27 maj 2013

Tirk naxwazin bibin cîranên kurdan



Li gorî anketa ku CHP-ê(partiya ataturkçî) daye çêkirin, ji % 60-ê tirkan cîrantiya kurdan naxwazin. Lê li hembrî vê, ji % 80-ê kurdan dixwazin bi tirkan ra bibin cîran.
Bira jiyana bi hev ra li wir bimîne, wa ye tirk naxwazin bi me ra bibin cîran jî, lê kurdên me bi zor xwe bi tirkan ve dizeliqînin û dixwazin bi wan ra bijîn.
Miletekî cîrantiya meriv nexwaze dibê meriv jî nexwe pê ra bijî. Tiştê herî normal ew e. Yanî dibê ji tirkan bêtir, kurd nexwazin bi tirkan ra bijîn.
Lê piraniya kurdan naxwazin ji tirkan veqetin. Ji ber ku rêberên kurdan xeta xwar dane ber kurdan û di warê siyasî û îdeolojîk da miletê kurd gêj kirine.
Kurdên welatparêz dibê bi rengekî bênabên vê helwesta tirkan ji kurdan ra bibêjin. Çare xebat û têkoşîna îdeolojîk e.


XXX
Dibêjin kesên ku ”ecdadên xwe ji bîr bikin wek çemê bêçavkanî û dara bêreh in…”
Çemê bêçavkanî zû dimiçiqe û dara bêreh jî zû hişk dibe.
Jibîrkirina ecdadan yanî jibîrkirina bav û kalan, jibîrkirina dîroka xwe ye. Civata ku dîroka xwe û ya bav û kalên xwe nizanibe mahkûmî têkçûnê û wendabûnê ye.
Ji roja dewleta tirk avabûye û virda ye tirkan xwestine du tiştan, zimanê me û dîroka me bi me bidin jibîrkirin. Ji ber ku ancax bi vê riyê dikanin me bêkok bihêlin û bi hêsanî bihelînin.
Zimanê me û dîroka me sîrgorteya hebûna me ye…


XXX
Rahmetiyê Balzac gotiye, ”Tu çi dikî bikî, tu çawa dijî bijî, lê belê ji bo ku tu bikenî kesî bigirî neke û ji bo berjewendiyên xwe ebeden kesî nefroşe.”
Romanciyê mezin rast gotiye, dibê meriv însaniyet û şexsiyeta xwe bi malê dinyayê nede. Ji bîr neke ku li vê cîhanê serweta herî mezin şexsiyeta meriv e. Dema te ew wenda kir, serweta te bi qasî ya Qarûn be jî bêfeyde ye.


XXX
Ez helal û heram tevlihev nakim.
Badeya bi dostan ra were vexwarin helal e.
-Ava be jî bi pûştan ra were vaxwarin heram e.
///Umer Xeyam

XXX
Parlamenterê Agiriyê yê BDP-ê Halîl Aksoy, li Swîsreyê azadiya miletê kurd bi azadiya Ocalan ve girêdaye û gotiye, ”Heta ku Abdulah Ocalan azad nebe kurd nikanin azad bibin…”
De were nemre, de were neteqe!
Meriv çawa dikane azadiya miletekî bi azadiya şexsekî ve girê bide, ez qet fêm nakim!
Ma nuha dewlet Ocalan berde û heta bike wezîr jî, ma qey kurd ewê azad bibin?
Aqilê azadiya kurdan bi azadiya Ocalan ve girê bide ne aqilekî temam e, têda seqetiyeke heye.
Ne ya Ocalan tenê, azadiya hemû girtiyên siyasî yên kurd bi azadi miletê kurd ve girêdayî ye. Roja ku miletê kurd bigihîje azadiya xwe, ewê Ocalan û hemû girtiyên kurd jî bigihîjin azadiya xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE