01 maj 2013

Serok

Ez ji xwe ra nuha li ser şexsiyet û qerekterê ”serokekî, lîderekî” siyasî fikirîm, min got, gelo dibê lîderekî siyasî merivekî çawa be û xwediyê kîjan meziyetan be?
Serok, berî her tiştî dibê tu carî ne dudil, ne bedbîn(reşbîn, pesîmîst) be, bêhêvîtiye li der û dora xwe belav neke û biwêre biryaran bigre, gavan bavêje.
Û li aliyê din jî, dibê baweriyê bide gel û hevalên xwe, rastgo be û derwan neke, xwediyê gotin û soza xwe be.
Serok, dibê di têkoşênê da teslîmî zor û zahmetiyan nabe, zû neweste û di nîvê rê da dev ji micadeleyê bernede; ji bo ku bigihîje hedefa xwe sebir bike û îstîkrarê nîşan bide.
Dar di rojekê da fêkî nade, jê ra xebat û wext lazim e.
Însan wek terfîkirina meqamekî terfîyê serokatiyê nake, hin xusûsiyet û meziyetên serokatiyê, îdarekirinê, pêşengiyê bi hin însan ra li gorî yên din zêdetir e. Lê di netîcê da însan bi xebat û micadeleya xwe, bi fedekarî û zanîna xwe dibe serok.
Kesê serok dibê dûrbîn be, teng nefikire, bûyer û guherînan berê bibîne, li gorî wê xwe amade bike û siyaseteke li gorî wê bimeşîne.
Ji bo biserketina serok û lîderekî siyasî sebir, îradeyeke saxlem, daxwaza serketinê, îstîkrar û cesaret lazim e.
Kesê serok, dibê bi xebat û zanîna xwe bikanibe însanan li dora îdîal û armanceke mişterek kom bike û derbasî tevgerê bike. Xebatê taloq neke, di wextê da biryarê bigre û gavê bavêje.
Ji bo lîderekî siyasî, daxwaz û cesaret bi qasî aqil girîng e. Di siyasetê da ji bo serkeftinê aqil û biheq bûn tenê têrê nake, jê ra daxwaz, cesaret û berdewamî jî lazim e.
Xwezî me kurdên bakur çend serokên wiha hebûna...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE