24 maj 2013

Nêta hukûmetê xerab xuya ye

Parlamenterê BDP-ê yê Hekariyê Esat Can gotiye piştî vekişîna PKK-ê ”leşkeran rê girtine û milet nerehet dikin. Qanûna qaçaxçîtiyê par tunebû, lê îsal dîsa xistin praktîkê. Herin Şemzînanê (Şemdînliyê) bibînin. Li gundekî 3 hezar nufûs ne qereqolan çêdikin. Du sê gundan haziriya xwe kirine ewê herin Kurdistana başûr.
Ev agahiyên Canan gelkî muhîm in, dibê him PKK û him jî BDP li ser rawestin û sebebê yekê ji hukûmetê bikin.
Heta nuha digotin hebûna qereqolên zêde, barîkatên li ser riyan, saxîkirina rêwiyan ji ber hebûna gerîla û şerê çekdarî ye. Lê wa ye gerîla ji herêmê vekişiya û şer jî êdî tuneye.
Wê demê barïkatên li ser riyan, saxîxirina milet û li gundekî çêkirina 9 qereqolan ji bo çi ye?
Ev hazirî û tedbîrên leşkerî li hemberî kê ye?
Bi baweriya min ev tedbîrên leşkerî nîşan didin ku hesab û planeka hukûmetê yê bi dizî heye, heger tunebûya wê ji nuha da ev haziriyên leşkerî nekira.
Diyar e hukûmet dixwaze wan der û herêmên ku gerîla jê paşda vedikişe tije leşker bike û bigre bin kontrolê.
Û piştî ku hemû haziriyên xwe kirin û hemû tedbîrên xwe girtin, maneyekê bibînin û têkiliyan qut bike.
Û heger PKK dîsa dest bi şer bike jî zahmet be, hemû şargehên xwe yên lojîstîk wenda kiribe.
Min bi xwe tu carî ji samîmîyeta hukûmetê bawer nakir, baweriya min ew e ku di vî warî da agendeyeka hukûmetê ya bi dizî heye. Hukûmet dixwaze çiyayên Kurdistanê bi rehetî, bêyî zirar ji gerîlayên PKK-ê paqij bike û wan herêm û nuxteyên stratejîk bigre bin kontrola xwe. Ji ber ku bi riya şer nikanîbû ev yek bikira, cend caran tecrûbe kirin jî lê netîce tim jî fiyasko bû.
Loma jî îcar serî li vê riya hîleyê yanî dest bi hevdîtinên xwedêgiravî ”çareseriyê” kirin.
Ji termînolojiya berpirsiyarên hukûmetê, bi taybetî jî ji ya Erdogan û Arinc, meriv fêm dike ku hukûmet bi rastî jî ne li dû çareseriyeke adil û heqane ye. Ji vê bêtir dixwazin îcar jî ji bo tasfiyekirina şerê çekdarî riyeke din, metodeke din biceribînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE