09 maj 2013

Oxira we ya xêrê be şêr û şepalên çiyayên Kurdistanê


Ev 30 sal bûn çiyayên Kurdistanê gelkî hogirî we bûbûn,wan ji we,we ji wan pir hez kiribû. Heta ji destê wan hatibû ew ji keç û lawên xwe ra bûbûn per û bask, bûbûn star.
Ji ber mîvantiya we ya dirêj, balafirên şer bi tonan bombeyên jahrî bi ser wan da barandin, lê wan dîsa jî starî li we kirin, hûn neqewitandin, bîna xwe ji we teng nekirin.
Di her êrîşke dijmn da bi hezaran zinar, qîş, newal û şikefên wan çiyan hatin gazî û hawara we, ji we ra bûn şûr û mertal û hûn di dilên xwe da veşartin; geh xwe ji we ra kirin kozik û star û geh jî xwe kirin gorr. Lê tim hûn parastin, ji ber ku dizanîbûn bêyî wan, tu xêrxwaz û dostekî we yê din tuneye.
Tam 30 salî cîhan li wan çiyan hatin hev, top û balafir, tank û çekên lê neceribandin nema, jahriya bi ser wan da venerşiyan nema, lê wan çiayên bi xîret dîsa jî dest ji ber we nekişandin û xwe ji mîvaniya we aciz nekirin.
Ji we ra tim gotin, netirsin û bi me bawer bin, heta em hebin tu kes nikane zora we bibe…
Li gorî tê gotin, sibe hûn dikin xatir ji wan çiyan bixwazin û herin devreke din, mîvaniya hin çiyayên din.
Ji bo Kurdistaneke azad we hêviyek mezin da gelê xwe û ji bo birastgerandina vê hêviyê jî we gelek fedekarî kir, gelek eziyet û cefa kişand, gelek qehremaniyên mezin kir.
We bi dehhezaran şehîd da Zagros, Cûdî,Bagokê , Cîlo, Gebar, Qendîl û Şerefdînê, we Ava Spî, çemên Mûrad, Mûnzûr, Zê û Dîcle bi xwîna xwe sor kirin…
Oxira we ya xêrê be û serkeftin ya gelê we be, ez hêvî dikim ku berpirsiyarên we keda we ya bi salan bi avê da bernedin û gelê we fêkiyê vê xebata we bixwe.
Bi baweriya min, gelek berpirsiyar û serokên we layiqî vê xebat û qeheremaniya we derneketin. Ez bawer dikim ku hûn jî di vê baweriyê da ne…
Lê tişt nabe, dîrok şahidê gernasî û qehremaniyên we ye, we di dîroka gelê xwe da bi herfên zêrîn destana liberxwedanê, nimûneya têkneçûnê û mêraniyê nivîsî.
Gelê we, vê xebat û qehremaniya we ewê tu carî ji bîr neke. Liberxwedan û qehremaniyên we, ewê ji neviyên we ra bibin destan û şeheserên nemir…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE