, ew însîyatîfên wiha bigre, ji bo beşdarnebûnê hincetên ne rast dibîne û di demeke wiha dîrokî da ji minaqeşeya yekîtiya kurdan dirive.
Burkay, hevpeyvînên bi telewîzyon û rojnameyên tirk ra ji hevkariya bi hêzên kurdra muhîmtir dibîne.
Û loma jî naxwaze di 15-16-ê hezîranê da beşdarî konferansa Diyarbekrê bibe. Ji ber ku di konferansê da dikane di warê hevkarî û yekîtiya kurdan da hin biryarên muhîm werin girtin, hin gav werin avêtin.
Burkay ji bo tiştekî wiha, ji bo hevkariyeke wiha ne amadeye, rast nabîne û loma jî beşdarî konferansê nabe.
Heger îro serokê HAK-PAR-ê ne Kemal Burkay, Bayram Bozyel bûya, HAK-PAR ewê beşdarî vê konferansê bibûya…
Heta ku Burkay serokê HAK-PAR-ê be ev siyaseta ne millî û ne Kurdistanî ewê siyaseta HAK-PARê be. Di rojên pêşda jî HAK-PAR ewê tim bi hin mahneyan ji xebatên wiha bireve…

Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne



Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne. Rojên pêş ewê vê rastiyê nîşanî Erdogan bide.
Di hilbijartinan da biserketina sê caran Erdpgan gelkî stûr û gewî kiriye. Ew wek ”tirkekî” wisa bawer dike ku bi rastî jî ”ço ji cinetê” derketiye.
Lê ne wisa ye, pêşiyên wî şaş in. Her çiqas meriv carnan mecbûrî bikaranîna ”ço dibe jî, lê belê ço tu carî ji peyvê û ji diyalogê ne baştir e…
Rehetî, nermayî, zimanekî şîrîn mar ji qulê derdixe.
Zimanekî nerm, rindî, rehetî, başî, çêyî û diyalog her tim ji zorê û zorbatiyê baştir e.
Lê ji bo vê jî helbet kulturek lazim e û ew jî bi Erdogan ra tuneye. Erdogan bi kultura ”ço ji cinetê derketiye” û ”yê li keça xwe nexe ewê dû ra li conga xwe xe” mezin bûye. Loma jî li Taksîmê ji dêlî diyalogê ço bikar tîne, ji dêlî zimanekï nerm û îqnayê terfdarê bikaranîna ”ço” û zorê ye…


XXX
-Camêrekî emerîkî(Max Lerner) gotiye, ”Ji nebaşiyên demokrasiyekê yek jî, tu jê hez bikî jê hez nekî, tu mecbûr î tehamulî merivê ku te hilbijartiye bikî.
Lê carnan jî însan nikanin tehamul bikin, dixwazin bi darê zorê daxînin jêr.

11 juni 2013

Zor gizêrê radike



Serokwezîr Erdogan gotiye, ”Ev Tayyip Erdogan naguhere”!
Tiştê ez dizanim tenê mirî naguherin, wekî din her tişt diguhere, ev, qanûneke xwezayê ye.
Lê belê cahil wisa bawer dikin ku ew naguherin, tim wek xwe dimînin.
Û îspata vê yekê jî Erdogan bi xwe ye. Wî heta nuha bi sedan teqle avêtiye û gelek tiştên li dijî hev gotine.
Evne cara pêşî ye, Erdogan, heta nuha gelek caran fortên wiha dane xwe, lê dû ra ”guherîye”, yanî gotina xwe paşda girtiye.
Erdogan ji murîdîtiya Erbekan bû raqibê wî û dû ra jî li ser kursiya wî rûnişt.
Got ewê tu carî bi ”terorîstan ra rûnene”, lê rûnişt û him jî ji bo rûniştinê li ber wan geriya, gelek rica kir.
Erdogan ji bo Mesûd û Nêçîrvan Barzanî û Talabanî gelek gotinên ne xweş kir û got, ”ewê tu carî bi seokeşîran ra rûne”, lê mecbûr bû di bin ala kurd da bi wan ra rûnişt.
Yanî dema ZOR hebe meriv diguhere, him jî rojê carê, dixwaze bira navê wî Tayyip Erdogan be…
Loma jî kurdan gotiye ZOR gizirê radike…

XXX
Li Wêranşarê 30 kesên ku beşdarî qursa kurdî ya TZP-ê bûne îro dîplomayên xwe girtin. Qurs bi alîkariya belediya Wêranşarê hatiye amadekirin.
Bi vê xeberê wek kesekî wêranşarî ez pir kêfxweş bûm. Li bajarekî wek Wêranşarê, dibê hemû keç û xortên me bi xwendin û nivîsandina kurdî bizanibin.
Ji bajarekî wek Wêranaşarê, dibê nuha bi dehan nivîskar, rojnamevan û şairên kurd hebûna, lê heta nuha hîn nivîskar û şairekî me yê bi kurdî dinivîse tuneye.
Ev yek ji bo Wêranşarê kêmasiyeke gelkî mezin e.
Ez hêvî dikim ku ev xebat berdewam be û di rojên pêşda fêkiyên xwe bide.
Û gelek spas ji bo kesên ev xebata hêja kirine….

XXX
”Em bêyî tirkîtiyê nikanin nasnameyeke din qebûl bikin. Heger yê kurd bibêje ez kurd im, yê rûm bibêje ez rûm im, , yê laz bibêje ez laz im, yê ermenî bibêje ez ermenî me, yê pomax bibêje ez pomax im, yê çeçen bibêje ez çeçen im, yê çerkez bibêje ez çerkez im, yê gurcî bibêje ez gurcî me, yê arnawit bibêje ez arnawitim û yê boşnax jî bibêje ez boşnax im. Baş e kî tirk e?
Wê demê tirk namîne.”
Suleyman Demîrel

Ji xwe mesele jî ev e. Kurd şerê vê dikin, dixwazin kurd bibêjin em kurd in û tirk jî bibêjin em tirk in. Lê heger tirk tunebin ev ne sûcê kurda ye, hejmara we çi be dibê hûn wê qebûl bikin, ne ku gelên din jî bi darê zorê bikin tirk…

10 juni 2013

Zarok û zimanê dayikê

Ez nuha di quncikekî kompîtora xwe da rastî vê bersîva xweya li ser pirsa zimanê dayikê hatim.

Çend sal berê, dema zarok biçûk bûn pirsa ”ji bo çi tu zarokên xwe dişîne dersên kurdî ?” ji min hatibû kirin. Û min jî ev bersîva jêr dabû.

-Ji bo çi tu zarokên xwe dişîne dersên kurdî ?
"Wek dê û bav dema zarokekî meriv tê dinyayê meriv mecbûr e navekî lêke, dema mezin dibe jî divê bişîne dibistanê, ji bo ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibe.

09 juni 2013

Heta serê Erdogan li dîwarekî nekeve biaqil nabe


Serokwezîr Erdogan, li Edenê dîsa gurruya û wek her tim dîsa wek qebedayiyekî Qasimpaşayê peyivî û ji protestociyên Taksîmê û bajarên din ra rest xwend, dîsa got, ”çapulcî” yanî kesên mal û milkên xelkê talan dikin, ”anarşîst” û ”terorîst”.
Uslûba wî, gotinên wî ne uslûb û gotinên maqûl dilxweşkir bûn, madê meriv ji axaftina wî digeriya. Wek gelek caran dîsa zimanekî pir tûj û uslûbeke êrîşkar û mişt heqaret bikar anî. Yanî ”kurmê şîrî heta pîrî”, mal ev e, tu çi ”bikî” jî naguhere û heta ku bivikê baş nebîne jî ewê neguhere.
Gava qala liberxwedanên li hemberî polîsan kir got, ”Vana êrîşî polîsên min dikin. Heqaretê li polîsên min dikin….”
Erdogan di axaftinên xwe da tim zamîra/cînava ”ez û min” bikar tîne, dibêje ”polîsê min, wezîrê min, waliyê min, qumsêrê min” û ”min û min”…
Ev uslûb û termînolojî ya ”bavan” e, ya merivên qebedayî û basît e, ne ya merivên siyasî û bi kultur e.
Tu dibêjî belkî polîs zilam û notirvanên wî yên şexsî ne û ew meaşê wan dide, loma jî dibêje ”polîsê” min û waliyê min û nizaim çiyê min…
Merivekî bi kultur nabêje ”polîsê min, waliyê min, qumsêrê min”, ji ber ku ew ne yên wî ne, ew mamûrê dewletê ne.
Lê Erdogan dibêje, çimkî camêr bi çavê ”Gudfadern” li xwe û li dewletê dinêre. Û ji xwe ji ber vê metalîtê ye ku termînolojiya wî jî ne siyasî, tim wek ya ”Gudfadernekî” ye.

XXX
Li Stockholmê hewake pir ne xweş heye, ewrekî reş û tarî xwe bera ser bajêr daye, ximîna baraneke bi zirp e û gurre gurra tavan û şîrqîna birûskan e.
Em du hundur da hefs bûne. Min telewîzyon girt, ez dikim rabim qahwake kurdî çêkim…

XXX
Heyeta AKP-ê ya birêvebir do biryar da ku di 15 û 16-ê hezîranê da li Stenbol û Anqerê du mitîngên mezin çêkin. Yanî dixwazin hêza xwe nîşanî kes û grûbên ku hukûmetê li Taksîmê û li bajarên din protesto dikin bidin.
Ev biryara AKP-ê jî nîşan dide ku Erdogan û aqilmendên wî derseke baş ji protestoyên Taksîmê û bajarên din negirtine.
Kes nabêje piştgriya hukûmetê ya gelêrî zeîf e, problem ne ev e. Milet di warê demokasiyê da, azadiyê da rexne li hukûmetê digre, bêtir azadî û demokrasiyê dixwaze, rexne li pozbilindî û stûriya Erdogan digre.
Erê hukûmetê raya piraniyê girtiye, lê ev nayê wê maneyê ku hukûmetê qet guh nede fikir û daxwazên muxalefetê, dilê Erdogan çi bixwaze wiya bike.
Lê hukûmet ji dêlî ku bersîvê bide daxwaz û rexneyên çalakvanan, dixwaze hêz û qeweta xwe nîşan bide. Ev titekî şaş e.
Û heger hukûmet dev ji vê siyaseta xwe ya “ez û ez” bernede ewê zirareke mezin bibîne û protesto ewê berfirehtir bibin.
Erdogan, li ciyê rehetiyê destê xwe li tasa tije dixîne.

XXX
Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî bi koma wezîran û grûbek mezin ya şêwirmendan (heyeteke 40 kesî)îro çû paytexta Kurdistanê Hewlêrê. Hukûmet ewê civîna wezîran li Hewlêrê çêke û dû ra jî Malikê ewê bi serokê Kurdistavan Federe Mesûd Barzanî û serokwezîr Nîçîrvan Barzanî ra bicive û li ser gelşên di nabêna Bexda û Hewlêrê da dest bi guftugoyan bike.
Hatina Hewlêrê bi heyeteke 40 kesî hêviyekê dide meriv ku hukûmeta Bexdayê îcar cidî ye û dixwaze bi kurdan ra li hev bike.
Ez hêvî dikim ku wiha be û Bexda daxwazên kurdan yên qanûnî qebûl bike û bigihîjin encamekê.
Lê nrtîce çi be jî rewşa kurdan îro ji her demê baştir û xurttir e û ji kurdan bêtir Malikî muhtacî kurda ye. Ji xwe ne wiha bûya Malikî 40 kes nedida dû xwe û nedihat Hewlêrê.
Heta ku kurd li hev bin û bi tifaq bin li hember Bexdayê ewê tim xurt bin û ji derve jî pitşgiriyeke mezin bigrin.

Hinek pesin û hinek siyaset


Siyaset îşev êdî bes e, îcar jî dixwazim hinekî pesnê kakiriya xwe bidim û qala xebata xwe ya îro bikim.
Ez û Hêvî xanimê, me îro zend û bendên xwe vemalt û em ketin bexçe û hewşa xwe, me hewşa xwe û bexçeyeyê xwe yê biçûk ji qirş û qalan, ji pûş pelaş û ji gîha zexel paqij kir.
Nava kevirên hewşa me tişe gîha bûbû, qet xweş xuya nedikr, wek mala bêxwedî xuya dikir.
Me nabêna hemû keviran ji gîhê paqij kir. Hin keviran kevz girtibû, min hemû kevirên kevzgirtî bi firçeyeke têlîn baş paqij kir. Min gîha hewşê dîsa çinî. Me li herdu aliyên hewşê kursî û maseyên xwebicî kirin û şemsiya xwe jî vegirt.
Û dû ra jî, piştî hewqas kar, ez çûm ketim mitbaxê û min ji xanimê ra spagetiyeke pir xweş çêkir û danî ser masê û jê ra got:
-Xanim, fermo, xwarin hazir e…
Yanî bi kurtî me hewşa xwe kir qutî, her tişt temam û amade ye, tiştê kêm roj û mîvan in, ku ew jî hebin emê manqela xwe deynin û dest bi birajtina goştê xwe bikin û ”telî” xwe pê ra bixwin. Û di ser da jî fîncanek qahwa kurdî vexwin…
Ez qahwa kurdî pir xweş çê dikim, qahwa min deng daye.
Hemşeriyekî min ê rihayî soz daye min ku dawiya hefteyekê bibe mîvanê me, ez hêvî dikim ku bi derengî nexîne…

XXX
Li gorî beyanên Demirtaş û Bûldan xanimê, Abdulah Ocalan liberxwedana Taksîmê silav kiriye û gotiye, ”Lê belê dibê tu kes xwe neke lîstika hêzên nîjadperest, miliyetçî, darbecî. Dibê hêzên demokrat, şoreşger, welatparêz û pêşverû nehêlin ev tevger têkeve bin destê van hêzan.”
Ev gotinên Ocalan jî tê wê maneyê ku dibê kurd, demokrat û pêşverûyên tirk alîkariyê nedin cepheya hêzên nîjadperest, darbecî û ergenekonciyan, nebin aletên wan.
Lê li gel vê jî meriv al û bandrolên terefdar û hevalbendên BDP-ê û PKK-ê hîn jî li Taksîmê dibîne. Ev jî nakokîyeke.

XXX


Hejarê Şamil gotiye, ”hûn nikanin bi tirkan şoreşê bidin kirin. Miletên sexte nikanin şoreşê bikin…”
Tespîteke pir rast e. Û sebebê vê yekê jî li gel miletekî sexte û naylon, îşxala Kurdistanê ye. Bi baweriya min heta ku kurd bindest bin tirk ne şoreşê, demokrasiyeke rast û temam jî nexwazin.
Ji ber ku miletê tirk li dijî şoreş û demokrasiyeke ku ewê feydeyê bigihîne kurda ye. Heta ku kurd wiha bindest bin tirk ewê tu carî li hemberî dewleta xwe serî hilnedin û ”şoreşê” nekin.
Ji ber ku li Tirkiyê ”şoreşeke” bêyî kurdan ne mimkûn e, dibê di nabêna kurd û tirkan da tifaqek hebe, lê halîhazir ew jî ne mimkûn e. Çmkî tirk hîn naxwazin bi kurdan ra bibin cîran…

08 juni 2013

Bûyera Taksîmê ewê Erdogan biaqiltir bike





Erdogan har û çavsorî bûbû, xwe wek Ristemê Zal didît, digot ez û ne kesî din. Her cara ku devê xwe vedikir agir û jahr ji devê wî dibarî, ji fexir û pozbilindiya wî meriv nikanîbû lê guhdarî bikira.


Li gorî wî, ew ji her kesî biaqiltir û zanatir bû. Loma jî ew ne muhtacê aqilê tu kesî bû, ew bergendî her kesî bû. Wî dikanîbû her tişt bikira û tu kes jî nikanîbû li dijî wî derketa.

Û ji xwe bi uslûba xwe ya êrîşkar hemû kesên der û dora xwe jî çavtirsiyayî kiribû, kesî newêrîbû jê ra bigota kêm û zêde.

Heta ku bûyera Meydana Taksîmê rû da. Bûyera Taksîmê him pê li firêna Erdogan kir û him jî cesaret da rebenên dora wî.

Bi bûyera Taksîmê ra him Erdogan hinekî veciniqî, gav paşda avêt, piçekî dev ji quretî û hutzota xwe ya berê berda û him jî zimanê rebenên dora wî piçekî geriya.

Bi îhtîmaleke mezin ji nuha û pêva emê Erdoganekî bi ”terbiyetir” û ”temkîntir” bibînin.

Çimkî yên li hemberî wî ne kurd in ku kanibe bi rehetî her zulmê, her neheqiyê li wan bike, wan bide ber copan û gaza jahrî.

Yên li hemberî îcar tirkên spî ne, stenbolî û zarokên tirkên zengîn in, tebeqeyeke wek krdan fêrê copan û gazê nebûye. Ev kîtle wek kurdan ne bêxwedî ne.

Û ev yek jî karê Erdogan zahmettir dike, wek li hemberî kurdan, destê wî ne ji wî ra ye, nikane li gorî kêfa xwe hereket bike.

Wisa xuya ye ku di rojên pêşda hukûmetê hin tawîzan bide, dilê çalakvanan xweş bike û bûyerên rawest in.

Lê ev yek Tirkiyê dernaxe firêqetiyê. Ji bo ku Tirkiye ji qirîz û surprîzên wiha xelas bibe, dibê miletê kurd azad bibe, li welatê xwe bibe xwedî desthilat, xwe îdare bike.

Heta ku kurd negihîjin azadiya xwe qirîz û surprîzên wiha ewê tim derkevin. Ji ber ku sebeb û bingeh heye.

Esas sebebê mezinbûn û belavbûna bûyera Taksîmê jî mesela têkiliyên hukûmetê û PKK-ê ye. Gelek derûdor ji têkiliyên hukûmetê yên bi Ocalan û PKK-ê ra aciz in û ditirsin ku hukûmet hin mafên netewî bide kurdan.

Ji ber ku hîn tiştek li meydanê tuneye, loma jî hêz û grûbên faşîst, çepên nasyonalîst, kemalîst û ergenekonciyan dengê xwe nedikirin. Lê li bende bûn ku dengê xwe bikin, haziriyên xwe dikirin. Bûyera Taksîmê ji bo wan bû wek serîhildaneke zû…


07 juni 2013

Dijminê dijminê me ne dostê me ye



CHP, ergenekoncî, her babetên kemalîstan, TKP, perînçekcî û her babetên muxalif bi hukûmeta AKP-ê ra ketine şerekî îktîdarê.
Ev hêzên muxalif di rojên pêşda dixwazin vî şerê li hemberî hukûmetê berfirehtir bikin. Û heger kanibin dixwazin hukûmetê bixînin.
Hin kurdên me jî, bi taybetî jî kurdên elewiyên dêrsimî serkêşiya vê hevalbendiya cepheya li dijî hukûmetê dikin.
Baweriya min ew e ku dibê em kurd xwe tevî vî şerê hêzên tirk nekin. Tu kareke me kurdan di hevalbendiya ergenekonciyan, perînçek û CHP-ê da tuneye. Îktîdara CHP ji bo me kurdan ne baştir e, xerabtir e.
Loma jî dibê em li ciyê rehetiyê xwe li ber baranê şil nekin. Em ferz bikin ku hukûmet ket, baş e ewê kî were ser hukim? Û ev hêz ewê çi bidin me kurdan?
Dijminê dijminê me ne dostê me ye, carnan dikane ji dijminê me jî xerabtir be. Ne rast e ku em li hemberî dijminekî xwe alîkariya dijminekî ji wî xerabtir bikin.


XXX
Tirkan rekorek nuh şikandin (!)
Telewîzyonên tirk axaftina serokwezîr Erdogan ya li Tunisê tercume kirine û weşandine. Erdogan ji xwe bêyî tirkî bi zimanekî din nizane, bi tirkî peyivî ye û telewîzyonên tirk, yên wek CNN Turk, Haberturk, TGRT Haber, 24 TV, A Haber, Samanyolu ve NTV jî di navda hemûyan axaftina wî ji devê tercumanê ereb wergerandine tirkî û dane.
Diyar e xwestine rekoreka nuh bişkînin û têkevin Kitêba Guinness ya Rekoran.
Tirk miletekî jîr e, rekorên wiha ancax ew bidest xin!

XXX
Li gorî medya sosyal dinivîse, ji bo avakirina qereqolên nuh hukûmetê li Erdîşê biryara birrîna dused hezar dar daye û îro dest bi birrînê kirine.
Lê bi qasî ku xuyaye haya naturîst, arborist û hawirparêzên tirk û kurd ji vê yekê nîne, ew bi parastina darên Meydana Taksîmê mijûl in…

Roja netewî ya Swêd li hemû zarokên me pîroz be!


Îro 6-ê hezîranê, roja netewî ya Swêd e. Berê li Swêd 6-ê hezîranê tenê wek ”roja alê” dihat pîrozkirin. Yanî di 6-ê hezîranê da dahîreyên dewletê û milet al hildidan. Lê ew jî ne her kesî.
Dû ra, di sala 1983-a da ”roja alê” bi rengekî resmî bû roja Swêd ya netewî. Heta wê çaxê roja Swêd ya netewî tunebû û kesî jî rojeke wiha pîroz nedikir. Dewletê jî pîroz nedikir. Digotin ne hewce ye. Lê hinekan gotin, heyran ya her kesî heye, dibê ya mej î hebe û wan jî rabûn roja ku Gustav Vasa bû Qiralê Swêd(6/6-1523)wek rojeke netewî qebûl kirin.
Lê piştî ku 6-ê hezîranê bû roja netewî jî nedihat pîrozkirin. Tenê di wê rojê da dahîreyên dewletê al hildidan.
Ji sala 2005-a û virda ye 6-ê hezîranê êdî wek rojeke netewî tê pêrozkirin û ev roj tatîl e.
Xêra vê rojê ez û xanim jî îro li mal bûn û min hinek kar û barê bexçe û hewşê kir.
Yanî xêra roja netewî ya swêdiyan îro di min û Hêvî xanimê jî geriya û me jî rehet kir.
Bi hêviya ku em kurd jî rojekê roja xwe ya netwî pîroz bikin…
Roja netewî ya Swêd li hemû zarokên me pîroz be, ev welat êdî welatê wan e jî...


XXX
Şiroveya min ya li ser mizgîniya derketina kovara BÊDERÊ

Îbrahîm Xelîl, ezîzê br dilê min, min nizanîbû kurdiyeke te ya hewqasî şîrîn û nazenîn heye. Heger ez jî wek te xwediyê vê kurmanciya paqij û hingivîn bûma, bira li min ahd û wahd bûya ku min yek gotin jî bi tirkî binivîsanda.
Li gel ku kurmanciya min wek ya te hewqasî ne şîrîn û xurrî ye jî lê dîsa jî ez tu carî tenezulî tirkî nakim.
Brahîmê hêja, piştî ku tu hewqasî xweşik bi kurmancîya surûcê dizanî, ez sond dixwim tu yê bi kovara Bêderê(Bênderê)ji miletê xwe ra xizmeteke pir mezin bikî.
Û wek hemşeriyekî te yê wêranarî, temiya min li te, dev ji tirkî berde û bi hemû hêza xwe, xwe bide kurmancî.
Bi qasî ez dibînim, tu merivekî ne muhtacî şîretan î, lê ezê dîsa jî bibêjim; bawer bike îro roj, tu kar, tu xizmet ji bo kurdan ji nivîsandina bi kurdî ne muhîm û elzemtir e.
Heger tu dixwazî li ba miletê te fikir û şiûrê netewî rojekê berî rojekê xurt bibe, dibê tu dev tirkî berdî û xwe bide kurdî, der û dora xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî û axaftina kurdî bike.
Ji nuha da ji te û ji hevalê te ra serkeftinê dixwazim. Gelek silavên biratiyê


” Hevalên Sirûcli, he wa wa! Mi go, va tema şorên me, çîrokên me, mesele û filan bêvanên me, ro bi ro nolê şêrîn şekirê ku di çayeke demli da bihele, ronkahiya royê li pêş çavên me wenda dibin, bi xeml û xişrên xwe ji bîra me bar dikin darin. De li ber vê xezebê me niyet kiriye, vê havîne em dikin bi kurmanciya boz û berazî kovarekê (dergiyekê) derxînin. Navî kovarê BÊDER e. Heta taliya vê mehê em e li benda yaziyên (nivîsên) we bin, bêdera deyştê mehcûb mekin. Spas.
Îbrahîm Halîl Baran”

06 juni 2013

Li dijî qatilekî ne lê ji qatilekî ji wî xerabtir ra murîdiyê dikin


Ev çend roj in kurdên elewiyên dêrsimî li dijî navê Pira Yavuz Sultan Selîm derdikevin, li gelek deran vî navî protesto dikin. Dibêjin, ”navê Yavuz Sultan Selîm ji bo me hêsirên çavan, xwîn û qetlîam e”, Yavûz bi hezaran kurdên elewî qetil kirine, loma jî dibê navê wî li pira Sêyem ya Stenbolê neyê kirin.
Ev elewiyên ku li hemberî Yavuz Sultan Selîm û bûyerên 500 sal berê hewqasî hesas û şiyar in, li hemberî Ataturkê berpirsê qetlîama Dêrsimê hewqasî ne hesas in.
Di heqê bûyerên 500 sal berê da gelek dîtin û rîwayetên cuda hene, bi kêmanî wek qetlîama Dêrsimê ne bi şahid, belge û îspat e.
Lê her kes dizane ku Musta Kemal û rejîma wî Dêrsim wêran kir, bi sedan kurd di şikeftan da wek mişkan jahrdadayî kirin, li gorî dibêjin çemê Mûnzûr bi rojan xwîn herikî.
Bi hezaran keçên dêrsimî li zabit û brokratên berpirsiyarên qetlîamê belav kirin.
Û ev yek ne dîrokeke dûr e, hîn do ye, hîn bi sedan şahidên wê hene, bi sedan belge û risimê hqetlîamê di arşîvên dewletê da hene.
Lê li gel vê jî elewiyên me yên dêrsimî bi qasî ku li dijî Yavuz Sultan Selîm in, hewqasî ne li dijî Ataturk û CHP-ya ku berpirsiyarên qetlîma Dêrsimê ne.
Tahamulî navê Yavuz Sultan Selîmê ku 500 sal berê jiyaye nakin, lê rismê Ataturkê qumandarê qetlîamê wek rismên bavên xwe, wek yên pîrên xwe li malên xwe, li komele û karxaneyên xwe bi ser serên xwe da bidarda dikin.
Heger bi rastî hûn naxwazin qatilên xwe jibîr bikin û navê wan li deran bibin, dibê hûn li dijî navê Atarurk bin jî, dibê hûn li dijî îdeolojî û pariya wî bin jî.
Dibê hûn qetlîama Ataturk jî jibîr nekin, dibê hûn rismên wî wek yên pîrên xwe li malên xwe bidarde nekin, bi qasî navê Yavuz Sultan Selîm, dibê hûn li dijî ji navê Ataturk jî bin.
Lê hûn wiha nakin, seranserê Tirkiyê û Kurdistanê bûye muzeya risim û heykelên Ataturk, navê Ataturk dane bi hezaran pira, mekteb, baraj û ciyan.
Hûn li dijî qatilekî derdikevin û qatilê din jî didin ser serê xwe, jê ra secde dibin.
Wê gavê mesele ne ”qatil” û zulma wan e, mesele îdeolojîk û siyasî ye, hûn murîd û mîlatanên Kemal û kemalîzmê ne; dixwaze ev Kemal û kemalîzm bira qetilê we be jî ji bo we ferq nake, ji ber ku hûn bûne evîndar û murîdên qatilên xwe…

03 juni 2013

Ferqeke tirkan û swêdiyan


Li Swêd tevgera keskan, yên hawirdorparêzan pir xurt e. Wek bûyera Taksîmê li Stockholmê jî carnan di nabêna belediyê û grûb û partiya keskan da gelşên wiha rû didin.
Çendakî berê belediya Stockholmê xwest li meydaneke Stockholmê çend darên pir kevn bibire. Belediyê got dar riziyane û loma jî îhtîmala di ba û bahozekê da bişikiyên û bibin sebebê seqetî û mirina însanan.
Û loma xwe jî belediyê xwest daran bibire.
Lê grûbên keskesan û hezkiriyên daran li dijî biryara belediyê derketin û nehîştin daran bibirin.
Însanan bi hefteyan xwe bi daran ve girêdan, li wir raketin û bi şev û roj nobet girtin.
Belediyê wek tirkan zor bikar neanî, gaz û hêzên polîs najot ser protestociyan.
Belediyê ji dêlîzorê, çû ji Hollandayê arborîstek(tuxtorê, pisporê daran) anî, dar dan muayenekirin. Yê arborîst(tuxtorê daran) raporek nivisî û got, weleh koka daran rizyaye, hundurên wan qewar bûye, ji bo milet tahlûkeyê teşkîl dikin, loma jî dibê werin birîn.
Lê hezkirên daran rapora yê arborîst qebûl nekirin, gotin ev arborîst rast nabêje, rapora wî ne rast e û loma jî em vê raporê qebûl nakin.
Belediyê got baş e, emê yekî din bînin. Rabûn îcar çûn arborîstek ji Norweçê anîn. Wî jî raporek wek yê berê da, got ev dar mirine, dibên werin birîn.
Lê grûbên keskan û jîngehparêzan ev rapor jî qebûl nekirin, gotin, ev dar xemla vê meydanê ne, loma jî em qebûl nakin ku werin birîn.
Li ser vê, belediyê demekê xwe kerr kir, fena ku dev ji birrîna daran berda be paşda vekişiya.
Hefteyek, du hefte, sê hefte derbas bû, lê belediye qet wê da neçû, negot hutul batil emê bibirin, fena ku êdî dev ji birrînê berdabin, hewayeke wisa belav kirin.
Piştî çend hefteyan grûbên keskan, hezkirên daran û jîngehparêzan bala xwe danê ku kes qala birrîna daran nake, gotin belkî dev ji birrînê berdan.
Loma jî hêdî hêdî dev ji nobetgirtinê berdan û çûn malên xwe...
Lê sibehekê bala xwe danê ku waye dar ne li ciyê xwe ne, hemû hatine birîn.
Di şeveke ku kes li wir tunebû, belediyê bi dizîka, bêyê şer û teşxele, bêyîzor û şîdet, bêyî copên polîsan û bikaranîna gaza jahrî hemû dar birîn.
Wek tirkan li hemberî însanên xwe ne jop û gaza jahrî bikar anîn û ne jî bi sedan însan birîndar kirin. Bi rehetî, bi nermayî û bi bîna fireh problem hel kirin.
Lê hukûmeta AKP-ê di roja pêşî da zor bikar anî, tavilê pûlis, cop û gaza jahrî xist dewrê.
Hukûmetê tavilê zor bikar anî, ji ber ku li tirkiyê kultura demokrasiyê ya toleransê tuneye, ji ber ku AKP hukûmet e û dewlet di destêwan da ye loma jî Erdogan çareseriya her roblemê di zorê da, di copên pûlis û gaza jahrî da dibîne.
Li gorî dîtin Erdogan ew hukûmet in û piraniya xelkê rayên xwe dane wan, loma jî mafê wan heye her tiştî bikin; bêyî ku guh bidin dîtin û daxwazên kes, hêz û grûbên din.
Dema fikir û dîtina meriv ya demokrasiyê ev be meriv probleman ne bi lihevkirinê, ne bi rehetî, bi zorê û bo copên pûlisan hel dike…

02 juni 2013

Tirk xwe li hev radikişînin kurd şûrê xwe dikşînin



Li gorî çapemenî dinivîse, li Taksîmê grûbek nîjadperestên tirk êrîşî kurdan kir. Bi dîtina min pir baş kirine.
Hin alîgirên PKK-ê û BDP-ê jî bi rismên Ocalan û alên BDP-ê beşdarî şahiya li qada Taksîmê bûn. Lê dema grûbên tirk alên BDP-ê û rismên Ocalan dîtin êrîşî wan kir.
Lê ne xema kurda ye, weleh tirk bi daran jî bera wan bidin, serên wan jî bişkînin ew ji dû qûna çepên tirkên kemalîst naqetin.

XXX
Îkram Oguz di malpera navkurdê da li ser bûyera Parka Taksîmê nivîseke dîrokî nivîsîye, nivîseke ku dibê her kurd bixwîne û jê dersê û îbretê bigre û bibîne ku em çi miletekî korfahm in.

XXX
Li ba me kurdan şiûrê netewî hinekî kêm e, em menfeetên xwe yên netewî baş nabînin. Ev şiûr û zanîn jî bi daxwaz û propagandeyê nayê bidestxistin, bi serpêhatî, ketin û rabûnê û bi trajediyên mezin tê bidestxistin.
Ji bo ku em xwe nas bikin, wek milet dibê hîn gelek îş werin serê me.

XXX
Bûyera Taksîmê ji bo tasnîfkirina kurdan bû Kevirê Mîhengê; kurdên ji tesîra îdeolojiya çepîtiya kemalîst baş xelas nebûne û kurdên jê xelas bûne.
Kurdên ku dost û dijminên xwe hîn baş ji hev nagerînin û yên ku ji hev digerînin derxist ortê.
Kurdên ku ji xelkê ra masiyan û ji xwe ra jî kûsiyan digrin derxist ortê...
Kurdên ku gelşên Tirkiyê wek gelşên xwe û xwe jî wek perçeyekî civata tirkiyê dibînin û kurdên ku xwe wiha nabînin ji hev gerand.
Lê li gel vê jî baş bû ku ev bûyer qewimî, di warê îdeolojîk û siyasî da em bi kêmasiyeke xwe hesiyan.
Dibê nuha meriv bê qahr, bê xeyd û bi bînfirehî vê meselê di nava xwe da minaqeşe bike.
Gelo ji bo me kurdan şêla herî rast kîjan e, dibê meriv tevî çalakiyên li dijî hukûmetê bibe ya na?
Bi dîtina min alternatîva hukûmeta AKP-ê ne CHP, MHP, ergenekoncî, perînçekçî û nîjadperestên tirk in.
Dibê em kurd tu carî nebin sebebê xurtbûna vê cepheya sed qatî ji AKP-ê xerabtir.

XXX
Dîsa cî li min teng bû, yanî ez ketim stresê, neviyên me bi rê da ne, tên ba me. Û semînera li serziman jî li Kitêbxaneya Kurdî saet di dudiyan da ye, dibê ez herim.
Di nabêna heftê da kar û derdê swêdiyan û dawiya heftê jî her tim civînên kurdan kokimekî wek min ji pertav da dixîne.
Di xortaniya xwe da min hesin bi sarî ba dida, tiştên wih qet nem xema min bû, lê nuha, mala felekê bişewite, çûn û hatina civînekê jî min diwestîne.
Weleh tiştê min fêm kiriye, heta ku kurd azad nebin û Kurdistan çênebe ji min ra rehetî tuneye.
Ji xwe loma ye ez gav û saetê halanan di kurdan û siyasetmeraran hil didim, dibêjim baş bixebitin û Kurdistanê zû çêkin.
Di esasê xwe da ez vê yekê hinekî jî ji bo ku di taliya emrê xwe da rehet bikim wiha dikim.
Wext teng bû, dibê ez rabim, bimînin di xweşiyê da

01 juni 2013

Em kurd ji dîroka xwe imretê nagrin



Heger me kurdan ji dîroka xwe îbret bigirta nuha em wiha nediketin gewriya hev. Ji ber îbretnegirtina ji dîrokê, li Kurdistana rojava em nikanin bibin xwediyê cephe û siyaseteke netewî.
Ji dêlî ku hemû hêzên kurd wek bira dest bidin hev û li hemberî dijmin hêza xwe xurt bikin, wek xêrnexwazên hev davêjin ji hev da û gav û saetê li nigên hev dixin û hev û du reş dikin.
Em ji bîr dikin ku ev xêrnexwazî û berberiya me ya li hemberî hev, me qels û neyar jî xurt dike.
Serkeftin bi yekîtiyê mimkûn e.


XXX
-Heger li hemberî bêedaletiyê hûn bêterf dimînin
ev tê wê maneyê ku we aliyê zaliman hilbijartiye.
Destmond Tutu

Li Tirkiyê bi hezaran kurd li hemberî gelê xwe alîkariya zaliman û zulimkaran dikin.


XXX
Xortanî wek buharê ye, lê belê kalîtî dişibe zivistanê. Zivistaneke wiha ku buhar li dû(pey) nayê.
Fîrdewsî


XXX
Ji yê cixarekêş pirsîn, gotin:
-Ma gelo kişandina tutûnê ne heram e?
Yê cixarekêş got:
-Weleh ez nizanim helal e ya heram e, lê ez dikanim viya bibêjim: Heger helal be ji xwe ez dikşînim û heger be jî ez dişewitînim.

XXX
Yê ji jina xwe ditirse…

Rojekê mele ji cemaetê pirsî, got:
-Yên ji jina xwe ditirsin bila rabin ji pê(rabin ser xwe)!
Bêyî yekî, cimat hemû rabû, yek tenê ranebû.
Mele jê pirsî:
-Ma qey tu ji jina xwe natirsî?
Mêrikm got:
-Ezbenî, ez çawa natirsim, dema navê jinê derbas bû çongên min ketin ber min, ji tirsa min nikanîbû hêzî ser xwe bikira, loma ez ranebûm…


XXX
-Ax ewê rojekê qîmeta baranê fêm bike, lê belê wê rojê ewê baran nebare..
Nicanur Parra


XXX
Di duyemîn salvegera wefata kurdperwerê hêja Ekrem Karaxan da ez wî bi hurmet bi bîr tînim. Ewê tim û tim di kûrahiya dilê me da bijî.
Bira qeda li mirina bêbext keve, carnan wiha bêedaletiyê dike….

PARVE BIKE